PÊÞEWA QAZÎ MIHEMED

(1898 - 31.03.1946) 

 

A. Balî

Pêþewa Qazî Mihemmed an jî Serokê Komara Kurd Ya Mehabadê di zaroktiya xwe de di dibistana olî de dest bi xwendina xwe dike. Di wê demê de dibistana mirov biçe tenê ew dibistanên olî (dînî) bûn. Perwerdeya zarokan di dibistana seretayî de ûsa destpêdikir. Lê perwerdeya wî li gel bavê xwe teybetî pêþ de çûye. Karê bavê wî dadgerî (qadî, qazî, hakîm) bûye. Ji bo wê jî ew di malek Kurd ronakbîr de mezin bûye. Di xortaniya xwe de qasî bavê xwe zanîna xwe pêþ de dibe û gelek zimanên beyanî jî hîn (fêr) dibe. Dema ciyê bavê xwe bigir, demekê li pêþ wê bûye gerînendeyê (midur) daîreya wakfên Mehabadê. Dema dest bi dadgeriyê kir nav û dengê wî li navçeya lê dijî belav dibe û ji aliyê herkesî ve ew têt nasîn. Di dadgehê de her biryara wî digirt dihat pejirandin, jê re rêz û giramiyên mezin dihatin pêþkêþ kirin.

Bejna wî ewqas ne dirêj bûye. Wî cixare nedikiþandiye û mey venedixwariye. Lê meda wî de nexweþî hebûye. Ew nexweþiyê lê heyî Qazî, zayif û bê mecal hiþtî bûye. Lê bi otorîteya xwe ya rikdar xwedanê keseyetiyek hêzmend (bihêz) bûye. Hêdî hêdî qise dikiriye. Çend gotinan þunda radiwestiye û dîsa axaftina xwe berdewam dikiriye. Dema bi kesekî/kê re diaxiftiye pir rêzgir (hurmetkar) bûye. Bêtir ji bo beyaniyan mêvanperweriyek mezin nîþan didaye.

Di sala 1941 an dema ordiya Îran û Ûris li navçê vekiþîn þunda qontrola herêmê dikeve bin parastina hêzên Qazî Mihemed. Bi rêvaberiyek adlane Mehabad têt îdarekirin. Di 16 Îlonê sala 1942 an nêzîkî Çemê Seblaxê panzdeh Kurdên welatparêz komdibin û rêxistina bi navê „Komele“ çêdikin. Demekê þunda Qazî jî dibe endamê Komelê. Di wê demê de hêzên pêßmergeyên Molla Mustafa Barzanî bi hezaran tevî hêza mêþmergeyên Komelê dibin. Di meha cotmehê sala 1945 an rêxistina „Komele“ navê xwe diguhêre dike „ Partiya Demokrat ya Kurdistan“.

22 yê çileyê sala 1946 an Komara Kurd Ya Mehabad sazbûyîna xwe li meydana Çuwarçira bi axaftina Qazî Mihamed îlan dike. Spasiya xwe ji komîteya rêvaberiya Partiya Demokrat ya Kurdistanê re pêþkêþ dike, ku wan bîryara îlan kirina komarê girtine. Ew þahiya li navçê destpêkirî dirêj nekiþand. Ji alîkî ve Ûris alîkarî û leþkerên xwe vekiþandin. Di aliyê dîn de Îngîlîzan soza dayî negirtin û ser de jî piþtgiriya Eceman kirin. Dinê carek din li serê Kurdan teng bû. Komara Kurd ya ciwan têk çû!..

31 ê Adarê sala 1947 an, ber destê sibê saed 03 an Pêþewa Qazî Mihemed bi brayê xwe Sadrî Qazî û lawê apê wî Seyfî Qazî ve li çiyê komar lê hatî îlan kirî ew her sê mirovên bi rûmet hatin dardakirin!..

Di dîroka Kurdistanê de Komara Kurd Ya Mehabadê wek kaniya xwînê heya roja îro xwîn dihêrike. Di wê rê de bi hezaran Kurdên walatparêz hatin ßehîd kirin. Lê ew tevgera Kurd ya li Rojhilatê Kurdistanê destpêkirî tu caran heya roja îro nehat rawestandin. Du serokên Partiya Demokrat Dr. Abdurahman Qasimlo û Dr.Þerefkandî bi destên neyarên Îranî li dervayî welat hatin þehîd kirin. Þehîd hemî namirin! Lê disa jî em carek dîn bejna xwe li ber wana ditewînin.

