Agahdarî
li ser bîranîna sedsaliya
Apo Osman Sebrî
1905-2005
Dara
azadî bi xwûn û xûydan tête avdan
Çandiyê
wê bi navê leheng her tête navdan
Osman
Sebrî, 01.03.1972
Xûþk û birayên hêja,
Banga me
berê li ser Apo Osman Sebrî belavkiribû, kete destên gelek mirovan û piþtgîriyeka
mezin jê ra hate nîþandan. Bi dilxaþî û serbilindî em mizgîniyê
didin we, ko ew gihîþte armancê xwe.
Mixabin ji ber derfetan me
nikanîbû bigihîþtana hemû welatparêzan, lê dîsa jî di demeka kurt
da (di dema çar hefteyan da) 228 îmze ji hemû beþên Kurdistanê û ji
gelek pîþe wek nivîskar, helbestvan, hunermend, rojnamevan, mamoste, bijîjk,
muhendiz û rewþenbîrên welatparêz gihîþtin me.
Ev yeka dîyardike, ko gelê
kurd bi çavekî bilind li têkoþerê xwe yê nemir Apo Osman Sebrî temaþedike
û bîranîna sedsaliya wî erkekî dîrokî ji xwe ra dibîne.
Êdî, xûþk û birayên hêja
û welatparêzên dilsoz, çi li welat û çi li dervay welat pêwîste em
hemû di vî karî pîroz da beþdarbin û ji xwe ra bikin armanc û wezîfe,
ko sala 2005an wek sedsalîya Apo Osman Sebrî bi çalakiyên rengîn pîrozbikin.
Li Berlînê welatparêzên
kurd dixazin beþdarbûna xwe di van çalakîyan da bi þêweyê jêrîn
amadebikin:
1.
Rêzek sêmînar (þîrove û lêkolîn)
-
Jîyana Apo Osman Sebrî
-
Xebata wî ya sîyasî
-
Bîranîn
-
Çîrok
-
Helbest
-
Ziman
2.
Nîþandana wêne, dîya, fîlm
3.
Þahîyeka folklorî
Li gel silav û rêz
Rewþenbîrên kurd li Berlînê
Berlin, 08.07.2004
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org