|
ZIMANÊ KURDÎ
Zimanê Kurdî zimanê me ye, Bi dewlemendiya xwe deng daye! Her gotinek xwe zerîf û zîz e, Ew nav zimanan de ya ezîz e!..
Kurdî bi ferhenga xwe wek behr e, Her gotinek xwe zêr, zîv, cewher e. Kî dibê Kurd nizanin, dizanin, Lê çi bikin, bindest û xizanin...
Zimanê Kurdî dûriyekta ye, Bi her dûra xwe wê nam daye. Çi zarava ye, hemî bi xwe ye, Kurd Kurmanc in, Kurmancî Kurdî ye.
Kurd bi zaravayên xwe pir xweþ in, Tev di rêya nivîsa hevbeþ de Bila hemî bi hevra bimeþîn!.. Her ew e, Kurd bi Kurdî netew e...
Netew li dinê hemî tevhev in, Faþîst û rasîst bes ew wek hev in! Yên ku Kurd jar û pêrîþan hîþtin Ew dûgelên pîs kolonyalîst in...
Roja me de çi aþîr û êl e?!. Êdî bes e! Dubendiyê bihêle!.. Dema hêzên netewî nebin yek, Azadî ne mimkun e, tek û tek...
07.02.2008 A. BALÎ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org