Nuha
di tariyê de, bi guvaþtina aramiyê (hêminî)bi lepên pola, ko xwe di
nav kolanên bajar de, radide weku goristanê û ne pistek. Rojek bi cir û
hewar, nale nal, gazîn, lêdan û wêrankirin bû. Rojek ko rûniþt bû,
çav sor wek þefeqê, çavdêryê bi bêhnek çikyayî .. hilte- hilt pê
ketibû. Dengên cuda di ezmanê dagirtî bi mijên reþ de tarûmar dibûn,
dûman ji deverên cuda ber bi jor ve diçûn. Qêrîn bo yarmetî, bi hemû
tîpên dengdêran A….û ..îîîîîî…. dikan wêrankirî bi camên
hilweþyayî û tirmpêlên þewtî, hin jî qolobandkirî……ji xwe di
nexweþxanan de, miþt bi term û ahên kûr, bi giryên çêlîkan, yên
xwedî rûwên bê guneh, Zare zar dikirin …tank di sikakên teng de, ta
bi pisîkên vî bajarî ,ne xuyane. Tenha dengê viz viza zîncîrê, tenê
ji cihekî dihat, di sikakan de belav dibû, di wê þeva lal de. Bajar
borîn dikir bi dil û canek, hevîrmêþ bibû ji kesera salên xûz ser ay
û ux. Yekemîn car bû, ko qîzenîya vî bajarî bi xwîn rêjiyê ser tax
û hastên rûniþtvanan herikî. Ji wan lepên gemarî û herifî
re… Bi pozberî bajar digot : laþê min çem e! Di damarên min de evînek
bazdide û xwîna min bi nebûna Yasamînan difûre…. Ezmanê min ketiye
tariyê de û wî parvekirine. Navnîþana min nemaye, lê hîn ez
sax im. Ji bo nivîsa stranan, ji bo bi zimanê firokan(teyran) baxivim, ne
bi zimanê te yî sitmkar yê ko li ser doþeka min razayî ye, xwen û gyanê
min serûbinî hev kirye. Rêbîn
wek her dem û ne yek lîstik ser wî ne çû ko wê temaþe nekir be,bi
taybetî ko tîma bajarê wî bûna. Tenha ev hebek wî mijûl dikir ko dûrî
sergêjiya ramanan bibe. Qonaxa mindalî derbas kir bê tirs lê dagirtî
bû bi pirsên bê bersiv..ne di tirsya ne ji desthilata meznan û ne
jî çîrokên þevê ê cinan ko dapîra wî jêre vebêjiyê dikir û ne jî
,ji reþahiyê.Ciwanek bi nerîna çavên stûr,xwîn þerîn,bejnek li
hevhatî,kedkar, bi þev û ro ser motorê duling dixebitî,bo mal û xûþka
xwe muhtacdar ne hêle.Ji belegazî û bindestiyê ,mad tirþî bûbû
destbirakê rûwê wî . Di
vê dema dawiyê de, bê qidûmîyekê hiþ û havilê wî dagirkir bû, tim
mijûlî tiþtekî konkret dibû ……… nexasim ji çaxê girtina wî
,û Piþtî ko hêzên ewlîkariyê danê êvarê, laþê bê hiþ û ji
hevketî, avetin ber deriyê xanî .Û xûþka wî, Iro por li hevketî
,gerdenxwar(stuxwar),ji pîkabê daxistin û bihnek
lê dan bi ser biryê xwe ket ,ko wek bertalaþek radayî û cemidî
ser qadê bû.Rabû serxwe û ji bin kirasê wê xwîn ji baq werdibû bi
