|
OSMAN
SEBRÎ Û CÝGERXWÎN TEYBETMENDÝYÊN DU HELBESTVANÊN HEMDEMÎ
A. BALÎ
Di nav
helbestvanên Kurd yên sedsala dawî jiyayî de ciyekî Osman Sebrî û
Cigerxwîn teybetî heye. Di gelek gotar û berheman de ez li ser her du yan
rawestim û di konferans û semînaran de min li ser jiyan û berhemên wan
pir axaftin kirin. Dema min antolojiya helbestvanên Kurd amade dikirî, min
ji her du yan raman û alikarî jî girt. Ji bo vê jî di saxiya wan de
dema dîwana Osman Sebrî min amade kirî û ji heyþt dîwanên Cigerxwîn
bijartek bi wergerandina zimanê Tirkî û bi Kurdiya helbestan ve di wê
demê de dostaniya min bi her du helbestvanên hêja re pêk hat û
dayîn û standinên min rû bi rû bi wan re bûn. Bi kurtahî min
ji wana pir sûd wergirt. Min ewna nêzîk de naskirin. Ez naxwazim dayîn
û standina xwe ya bi wan re bûyî binivîsim. Lê di vê nivîsê de ez
dixwazim li ser çend teybetmendiyên wan rawestim û ji bo xwendevanan bînim
pêþ çavan. Her du þaîrê
gewre di sedsala dawî de jiyan e û emrê xwe ji bo welatê xwe yî bindest
borandine. Ji bo Kurdistan ciyê girtîgehan, sirgun, zilm û zordarî ji
wan re bûye jiyan. Bi emrê xwe yî mezin, bi pîrûpergala (ezmûn,
tecribe) xwe ya têkoþerî û welatparêziya xwe ya herî bilind ewna di
nav Kurdan de bi qedr û qiymet jiyayîne. Di
destpêkê de ewna bi hevra bûn. Paþê siyeseta wan wek pir Kurdan ji hev
du cuda bû. Lê rêya tê de diçûn, ew rê heya rojên xwe yên dawî her
yek rê bû... Lê di wê rê de, ew salên dawî qet ewna rastî hev du jî
nehatî bûn. Di
salên wan yên dawî de min ewna bi çend bûyer û dayîn û standinan ber
hev anîn û paþê hev du razî bûna wan jî min ji devê wan bîhîst.
Osman Sebrî siyasetmedar bû. Lê wek siyasetmedaran qise nadikir. Gotinên
xwe rasterast bûn, çi pêwîst bû, wî ew digot. Ji bo vê jî carekê ji
min re gotî bû: „Ji bo vî zimanî xwe yî sert min pir kes ji xwe re
kirine dijmin!..“ Cigerxwîn
jî þaîr û siyasetmedar bû. Bes Cigerxwîn wek profesyonel xwe
helbestvan dîdît. Siyasetmedarî ji bo wî diket dereca duwemîn. Osman
Sebrî wek gotina xwe dubarekirî „helbestvaniya xwe di rêya siyeseta xwe
de ji bo ku ew baþtirîn bêye fehmkirin bi kar tanî. Carekê bi min re
gotî bû „Ez xwe helbestvan nabînim.“ Lê min ji wî re gotî bû, tu
di nav helbestvanên Kurd yên þoreþger mezin de têt nasîn! Wê demê bê
deng mayî bû... Her
du þaîrên mezin Kurdistanî bûn. Kurd
û Kurdistan di ser siyeseta wan re bû. Wana dixwest bi siyeseta xwe
xizmeta welatê xwe bikin. Ne bi siyeseta tevlihev aboriya xwe pêk bînin.
