Weþandina Pirtûkek nû!

 Mahmut Kovan

 

Bîranîna

 

100 Saliya Osman Sebrî

 

(1905-2005)

 

Ew sala borî de (2005) sed saliya þaîrê nemir ya Osman Sebrî hate bîranîn û pîroz kirin. Cara yekemîn bû, ku bi dirêjehiya salekê bi gelek panel, konferans, semînar û bi þevên çandî têkoþerê hêja ji aliyê Kurdistaniyan ve hate bîranîn. Di nav ew karên bûyî de karê li Berlînê bûyî teybetiyek xwe heye û naye bîrkirin.

Kurdên li her çar perçên Kurdistanê hatî li Berlînê dijîn bi sazî û partiyên Kurdan ve li hevdu civîn û komîteyek sazkirin. Di komîteya hatî sazkirî de birêz Mihemed Silêman, Beha Mihamed, Sîpan Reþ, Gundî Dilberz û A. Balî cih girtî bûn. Komîte saz bû þunda gazî saziyên Kurd li Berlînê heyî kir. Despêkê de ji wana hinekan nexwestin di çalekiyan de beþdar bin. Sedema xwe jî „ ... ew cih bigirin, em naxwazin bi wan re kar bikin û cih bigirin!“ bû. Lê ew asteng ji holê hate rakirin û hemiyan bi hevra milê xwe dan ber kar û bi hevra xebitîn. Cara yekem bû, di ew salên dawî de bi hemî alîgirên sazî û partiyên Kurd ew çalakiya girîng ya ku Osman Sebrî jî dixwestî bi hevra pêkanîn. Ew karê bûyî de rola hemî sazî û siyasetên Kurd heye. Karên hatî plansazkirin di navbeynê komelan de hate belavkirin. Li gor rewþa komelan bi zaravayê Kirdkî, Soranî, Kurmancî û bi zimanê Tirkî, Elmanî semîner hatin rêxistin û pêþkêþkirin. Ji bo ez jî endemê komîtê bûm û bi navê komîtê em ji hemî saziyên Kurd re spas dikin, ku bi bratî piþtgiriya hevdu kirin û serketin. Navê ew sazî û komelan ew e: Awadanî (Hevalên Yekitiya Niþtîmanî Kurdistan), Havîbûn, Heyva Sor A Kurdistanê, Hînbûn, Înstîtuya Kurdî li Berlînê, Kerkuk Solidariät, Komelgeha Kurdên Suriyê, Komkar (Piþtgirên, PSK), Kurdisches Zentrum, Kurdistan AG-FU, Kurdologi, Mala Gelê Kurdistan (Piþtgirên KKP), Mala Kurda (Piþtgirên PKK), Navenda Laliþ, Pena Kurd, Sozk (Hevalên PDK-I), Xelata Osman Sebrî, Yekîtiya Bijîþkên Kurdistan, Yekmal (Yekîtiya Malbetên Kurd li Berlînê).

Ew pirtûka bi navê „100 Saliya Osman Sebrî“ ji gotarên semînerdaran û ji nameyên piþtgirên çalakiyan pêkhat. Di dawiyê Pirtûkê de jî bi wêneyan jiyana Osman Sebrî û ya malbeta wî hatiye pêþandin.

Diyariya pirtûkê 4 Eu ye. Hatina ji pirtûkê bêt, komitê biryar girtiye, ku ji saziya pirtuk weþandî û ji Weqfa Xelata Osman Sebrî re bimîne. Bi weþandina vê pirtûkê dawî li karê komîtê jî hat. Hevalên di komîtê de cih girtin bi dayîn û standinên bratî karê dayîn ser milên xwe bi serfirazî dawî lê anîn. Ji bo wan jî spasiyek teybetî heye. Bila ew heval û hogirna her serkeftî û bextewar bin!..

 

A. BALÎ

12.12.2006

 

Çapa yekem:            Îlon/2006

 

Navnîþana xwestinê: Gemeinde der Kurden aus Syrien

Donaustr.7,   12043 BERLIN

e-Mail: Komelgeha-Kurden-Suriye@web.de

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org