Dadgeha Pêßewa dirêj nakeßîn. Bi mehkemeyek formalîtî cezayê dardakirinê didin Wî. Dema hîn nehatî bû girtinî, Pêþewayê nemir re dibêjin, rê heye ku tu dikarî derkevî derwayî welat. Ew dibêje „Ez naxwazim derkevim derwayî welat! Ji bo ku dijmin serê min dixwazin. Heke ez derkevim derwayî welat, ji bo ku dijmin min bigirin yê bi hezaran Kurdên welatparêz bikujin. Ew zordarên hov yê zilm li ser gelê min bikin. Lê ez naxwazim ewqas însan ji bo min bêne kuþtin û di bin nîrê zilm de bêne çawisandin!.. Jiyana min ji ya ewqas însanan ne hêjatir e. Ji bo vê sedemê jî ez naxwazim derkevim derwayî welat!“ Dema mirov bersiva pêþewayê nemir dinêre, ji bo gelê xwe, fîdakirina jiyan û canê xwe wî baßtirîn dibîne. Gelo, ma ji vê rûmetir û mezintir li dinê çi heye?.. Her navê Kurd û Kurdistanê li cîhanê  hebe, navê Qazî Mihemed jî yê bi wan re bijît û navê wî tu caran naye bîrkirin...

25.03.2007

A. BALΠ 

  

Þehîdê Nemir

PÊÞEWA QAZÎ MIHEMED

 

(1898-31.03.1946)

                                           

    Wesiyeta Qazî Mihemmed ji gelê Kurd re

Dema Qazî Mihemed kete destê leþkerên Îranê wî dizanî ku yê wî dardakin. Li pêþ dardakirinê, wî wesiyeta xwe ji gelê Kurd re nivîsî û xwesteka wî di erþîva dewleta Îranê de ya bi dest ketî ûsa ye:

„Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan;

Gelê minê Kurd û birayên min ên hêja, birayên min ên behr xwarî, gelê min ê zorlêkirî, vame ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û piþta xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaþ mefiroþin dijminan, dijmin her ewqas we dixwaze tenê karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanî naket; di her fersendekê de be qed li we nabihure.

Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê dilovanî ne, sîmbola serketina her gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, piþtgiya tev gel e. Her gelê ku yekîtî û tebayiya wî nebe; ewê hertim bin destê dujmin be, ti tiþtê we gelê Kurd ji gelên li ser rûkê vê erdê; ne kêmtir e, belkî hun bi mêranî û egîdî û hêjatiya xwe; ji gelên ku rizgar bûne; li pêþtir in jî.

Gelên ku ji destê dujminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne, lê belê yekîtiya yên xwe rizgar kirine hebûye, bila hun jî mîna tev gelên li ser rûkê erdê; îdî bin dest nebin, her bi yekbûn û hesûdî bi hev nebirinê û xwe nefirotina ji dujminan re li dijî neteweya me; hun dikarin rizgar bibin, birayên min îdî bi dujmina neyên xapandin, dujminên Kurdan ji her reng û destek û netewekê bin, her dujmin e, bê dilovanî ye, bê wijdan e û rehmê bi we nake, wê we bi hevdu bide kuþtin, wê we temah bike û bi direw û xapandinê; wê we berengarî hev bike, ji tev dujminên gelê Kurd, dujminê Ecem ji tevan zalimtir û melûntir û Xwedê nenastir û bê dilovantir e, destê xwe ji ti tawanan li dijî gelê Kurd naparêze, bi dirêjayiya dîrokê bi gelê Kurd re xerez û kîna wî ya kevnar hebûye û heye jî, temaþa kin, binêrin tev zilamên we yên mezin, her ji Simayîl Axayê Þikak, tanî Cewher Axayê birê wî û Hemze Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din, ew hemû bi xapandin aram kirin û xelq ji piþt wan vekir û ca pir bi nemerdî ew kuþtin, ew tev bi sond û Quran xapandin ku xudêgiravî niyaza eceman ya xêrê bi wan re heye û wê qenciyê bi wan re bikin, lêbelê her xweþbawer e û bi sond û sozên Eceman hatiye xapandin û jê bawer kiriye, lêbelê tanî niha bi dirêjiya dîrokê kes nedîtiye bi tenê carekê jî ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibe û ehdên dane Kurdan pêk bînin, tev de direw û xapandin bûye, ca vaye ez wek birayek we yê biçûk, di riya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim hev bigirin û ti carî piþta hev ber medin, piþtrast bin ger ecem hingiv bide we, diyar e jar xistiyê, bi sond û sozên direwên eceman mexapin, ku ger hezar carî jî dest li Qurana pîroz bixe û soz bide we, bi tenê niyaza wî xapandina weye, ji bo hîlekê li we bike.