Bi gotinek din her du jî tacîrên siyesetê nîn bûn. Ji bo vê jî
jiyana wan dema ew sax bûn, di nav tunebûnê de derbaz dibû. Pir caran
qasî xwe xwarin û ji xwe re kar dîtin ji wan re gelek dijwar bû. Bêkarî
û neçarî piþta wan xwar kirî bû. Lê ewna bi serbilindî dijiyan û ti
caran serê xwe li ber neyaran xwar nekirî bûn... Dema min Osman Sebrî li
Þamê dît emrê xwe nêzîkî heyþtê salî bû. Min dixwest bi xwe re bînim
dervayî welat. Ji bo ku zarokên wî hemî derketî bûn dervayî welat û
nadikanîn vegerin Sûriyê. Min
jê re got: Ezê te bi xwe re bibim cem wan. Gotina min birî û ji min re
got :„Lawê min hîn ez bê nasname me. Nasnama min nîn e, ku ez biçim
ji xwe re çend kîlo þekir erzantir bikirim. Bê nasname jiyan nabe. Tu yê
min çawa bê nasname bibe dervayî welat.“ Min jê re got, heke tu bixwazî,
ezê te bi xwe re bibim. Pir nefikirî û got: „Ez naxwazim wek Cigerxwîn
ji welat derkevim!.. „ Min jê re got Þam ne welatê me ye, lê tu lê
ye!..“ Gotina xwe li min vegerand û got: „Ez jî dizanim Þam ne welatê
me ye, lê nêzîkî welatê me ye.“ Þaîrtî
û neteweperweriya wan li pêþ siyesetmederiya wan bû. Zanayên Kurd yên
wek Cigerxwîn û Osman Sebrî îro jî di nav Kurdan de hene, lê hindik
in. Di
aliyê din de zanebûn tiþtek e, li ser mirovan tesîr kirin tiþtekî din
e!.. Ew her du þaîr di nav Kurdan de baþ tên nasîn û bi nav û deng
in. Lê hîn kesên navê wan nebîhîstî jî di nav me Kurdan de hene... Kolonyalîstên
kedxwar û xwînmij gelê me ewqas nezan û neçar hîþtine ku bi milyonan
nîþteciyên Kurdistanê bêxwendin û bênivîsîn mayîne. Ew du mirovên
hêja jî mercên xwendina bilind nedîtî bûn. Lê xwe bi xwe fêrbûyî bûn
wek feylezofan. Heya dawiya emrê xwe wana ji gelê Kurd re mamostetî jî
dikirin, xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî hînî Kurdan dikirin. Bi vî
aliyê xwe ewna perwerdekarên ziman û çanda Kurd bûn. Þaîrên
cîhanê hemî di avabûn û tevgerên azadiya gelên xwe de ji wana her yek
wek berên (kevir) koþan in. Di hin nivîsên li pêþ me de ezê li ser
teybetmendiyên wana yên cuda jî rawestim. Di siyasat (rêzanî) û di têkoþîna
rizgariya gelê Kurdistanê de Osman Sebrî û Cigerxwîn ji wan her yek wek
dîrokek zindî bûn. Mevan û dostên wan pir bûn. Bi
her Kurdan re didan û distandin. Ji
piran gazinc dikirin, lê wek neyar ser de
nadiçûn. Hinekan îxaneta xwe ji wan re nîþan dayî bû. Lê bi
gelemperî Kurdan di saxiya wan de bi hurmetek mezin ewna pêþwazî hevdu
dikirin û girîngiya wan di saxiya wan de deng dayî bû Kurdistanê. Navê
meha dehan meha cotmehê ye. Li hin ciyan pê re çiriya pêþîn, çiriya
berê, çiriya ewil, kewçêr, an jî kewçêran têt gotin. Di hundirê vê
mehê de Osman Sebrî (1905 - 11.10.1993) û Cigerxwîn (1903-22.10.1984)
çûne ser heqiya xwe. Her duyan jiyanek bi rûmet û serbilind di ser heyþtê
salî re ji bo Kurd û Kurdistan di nav çalakiyên girîng de wek pêþewa
derbaskirin. Her
du di destpêka sedsala bîstan de hati bûn dinê. Osman Sebrî ji malbetek
axa û dewlemend, Þêxmus Hesen ji malbetek jar û feqîr çavên xwe vekirî
bûn. Paþê ji Osman Sebrî re „Apo“, ji Þêxmus Hesen re jî
