|
TÝRK AN JÎ HEBÛNA LI SER TUNEBÛNÊ!.. A. BALÎ
Îro li Tirkiyê saziyên fermî wek 50 zimanên diaxivin tesbît kirine. Di nav van zimanan de Tirkî û Kurdî jî hene. Ew tê wê wateyê ku li Tirkiyê îro ji 50 miletî mirov dijîn. Ew tesbîteke rast e. Tirkiya ji ew 50 miletî hatiye meydanê. Kî li dijî ew gotinên rast derkeve, tê wê wateyê ku ew kes li dijî rastiyê ye. Kurd miletekî kevn û bingehî ye. Eslê xwe di dîroka cîhanê de baþ xuya ye. Lê eslê Tirkan ewqas baþ ne diyar e! Tirk îro bi xwe re dibêjin em li ser bingeha Osmaniyan ava bûne. Li gor ew Tirkan, bav û kalên wan jî Osmanî ne! Lê Osmanî bi xwe li dijî Tirkan bûn û Tirk ji xwe re wek neyar ditîtin. Mînakên wê di dîrokê de pir in. Ji bo ku zimanê Osmaniyên cara pêþîn hatin Anatoliyê Farisî bû û wan bi zimanê Farisî qise dikirin. Ew bûn dewlet þunda bingeha leþkerên wan ji dewþîrmeyên zarokên hiristiyanan pêk dihat... Di dîrokê de navê „Tirk“ navekî nû ye. Navê îro li Tirkiyê bi kar têt, ew nava ne navê miletekî tenê ye!.. Ew nava navê pir miletan e. Di nav wan de pir koçberên ji asyaya navîn hatî Anatoliyê hene û hin jî wek Osmaniyan ji gelên Afganistanê ne. Yên ji Afganistanê hatî bi eslê xwe ne Tirk in û xwe Tirk jî tu caran nepejêrandine! Lê belê di dîrokê de ew hatine piþaftin û dawî de xwe wek Tirkan dîtine... Gelên din wek gelê Mistefa Kemal jê hatî Arnavit, Boþnak, Pomak, Çerkez, Abaza Gurcî û yên bi eslê xwe Ereb, Ezerî, Tirkmen û miletên din yên li Tirkiyê dijîn ewna îro xwe hemî wek Tirkan dibînin. Ya rast ew e, ku ew hemî miletan re „Tirk“ hatiye gotin. Di nav van miletan de Kurdên xwe wek Tirk dibînin jî jmara wan ne hindik e!.. Lê di aliyê din de miletê Kurd heye, ku ew bi salan têkoþîna rizgarî ya azadiya xwe dide. Ew miletê Kurd ku îro gîhîþtî çil milyonî, ew heya roja îro wenda ne bûye û îro þunda jî ew wenda nabe. Ji bo ku Kurd miletekî herî kevn ji miletên cîhanê ye... Ew bi çand û dîroka xwe ya dewlemend ve girêdayiye. Dema miletekî nû li ser hebûnê miletên din yên kevn ava bibe, wê demê pêwiste ku hebûnê gelên din înkar bibe. Îro li Tirkiyê saziyên resmî yên dewleta Tirk vî karî dikin. Ew jî li ser derew û dek û dolavan dibe! Ji bo ku profesorên bi navê zanist di zanîngehan de vî karî re mijul dibin, wana hemî çewtî ji xwe re kirine kar. Xwedanên gotinên çewt bi navê profesoriyê be jî, gotinên wan bi zanîn û zanist ve qet ne hatine girêdayîn. Bi ew zanîna wan jî profesortî nabe. Bes mirov dikare bi wan re bibêje profesorên derewan!.. Navek û meslekek (pîþe, karbend) usa jî li dinê nîn e!.. Li Tirkiyê ew gelên xwe Tirk dipejêrin, yên bi hevra dijîn û bi xwe re dibêjin „em Tirk in“ pir in. Ma mirov dikare li dijî xwesteka wan raweste? Lê Kurd jî eslê xwe înkar nakin û bi xwe re dibêjin „em ne Tirk in, em Kurd in“ û „Kurd û Tirk jî bra ne! Bes Kurd û Tirk tenê ne, gelê Ermenî jî brayên Tirk û Kurdan e!“ Dema mirov van rastiyan nepejêre (qebul neke) wê demê tu wateya zanist (îlm) jî namîne. Ewê ku navê profesorî li xwe kirî û derewan dike ewê bi navê Halaçoglu, ew ne dostê gelan e! Ew bes bi wê îdeolojiya xwe ya faþîst dijmintiya gelan dike. Berî her tiþtî ew mirova dijminê gelê Tirk e! Ji bo ku Halaçoglu bi ew îdaya xwe ya þaþ herkesî bi Tirkan re dike dijmin! Ma ji bo Tirkan ji vê çewtiyê xirabtir li dinê çi heye?!.
28.08.2007 |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org