|
LI BERLINÊ KURDÊ BI NAVÊ RIZA BARAN NÎÞANA RÛMETÊ STAND!
A. Balî
Ew di nav Kurdên cara yekem yên pêþî ku hatin dervayî
welat de jî ciyê xwe digire û wek siyasetmedar têye nasîn. Dema Partiya
Keskan di sala 1978 an de li Elmanyê sazbû, ew bû endamê vê partiye û
heya îro jî endametiya xwe her berdewam dike. Ji sala 1995 an heya 1999 an
di nav Partiya Keskên Elman de li Berlin/Krezbergê newanger (mebûs) hate
hilbijartin û kete nav Parlamena Eyaleta Berlinê. Di nav komele û saziyên
beyaniyan yên li Berlinê heyî de bi kar û barên xwe Birêz Riza Baran
gelek baþ têye nasîn. Bes di nav karên wî yên hêja de ya me bêtir kêfxweþ
dike, ew e, ku Riza Baran di navbeynê salên 2001 heya 2006 an di þeredariya
Kreuzbergê de serokatiya meclîsa bajêr jî kir. Wî bi ew kar û bar û
çalakiyên xwe yên civakî, xelata em îro didin wî, wî ew zû de heq
kirye. Lê ez, wê niha li pêþberî we didim Birêz Riza Baran û wî bi
dil û can pîroz dikim. Ji wî re jiyanek dirêj, tenduristiyek baþ
dixwazim. Bila ew her dem bi rûmet û bextewar bijît!“ Li paþ axaftina Reîs Dr.
Schulz, wî ew gazî kursî kir û xelata wî daye. Birêz Riza Baran
bi axaftinek kurt spas kir. Paþê ji aliyê mevanan ve, ew hate pîroz
kirin. Ji bo vê pîrozbahiyê ji aliyê þehredariyê ve þevek çandî bi
xwarin û vexwarinê heya dawiyê berdewam kir. A. Balî, Berlin /28.05.2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org