Wek tê zanîn, Kongira PENa Navneteweyî ya 69an vê carê ji 22.11. heya
28.11.2003an li Meksiko pêk tê. Ev demek e, ku Navenda PENa Kurd amadekariyên
xwe ji bo vê kongireyê dike û hin daxwaz ji xwe re kirine armanc:
a)
Navenda PENa Kurd bi du niwênerên xwe li kongira 69an ya
PENa Navneteweyî beþdar dibe. Du endamên me yên
jin wê îsal li vê kongireya navneteweyî amade bibin. Endama Komîteya
Navendê, Stiya Hêvî Berwarî û endama navenda me, Stiya Bêrîvan
Dosky li ser navê PENa Kurd diçin vê Kongirê.
b)
Navenda PENa Kurd du pêþniyazên xwe ji kongireyê re amade kirine û
di pêþniyza ji bo biryareke din de jî guhartineke girîng pêk aniye. Em
dixwazin, ku ew di Kongireya Giþtî de bêne pejirandin:
1)
Pêþniyaza me ji bo serbestberdana endamê me
birêz Merwan Osman (Royarê Amedî) ji zîndanên rejîma Sûriyayê bi fermî
ji aliyê Komîta Nivîskarên di Zîndanan de ya PENa Navneteweyî tê
destekkirin. Ev neh
meh in, ku amadekarî tên kirin. Ji bilî dan û standinên berfireh, birêz Dr. Zorab
Aloian du helbestên kekê Merwan Osman wergerandine zimanê înglîzî û li
gel wêneyê wî gihandine Navenda PENa Navneteweyî û cihên pêwîst.
2)
Pêþniyaza serbestkirina ziman, wêje û
perwerdeya kurdî li dewletên ku Kurd di navbera wan de hatine beþkirin
(Tirkiya, Îran û Sûriya). Me ev pêþniyaz bi navê Komîta Mafê Ziman û
Wergerê ya PENa Navneteweyî ji Kongira Giþtî re amade kiriye.
Îro li Îraqê
rewþeke nû peyda bûye, çand û û zimanê kurdî êdî li wir azad e. Lewma
ji hersê dewletên din tê xwestin, ku rê vekin, da ku gelê Kurd bi þêweyekî
azad çand û wêjeya xwe geþ bike û bi zimanê xwe bê perwerdekirin. Hêjayî gotinê ye, ku konferansa vê Komîteyê ji 19.9.-
22.9.2003an li bajarê Ohrid yê Komara Makedoniya pêkhat. Cihgirê serekê
Navenda PENa Kurd birêz Mustefa Reþîd li ser navê Navendê di konferansê de
beþdar bû û ev pêþniyaza me li wir da pejirandin.
3)
Ev salek e, ku Navenda PENa Kurd
amadekariyan ji bona serbestberdana qehremana Kurd Leyla Zana dike. Wek encam,
bi piþtigirya dosta me Stiya Lucina Kathmann wê di pêþniyaza rewþa Tirkiyê
de, nivîskar û siyasetvana Kurd Leyla Zana wek nimûne ji bo kêmayiya bîr û
baweriya azad li Tirkiyê wê bê binavkirin. Ev pêþniyaz ji hêla du Navendên
PENên Swîsrî ve – ya Swîsrî Îtalî û Swîsrî Romandî - hatiye pêþniyazkirin.
Bi
ser ku rewþa xebatê bi gelek dijwariyan ve girêdayiyî ye, dîse jî eger ev
pêþniyazên me di Kongira Giþtî de biserkevin (hêvî gelek e) û bibin
biryar, hîngê evê bibe serketineke mezin ji bo Navenda PENa Kurd bi taybetî
û ji bo doza gelê me ya dademend bi giþtî. Evê cara pêþîn be, ku PENa
Navneteweyî di hin xalan de biryarên bi vî cureyî di derbarê Kurdan de distîne.