|
|
Bangek
ji bo parastina jinê !
Ahîn
Zozanî, ahin.zozani@yahoo.com
Namak ji bo serokên kurdan, ji bo
tevgera kurdî, ji bo civakê, bav û bira..
hwd
Bi navê jina kurd dinivîsim; ma heya kengî wê keç û jina kurd di bin
stemê de bijî.? Hinek jinê dikujin; dibêjin ji olê derket û hinek dibêjin
evîndar e, yan reviyaye, yan jî xayin bû.!!
Ma ka hûn ji xwe napirsin; ev jinên ko xwe þewitandine ji ber çi bû,
gelo ne ji stema ko li wan dibe, ji zordariya jiyanê direvin, yan ji kêfxweþiyê
xwe diþwitînin.?
Berî çend rojan min li ( Tv ) temaþe dikir, rêportajek li ser jina kurd
derket .Ez gelekî xemgîn bûm, dema vê cihanê tevdî bihîst ko hinek ji
Kurdan bi hovîtî li keç û jinê dinerin. Herdem wek ko ew tenê gunehkar
e.
Raportê diyar kir: Ko ji sala 2003an heya roja îroj 400 jinî xwe ji derdê
stemê þewitandine.. Ma ka ev jî revyabûn, yan ji olê derketibûn?
Evê pirsê ji mêrê Kurd dikim..
Ji serok û rêberan dikim.. Çima heya nuha mafê jina Kurd winda û bin pê
dikin?
Rast e, jina Kurd di maleke Kurd de radibe û gerek rêza malê bigire û rêza
bav û kalên xwe bigire û ji sînorê kultûra Kurdî dernekeve; belê çawa
ji dayik dibe ko mafê wê winda ye..
Ji her alî de rê ji ber wê tê girtin, nema rastî ji þaþiyê derdike..
Dema ko mêrê kurd destê jinê bigire û gav bi gav ha ji wê hebe, bi alîkariya
wê, ne kêlîk bi kêlîk wê têxe bin nerîna çavekî ko ha tu bi kû de
çûyî û ji kû hatiyî..?
Gelek jin di bin kirasê namûsê de hatine kuþtin, belê wek me got ji wan
400 jinên ko xwe þewitandine, sê jin ji wan di mehekê de çûn, yek bûka
20 rojan bû û ya din bûka du mehî bû û ya sisyan sala wê neqediyabû..
Mixabin temenê wan negihabû bîst salan.. Ma ev ne gunehkariyeke mezin e,
di mafê jinê de û kî berpirs e..?
Cîhan roj bi roj bi pêþ de dikeve, xelk gihan ser heyvê û Kurdên me
gavên xwe bi þûn de davêjin. Wa em vegerandin ola tund û tûj û
recimandina jinê.. Ma ka kê ji Zerdeþtiyan an Êzîdiyan an Kurdên
misilman di kultûr û rewþa civaka me de jin bi vî awayî kuþtine..?
Hin bi hin destên gemar dikevin nav miletê kurd.. Keç û jinên wek gulan
bi destên çepel têne kuþtin û di ser êþên me re jî, miletê me
dikeve ber êrîþên teroristan,
li cerg û dilê me didin, rojane em kiryarên wisan derheqê miletê sivîl
de dibihîzin ko bi kar tên.. Ka ev zarokên me yên sêwî dimînin, ka ew
jinên ko bî dimînin, dê kî li wan bipirse..?
Kî bi êþa wan hest dibe, birçî
ne an tazî ne, di vir de dîsan ya perîþan dibe jin e!! Kurdo! Ma tu ji
xwe napirsî, çima wilo li serê me Kurdan tê ? Ma heya kengî em dê wilo
di nakokî û þerê xwebixwetiyê de bin.. û keysê bidin neyarên xwe, da
me tarûmar bikin..?
Keko, bavo û apo! Ma çima hûn destên hev nagirin, çima hûn destê jinê
nagrin, piþtgirtina wê nakin
û li teniþt xwe danaxin meydana xebatê, ma ne Kurd dibêjin: ( Þêr Þêr
e, çi jin çi mêr e ) wê gavê hûnê bibînin bê jina Kurd ji jinên
cihanê tevdî jîrtir e û Kurdeke resen e, bi namûs û þeref e û xwîna
xwe di ber welatê xwe û Kurdîtiya xwe de dirêjîne.. Belê mixabin, we
jin xistiye nav çar dîwaran û we rê ji ber wê girtiye û jê re dibêjin:
Çima tu kêm û çilmisî yî?
28. 05. 2007
Ahîn Zozanî
|
|
|