ser rahn û çok ta gûzika hundir bi jêrdê dihat xwar.., bi bêdengî û
hema- hema karî bû wî bikþîne
hundirê xanî bi iht..ihtê… ne hewar û ne girî ,wek birayê xwe, ew jî
bibû laþek cemidî û bê hest.Kî karê êþa van herdu ciwanan sivik
bike ,kesên bi rumet û serbilindayî dijyan bê dê û bav, çi bi tekilyên
xwe bi hemxakan (çînaran) re û çi bi hev re.Ewqas bi rumet bûn,ko ew
taxa wan tev bi serê wan sundixwarin. çi ji ziman þerîn û rastgo,û çi
qedir û qîmetdana wan bo niþteciyên taxê.Di wê reþiyê de, te
pencerak vekirî ne didît em bêjin,hema
bên alîkariya wan bikin. Erê
! tenha tirsek Rêbîn tevlihev dixist,tirsek bê hempa tevlî xwîn û laþê
wî bibû, ji rûdana ko bi xûþka wî re bûherî bû. Carna galgalê
dîn dikir û bê wate dipirsî ..çima? di hundirê xwe de ,ji xwe
diprsî. Bi dilek xemgîn raman dibû û carnan hevokek biçûk û li
ber dilê wî þêrîn bi lêv dikir, radibû devê xwe vedikir û hhoxx,
hilma xwe davêt ser cama camekanê û peyva herî þerîn qeto kirî
dinivîsand. Ji
demzaroktî ve, ev peyv bi lêv dikir ,bavê wî vê peyvê hînî wî
kir bû .Lê nikarîbû peyvê tev bi carek bêje, qeto qeto bi serdiket û
bi liv dikir û esta jî, hewl dide ko wê
bi hilmdana ser qizêzê binivîsîne û
Îro li teniþta wî ye. Di
kêlîka þiryarbûnê de, ji bê hiþiyê …çimkî wî pelixan dibûn ji
lêdan û îskencê, laþek þikestî her der dêþiya. Hiþê
wî hate serê wî... Matmayî, ji xwe re digot: þiyarbûm! hîn ez dijîm? Gelek
kêfxweþ im ko hîn rojek li pêþiya min e. Dibêjin ko di jiyana me de du
têgehên bêgumanî hene: mirin û tirs! Lê ev ne meraqa Rêbîn bû. Tirsa
herî mezin ko ew ji hundir ve dixwar, civat û nirxên civatê bû .. xelqê
taxê ew ê çi bêjin ..? Ew ê çawa qebûl bikin û ew ê çi, li ser
tecawizkiria bi destê neyaran ko li ber çavên wî pêkhat, çi bibêjin? “Ez
ê wê bikujim û hew..” carane bi hêrs di nava xwe de digot.Tendûjîk
pir dijwar di nava wî de hebû,û nizanî bû kijan bi serkeve,nirxên wê
civata bindest an ji,nirxê tekoþînê? Dixwestin
mukirhatin û jêdander jê wergirin, baweriya wan welê bû, ko
berxwedaneke bi rêxistinî ,welê xurt bû… bêguman hin grûp li dûv hene ?..mukir bê bi navek. Çi
mêr be an jin be, an jî zarok be. Ne giringe..navek tenê, an jî , sixûriyê
bike.. pê pir zor dihat. Li ber xwe da, ta dawiyê, lê wî nizanî bû
ko dê buhayekî jê bibin ..ew
buha bibû dîmenê ko tim wî mijûl dikir . "
kurê min !.. li hember azadiya welat , tiþtek pîroz nîne...ne can û ne
sermeyan… û ne laþê me jî.
