|
Bêkes
Têlo
Dînitî
û hoþmendî(mantiq) çînarê hevin,mûyek tixubên wan ji hev vedqetîne.Di
avahiyek pirtaq dijîn, di taqa dînîtî ne pençer,ne derî heye, bê
rêkûpêke û bêkes e.Berzbûn jêre kêlîkî ye an jî, çerxek
kurte .Di ancamê de ,nabe rêber û mînak bo tu kesî û di þûnda,
kes li dora xwe nabîne, bêkes û sêwî dimîne.Li ser tehtek bilind
rawestyayê bo xwekûjî ji ber tu rêk dîtir nîne ji pêþeroja wî
re.Lê hoþmendî, xwedî pençere û derîye ,bi rêxistine û xwedî
hogire,rêberê bi berheme, ku ta bedawî ser rûpela dîrokê dimîne.Dibe
carna dînîtî bibe
kesayetiyek navdar bi keda xwe, û xwe li meydana berhemdêriyê
biçesipîne ,ev jî ser tilîkan tên hejmartin û tucar nakevin
warê hoþyariya netewa xwe ji berku bê þop dimîn in.Rewþa berhmdan
bi kurdînûs û ne kurdînûs ,ev mînak pir lê
tê . Ne
kurdînûs li ba min dînîtî ye ,bê behane ye,bê hoþmendî ye, ne
tenê ji min re ,lê ji her welathez re ku rasteqîne be, ku rûmeta
nasnama xwe ser her tiþtî bilindtir dibîne.Ji mirovê
Ferensî re qebhetiya herî mezin bi Englîzî binvîsîne an nivîskarek
Tirk bi Younanî deqa xwe binivîsîne, jêre weke tolazî bi diya xwe
re bike.Yan jî, em bêjin nivîskarek Italî bi Tirkî berhem derêne
ha hoo..ha hoo .Evan kesan neku ji netewa xwe ditirsin ku berhemên wan
bavêjin û biþewtîn in ,tevlî ku ev jî sedemeke, lê sedema herî
berz ew e ku heysîyata nivîskar, tu behana nade xwe wek vê gavê bavêje.Û
li vira pirsek tê hole gelo çima ev çav ne barî ser zimanê xwe
dikin ji rexê nivîskarên kurd ne kurdînûs
?. Ev
mînaka dînîtî û hoþmendî rewþa kurdînûs û ne kurdînûs pir
stêleye wek destnîþanek min pêwîst dît ku bînim ziman wek þûrê
berxwedanê,wek rûmetdan ji þîrê dayîkan re .Bi rastî pir tore bûm
ji hevdîtinek li welat pêkhatbû
berî du heftiyan, min zehf dilgiran kir gava
ez pêrgî bextewariyê bûm bi hevdîtinek bi nivîskara rêzdar
Wezna Hamid re, ku ne kurdînûse .Ser vê mijarê me boçûnên xwe ji
hevre diyarkir ,behana xwe tanî ziman ku bi min ne xwedî bingeh bû.Pirtûka
xwe ya ji çend çîrokan pêktê bi navê ,, Fîfîka Tirênê ,, diyarî
min kir.Pir xemgîn bûm ku pir berhmên hêja diafirîne lê bi zimanê
serdestane.Vayê pêpulek din ,pênûshilgir dûrî xwe dibe, bi yekcarî
xwe dispêre û dikeve nav lapê ne kurdînûs yê ,dikeve nav werîsê
telîsên axtabûta neyaran ,bi ha ji xwe an jî no.Çiqas bextewar in
ewan neyaran bi dûrketina nûserek ji çermê xwe!! .Dilgiran bûm ku
hewqas berhmên hêja diafirîne ,ger bi zimanê me ba ,ew ê çiqas wêjeya
me dewlemend bikra ,nivîskara ku pirsên wê tazî ne, xwe pêþandan
dikin di kolanên saw,êþ û bêkesan û bê waran de,Ji civata xomxomî,tirsonek
û qidûmþkestî ku nikar xwe di eynikê de bibîne.Nivîskara rêzdar
