ÇARIYA MIRINÊ

 

 Bêkes Têlo

 

Ez helbestim….

Gava pêl min kirin

Þevên reþ ,

Dengvedana  te

Ji tîrejên  

Ramûsana rokê  bi gavên

Hedî…hedî lotikên jîne

Di singa min de dipejiqand.

 

Ez helbestim…..

Gava destê xwe min vekir

Yeko..yeko navên helbestvan, sikak

Û evînwargehên te  dihatin xwar

Ji birîka hiþê  minî dagirtî bi dilbijînê

Bo pepûlên  te…ji narkozê.

 

Oh qamiþlo keça Mîtanî ! min watek din dît

Ji laþe te re

Kêlîka mirim

Û nûvejîm

Di destê hemþeriya por zerê,

Ev çi tirse?

Ji veþeartina çemê peyvên min

Ku ne di paþla te debe.

 

Ez helbestim ….

Ser laþî min

Dîlana peyvan bi tilîyên esman

Çariya tariyê  radixist,

Û Li çar qunçik

 Mirin þipya bi çavên cam

Li min dinerî

Di havîngeha sêwî

Wek welatê min.

 

Tu min dibinî?

Ez nabera tariyê û ronahîyê deme       

Li jor û jêr

Ti car kes ji pira min

Derbas ne kirye

Helbesta bê… kês!

Tu pepûla herî bextewarî

Zaroktiya te keske

Dibêje kal nabim.

 

Oh ! Çariya mirinê

Nizanim çi dixwazî

Îro….

Desmala  Ay  a qamiþlo bavêjim?!

Te  digot :

Ta kengî

Ez gorîbim nav biranînên belengaz?

Wa malayketno!...wa malayketno!

Min binixumînin

Bi bask û hilma wê

Tîme bo…av..ronî

Û xwîna wê,

Avdara rehên min bo gulqedifa min rûgeþ be .

Ji pencerê mirin meþiya xwe qevest

Helkewta mine ku qamiþlokvanî me

Bi vegera lotikirina peyvên jîne

Di qada laþe minî þikestî .

 

 

02-09-2007

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org