Va me ez di demên dawî yên jiyana xwe de me, ji we re dibêjim û ji bo xatirê Xwedê yê mazin ez we þîret dikim ku a ji destê min hat bi ser can û tekoþîn, bi þîret û nîþandana riya rast; min ji we re xemsarî nekiriye, niha jî di vê dem û rewþê de dîsa ji we re dibêjim ku îdî bi eceman mexapin û ji sond û dest li Quranê xistin û ehd û peymanên wan bawer mekin, ji ber ne Xwedê dinasin û ne jî ji Xwedê û pêxember û roja qiyametê û hîsab û kîtaban bawer dikin, li cem wan bi tenê ji ber ku hun Kurd in, bila hun musilman jî bin, hun sûçdar û mehkûm in, hun ji wan re dujmin in, ser û mal û canê we ji wan re helal e û weke xeza qebûl dikin, soza min ne ew bû ez herim û we di destê van dujminên dilreþ de bihêlim, min pir caran jî raborî û zilamên me yên mezin dihizirand, ên ku eceman bi xapandin û sond û direw û hîle ew girtine û kuþtine, neçar bi direw û hîle ew xapandin e, kuþtin e.

Ew tev li bîra min bûn û ti carî jî min ji eceman bawer nekiriye, lêbelê beriya ku vegerin vir, çendîn caran gotin û rasparin bi name û bi þandina kesên navdêrên Kurd û Fars, bi dayîna soz û ehdên yekcar pir û mezin ku niyaza xêrê ya dewleta ecem û Þah bi xwe jî heye û ne amade ne ku bi tenê dilopeke xwînê jî li Kurdistanê birije, niha hun bi çavê serê xwe encama sozên wan dibînin, ger mezinên hoz û eþîrên me îxanet nekira û xwe nefirotina hukûmeta ecem, weha nedihate serê me û we û Komara me jî.

Þîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin, ji ber ti tiþtê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hun ji karwanê gelen paþve nemînin û her xwandin çeka kujeka dujminan e.

Piþtrast bin û bizanin ger tebayî û yekbûn û xwandina we baþ be, hunê pir baþ bi ser dujminê xwe de serbikevin jî. Çênabe bi kuþtina min û bi kuþtina bira û pismamên min çavê we bitirse, tanî hin digîjin hêvî û meremên xwe; divê hê jî pir kesên din yên mîna me di vê rê de gorî bikin.

Piþtrast im piþtî me pir kesên din jî her wê bi xapandin û durûtiyê ji holê werin rakirin.

Piþtrast im pir kesên ku wê piþtî me jî bikevin xapandina eceman de; wê ji me zanatir û hêjatir jî bin, lêbelê hêvîdar im kuþtina me ji dilsozên gelê Kurd re bibe pend û îbret.

Wesiyeteke din min ji were ew e daxwaz bikin her çiyê we ji bona serfiraziya gel kir, alîkarê we gel be, piþtrast im Xwedê yê mezin wê we serbixe û wê alîkariya we bike, heye ku hun bêjin; lê çima ez serneketim?! di bersivê de dibêjim, bi Xwedê kim ez serketime, çi nîmetek, çi serketinek ji wê yekê mezintir e ku va me ez niha di riya gel û welatê xwe de, ser û mal û canê xwe didim, bawer bin min pir ji dil dixwest ger ez mirim bi mergekî bimirim ku di hizûra Xwedê û resûlê Xwedê û gel û welatê xwe de rûsor bim, ji min re ev serketin e.

Xweþtiviyên min, Kurdistan mala her Kurdekî ye, her wek di malê de; endamên malê her kesê ji her karekî dizane, wî dispêrin wî, îdî mafê ti kesî ti ne ku hesûdiyê pê bibe, Kurdistan jî her ew mal e, ger we zanî kesek li vê malê dikare karekî bike, dev jê berdin bila bike.

