|
PÊGOG (FUTBOL) Û FASHÎZM Meletî
Spor- Elezîz Spor A. BALÎ
Li pir
welatan werzîsh (spor) ketiye bin bandora fashistan. Wek tê zanin li
Tirkiyê ji salan vir de li ser çepên Kurd û Tirk bi destên dewletê û
alîkarên wê yên sivîlên fashist sherekî dijwar hate ajotin. Sazî û
partiyên pêshveru hatin qedexekirin, hatin girtin û mirovên demoqrat û
welatparêz hatin kushtin. Ji alîkî ve hêzên dewletê yên resmî , ji
alîzê din ve hêzên sivîl yên ji dewletê emir digirtin mirov dikushtin
û wenda dikirin. Ew hêzên mîlîtarîst û fashîst tesîra xwe li her
derê domandin. Dema her
cih di destên fashîstan de be, vê carê menfata wan jî tê pêshiya
wana. Wê menfatê jî piraniya sazî û serkarên dewletê kirye diz û çete!
Ew meydana wana ji xwe re fireh kirî îro ji wan re dibe goristan! Li dinê
zilm û zordarî bê dawî nîn e. Li Tirkiyê jî dawî yê li zilma fashîstan
bêt! Dixwazim
mînakek balkêsh bidim we. Ew hefteyê borî Elezîz Spor bi Meletî Spor
ve li bajarê Meletiyê hatî bûn hemberî hev. Elezîz bi Meletyê ve cînarên
hev in. Her du bajar jî bajarên Kurdan in. Lê di navenda bajaran
de gelek jî Tirk hene, ku piraniya wan jî fashîst in. Heza polis û
leshkeran û malbetên wan di nav bajaran de rûdinin. Bi gotinek din ji salên
1970’yî vir de navenda ew bajaran ketiye bin destê fashîstan. Li Meletyê
destpêka sala 1975 an pir kes hatin kushtin. Piraniya wana mamhoste û
xwendekar bûn. Mamhoste Newzad Xoce roja nîvro li pêshiya belediyê dema
pêlavên xwe boyax dikirî, di nav ewqas kes de bi gulebarandinê hate
kushtin. Kesê lêxistî fashistekî bi navê Oral Çelîk dihatî nasîn bû.
Ew qasî bîst salan
nehat girtin. Li dervayî welat jî navê wî tevî pir cinayetên siyasî bû.
Ewqas bûyeran shunda dema ew
vegeriya Meletiyê û çû pêshiya dadgehê. Dadger dema dosya wî dixwaze,
lê dinêrin, ku di depo de dosya wî wenda bûye! Ji bo dosya wenda bûye,
di ser bûyerê re jî pir sal derbas bûyîne, wî bera didin û ew bê
ceza dimîne û ceza nagire. Demek kin de dibe serokê Meletî Sporê. Di
nav îhaleyên mezin de ciyê xwe digire û bi navê Meletî Spor jî, ji
her kesî xeraca xwe distîne! Ew ciyê Meletiyê ji wî re teng dibe,
derbasî Stenbolê û li wê jî destên xwe dirêjî erd û eraziyê devera
Ege dike!.. Wek
têt zanîn Elezîz jî ciyê Memet Agar e. Li Tirkiyê çi kevir li ciyê
xwe bilive xeberê Memet Agar jê heye! Dibêjin:“Du canbaz li ser benekî
nikarin bileyhîzin!“ Gotin rast e û ew di ciyê xwe de ye. Dema li alîkî
Meletiya Spor li aliyê din jî Elezîz Spor hebe, ew jî di destên fashîstan
de be, wê demê hun werin lîstika gogê, gog çawa çivan dide xwe! Çiv
û lîstika gogê em ji devê bînerên (temasheker) fashîst bibîzin çawa
tê der! Alîgirên
Elezîz Sporê bangî aliyê Meletî Sporê dikin û dibêjin:“Meletiya
Ermenî!“ Ji bo ku rojnamevan Hrand Dink ji Meletiyê bû. Berê pir Ermenî
li navçeya Meletiyê hebûne. Îro tu lê bigere, ji derman re yekî an jî
yekê tu nabîne! Yên heyî jî navê xwe kirine „Hecî û Xoce“ mirov
nikare binase. Elezîziyan bangkirina xwe qedandin shunda tedarîk hatina
xwe bi pankarta bi xwe re anîn wê nishan didin û vedikin li pêsh çavan
bînerên Meletî didin xuyakirinî. Di pankartê de:“Em ne Ermenî ne, em
ne Meletiyî ne! Em Elezîzî ne! Em evîndarên Tirkiyê ne!..“ Alîgirêm
Meletî Sporê fashîst ji yên Elezîzê Sporê fashîst kêmtir nîn in!
Ew jî qîrinê li yên din dîtînin û bangî aliyê din dikin û dibêjin:“
Bila PKK derkev derva!“ Xwendeyên
hêja! Êdî hun bifikirin! Du aliyên ji fashîstên Tirk pêk hatî ji xwe
re du neyarên dîrokî bi navê „Ermenî û Kurd“ li ser hebûna hevdu
çê dikin û gogê berdidin dikevin sherê di nav hevdu de! Serî û çavên
hevdu xishdikin! Hun serî xishkirina fashîstan bi hevra heyî nenêrin,
dema bibêjin Ermenî û Kurd li dervayî sidadê ne, ewê hevdu berdin û
bibin yek, êrîsha xwe bibin ser Ermenî û Kurdan. Gotina
Kurdên rûspî heye û dibêjin:“Xwedê meryan -mirovan- neke bindestê
xiraban!“ Kesên xirab mirov jî bi xwe re xirab dikin û tu xêrê jî tê
de nahêlin!.. Bindestiya me ya Kurdan hinek jî, ji vê xirabiya kesên gelê
serdest têye! Rastî jî gelên Kurdistan di nav xwe de dagirkirî bash bûna,
em jî bi wan re bash dibûn û dijiyan. Di nav wan de demokrasî hebûya,
me jî jê sûd digirt. Ji
bo vê sedemê „Demokrasî ji bo Tirkiyê û azadî û serbestî jî ji bo
Kurdan!“ têt gotin ku ew gotinek di ciyê xwe de ye. Xwesteka Kuradan, bi
dil û can xwesteka bratiya gelan e! Ji bo ku gelên cîhanê hemî bra
ne!.. 05.02.2007 A. BALÎ |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org