„Cigerxwîn“ dihat gotin. Li pêþ navê Osman Sebrî „têkoþer“,
li pêþ navê Cigerxwîn jî „Seyda“ hebû. Bi wan re dema mirov rû bi
rû qise dikir, mirov digot „Apê Osman, Apo“, û „Seyda Cigerxwîn,
Seyda“... Di
nav civata Kurd de navên mirovên mezin ji aliyê yên piçûk ve dema nav
bêjin, ew baþ naye dîtin. Ji bo vê jî hin caran li ciyê navê mirovan
li gor salê wan, kesên nas re, an jî yên ne nas re „apo, mamo, xalo“
tê gotin. Apo û Seyda her duyan emrê xwe di têkoþîn û di rêya
azadiya Kurdistanê de borandin. Çi
hîkmet e, ku îro ji neyarân bêtir, Kurd ji Kurdên xayîn û xwefiroþ
derbeyên mezin digirin. Di serhildana Dêrsimê de, ma yê serê Elî Þêr
jêkirî jî ne Kurd bû?!. Ya Kurdan ji xayînên xwe kiþandî ji dijminan
qet nekiþandiye!.. Neyar
ji xwe neyar in! Emê çi bikin, ku di nav xwe de xayînên xwe bê tesîr
bihêlin û emê perwerdeyek netewî çawa bikin para wan jî... Dema em xayînên
xwe hindiktir bikin, wê demê em dikanin piþta dijminan jî xiþkin!.. Teybetmendiya
her du helbestvanên mezin yek jî walatparêzî û þoreþgeriya wan bû.
Di jiyanê neteweyên cîhanê de þer û aþîtî li pey hevdu meþîne. Þerxwestin
teybetmendiyek þerxwazan e! Lê dema mirov bindest be û ji hemî mavên
mirovetiyê bê par be, wê demê li dijî zilm û zordariyê serhildan,
berxwedan dibe erka ser milan... Osman Sebrî hestên xwe yên têkoþerî
di salên xwe yên heyþtêyî de jî diparast. Ji bo vê jî alîgirekî
tevgera bakurê welat bû. Bes alîgirên tevgera çekdarî tenê ne, alîgirên
hemî hêzên Bakur wek serdan ew ditîtin û jê ramanên rêzanî
digirtin. Têkoþerî û aþtîxwaziya wî beramber hev bûn. Di
aliyê têkoþerî de Cigerxwîn þervanê aþîtî û azadiyê ye. Ez bawer
nakim, ku Cigerxwîn tifeng dest xwe xista û biçiya di nav þerekî dijwar
de çend firindeyên çûk bikuþtina!.. Li dijî þerê neheq Seyda Cigerxwîn
jî wek þervanê aþîtî û azadiyê bû. Di
baweriya her duyan de þoreþgerî û neteweperwerî bi berz bû. Di kêfeya
teraziya Osman Sebrî de giraniya heyî her xwe ber bi têkoþerî, Kurd û
Kurdistanê dikiþand. Di ya Cigerxwîn de jî Kurd û Kurdistan hebû, lê
hêla navnetewî (internasyopnaylî) hin caran giran dikiþand. Dema ji
Partiya Demokrat Kurdên li Sûriyê qetî, ew çû, bû endamê Partiya
Komunîst ya Sûrîyê. Demekê þunda ji wan jî diqete û tevî Partiya
Demoqratên Kurdên Pêþverû li Sûriyê dibe. Dema li Ewrupa min ew nasî,
wê demê ew berpirsyarê partiyê yê dervayî welat bû. Di wan salan de
Apê Osman Sebrî bi gotina xwe ya bi min re gotî „ Ez bi ti partiyan ve
nehatime girêdayîn! Lê
ez li dijî ti partiyan jî nîn im. Pêwîst e, ku partiyên Kurdan ji gelên
cînarên Kurd re nebin pêya!..“ Min jê re got: Dema di rih û hestên
mirov de têkoþerî hebe, bê partî mayîn ma kêmasî ye? Li min vegerî
û got:“Lawê min, elbet kêmasî ye! Ne cayîz e, ez bêjim çima û çi
bû... Ji min re bêje, ma ez kîjan partiyê bigirim. Ji wana her yek pêyayên
hinekanin. Xelk
ji me sûd digirin û me bera ser hev didin. Em jî dikevin qirtika hev û
þerê hevdu dikin?!“ Wê
demê partiyên Kurdan piraniya wan karê xwe li dijî hevdu þerkirin bû...
