|
FELEL
LI MIN GERIYA
Bêkes Têllo
Felek
li min geriya û min xwe li Mosko dît, bajarê dar hawirdor ji her alî ve,
û mayina min bê riza min bû. Li welatê xwe ez wek biyaniyek hatim
qeydkirin di kaxezên dewletê de û hûsa ji her mafî mame bê par ji mafên
hemwelatiyê û herweha bê goman ji mafê perwerdekirinê jî. Dilê min
dilerizî bo vî bajarî ji spehîbûn û xweþikbûna jinên Moskoyê û
dilxweþiya rûniþtvanên wê. Min rojên zanîngehê li vir derbaskirin.
Û vaye ez li Kanada me,bajarê Vangûvir, ku bi rengê Mosko ve diçu. Ez
hatime ji dûr,westiyay û bê hêz, min xwe li ser textê xwe rada
û di beþte
oda xwe mam zîq dinerim. Hate bîra min ew rojên gihþtina min li Moskoyê
wek van rojên ku gihîþtim vî bajarî. Min
çavên xwe girtin û tayên ruhniya rokê xwe davêtin ser ruwê min ji
pencera min ya fireh,ode tev ronîdikir. Hatin bîra min ew rojên xweþiyê
û gerê li Moskoyê, serpêhatiyên tal û bi ken ,di dilê min de axînek
bi kula di dilê min de ma, buyerek ,û wilo ez bi wenyên
difikirîm ,xewê avetê ser min..xewek kûr. Di
sala yekem de pêwîste xwendevan fêrî zimanê Rûsî bibin û vaye ez li
virim dor 3 mehan ji fêrbûna zimanê Rûsî. Ez û hevalekî xwe em
li sikakên Moskoyê digerin
,rast û çep dinêrin ,bihitî mane ji wan avahiyên pirtaq û ji peykerên
ciwan li her qorzîkê ji Mosko. Nêzîka her roj ev gera me bû piþtî
hatina me ji zankoyê, paþ nîvro em ji xwera derdiketin li bajar digeryan.
Rojekê li meydana sor qelebalix pir bû û germbûnekê Mosko hembêz
kirbû, rûniþtvanê wê digotin tu car wisa germî nehatiye yan nebûye.
Em Ji xwere li xelqe dinerin û avahiya ku Lenîn têda hatiye veþartin. Jinek
sipehî nezîkî me bû û got:”lêbuhurînê dixwazim, tu karî vî kurî
ji dest min bigrê ji bo ku
rojnamê bikirim?” kêfa min ji her tiþtî re li vir dihat ji
wê dorê pêve(ji bilî sirayê).
Divabû tu bi saetan li dorê bimînî daku tu tiþtekî bikirî û vê kêlîkê
xelk pirin ser dorê. Min di nava xwe de got:”emê hinekî bisekinin (rawestin)” min
qenc lê nerî,bi nermahî min gotê: bê goman. Lêv li ken ,min zarok
wergirt ji paþila wê û min û hevalê xwe me dest bi
moooroo û bisto ji
lawekre kir. Geh hevalê min lorî dike geh ez,û ji niþkave hevalê min dît
ku jin reviya wê berê xwe
guhert ew bi aliyê Kiyoskê ne çu. Bi detsê
min girt û gote min:”lê biner….ev qûnekaha direvê, bi aliyê
wê dorê naçe. Me wek rakêtan li dûv bazda û lawik dest bi girî kir.
Jin direviya bi bazdanek xurt û em jî li pey
ta ku hevalê min bi destê wê girt,jinkê destê xwe zû kiþand
û selek li riwê hevalê min da û qirînkir:’’hun ji xwe fedî nakin,
hun tên welatê me û em alikariya we dikin zanîngehê biqedînin lê
hun bi qûnek jinenin me dilîzin û zaroka çêdikin dûvra wan
davejin……”. Guhên min sor bûn û devê min vekirî ma wek balûlek
tiþtekî ji hev dernaxe. Hevalê min ji hîn destê wî ser riwê wî ye û
em bi zorê ji ziman tê digihijin…min biryar da, zarok sor bibû ji girî,bi
hedîka min got:’bibhorine xanim, hêvî dikim tul i min guhdarki. Em bo
xwendinê hatin welatê we,û em ne ji wan….. peyvên min birî û hawarek
hestîrî bi dengekî bilind, hiþt ew mirovana tev li me bicivin,
hinan ji wan me bêerzkirin û hinan jî tifdikirin ser ruwên me, zarokên
qahbe alikarya we dikin em lê hun bi qizên me dema xwe derbas
dikin…! Ji niþkave polis
diyar bû, silav kir û agahî ji me xwest,ka çi bûye…ji me xwest nasnamên
me yên xwendakaran ,ji aliyê zankoyê didin me.
