YEKSANIYA ZIMANÊ KURDÎ YÊ ÇAWA ÇÊ BIBE

 

 A. Balî

 

Yeksaniya (standart kirin) zimanê kurdî yê li ser bingeha zaravayên kurdî pêk be. Zaravayên kurdî, bi gotinek din zimanê kurmancî ji aliyê pir zimanzanayan ve hatiyê tesnîf kirin. Di ew tesnîfên hatin kirî de navê zaravayan piranî li ser bingeha herêmî (coxrafî) hatine bi nav kirin. Wek Lor (Loristan), Hewreman, Soran, Goran, Zaza û Kurmanc. Navê Kurdan cinarên wan bi wan re „Kurd“ û bi bi welatê wan re jî di dema Selçukiyan pê de „Kurdistan“ gotine. Lê Kurd bi xwe, xwe re wek Ehmedê Xanî di berhema xwe ya bi nav û deng „Mem û Zîn“ê de dinivîse „Kurmanc“ dibêjin. Ew gotina „Kurmanc“ îro li rojavayê Kurdistanê li ciyê gotinê „Kurd“ bi kar têt.

Di vê gotara xwe de ez dixwazim gotinê lêkeran (bi erebî fi’il, fêl, bi tirkî eylem, bi latîni Verb) di zimanê kurdî de çawa tên gotin wana hinek bikolînim. Di zimanê kurdî de jî wek zimanên din li dinê heyî gotin (bêje, wuþe, kelîme) bi nav, cînsê nav, lêker, rengdêr (xeysetnav, sifet), pronav (cînav, zamîr), hoker (adverb, fêlniþ, zarf), bernav (edat), baneþan ( nîda) û pevgirek (gihanek) ji hevdu tên cuda kirin. Dema me bi navê gotinê destpêkir, emê wê bikolînin. Du wateyên vê bêjeyê (gotin, þor, peyv, kelime) hene. Wateya yekemîn „gotin“ nav e. Dema mirov bêje „Çend gotinên min li ser jiyanê hene.“ Di vir de „gotin“ ne lêker e, nav e. Lê dema mirov bêje „Wan bi me re ûsa gotin.“ Di vê hevokê de „gotin“ lêker e û reha (kok) lêker jî „got-„ e.

Dema navkirinê zaravayên kurdî ne bi navên herêmî be, bi tasnîfek nûjen (modern) mirov dikare bêje: a) Zaravaya (diyelekta) Kurmanciya Jorîn. b) Zaravaya Kurmanciya Jêrîn. Di Kurmanciya Jorîn ( Kurmanciya li bakurê welat) de bi nav kirina lêkera „gotin“ þexsê sêyemîn de reha lêker piranî wek „go“ têt bi nav kirin. Dema di hevokekê de derbas bibe:“Min ji wî re go.“ bi vî þiklî têt gotin. Di Kurmanciya Jêrîn de (Kurmanciya li baþurê welat) de bingeha lêker naye guhartin. Kar anîna „go“ wek „got“ dimîne. Di kar anîna pir lêkeran de þexsa sêyemîn de „-t“ hebûnê xwe diparêze. Ew di lêkera „têt“ hatin de jî xwe dide xuyakirin.

Di berhevanîna wûha de gotina „kovar“ an jî „govar“ gelo kîjan rast e? Di ferhengên li bakurê welat hatin weþandin de mirov rastî gotinê „govar“ naye. Li ciyê gotinê „govar“ gotina „kovar“ pêk hatiye. Di mantiqa aqil pêþaniyê de tu tiþt berhev anînê de dijayetiyek hebe, ji wana yek rast dibe û ya din jî þaþ dibe. Di lêkera „gotin“ de navekî din ji gotinê mirov çê bike navê „gotar„ yanê nivîs, bend, meqele heye. Dîsa li ser vê bingehê ji lêkera gotinê bêjeya „go-var, go-war)  çê dibe. Mirov wê nikare bi þekla „kovar“ bêje. Ji bo ku bêjeya „gotin“ê reha xwe bi þekla „ko-, kov-„ nabe. Mînak di gotina „govar“ an jî „gowar“ warê gotinan, ciyê gotin lê kom dibin û lê dicivin hev de peyva herî rast e.

Li jor me gotî bû li baþûrê welat bingeha lêkera gotinê þexsê sêyemîn de „got“ e. Gelo çima ew nabe „gotvar“, dibe „govar“. Di vir de ji lêkera „gotin“ bêjeya „got-ar „ di ciyê xwe de ye û rast e. Lê çima „got-var“ li ser qeydeya Kurmanciya Jorîn bûye „govar“ e?.. Ew gotina „govar“ jî paþê hatiye guhartin bûye „kovar“!..

Ziman bi netewe ve hatiye girêdayîn. Netew bi dewlet nebe, an jî fermî ziman ji aliyê dewletekê ve nêye parastin, ew zimana bi rêk û pêk nabe û pêþ ve jî naçe. Di yekîtî û standartkirina ziman de bê guman rola dewletê mezin e. Saziyek ziman bi îmkan û bi qadroyên fermî yên zimanzanî dikarin zimanê kurdî (kurmancî) li ser bingehê zarava û devokên heyî standart bikin. Wê demê peyvên di zimanê kurdî de heyî ew koma zimannas yek bi yek pêþ çavên xwe re derbas dike. Ji wan peyvan kîjan rast e, ew tesbît dibe û di zimanê nivîskî û yê axaftinê (xeberdan, peyvîn) de gotinên rast bingeha xwe digirin û tên kar anîn. Wê demê ziman jî dewlemend, nûjen û hemdemî dibe, dibe zimanê zanist û wêje ye.

Her kurd deyndarê zimanê xwe ye. Ji bo ku di dîrokê de me zimanê xwe wek welatên din baþ neparastiye û me ew nekiriye zimanê dewletê yê hemdemî . Ji bo vê sedemê jî zimanê kurdî her jar û hustîxwar maye.

Di ew salên dawî de konferans û civînên li ser zimanê kurdî dibin girîngî û rola zimanê kurdî nîþan dide. Ziman bingeh û sedema hebûna netewî ye. Ziman nebe, netewe jî nabe. Zimanê kurdî bendewarê me ye.

 

31.05.2007

 

A. Balî

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org