Hin li îranê, hin li Sûriyê û Iraqê bûn. Bi alikariya wan dewletan þerê
hevdu dikirin û di wî þerê birakujî qirêj de bi hezaran Kurd mirin... Di
ser wê boranê re sal borîn, dinê nûva bû. Em Kurd jî dawî de bi xwe
hesîn, ku êdî þerê brakujî nekin!.. Bi vê bûyera dîrokî ya girîng
ku ber bi yekîtiya Kurdan diçe, me dît ku em jî ber bi azadiyê diçin
û dinê-alem me jî dinase... Êdî em jî dibin netewe!.. Di
dîrokê cîhanê de hincaran neyaran bi destê Kurdên belangaz û xayîn
bi Kurdan pir lihîstine. Lê di dema me ya îro de êdî Kurd netewî
difikirin. Dema mirov netewî bifikir, tê wê wateyê ku hemî hêz û
partiyên Kurd di xizmeta netewê Kurd de ne. Ti hêz û partî di ser
netewe re nîn in. Seyda Cigerxwîn û Osman Sebrî di xetek usa de bûn, ku
ji bo wan Kurd û Kurdistan di ser her tiþtî re bû. Partî û hêzên
Kurd dema di xizmeta gel û welatê xwe de bin, wê demê tê wê wateyê ku
ew di xetek neteweperwer de dimeþine! Di ew hestên netewî bilind de hêzên
bi hevdu re alîkarî nekin û ji hevkariyan birevin, wê demê
perpirsiyariya wan ya dîrokî her heye û gelek e. Nebaþiyên dibin li ser
milê wan dimînin û yên ji yekitiya gelê xwe direvin ew dikevin bin
tohmetekê girîng ya dîrokî!.. Helbestvan û helbestvanî di dîroka
Kurdan de ji bo hestên netewetiya Kurdan germ dikin û ji bo azadiya gelê
Kurd pêþ êxistinê de rolekî girîng dileyhîzin. Ji vê sedemê ye ku
bingeha þaîrtiyê û keseyetiya þair di merhaleyek pîroz de têt
pejirandin. Bê guman ew her du helbestvanên mezin di qonaxek usa de rola
xwe di nav civata jiyayî de bi kar anîne û ji bo vê jî, ji keseyetiya
xwe re hurmetên mezin diyîne... Dema
þerê rizgariya Kurdistana Baþur bi serokatiya Berzaniyê nemir dimeþî
de her du þaîran jî bi dil û can xwestine, ku alîkariya tevgera azadîxwaz
bikin. Di destpêkê de bi têkoþeriya xwe çekdarî ya Kurdistanî ew çûye
nav tevgera Baþurê welat. Lê çûyîna wî di nav gelek serêþiyan de
boriye. Di salên dawî yên Berzaniyê nemir de nameyek din jî jê re þandiye.
Lê ew nameya jî bê bersiv maye. Ew bûyera borî, têkoþerê nemir gelek
xemgîn kirî bû... Lê dîsa jî wî rêza xwe ya bilind bi hestên xwe yên
germ ji Berzaniyê gorbehiþt re pêþkêþ dikir... Serboriyên
Seyda Cigerxwîn yên Kurdistana Baþur ne wek yên Osman Sebrî ne. Dayîn
û standinên Seyda Cigerxwîn bi Berzaniyê nemir re gelek in. Seyda di
sala 1969 an de di nav þoreþa Kurdistana Iraqê de beþdar bûye. Paþê
çend salan jî wek Mamhosteyê Zanîngehê çûye Bexda ye. Di zanîngeha
Bexdayê de dersên zimanê Kurdî dayîne. Hem Seyda Cigerxwîn û hem jî
Osman Sebrî mercên xwendina bilind nedîtine. Lê ji wana her yek di aliyê
zimanasiya Kurdî, wêje û dîroka Kurdistanê de wek profesor xwe
perwerdekirine û bi her aliyê xwe mejiyê wan tijî zanîn û zanist bû. Di
salên hatî Ewrupe de Seyda Cigerxwîn serboriyêk xwe bi Berzaniyê nemir
re bûyî, ji min re usa neqilkirî bû. Dema Partiya Demokrat Ya Kurdên Sûriyê
