Ji êþê re hazar reng heye, û xwedî

Rûwên cuda ye, wek bahoz, firok û çîçêkan e…

Yilmaz Guney

 

                                                                                    GOÞIYÊN BIRÎNÊ
 
 
Her ko lêkera fermanî “wî bikûjin ” dibihîst, lêdana dilê wî xurtir û bi hêztir lêdida. Bazdanek bi hemû hêza xwe bazdida. Bakî porê wî, wek geziyên genim  tarûmar  tevlihev dixist, bi her alî ve. Hema dengek dihatê…wî bigrin…bikûjin ..direviya,jiyan pê þêrîn dibû  tevlî ko wî ji bêhna nêrgizê bê par hiþtibû. Direviya xwe dida alîyek ji fîþekan ko ji her alî derdiket .Ji paþ qurzîkên sikakan û ji ser xeniyan. Bazdana lezokî dikir û bi xwe re di axift Rêbîn : gelo ez ê bighem wan deku mizgînî bidim wan…. ji fîþekan  hewl dida xwe biparêze û direvya.. .. lê bi kuda  bazdida? .Nizanî bû….ev bi her mirovî re çedibe, gava jiyan dikeve tehlûkê de. Dîtina  ko xwe dît, li ber mezel bû.
 
 Kerwanê  ciwanan ji mezel derdiketin, li ber derî rawestya  bo bêhna xwe veke , xwe daqol kirbû bi herdu destên xwe, çokên xwe girtibû. Bêhnek dirêj berda ,çawa serê xwe rakir  herdu çavên wî bi ala rengîn ket ko di destê Rêdûro de bû. Keniya û bi þadî bi aliye biraderê xwe ve bazda ……çawa bazdida û herdû destên xwe vekirî, bo Rêdûro hembêzke ….gulek li dilê wî dikeve ji paþve….diterpile û bi rû ve dikeve ser laþê hevalê xwe. Ji destê hogirê xwe radihiþt alê û  destên Rêdûro di bin çengên wî  de mabûn,ko dikir bigirîya….hewlda xwe, þipya bimîne lê hêz pêve nema bû…………………  bê hemdî xwe ket nav rêwîtiya jiyana xwede.
 
Dibêjin ko gava mirov li ber mirinê be ,jiyana wî tev wek filmekî li ber çavên wî derbas dibe û esta jî, welê bi serê Rêbîn tê.
Dîmenên zaroktî mîna birûskê  ji qonaxên cûre cûr pêþiya çavên wî derbas dibin.Ta vê kêlîke ko 12  e avdarê bû………… 
Gava ko birayê biçûk serî hilda.Ko jiyana xwe tevî, kir bû pepûk bo birayên xweyî mezin .
Rûdan bi rengekî zu çêbû. Di vê rojê de,danê nîvro di lîstgehê de (stadyona gogê) , berî  lîstik destpê bike.... rûda .Qêrîn :bimre Barzanî…….bimre Talabanî…kevir ,lêdan… …êrîþkirdin … bimre Barzanî…bimre Talabanî.  Kêrên jehrkirî di laþê ciwanên nûgihiþtî  yên bajarê evînê de diçikandin, wan nivþên pan Arabîzmê .Her þerpînîk ji çikandin kêrê, di zikê ciawnekî de dihat,gulek sor diket ser qadê,berdaxek av  di ji xwe ve dipeqiya bi deng û henasên çikyayî ayyyy…ax yade..ayy .
 
 
Pevçûn..gazîn û girîn ,kes ji wan qêrînan  tê nedigihîþt….þerê kevir barya  bi ser zarokan!!.. Ev çi nefrete?ji xwe dipirsî Rêbîn û berdewam dikir weku bi xwere di axift...Bawer dikim ticarî wek vê nefreta qirêj û dîn ser vî bajarî derbas ne bûye,ti mirov hewqas nifret  bi xwe re hilnagire…. tenha Hirç !.!
Ziq li rûwê wan temaþe dikir,nemaze gava orîn dikirin.Cênîkên wî li hevdiketin .
Nifret û qirîna Hirçan  ji  nav,hêvî û xwenên teyî kurdî …ko qebol nakin tu ne li gorî sîka wan bî.Pêlên  hirç ê bereday…tu dibe nuha ji þikeftan derketine, welê êrîþkirin !. ma welê êrîþkirin haho !! haho !! ta  ko  wan ciwanan di qorzîyek de, asyê kirin…. kevir barannn …wek zîpik dibarya û domdikir,her ciwanek bo yê din biparêz e, bi laþê xwe ,wan dinixûmand…qêrîn: bimre Barzanî ….bimre Talabanî  ji vir derên ! ...ciwanên bajar bibûn komek ji laþ wek girek bi  temamî… girek ji laþên mirovan ko her yekî xewnên wî hebû .
 
Di vê kêklîkê de ,yekî hate bîra wî ,ko ji  bîrkir  bû xatir  ji yara xwe bixwaze,û yekî  dî ,bi malbat û zarokên xwe  ve raman dibû .Ko kî wan bi nanke piþtî mirina wî. Di vê êrîþa ne wekhev de….yekî li benda bû ko xwendina xwe biqedîne û ye din tenekak ronê serxetê bibe malê,ti guneh nekir bûn ,tenê hatibûn piþtgirtiya tîma bajarê xwe bikin…ji xwe zarkokan êdî negihan ramyar bibin û bêjen xwedêyo em bûhara jînê ne,derî li me negre .Êdî  di nav bêdengiyê mabûn û di bextê xwedê de.Wan bejnên nazik û lihevhatî  ser hevdu siwar bibûn ji tirsê, tirsa ko ji niþkeva  hate holê.
 