Êdî çênabe hun kevira danin ser riya wî û çênabe dilê we ji wê yekê bêþe ku berpirsyariyên mezin di destê yekî ji we de hene, ger karên mezin ketin ser milê yekî û ew kar bi rêve bir, welê diyare jê dizane û berpirsiyariyên wî yên mezin jî li hember wî erkî hene. Piþtrast be birayê te yê Kurd her ji dujminê dil bi kîn baþtir e û ger berpirsiyariyên mazin li ser milê min nebûna, niha ez di bin darê sêdarê de neradiwestiyam, lewra çênabe hun bi hev re temahkar bin, ên ku fermanên me pêk ne anîn, ne her bi tenê pêk ne anîna fermanan, lêbelê tam dujminatiya me dikir, ji ber me xwe wek xizmetkarê gelê xwe qebûl dikir, niha ew di nava mal û zarokên xwe de, di nava xwea þirîn de ne, lêbelê vaye li ser navê xizmeta gel di bin darê sêdarê de me û wa ezê demên dawî yên jiyana xwe bi vê wesyetnamê derbaz dikim. Ca ger berpirsyariyên mezin di sitoyê min de nebûna, ez jî wê niha di nava zarok û zêçiyên xwe de di xewa þirîn de bûma, ku ez niha ji bo piþtî çûyîna xwe jî we þîret dikim, ew jî yek ji berpirsyariyên di sitoyê min de ye, piþtrast im ger yekî din ji we berpirsiyariyên min bigirtana sitoyê xwe, niha ewê li þûna min di bin darê sêdarê de bûya, ji bo razîbûna Xwedê û li gor berpirsyariya di sitoyê xwe de mîna Kurdekî xizmetkarê gel û di riya çakiyê de, min ev þîret li we kirin ku hêvîdarim ji niha pê ve pendan jê wergirin û dirust guhdariya þîretên min bikin, bi hêviya Xwedê yê mezin we bi ser dujminên we de serbixe.

1- Baweriya we bi Xwedê û tiþtê li cem Xwedê tê û peristina Xwedê û pêxember (silavên Xwedê lê bin) hebe, di pêk anîna erkên Olî de xurt bin.

2- Yekîtî û tebayiya di nava xwe de biparêzin, karê neqenc li hember hev mekin û temah mebin, bi taybetî jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.

3- Xwendin û zanist û pileya zaniyariya xwe pêþve bibin ji bo dujmin kêmtir we bixapîne.

4- Ji dujminan bawer mekin, bi taybetî jî dujminên ecem, ji ber bi çend awa û riyan ecem dujminên we ne, dujminê gel û welat û Ola we ne. Dîrokê selmandiye ku berdewam ji Kurdan bi behane ne, bi kêmtirîn tawanê we dikujin û ji ti tawanan di derheq Kurdan de destê xwe nagirin.

5- Ji bo hin rojên jiyana bê qîmeta vê dinê, xwe mefiroþin dujminan, ji ber dujmin dujmin e û ne cihê pêbawerbûnê ye.

6- Îxanetê li hev mekin, ne îxaneta siyasî û ne giyanî û malî û ne jî ya namûsî, ji ber îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbar e, îxanet li îxanetkar vedigere.

7- Ger yekî ji ve dikaribû karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkarî bikin, ne ji ber temahî û bexîliyê li dijî wî derkevin, yan Xwedê neke li ser wî bibin sîxurên biyaniyan.

8- Cihên ku min di wesiyetnameyê de ji mizgeft û nexoþxane û dibistanan re nivîsandiye, hun tev daxwaz bikin ji bo pêk werin û mifa jê bigirin.

9- Hun ji xebat û hewl û tekoþînê ramewestin ji bo mîna tev gelên din ji bin destê dujminan rizgar bibin, malê dinê ne tiþtek e, ger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her tiþtê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem wê nîþtimanê we jî hebe.

10- Ez nebawer im, heqê Xwedê nebe, ti heqên din li ser min hebin, lêbelê ger kesekî welê dît ku kêm yan jî pir tiþtikî wî li cem min e, min malekî pir hiþtiye, bila biçe ji warisên min bixwaze û wergire.

Tanî ku hun hev negirin, hunê sernekevin, zilm û zorê li hev mekin, ji ber Xwedê pir zû zalim ji holê radike û nabûd dike. Ew soza Xwedê ya bê kêm û zêde ye, zalim dirûxiyê û nabûd dibe, Xwedê toleya zilmê jî hil tîne!..“

Gotinên xwe bi helbesta helbestvanê Ecem yê nav û deng bi gotinên Sa’dî yên bi zimanê Farîsî dawî lê tîne û dibêje: „Hêvîxwaz im wan gotinan têxin guhê xwe û Xwedê we bi ser dujminên we de bi ser bixe, weke Sa’dî Kerem kiriye:

Muradê ma nesîhet bûd û guftim,

Hewalet ba Xuda kerdîm û reftîm.“

Bi wergerandina zimanê Kurdî wateya ew gotinên Farisî ew e: Mirama me þîret (pend, nesîhet) bûn û me kir, me hun rasparin Xwedê û em çûn.

 

Xizmetkarê gel û welat

    QAZÎ MIHEMED

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org