|
A. Balî
Di nav civatên dinê de rêvaberiyên
herî mezin yên rêxistinî dewlet in. Dewletên lê demokrasî heyî mafên
mirovan bi zagonan hatine tayînkirin û dewlet bi xwe jî bi zagona xwe ya
bingehî ve hatiye girêdayîn. Lê çimixabin dewletên Kurd di nav de dijîn
wek Tirkiyê, Îran, Irak û Suriyê mafên mirovan heroj binpê ne. Carna
ez bi xwe, xwe re dikefim nav mitelêyan (gengeþiyan). Difikirim ku li dinê
pir çete hene. Çeteyên herî mezin jî çeteyên navê xwe kirî dewlet
in. Çeteyên bi navê dewletan, ewna çeteyên din piçûk diçewisînin û
dikin bin qontrola xwe û hebûna xwe li ser yên din ferz dikin... Ew gotina min destpêkê de belku baþ
naye fehmkirin. Ji bo vê jî minakek balkêþ ez dixwazim bidim. Ew nîvsedsala
(50 sal) dawî de li Tirkiyê cunteyên leþkerî pey hevdu hatin û çûn.
Hemiyan jî zagonên heyî binpê kirin. Bes serokên cunteyên serneketî
wek ji wana yek Talat Aydemîr bû, ku ji aliyê cuntên din ve hate
dardakirin. Mirov dikare navê wan cuntan wek çete jî bi nav bike. Pir caran wan cuntan ji bo xwe bi
haq (bi maf) derxînin, bi destên xwe planên terorê çêdikin û wana jî
di pratîkê de bi kar tînin. Dema leþker an jî hêzen bi dewletê ve girêdayî
yên dizî bixwazin rewþê heyî xirab bikin dest bi terorê dikin û
terora dikin jî davêjin ser hêza ji xwe re mihatab dibînin! Di encamê
de terora dewletê kirî bi propaxandeya dewletê, ew li ser milê hêzên
welatparêz û demokrat dimîne. Dema dewletê dest bi terorê kir, ji wê
mezintir teror nabe. Li hemberî terora dewletê hêzên piçûk yên
dixwazin mafên civatê bigirin yên bi zirufên çekdarî kar dikin di her
alî de bê tesîr dimînin. Dixwazim bi mînakek balkêþ dawî
li vê gotara xwe bînin. Di bernameyek televîzyonê de wezîrê çanda
Tirkiyê berê Fikri Saglar û serokê îstîhbarata Tirkiyê yê kevn Prof.
Mahîr Kaynak ve diaxivitîn. Navê rêxistinê ne girîng e. Lê rêxistin
ji çepên Tirk bû. Mahîr Kaynak jî dema min li zanîngehê dixwend, ew
di sala 1968 an de bi navê xortên Tirkiyê yên sosyalîst wek nûner hatî
þandî bû û çûyî bû mehrîcana (festîwala) li Sofyê bûyî ya înternasyonal
(navnetewî). Ew di wê demê de jî ajanê dewletê yê resmî bûye. Lê
ew di nav rêvaberiya serokatiya hêzên þoreþger yên xwendekar de bûye.
Salan þunda bi devê xwe ew karê kirî jî îtîraf kirye. Wana di nav xwe
de li ser dadgeha Stenbolê ya li ser doza rêxistina Tirk dipeyîvin. Ji hêza
Tirk re þandina 80 kîlo jahr (eroyîn) bi destê mirovên bi dewletê ve
hatin girêdayî û li ser rewþa wan dipeyîvîn. Dadgeh civîna duwemîn
de bi nivîsa resmî hatî de, ew reqemê berê serast dikin û dibêjin ew
80 kîlo nîn bûye, ew 260 kîlo bûye!.. Dema dewlet bixwaze heya rêvaberiya
rêxistinan peyayên xwe biþîne nav û bi destê wana bûyeran terorîstî
çêke, wê demê jî dewlet ji dewletiyê derdikeve û dibe çete. Di rewþên
usa de karê hêzên þoreþger zêdetir dijwar dibe û yên ji bo mafên
xwe yên mirovî li ser riya rast kar dikin, wê demê dikevin nav ne
rastiya dewletê. Ne baþî û teroristiya dewletan bi
çalekiyên terorîstî ji holê rakirin ne hêsan e. Di aliyê din de karên
dewletê yên terorîstî, ji aliyên dewletên din ve pir caran di ciyê
xwe de tên dîtin. Dewletên di riya antî-demokratîk de dimeþin anca bi
rêya demokrasî û aþitiyê ji ortê radibin û dikevin bin nîzamê zagonên
demokratîk. An jî dewleta çete ya terorîst
bi êrîþa dewletek din ji ortê radibe. Dema dewlet destên xwe di
nav terorê ke, wê demê bi terora dewletê mafên mirovetî hemî binpê
dibin! Dewleta Tirkiyê salan vir de
dixwaze xwesteka gelê Kurd bi rêya terora dike de bifetisîne... Kar û bûyerên
terorîstî dike jî davêje ser rêxistinên Kurdan! Îro ji heroj bêtir
ew lîstikên bi destê dewleta Tirkiyê çêdibin,
ewna hemî vala derxistin erka ser milê her Kurdî ye. Ji kesên
Kurd zêdetir ew kara pêwist e, ku rêxistinên Kurd wê ser milê xwedin
û jê re çareseriyê bikin. Ewqas sal di nav þer de jiyan, anca
kesên di nav þer de dijîn dizanin. Rêya aþitiyê vekirin, anca rûyê
faþîstan yê reþ derxistin meydanê mimkun e. Ji bo vê jî hêzên cîhanê
yên aþitîxwaz li gel neteweya Kurd nebin, Kurd nikarin serkevin. Dema
dewleta Tirk terorê bike, cîhan lê seyr bike, ser de jî bûyerên dike
davêje ser hêzên Kurdan. Rûyê rûreþan û maskeyê wan vê
carê pêwist e, ku gelê Kurd derxîne meydanê. Kî aþitîxwaz e, kî þerxwaz
e, bila hemî cîhan baþ bibîne. Di dawî de jî encama þerxwaz û faþîstan
herwuha wek ya Saddam Huseyîn e... 21.09.2007 A. BALÎ
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org