Azadiya jinê, azadiya mêr e!
 
Ahîn Zozanî

 

 
Roja 25/11/2007an bîranîna salvegera roja cîhanî ji bo parastina jinê ye, di vê bîranînê de dixwazim li ser rewþa jina kurd û aloziyên jiyana wê bi kurtî bipeyivim..
Mixabin ji sedemên min î taybet, min nikarîbû di dema wê de binivîsanda:
 
Çi dema pênûsa xwe didim ser pel, da ko aloziyên jiyana jina kurd binivîsim, pel xembar dibe û xumava pênûsê ziwa dibe.. Bi dilekî þikestî keseran didêrim û rojê dispêrim rojan, lê belê wisan jî, mafê jinê bê xebat û liberxwedan bi dest nakeve; wek ko azadiya Kurdistanê cangoriyan divê, herweha azadiya jinê jî cangorî jê re divê… Mixabin piraniya jinan ceger nîne û hewl nadin ko gava pêþî bavêjin û doza mafê xwe bikin, helbet ez jî yek ji wan im..
 
Hin jinan gavin bi pêþ ve avêtin û rawestiyan, çimkî ji her aliyê civakê ve rexne û þerê wan bûn û yên gotin: van jinan mala kurdan xerab kirine û çi jinên ko xebat dikirin civaka me hewl dida wan li bal mêrê wan nehêlin, eger qîz bana jî, dixwestin wan di çavên bav û bira de reþ bikin.. Di vir de ez zilamên kurd rexne dikim, ji bo ew bimîne mîrê malê û gotin herdem ya wî be, þerê xebata jinê dike, da  mafê jinê binpê bimîne, divê herdem jin ne xwedî maf be, divê jin bindesta wî be û bêyî wî nikaribe tevgerekê bike..!!
 
Li gelek deverên Kurdistanê hîna jin mîna (qonaxa nezaniyê) nikare li gel mêran li ser sifrake xwarinê rûnê û tev wan di cavaka axaftinê de neþê bi-axife.. Ev giþ bi stema zilamên kurd ve girêdayî dimîne..!!
 
Dema zilam, jinê ji bendên kevnar azad bike û ew wê weke hevala jiyana xwe bibîne, di her tiþtî de û bi kêmanî lê nenere wek ko ola misilmantiyê dibêje: ( jin kêm ol û kêm sewdan e), dêmek ew zilam bi xwe jî azad dibe..!
 
Eger em li dîrokê beriya çend hazar sal vegerin, em dibînin ko jin di gelek qonaxan de ji îro azadtir û hin ji wan mîr û padîþah bûn, gelek mîrek di bin destên wan de bûn.. Li hin deveran perestiya jinê dikirin, ta li nav kurdan bi xwe jî jin di sedsalên nozdeh û bîstan de û berî wê jî mîrî dikirin, Edîla xanim li herêmê yek ji jinên herî bi nav û deng bû.. Lê mixabin îro roj li nav kurdan ji ber stema mêran, jin nikare bibe seroka komelakê jî..!!
Her zilamek bav be, bira be an mêr be, ji jinê re dibêjin: ma kes ji te pê ve nema ye, ko doza mafê jinê bike??? Ev gotin li piraniya malan dibe û herdem tête gotin; êdî çawa em ê bindest nemînin..?
Mafê jinê ji malê dest pê dike, heke her mêr ji jina xwe razî û bawer be û riya rast herdem pêþ wê bike, dê çima li ser wê bitirse; dê ji bo çi bibêje: ev jinên doza mafê xwe dikin, mala merov xerab dikin??
Mêrên jiyanhez: mala we bi tiþtekî tenê talan û wêran dibe, dema hûn stemê li qîz, xuh û jina xwe dikin.. Hûn baskekî ji basikên civakê diþikînin, perwerdeya zarokan têk dibin, herweha miletekî bindest dihêlin..!!
Azadiya jinê, azadiya mêr e.. Serkeftina jinê, serkeftina mêr e.. Eger hûn civakeke azad dixwazin, giring e hûn li jineke azad guhdanê bikin..Jin pencera malê ye, bi dilekî geþ rokê dide tovê jiyana miletekî û bi evîneke bêdawî, wî tovî jîn dike..
 
8/12/2007
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org