Awaza bermayên qizêz

 

 Bêkes Têlo

 

Bihnvedana te…dûriya çavên rojê

minalek razayî di nav komir de

dorpêç dikir û awaza pelan werdibû

dengê te direviya ji têlê....

kî wê rojbaþa berbangê bide min?

Rojbaþa cîhanê

tijî reng û kûlîlk

li ser lêvên min nîgar dikir

bo ji te re bêjim: Ik  hou van jou !

 

Nema dixwazim li tiþtekî

guhdarbim...

tenha min bi ramûsanekê xelat bike,

xwezî te bizanîba

ku li ba çûkan xewnên

vekirî wek asoyê hene.

lêvên te ser qirika min

wek pepula bask hundayî

di xew de bûm

ser avê meþiyam bi firîna pepula,

kelemçe li birînê

min bada.

Lê ez ê stêrkan têxim destên kê?

êdî peyv dest vala

 ji xew radibin

bi hêstirên qizêzkirî

li hev dikevin

û  jojî gawir bav

canê min cot dike.

 

Giyan li kolanê

rex min bahoz …

pêlav derbas dibin,

her dû çavên te

bi çirûska bê dengiyê

bêkesîtiya min dimijandin.

Ez ê barkim rê

û her çar demsal

di taristana bêriyê de,

kenê kê dê reþiya jînê biþo?.

felek ne hiþt

destên te min hembêzkin

bo tu baþ min bixwînî .

Ez ê navê te bibim asoyê

ber bi berbangê….

çilo li rojê meyzênim

roja min..

tijî pepule dibe....

 

Tu sibehek sipehî ye

lê min nizanî bû ku tu

bihar û zivistana dawî ye.

 

2007

 

 

Cegerxwîn dengê krîstal

 

Nav lêkirê min

barana payîzê

çivîkê azadiyê….

du mûmik

jîyana me ronî kirin

nav û pênûsa te.

rojbûna te…..

melayketan  ser

lêvên Hesarê

çemê ristên te ….hiþtin bombe di esman de

bi rengê kesk, sor û zer.

Em ketin jîyana efsana te

û destên te me hembêzkir

bo me baþ bixwînî.

 

Destên me tijî ronî bûn

gava pênûsa te kon ji mere veda

bi zîxura baranê ji kenê te,

derbasî dilê me dibû

û bi gurzan gul vedibûn ji

dengê te.

Tu dengekî krîstal di hundire me de yî

wek gulîstan…..ser nergizan difirî

  da ku  em bijîn.

 

Sal 2000 -2007

*****************************************

 

 

 bo hogirê min  Dîlewer Meyqerî

 

Barana bi keder

û bahoza tewandî

mejiyê mirovan

daliqandî dihelî di esman de.

**************

bo hûnermend **LORÎN**

 

Dengê te

Bi çavên girtî

min dibe hembêza deryayê

beramberî pêlên sipî

miþt hêstir,lavij û êþ....

 

 

Bêkes Têlo

bekes_tello@hotmail.com

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org