ava bû þunda, bûyerek ne baþ di navbeynê Partî û Partiya Demokrat Ya
Iraqê de derbas bûyî bû. Bi gotina Seyda: „Wê demê hevalan heyetek
çêkirine ku biþînin cem Serok Berzanî. Lê tirsa hevalan hebûye, yê
çawa vegerin!.. Paþê hinekan ez jî pêþniyaz kirime, ku tevî heyete
bibim. Bi gotina wan, gotine ku Berzanî ji Seyda pir hez dike. Ew jî bêt
yê baþ bibe. Dema bi min re ew pêþniyaza kirin, min jî pejirand û ez jî
tevî heyete bûm, çûm cem Serok Berzanî. Wî camêrî qiymetek mezin da
heyetê û dayîn û standina heyetê serkeftî derbas bû. Paþê em vegerîn
Sûriyê... Berzanî bes ji Cigerxwîn tenê heznadikirye, wî pir þaîrên
Kurd yên hêja gazî dikirine û bi wan re goftûgoh çêdikiriye... Osman
Sebrî di dema xwe de bi pir serokên partiyên Kurd re dida û distand. Pir
serokên partiyan min dizanî ku ew serdan jî dikirin. Wî ti caran dayîn
û standinên xwe yên napenî (veþartî, dizî) dikirin dubare nadikirin.
Çi bûye li gel wî veþartî maye û dima. Ji pesinandina xwe jî qet
heznadikir... Her
du þaîrên Kurd pir nefsbiçûk (bêwurþe, mutewazî) bûn. Ewna bi
zarokan re wek zarok, bi jinan re wek rêheval û þoreþger û welatparêzan
re jî wek wan bûn. Nadixwestin kesê pê re qisedike, mezinahiya xwe li
ser wan ferz bikin. Lê mirovan ji xwe, ji wan re hurmet û rêz digirtin.
Min carekê ji Seyda Cigerxwîn pirsî bû. Min jê re gotî bû, Seydayê
Heja! Di dema borî de wek pêncsed sal berê tu bihata dinê û ewqas jî
hezkirên te hebûna! Ma wana tu ji xwe re pêyamberek bidîtina te yê çi
bikira! Li min nêrî û kenî... Bersiva min neda min! Ez dixwazim vê bêjim.
Bi Cigerxwîn re mirov dikanî her alî de qise bike. Xweþbîniya wî gelek
zehf bû. Apê Osman Sebrî jî usa bû, lê mirov bi xwe nadikanî her
gotinê li gel wî bêje. Di nav Kurdan de gotinek heye, ku bi hin kesan re
têt gotin ku „siya xwe giran e!“ Siya têkoþerê nemir hinek giran bû. Di
aliyê helbestvanî de Seyda Cigerxwîn pîtnas (profesiyonel) bû. Wî
helbestvanî ji xwe re wek pîþe (meslek) didît. Li pêþ helbestê xwe ew
biriste, çend rojan bi pêlawaz (ritm) û rêzbenda (kafiye) helbest re
mijul dibû. Dema ew bi helbestê xwe re mijul dibû, wî nanê xwe jî
dixwar, hin caran bi mirovan re jî qise dikir. Lê di mejiyê xwe bi
helbesta xwe re jî mijul dibû. Di wan navbeynan de notên xwe digirt. Ji
helbestê xwe yê nû re dema xwe amade dikir. Dema helbesta xwe ya nû dest
bi nivîsandina ser kaxizê dikir. Ew gelek rihet û vehesî bû, ku
helbesta xwe afirandiye!.. Helbestvanên
wek Seyda Cigerxwîn li dinê hindik in. Lê ji bo ew Kurd e, navê wî jî
wek Kurdan bindest maye û li cihanê dengê xwe baþ nedaye. Helbestên wî
yên wenda bûyîn û yên nehatin çapkirin em bidin alîkî heyþt dîwanên
wî yên hatin weþandin, hozantiya wî ya hemdemî nîþan didin. Seyda
bes ne tenê helbestvan û siyasetmedar bû. Ew di aliyê wêje (edebiyat),
dîrok (mêjû, tarîx) û lêgerîn û lêkolîn de jî jîr û çalak bû.