" galgala bavê wî hate bîra wî ,dilxweþ dibû hebek di ber xwe de,
li gel strana " tomorrow will be a wonderful day "
"Sibe ew ê rojek sipehîtir be " bi bêhn kiþandina wî hebek
tevizî ji bandora dîmenê, li gel ko û ne peyvek tênedigihþt ji
stranê, tenha navê stranê dizanî bû. Cixarak pêxist ,stran vemirand û
KTV pêxist …sernûçan…Birêz Barzanî serokê herêma Kurdistanê pîrozbahîya
koma azadî ya jinên Kurdistanê kir……..Li Kerkukê terorîstan sê
tirimpêl bi xwe ve teqandin…….Tirkiye: bela Kurd cejna Newrozê li
darxin lê mijara Kerkukê neynin ziman .ooofffff bêhn berda û TV
vemirand.. Rêbîn û Îro li hev bi melolî nerîn û çavên wan tijî libên
rondik ko ser hinarik û dêmên wan werdibû. Rabû ber bi camakanê çû
û hilma hhoxxxx ser camê kir
û peyva herî þerîn li ber dilê wî nivîsand qet-qeto A…Z…A…D…Î
.Li xûþka xwe zîvirî û þitexilî : Ew ê sibe,wêrana ko bi ser me de
hat di nûçeyên xwe de, biweþînin…dilê xwe û wê xweþ dikir . Di
þeva wê rojê de.... roja hevîrkirî ji ava sor ko di nav taxan de,yên bêhna
nan , þebeþ,kûlîçe û evîn, ji wan diforya , xwe belav
dikir.Di wê tariya lal ko
kes ji wan motorçiyan ,yên ko gepa nanê xwe ji motorê duling peyde
dikirin, ne xuyabû……… di çerxekî de, di kolanên bajar de, þûmî
û dengê muzîkê bilind dikirin û digeriyan bi ken û dilþadî, rêwiyek
an jî , siwarvanek dighandin mal an jî kar...niþtecîyan xistibûn
tayê de ji qêrîn û serxweþiyê û
ji sixêvan . Bi gotinekî .....pêxwasên taxan, welê wan bi nav kiribûn
. Bi
berçavokên reþ ko hilfa zarokên biçûk birbûn yên bi diyên xwe re,
dihatin bazarê .Dibihtîn, bi dev vekirî li wan temaþe dikirin, matmayî
disekinîn ,hilfa wan jîndawarên biçûk birbûn. Ko
hewqas dixwestin zû mezin bibin, û wan berçavokên reþ
xwekin û li motoran siwarên. Deku ber bi ezmanê bajar ve bajon. Di wê çerxê
de,.Kirîminal weke kurm diherikî di taxa wan de,giha bû asteya herî
bilind, kesin ji wan bi nav û deng derketin bi navê mêranyê ..mêraniya
teþqelçiyê!......... zimanê kurdî bibû ye fermî di zindanê de, li
gel biryarên qedexkirnê..Ew
dem çû.Bi rastî jî, ew dema çû bê veger..Rêbîn û Rêdûro ji wan
kedkaran bûn. Nuha
motorên xwe bi rîbanên kurt ,rengê ala rengî dixemilînin.
Hema Diçûn û dihatin, ji xwe re li motorên xwe temaþe dikirin,
dilxweþ dibûn. Ser armê yan jî, ser depowa benzînê ,ya motorê hin
hevokên balkêþ dinivîsandin …xurt ne ajo yabo em li hêviya te
ne…..çavên nebaran stirî bikevnê de….xwedêyo sitar a te…xwedê te
biparêze yaro …xurt ne ajo yara te li hêviya te ye…canfîdayê te me
welato. Nuha
kes ji wan ne xuya ye di wê reþiyê de, ji bilî hin sawîran ko
xwaromaro xuyanî
dibûn ji þewqa lampên sikakan ..diyar
dibûn bi derbaskirna sikakê, ji rexek bo rexê din. Rûwên bi xezeb ,mad
tirþ,cemidî û bi tirs. Tenê dengê livandina zencîrê
wê bê dengiyê diqilaþt bi siwarvanekî cil pak, por þehkirî û
belavok di birîkê de, nîv xwiyakirî, piþt xûz dibû bi ajotna hedî
hedî.. Dengê
zîncîrê di wê reþiyê de bilin dibû. Rêbîn û xûþka wî
Îro, li ber pencerê çavdêriya rê dikirin. Rêdûro ser û
rûwê xwe bi desmal veþartibû ji çavan pêve, dîwar bi dîwar bi laþê
xwe yî ziraf û dirêj dalast, geh radiwestya bi hêviya kes wî nebîne…geh
bi lez gavên xurt davêt ,tu deng ne dibihîst ji terb-terba lêdana dilê
xwe pêve …..digihê ber
derîk , dû lêdan bi ser hevdu , piþtra lêdanek tenha dikute.
Rêbîn bi lez pikya derî vekir û bi lezgînî Rêdûro xiste hundir
…serê xwe derxist ji derve, rast
û çep nerî . Bi hêdîka derî asê kir.
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org