Lawik hîn qij-qija wî ye û
we dine di heþê xwe de dernedixist j,ji
xwe çav bi alî wî nedibir. îca þûmek li wir çebibû ku kes ji yê din
famnedikir. Min dengê polîs kir bi hêrs got:”heydê polisgehê”. Me
avêtin çîbekê lê xanimê di naylona polisan de rûuniþt û bi xurtî
ji nava wê qelebalixê dane ser rê. Em
derbasî avahîkê bûn, tarî û kevin, pêlûkên wê (silemên we) fireh
hatibûn avkirin ji dema Stalîn ,di karidoran de tu bi tirseke dîrokî
dihesiya. Em ketin hundrê oda þopgêr, ji me xwest em danîþin…ji qehra
wextî bimrim û min nema karîbû xwe û hêrsa
xwe bigrim ji vê topraxê,lê hino hino min texmîn kir ka armanca jinike
çiye…gava nêzîkî min bû û di guhê min de got: ji xwere yeke din bilîze….Ev
kûrê te ye…ji hinka din re bêje…herne cehnemê! Hiþê
min tevlîhev bû…xwedêyo min çi kiribû te ev topraxe bi ser min de avêt… Denge
polîs min þiyar
kir ji ramanên min….. Nave
te ,navnîþana te û keremke bêje çi bu…em guhdarbûn li xanima hêja. Nav
û navnîþana xwe got û di cî de ketim mijarê bi dengekî lerizî.. Em
hatin welatê we bes bo xwendinê û ev xanim pêrgî me bû, alîkariya me
xwest ku em kûrê wê ji dest bigrin ta ji kiyoskê rojnamê bînê…gotinên
min birrî û qîr kir: Ez
wan nasnakim, û rûniþt. Min
mijar berdewamkir.. min lawik ji dest girt û gava me li lawik dinerî
û ew lololdikir(dilorand) me dît jinik bi aliyê kiosk ve naçe ,ew jî
bala wê ser me bû direviya ku xwe veþêre di nav mirovan de,me da pey ta
ku me ew girt…lê bi qîrîna wê tev li me çivyan û digot ku me bela
xwe daye û ku kur ne yê wê ye.. Ev
dînîtiye…ev cara sisiyane ..ne
kurê mine 1 bi qîjinî di rûwe
min de. Polîs
jê xwest ku hebekê bihn fireh be û ji me xwest analîza xwînê
çêkin.. piþtî
kêlîkê analîza xwînê hat û diyar bû kû grûpa min ya xwînê û ya
lawik yeke , ji
destke didim deste dinî
ji matmayinê …polîs zîq li min nerî û gote min: Em
li virane ne ji bo lîstikan û keremke analîz.. Xwîna
min keliya , ez hesyam ku wê erd biçire û min daqolke
(daqurte?),
wê kêlîkê ruwê xanimê geþ bû, çixarak ji çentê desta
derxist û vêxist, helek kiþand û dû bi aliyê ruwê min berda û axivî… Min
negot kû bi yeke din van leystokê xwe bilîze. Min kir û nekir (min hewl da)ku polis guhdarî min bike bê çare bû ( bê sûd).min dikir hawar ..ev kur ne yê mine. Polîs got..em zanin tu li ku dimîne, tu yê lawik bibî û her heftî wê komek ji komelên geke bê lawik bibîne û tu berpirsiyare ..min nema xwe girt..ev ne kurê mine..le kes li min guhdar nake. Polîsan ji me xwest em herin…xanim bilez derket û ez li þopa wê zîq dinerim,bi gavin ji xwe razî dimeþiya(bi rê ve diçû) qondara we(pêlava wê) taq raq dikir ser blate avahiyê te digot bi çakûçan li serê min dixî. Ez û hevalê xwe zû li pey wê çûn û lawik ser destên mine . Ez þemitîm ser wan deraja (pêlûkan) ez û lawik bi ser û binî ketin.. zû rabûm û xwêdanek pir ji aniya min dilop dikir ..min dît kû ez di xew da bûm . Bêkes
Têllo.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org