|
berdewamî
(4) Noka Kolanên bajar bi aramî ye û meydana þardariya wê bê
ronî ye,qefalîk tûj ji bakur ,ji paþ wan têlên zingargirtî dihat,qeþabûnek
ko damaran pûç dikir û mejî bê bîrîyê diherifand.. …bajar birîna
xwe derman dike û hêstirên çavan dihejmêre .Tenha biskelêtek hedî hedî
di sikakên aram de,dilivya û zing zinga zînçîrê ye,bajar behntenge, xwîn
gihayê pevla wî. Tirimpêlek
Landrover rawestiyaye li peþiya Saray(arasê)
ya mêwe
û tenha dikanek bi þewq û
ronîdare
,vekirî bû
.Çend
polisên
çekdar
li ber agir sekinî
bûn.Mirovekî
bi aliye wan nezîk
bû
ji wan pirsî ..rewþ arame?!!.bersiv
bi qerf jêre hat dan..hêmen
e
Ezbeniyê
min …bi ken berdewam kir.. razane wek pisîkê ji tirsa. Bê
dengîyek mînak jêre nîne xwe avetibû bajar û dengê zinçîrê hedî
hedî wê bê dengiye dicirîne .Pencerak
vekirî tu nabînî tev girtine ,dikanên bazarê tev girtine û ne pistek
heye ,ne ji dengê mirovan û
ne mûzîk ko
di xwaringehan de ta beyanî hebû.. bajar bê jiyane ,bê hêze ji tirsa ko
ji her alî ve diyare .lê ajotvanê biskeletê
hîn berdewam dike bi ajotnê û ji niþkave teqîn ,dengê fîþekan
bi xurtî ji her alî ve dihat,teqinê milotof ,tirmpêlên hezên ewlîkarî
di nav agir dihelin.Dezgehên fermî perpat bibûn bi þewtandin ,bûyer wek
birûskê giha destbirakên bajar.peykerê Serokê
welat ko rûniþtvanan bê qidûm hiþtibû rûxandin... ti hevî
nema bû pêþiya wan ciwanan ji serhildanê pêve.. û welê çebû.Bajarê
razayî bû, wek hesep har u berday ser pê rawestiya..deng û qirîna navan
..teqîn û gulebaran ta ber bi berbangê . Roja
din di sikakan de tijî xwendevan,karker.pîremêr,jin û zarokan…rê
dagirtî bi jîndewariya deng û qerîn cewanên bi renge kes ,sor û zer,
li ser rûwê her kesî ji wan neqiþkirî bû .Polis li belavokan digerin
û hin Êlên Ereb bi çekên hikumetê li hawîdora meþê toqkirin…bajar
xwe amde dike ko xatir ji pekrawanan xwe bixwaze.pir belavok di sikak û ser dîwaran... lozing ji zengeloka bi hêrs ,alên welat di destê
hin ciwanan de.Li peþiya meþê Siwarvanê biskilête bi desmalek rêþ
,fireh ser nivîsî bû bi xezên sipî …noka em çareserî dixwazin û dews þopiya
navnetewî betê kirin bo ve rûdanê. bajar
36 pekrewanên xwe yî leheng bi rêdike ko xwedî xwenan bûn,ko hin tama
þîr ji dev wan dihat,jiyanê kule xwe avêtibû ser milên wan,ti tam ne
ji zaroktî û ne jî ,ji ciwanya xwe ne kiribûn.Wan perkrewanan zingela
serhildanê ji xûþk û bira,heval û dostan re lêdixistin.Meþ bi aliye
mezel wek kerwanek meþiya .Çavên Rêbîn bi rûwê þopger ket ko bi ber
Saraye ve de diçû,li Rêdûro meyzand û gote: ez tem…Rêdûro hewlda
destên wî bigre lê bê sûd bû ..di nav xwepeþandêran hunda bû,ji meþê
dûrket ,welê bi lez dikir bê ka bi kude diçe
ew þopger.
Dan
bibû nîvro... bajar bi jîn bû hebek, bazara mêwe û þinkahî jîndewar
bibû,ev bajarê teng bi totîkên tirmpêlan ,qîrina firoþkaran,teqreqa
dikanê sopeçiyan ko li sikaka hember þaredariya bajar belîkirî bû. Di
Qehwe xane û xwaringehan de tijî qelablix bibû..Di wê bazarê de ku navê
we hin dikirin Arase(saray), hin ji dikanê penîr ,hêkan ,nivîþ û mast
difrotin.Rêbîn çend demjimêran bi laþê celeng wê tirimpêla landlover
çavdêr dikir ko þopger û hin ji endamê hezên ewlîkariya wî pere bûn.Rêbîn
çavê xwe xiste çavên wî çaxe
xwe amade dikir derbasî pîkabe bibe,rûk cemidî û xav,her Rêbînê
celeng nezîkî wî dibe û gule berdide laþê wî.Çerçûrek bi temamî
berdayê, gulebaran bi ser wî berdida û dikeniya.. dikenya ,dihat ber çavên
wî ew dîmenên zîndanê û hawara dikir … min ne got te,tu ji me
nafilitî,ev bajarê berxwedane ye.Gurmîn ji ketina tirmê þopger ye wek
bertalþekî ser qadê hate xwar,qada ko gemarkir bû bi tecawizên ne
mirovane. Qerebalixek
mezin çebû ,kes nema û ne reviya bi berdana guleyan ji hêza ewlîkariya
Þopger .Qada wê Sarayê(Arasê)
tevlîhev bibû ser qada wê sendoqên fikeh belawela bibû.Rîbîn dest bi
bazdanê kir,direviya nav xelqê de û hino hino xwe diveþart di
sikakan de.Bazdida ji hemû hêza xwe ,di zaBoqan de û bi ser xaniyan de
bazidida ta xwe dît li ber deriyê mezel ko ciwan derdiketin jê bi wêyên
pekrawanan û qirîn: þehîd na mirin .. Rêdûro li
pêþiya wan e. Rawestya
bo behna xwe veke , xwe daqol kirbû bi herdu destên xwe ,cokên xwe
girtibû . Benhnek dirêj berda ,çawa serê xwe rakir
herdu çavên wî bi ala rengîn ket ko bi destê Rêdûro de bû.Keniya
û bi þadî bazda bi aliye biraderê xwe……çawa bazdida û herdû
destên xwe vedikir bo Rêdûro hembêzke ….segman (qenas) gulek berdayê
û li dilî wî ket ji paþve…terpilî û bi ser Rêdûro ve deket. .
behna wî bi zorê derdiket li biraderê xwe nerî û gote:
ev tekoþîn ko em dikin bo jiyanek nû û cûda ye…..bo her kesî
ye……bi azadî û aþtî bijinRondkên germ ji Çavên Rêdûro barya
dema Rêbîn bi aliye ezman de difirya û perdak sipî hat ber
Çavên wî.Ciwanan bi hêrs
eriþkirin ser polisan bi keviran hêrstir bibûn ..ew kevirên ko hêviya
ciwanên me bûn, rojekê bi çî bê..di wê rojede
gel kom bi kom ji bakur
û baþûr,ji rojava ,rojhilatê bajar civya bûn….bajarê ko serguh hatibû
avetin.. îro çeng derbasî wî dibe û ew ne amade bû bo vî þerî.
DAWÎ
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org