|
A. BALÎ ÞERVAN Ez Gerîlame, Pêþmergekî Þer naxwazim, Lê ez azadîxwazim! Ez gerîlakî bê nav im, Navê min heye li her derê. Ji bo welatê xwe ez serbaz im, Ji gelê xwe re serbestî dixwazim! Serbaz im, serbazekî bê nav im, Bi welatê xwe ez bi dayîk û bav im. Çiya û baniyên welatê min Kurdistan Ji min re ew hem behiþt e, hem goristan! Ez serbaz im, þev û roj qet tu caran ranazim, Ji dijminan re mirin, ji gel re azadî dixwazim. Dixwazim gelê xwe yî bindest hemî serbest kim, Kurdistana rengîn ya stûxwar wê tev de azad kim. Ez gerîlame, leþkerê Kurd û fîdayiyê welat hemdêm, Her roj ez çend caran dimirim, dîsa ji nû ve bi xwe têm! Gorn li her dor welat ji min re yek e, ew xaka pîroz behiþt e, Ser û bin erdê welatê me ji min re zêr û zîv e, ew hemî her tiþt e Gerîlame, gerîlakî gelhez, di nav þer de bi lez û bez her dem bê nav, Tu caran ranewestîm, çi þev dibû, çi roj, ez bi gelê xwe re bûm her gav. Dawî de roja geþ li welat hilat, ji bo azad bin Kurd, em mirin bi hezaran, Dawî de Kurd jî bûn xwedanê alan, bi þoreþa salan, dengê xwe dane cîhan! 15 Tebaxê 1998 A. BALÎ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org