PÊÞNÝYAZ RAST E AN JÎ PÊÞNÝYAR?!.

A. Balî

  


      Zimanê pir xwar wateyê dike mar!
      Qet nabe pêþniyaz bibe pêþniyar!
      Ziman de her wateya hêja heye,
      Gotina her bêjeyê bi serê xwe ye...
 
Di axaftinên rojane de pir kesên Kurdî baþ dizanin li ciyê ”pêþniyaz“ê
 gotina ”pêþniyar, pêþneyar“ bi kar tînin. Ew her du gotin (wuþe, bêje,
 kelîme) ne wek hev in û wateyê hev du jî nagirin!..
 
Gotina pêþniyaz ji pêþniyarê cuda ye. Di kar anîna bêjeyan de gotinên
 erênî (pozîtîv, mûsbet) bi pêrkîta ”ne, nî“ dibin neyînî (negatîv,
 menfî). Mînak: ”Ew ne zan e!“ An jî ” Ew nizane!“ Di gotinê de kar anîna
 ”pêþneyar, pêþniyar“ jî usa ye. Dema bêjeya ”yar“ bi serê xwe erênî be, ew
 tê wê wateyê ku kesê an jî kesa ne yad, ne beyanî, kesa an jî kesê jê
 tê hezkirinî, yanê kesên evîndar...
 
Ew gotinên ”pêþniyar“ û ”pêþniyaz“ ji du bêjeyan (kelîme) pêk tên, wek
 ” pêþ û niyar, neyar; pêþ û niyaz.“ Di vir de gotina ”neyar, niyar“ ji
 xwe kesê ne yar e, bi gotinek din kesê dijmin. Dema bêye gotin
 ”pêþniyar“ yanê neyarê pêþî, dijminê herî mezin, serekdijmin.
Dema kesek ji keseka/î din bipirs û bêje: ”Pêþneyarê/a te kî ye?“ Di vê
 hevokê de wateya ”pêþniyar“ bi wateya ”dijmin“ têye gotin. Di hevokek
 usa de: ”Gelo, pêþniyara te çi ye?“ Di vir de wateya pêþniyar“ bi
 wateya ”pêþniyaz“ê hatiye bi kar anîn. Ya rast ew e, ku pêwîst e, mirov bêje
 : „ Gelo, pêþniyaza te çi ye?“, yanê ”Gelo, tu çi teklîf dike? An jî,
 tu çi niyazî pêþ dike“ ye.
 
Di zimanan de çima þaþitiyên usa pêk tên? Ez bawerim ku di navbeynê
 tîpên Erebî û Latînî de dema werger û nivîsandinê de ew þaþetiyana çê
 dibin. Þaþitiyên usa bêtýr di bêjeyên tîpa ”-r-„ û ”z“ têde heyî hene. Di
 alfabeya Erebî de tîpa ”ze“ de li ser nixte heye. Dema nikte were
 bîrkirin, ew ”z“ dibe tîpa ”r“ê. Wê demê jî ”pêþniyaz“ wek ”pêþneyar“ têye
 xwendin. Di dema Osmaniyan de bi navê zimanê ”Osmanî“ zimanek hebû; ew
 zimana zimanekî sexte bû. Îro ew zimana ji holê rabûye. Di zimanê Osmanî
 de jî þaþitiyên usa hebûne. Gotinek di wê demê de mayî heye û dibêjin:
 ” Nixteyek çav kor dike!“ Dema gotina çav bi Osmanî bi tîpên kevn wek
 ”goz“ dihat nivîsin. Dema nixta li ser”ze“ bihata bîrkirin û nehata
 nivîsîn ”goz“ bi ”r“ dihat xwendin û dibû ”kor“ yanê çavê didît bi
 nixteyekê kor dibû. Ji bo vê jî, di ziman de her gotinek xwar wek mar e. Gotina
 þaþ û xwar mirov ji rê dike der. Dema mirov di rêya þaþ de jî bimeþe,
 wê biçe bibe derbeder... Di nav netewan de ziman pir girîng e. Ziman
 parastin û ew rast axaftin jî, ji niþteciyên wî welatî û wî netewî re
 dibe erka herî mezin!
 
Di pir zimanan de gotinên usa þaþ hene. Li ser her bêjeyek þaþ gotarek
 nivîsandin jî ne mimkun e! Lê ez bawerim ku roj yê bê, bi alîkariya
 dewlêtê, bi pêþengiya ”Saziya Zimanê Kurdî Dirustkirinê“ (Çi mixabin ji
 ticaret û avahî çêkirinan hîn rê nehatiye ku saziyek usa ava bikin.)
 kêmasiyên heyî yê ji ortê rabin û zimanê Kurdî jî yê xwe nûve bike û ewê
 hemdemî û nûjen (modern) bibe. Ew baweriya êdî ji Kurdan re ne xewn e.
 Bes dereng ketina wê zerar e. Ji bo ku zimanê Kurdî bi zaravayê Soranî
 gelek pêþ de çûye û bûye zimanekî wêjeyî hemdemî. Îro di dibistana
 seretayî bigir heya zanîngehê bi Kurdiya Baþur (Kurdiya Jêrîn) pêrwerde dibe
 û zimanê Kurdî roj bi roj pêþ de diçe.
 
Êdî rêya pêþdabirina zimanê Kurdî vebûye. Ji vê pê de kar li ser milê
 zimanzaneyên Kurd yên welatparêz maye!.. Ya din jî Dewleta Kurd ya
 Federal vê rastiyê zimên bizane û bike nav bernameya xwe ya salane yê baþtir
 bibe... Ji bo ku dewletek xurt li ser zimanekî yekgirtî baþtirîn ava
 dibe. Ji ber ku ziman bingeha avabuna netewebûnê ye. Ziman nebe, dewlet
 jî nabe!..
 

01.12.2007

 

  A. BALÎ

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org