‘’ Em tev dizanin vegerîngeh rêya me ye bo pêþerojê ‘’

Bêkes Têllo

                                      

 

Vê carê dilê Ewropayê ji Berlîn lê dixe. Bi komcivîna rêberên yekîtya Ewropî ahengek bo 50 saliya damezirandina vê yekîtiyê di 25’ê avdarê de  li darket.  Xwirtirîn sedem bo avakirina vê yekîtiyê ew bû ku paþ þerê cîhanî yê duyem, pêwistiya welatên Ewropî  yên ku bi sedê salan þerê hev dikirin bi aþtiyê hebû. Sedema din aborî bû. Sermiyanên van welatan dîtin ku aramiyek ramyarî di peywendiyên welatên wan de gerek hebe, da ku sûka navnetewî bo kampanên wan bi hesanî  vebe, sûkek azad û vekirî. Piþtî ketina systema sosialist li rojava daxwaza herdu beþên ewropayê bi yekîtiyekê û karekî hevbeþ bû realîte.Xalên dîn yên giring û bingehîn di yekîtiya Ewropî de ku têne spartin ji bo pêkanîna armanca sûkekî hevbes : tevgera azad ji bo kesan, xizmetan, sermiyan û bar. Ji hêlek dî ve spartina mafê mirovan , perwerdekirin, tendûrustiyê.. hwd.

Peþniyara wezîrê derve yê ferensî Robert Schuman ku di 9’ê gulana 1950 -î  de  projeya hevbendîk bi navê  “Hevbendiya  Ewropî ya Komir û Polayê” ani holê. Ji bo ku aþtî li Ewropayê belavbe û kontrolkirna  aborya navdewlatî. Di 18’ê nîsana 1951’an de  Fransa,Italya, Elmanya, Holenda,Luximburg û Belcîka bûn endamê “ Hevbendiya  Ewropî bo Komir û  Polayê”. Ya ku di 25`ê avdarê 1957’an de navê wê hate guhertin û bû “Yekîtiya Ewropî ya Aborî”.  û ji peymana Mastrixt di sala 1992’an de  hate wergirandin bo hevbendiyek ramyarî û aborî û sînor neman nav van dewlatan de.

Di 50 saliya ve yekîtiyê ji aþtî û hevjiyana nav gelanî 27 dewletan de,hin  rapirsinî giþtî hatine kirin, wek di Finanical time de hatiye belavkirin ku xewna rêberên Ewropa  li alikî ye û hêvî û daxawzên gelên Ewropa li alîk dine.encama wê rapirsînê: 75 % dibêjin ku gelê Ewropa rewþa wan ya aborî xirabtir bûye di vê yekîtiyê de. Bê goman ev rapirsin cihê dan û stendinê ye.lê mijara min ne eve. Rêberên komcivînê di belavoka xwe de gotin:” Em tev dizanin Ewropa rêya me ye bo pêþerojê”. Bi van gotinan civîn hate bi dawîkirin. 5o sal ji hevkarî û aþtiyê. Ji 6 endaman bû 27 endam,hejmara rûniþtvanê wê bihtirî  450 melyon kes e. Ev e yekîtî!  Hêza welatparêzên Ewropyan ji ramyaran û rewþenbîran e. Gelo cudabûna hiþiyariyê nav me kurdan û wan de çi ye ta ku karîbûn hefqas ked û têkoþînê bikin bo welat û gelê xwe? çima em ji partiyek gelêrî di nav gel de xwedî piþtgirtineke mezin ,bûne 13 partî bê cudabûn ne ramiyarî û ne jî ramanî û ne di programên partiyên me de? Bi texmîna min rêberên  me yên ramyarî, me gihandin vê rewþê û bawernakim  me guhdarkin,çimkî zanim gotinên me li me vedigerin.

lewra hêvî ser milên rewþenbîrên me ye , ger bi rastî xwestinek hebe ku tevgera siyasî  ji vê rewþa aloz bê der. çimkî diroka gelan tev ser destê ve çîne hatiye azadkirin û peþketin. Dibe hin bêjin em li kû û Ewropî li ku?!! Ew dewlet û dezgehin! Rast e em bê dewlet mane, rast e ewan bi sedê salane azadin û dezgehên xwe avakirin, lê mebseta min ne ewe ku xwe û Ewropiyan deynim hember hev. Mebseta  min hiþyarî ye. mirov zane ku rastî û xerabî ji hev tê derxistin bi saya zanînê û wilo dikare  wan astengên li pêþiya xwe rake û di vir de ti cudahî nabera me nîne. Cudahiya herî mezin ku ewan bi dil û can xabat kirin bo welatê xwe,lê em xemsarin û rola xwe ya dîrokî ser guh davêjin û dijmin ta qonaxek karîbû rewþenbîran bi awakî  ku tevgere valake ji heza rewþenbîran û ev bi zanebûn hatiye kirin,neyar dizane ku welat têne avakirin ser detsên van endamên civakê. Ji bo em ji vê rewþê  bi dawî binin ,divê em qelsyên xwe nîþan bikin û çarê jêre bibînin. Bi taybetî xebatek dirust û xwirt ji aliyê civakî ji mere pêwîste. Bêguman em berpirsyariyê ne tenê ser ramyarên xwe bavêjin. Hebek ser me jî dikeve. Kêmaniya herî mezin ewe ku meydana ramyarî bê kontorl ma  ji lawaziya rewþenbîran, bê dezgehek ragihandê ku karibe rastî û çewetiyên van ramyaran diyarke û bibe alîkar bo nêzîkkirina nerînên cuda û pirsên belavkirina zanistî di nav gel de,ferkirna zimanê dê, pêþxistina hiþyariya çandî bo gel ronî bibe û karibe bi dûv partiyan here ne bi xwîngermî. Rast û çep ji hev dernexe daku her kes bo bercewendiyek partîke ramayarî aveneke. Nebûna diyalogê  nabera ramyaran û rewþenbîran ew jî sedemeke. lê di vê  çerxê de pêdiviyek ji vê çine heye ku erka xwe bi cî bine.  wisa tevger lawaz namîne .

Ez dilgeþim bi agahdariya lidarxistina kongira sisya ya rewþenbîrên rojava di 28-30 Gulanê li Gothenborge. da ku xesletin herî pêwist niþan ke bo lihevkombûna van hêzên ramayarî ji rojava  bo avakirina vegerîngehek ramyarî ku bibe rêberê rasteqîn bo gelê me.Tu çare ji me re nîne ji bilî hevkarî û têkoþîna bi hevre,da ku em bigihin armanca xwe.  Bi dûrxistina hemû bercewendiyên bicûk û danîna aramnca herî bilind ku bercwendiyen gel li pêþiya xwe bikin çirak. Em jî karin bighin encamek wek Ewropiyan ku 27 dewlet ji hevdu  tedigihêjin. Çima em ser yek xakêne, yek gel in û yek baweriye ku ji mere azadî pêwîste, nagihin encamek wek Ewropiyan û komcivinek çênakin ? Û di dawiya wê de belavoka encûmenê sernivîsa wê ev be ’’Em tev dizanin vegerîngeh rêya me ye bo pêþerojê’’.

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org