bê guman karê wê û bersiva wê peyve,bawer dikim her kes þabûnê
werdiger ji xwendina wê,baweriya wê wisa ye ku peyv ji me tevan mêrxastire,bi
hêztire. Bi taybetî gava pênûshilgir azadiya xwe bi kar tîne,ne
azadiya mekroh weke ew bi xwe dibêje .Lê mixabin tim behana heye ji ne
kurdînûsan, bersivên wan çikûs dibin ku bi kurdî nizanin .Dibêjim
êdî bese tim pirsgirêkan dixin stûyê çiyayek ,êdî bese ne
merqdan bo sipehîbûna nivîs, peyv û sitrûktûra zimanê kurdî .Ez
gazinên rastgo,rasteqînên zaniyarî bi þewwkî xwepaqîn diyar dikim
dûrî dîmenên neqþkirî, bi wetaya ziman hoþyara netewe,ziman hebûna
nasname ,ziman peydebûna
çanada netewî ye. Ger nûser matirsî hilgirê,saw hilgirê civata xwe
ye, pênûs hilgirê rasteqîne be, nexwe xema wî rojê bike ku bikene
bo lidahatû de ji xwêner re,ez ser asta ziman diaxivim,neku wî
tengezarke ji ne kurdînûs yê û tariyê bi serdê berde ku bibe þopgerê
ne kurdînûs yê ji ber dibe þewkî ji reklama zimanê nivîskar bi
hemd an bê hemdî xwe.Nûserê rasteqîne tucar li xwe danayîne ji bilî
zimanê civata xwe bi afirîne.Hingî her kes kûmê xwe jêre hildigêve
û ez xwe xûz dikim ji bêjana (wî,wê) re û ji nivîskarariya bilind
,destnîþan dikim nivîskariya bilind ,çimkî hin kurdînûs hene bo
selka kepînê ne.lê behana wan ser pê nasekin in çimkî bawer dikim
ji sersarî ye, ne hej zimane, pir kesan ne kurdînûs bûn ,tekoþînek
dijwar meþandin ta gihan radeyek bilind ji nivîsa kurdî û nav pir in
.Ji wan kesên ne kurdînûs in hêvîdikim û dibêjim: zimanê me þîrê
ji pêsîlên dayîkên ku dilop…dilop mejî û hastên me
þîrvedan kir ne . Xwe davê bext û hewara me de
,xwe davê guhên me û ji her berhemdêr kurdînûs û ne kurdînûs
re dibêje:
Pir sipehîye tu bighê qûrmên min, bighêjî goþt,hestî û
ezmûna tal ku min derbaskir ye.Tenha tu karî fîþeka dawî berdî
min.Biryara darzekirin û firîna min bi jor ve ,tenê
tu karî bidî.Ez bûm navek ji navan di kolanên saw wek
qerpalek avetî .Min serê xwe ne tewand ji ve rewþê ,bi biryarek tund
li berxwe didim bê bizdokî û bê çîzbûn bo jiyana xwe bi mercan
bikim . Di dawî de,hêvîdikim li min negre rêzdara hêja Wezna
Hamid,gotar hemû ne kurdînûs hembêz dike .Ez ê vê jî bêjim ku ne
her afirandêr þehrezayê þabûna nivîsê dibe, ger hêza evîna
zimanê xwe hest nebe.Kurdînûs dimîn in ser rûpela dîroka netewa
xwe, çimkî sêwanê nasnama xwe diparêzin bi zimanê xwe ne bi
galagal lê bi nivîs.Ji ber di taqa hoþmendiyê dijî, xwedî pençer
, derî û hogire.Ez bi
kurdî diramim…diramim û w..d… ! ji berku bi kurdî hatime cebiland
.Pozberîya herî girîng li hember me ,ew e, em lo gorî zinarên xaka
xwe bin û sêwanê zimanê xwe bin ,niqta qedya!. Bêkes
Têlo 21.09.2009
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org