Qasî bîst berhemê xwe hatin weþandin. Dema min jê re gotî bû Apê
Osman Sebrî ji bo te dibêje: „Helbestvanên rasteqîn welatê xwe
bernadin û naçin welatê begane najîn û namirin!“ Dema Seyda ew gotina
ji devê min bîhîst, ne hêrs hat û ne jî qehrî û bersiva xwe jî pir
nerm bû û got :“ Osman Sebrî her dem camêr bû. Ew camêra rast dibêje.
Van salan þunda çi karê min li derva heye? Lê di aliyê din de rastiya
min jî heye. Wek çil (40) pirtûk derkevin di destê min de nivîs hene.
Min xwest ku hemî dernekevin jî nîviyê wan ez bidim çapê yê ji wenda
bûyînê xelas bin. Ji bo çapkirina wan ez derketim dervayî welat. “
Dema gotina Seyda min ji Osman Sebrî re dubare kir û got, wê demê Seyda
çûyî bû ser heqiya xwe û pir jî, ji bo Seyda Cigerxwîn ber xwe dikêt.
Osman
Sebrî bi têkoþerîya xwe di nav Kurdan û têkoþeran de bi nav û deng
e. Di dema saziya Xoybûn de axayên Kurdan dema li dijî hev û hevdu
nadixwestin ku bi hevra kar bikin, Osman Sebrî bê alî bû. Ji bo vê jî
hemiyan ew dipejirandin û li dijî wî dernadiketin. Di navbeynê de pir
sal borîn þunda di salên 1980 yî de li Þamê min ew nasî. Bi dayîn û
standinan cara dawî min xwest dîwana wî ya helbestan komî serhevdu
bikim. Min jê pirsî ma tu çawa dibîne? Bersiva wî ez nerehet kirim û
bi min re got: „Ya rastî ew e, ku qet ti caran min nexwestiye dîwanek
helbestan çap bikim. Di
aliyê din de ez ne helbestvan im! Lê min dît ku bi helbestan gelê me bêtir
fêrî welatparêziyê dibe, min jî bi helbestan hestên xwe gihandin mirovên
Kurdperwer!“ Li
ser helbest û helbestvanîya wî min jê re dûr û dirêj qise kir. Di
dawî de biryara dîwana wî amadekirinê me da. Ji min xwest ku zûtir çap
bibe û yek jimar di destê wî kefe. Çi mixabin çapxana apecê bi sedemên
pûç dîwan dereng xistin. Apê Sebrî ji nav me çû þunda çapxanê cara
yekem 1998 an de dîwan weþandin. Lê soza min dayî wî min negirtî bû,
û xemgîniya min jî, ji wê bûyerê heya îro ranebû. Lê çapa dîwanê
ya duwemîn di sala 2005 an di nav weþanên Evra de dema me da belav kirin,
soza min daye, ez bawerim min bi cih anî. Di aliyê din de sala 2005 an
sedsaliya wî ya hatî dinê bû. Li Elmanyê li bajarê Berlînê bi beþdariya
hemî hêzên Kurd, qet yek jî, ji derva nemayîn sedsaliya wî bi þevek
çandî û bi zimanên cuda bi heft serminar û konferansan hate pîroz
kirin û hate bîranîn. Li doz û têkoþîna wî hemî sazî û partiyên
Kurdan lê bûn xwedî. Osman Sebrî di nav þaîrên Kurd yên hemdemî de
bi helbestên xwe yên berz, bi mijar û naverokên wan yên cuda cuda û bi
berhemên xwe yên din ew naye bîrkirin.
Xwendevanên delal, bi gotinan û vegotina mirovên xoþewîst
û hêja rawe kirin ne hêsan e. Ji bo vê sedemê jî ez dixwazim bi ew nivîsa
xwe ya sêyem dawî li vê gotara xwe bînim. Lê bi kurtahî ez dibêjim
mirovên wek Seyda Cigerxwîn û Osman Sebrî, heke îro di nav tevgera
Kurdistana Bakur de hebûna, yekîtî û eniyek netewî ya Kurdistanî
avakirin di nav Kurdan de yê hîn jî hêsantir bûbûya!.. 01.11.2007
A. BALÎ
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org