|
SEROKÊ
SAZIYA DÎROKA TIRK HA
PROF. Dr. HALAÇOGLU HA KERÊ MISIRÊ!..
A. BALÎ
Dema Împaratoriya Osmanî, wê demê navê Tirkan nadihat binavkirin. Dema ji aliyê Osmaniyan ve dihat navkirin jî Osmaniyan Tirkan re digotin „Tirkên bê îdrak, yên ji mirovetiyê dûr û hov!“ Lê li pêþ þerê Melezgîrtê (1071) Tirkên pêþî yên hatin Kurdistanê û Anatoliyê cara yekem li Kurdan bûn mêvan. Li navçeya Wanê ji aliyê Mîrên Kurd ve ciyê Xelatê (Axlat) ji ew koçberên bê nav re hate xelat dayîn. Ew koçberên hatî bê nav bûn. Lê hinekan ji wan re „Tirkmen“ û hinekan jî ji wan re bê welatî digotin. Paþê jî wan bi navê bavê xwe „Osman Bek“ ji xwe re „Osmanî“ digotin heya þerê cîhanê yekemîn. Dema Komara Tirkiyê (1920) saz bû þunda navê „Împaratoriya Osmanî“ hate guhartin. Neteweka nû ji aliyê Atatirk û Kurdên wek Ziya Gokalp ve hate nûvedanî (îcad, dahênan). Ji hemu nijadên li Anatoliyê û li Kurdistanê dijîn re „Tirk“ hate gotin û cara yekemîn jî navê împaratoriyê bi navê „Tirkiyê“ hate bi nav kirin. Heya wê demê navê „Kurd û Kurdistan“ ne qedexe (yesaq) bû. Lê navê „Tirk û Tirkistan“ tukesî bi kar netanî û yên bi kar tanîn wek Ziya Paþa, Namik Kemal û hevalên wan bi cezayên mezin dihatin ceza û sirgun kirin!.. Dîroka Tirk û Tirkîtiyê ne kur e û ne jî ewqas zelal e! Dîroka Kurd û Kurdistanê ne wek dîroka Tirkan tarî ye. Lê ji bo Tirk û navê Tirkan dîrok ewqas zelal nîn e! Ji bo vê jî serokên saziyên Tirk yên nîjadperest wek Prof. Dr. Yusuf Halaçoglu çarê li înkarkirinê gelan dibînin, ku hebûnê xwe li ser hebûna wan ava bikin û xwe derxînin holê!.. Di dema Împaratoriya Osmanî de zimanekî bi navê zimanê Tirkî bi kar nedihat! Dewleta Osmanî di aliyê çandî de zimanê Farisî, di kar anîna olî de jî zimanê Erebî bi kar tanîn. Dem borî, paþê bi navê zimanekî Osmanî ji aliyê zimanzanayên cîhanê ve zimanek ne hat pejirandin (qebul kirin). Ji bo ku zimanê bi navê zimanê Osmanî hihat bi nav kirin, ji wî zimanî % 80 bêjeyên (kelimeyên) xwe Erebî, Farisî û Kurdî bûn. Yên din jî piraniya xwe Latînî, Fransizî, Îngîlîzî û ji zimanên din dihatin. Dema ew reqema bigîhîje % 90 ji aliyê gotinên Tirkî ve gelo % çend gotin dimên?.. Zimanê Tirk îro bi kar tînin jî li ser hebûna zimanê Osmanî hatiye ava kirin. Ew gotinên ji bo zimanê Osmanî mirov dibêje, mirov dikane ji bo zimanê Tirkan îro jî bibêje. Bi kurtahî Serokê Saziya Tirk ya Dîroka Tirkan Prof. Dr. Halaçoglu dibêje:“Kurdên sunî bi eslê xwe Tirmen in. Kurden Elewî jî (Kurdên Kizilbaþ) bi eslê xwe Eremenî ne! Kurdên têkoþer û þoreþger jî „Ermeniyên xwe bi navê Kurd dihesibînin!..“ Gelo ew gotinina kesekî Tirk cahîl û bê zana bigotina mirov heya derekê dipejêrand. Lê kesekî pisporê dîrokê (tarîx, mejû) bi navê Prof. Dr. dema ûsa bibêje, mirov jî dikare ji bo wî bêje: „Ha Prof. Halaçoglu, ha kerê Misirê!..“
25.08.2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org