Rêbîn ko di nav ciwanan de bû, tim ,ji çaxa xwe dîtiyê, diramya di nava xwede , hin pirs dipirsî.Û noka jî ,eynî pirs xwe davêtin mejiyê wî .                                  
 Bo çi tim em zarokên  têkçûne ne?kî guneh kare? Bapîrên me ?!. ko ne wek bapîrên din  bûn, yên ko mijûl dibûn ,bê ka çi pêþerojê li pêþya nevyên(torinin)  wan e?. Ko meraqa wan ne em bûn ?!..ko hej hev ne dikirin?.ev pirsan  di  vê kêlîkê de, di serê wî de, xweþ berz dibûn bi dilekî hesretkêþ .
 
 ..Gulebaran !  gulebaran ! bi her alî berdin  wan ! … bi hêrs Kabul Serokê Parêzgehê vê biryarê da polîsan.Navê wî ket nava rûpelên dîroka qirkirina bajarê êvînê.Kevir ,kêr lêdan , û nuha gulebaran .Qêrîn hîn bi hêztir bû bimre Barzanî…….bimre Talabanî…….
Panîkek mezin belav bû,li wî , kî xwe azad bike,bi her alî direvyan.Hin direvyan bi aliyê derî ko asê kiribûn û hin jî ,di reva xwe de, diterpilîn bi rû ve ser xakê werdibûn.Destek nêzîk dibû û gulek di serî de berdida.Pir kes hatin pêlkirin di bin pêyan, 3 zarok fetisîn û ev bûyer wek birûskê belav bû nav rûniþtvanên bajar de ,hin jî, dilê wan sekinî .Panîkek ko hiþt her kes bêje  ha bi xwedê dibe kurê min, yek ji wan zarokan be….bajar bikya ,hin dayên ceger þewitî bi hilkirina pore sere xwe û sewtan ser rûwên xwe dixisin bi hewara xwedê de.
 Di nav wê panîkê de,pir deng bilind dibûn … qêrîn ,hewar û ji niþkeva ji girê laþan dengê sirûdek bi xurtî bilind bû,li beramberî wan gule,kevir û kêran.
 
 Rengê ezmanê bajar  har bû bi mijên  pir reng, birûsk dipeqyan û dipejiqîyan ,ew sirûd li bajar tevî belav bû .Wek tîrejên rokê ku ronîya wê di cih de, xwe diyar dike,zengelokên tî , þevên  girtî û perda newêrbûnê ji holê rakir.Ew sirûd bi yek dengî derket  ji karker  , karmend,cotkar ,mamosta û ji çêlîkên me ………niþteciyên bajar tev bi gurmînek xurt ji hinava xwe her kesî derdixist,bi mesajan yek ji yê din re peyva serlhildane diþand .Salên xûz, wan bê hêvî di paþla çerxê de  girtî hiþtibûn , peþkek ronahî xwe avêt ser çav û rûwên wan.Her kes berê xwe da jêdera sirûdê,bi taybetî gava bûyer di nav wan de belav bibû.Herdu rex ketin nav hev de.
Qêrîn û antîqêrîn destpê bû.Bimre Barzanî…bimre Talabanî,..bijî Barzanî,bijî Talabanî..Bi can bi xwîn em bi terene hey serok Barzanî .
 
Hirç bihtir harûdîn dibûn :bimre Barzanî ..bimrê Talabanî..LA ÎLAHA ÎLE ALAHA WA KURDISTAN ADÛWA A LAH..Qêrîn :bijî Sadam…bijî Sedam!  wêrana kevir û gule her didomandin, nêzîk dibûn bi çav sorî bi aliyên Rêbîn û Rêdûro ko di nav camewer de bûn, þipya ,sêng vekirî bi qêrîn sirûd a niþtîmanî bi dengên xwe hildidan . Bi du tilyên ko tîpa V nîþan didan û bi gurmînyek bilind  digotin : kes ne bêje kurd mirin…kurd jîn dibin .
 
 Bi bihntengî Rêdûro axift û bi herdu destan  tîpa V hema bilindtir  hildida û bi rû zîvirî  bi aliyê Rêbîn ve, ji xwe bawer axift :  min ji tere ne got ko îro tiþtekî ne normal biqewime. Evan ji spêde di nav bajar de, digeryan û çavsorî li gelê me dikirin,gerek vaya me bida ber çavên xwe…hebek axaftina xwe rawestand û berdewam kir ..wek her car em tên xapandin mixabin!.em tên lîstika neyaran. Rêbîn her sirûdê bi dil germî didomand. Hest dibû  ko baskên wî hene , bi vê sirûdê re difirya .Hest dibû ko vê sibehê , pencera jiyanê ji niþkeva vedike,pencera ko asê kirî bû.. ko felekê  asê jibîrkir bû,û wî ferî tarîtyê kir û wî welê hishtibû .Jiyan mora xwe bi tamek tenê hiþtibû di  canê wî de, bi rengekî    rojane.
Hêviya Rêbîn ew bû ko ev pijqandina ronahiyê …vebûna  pencerê û pêre  bakî hênik di  dilê wî de, avdan bide…. ew ê reþatî  bi temamî bê daqurtandin .
 
 Pevcûn mezintir û firehtir dibû bi kêran û daran .Ser û rûwên ciwanan bi xwîn bibû ,polisên li wira amade bibûn ti liv nekirin,…………………………………
 
 
                                                                       
Tenê xortan nîþan dikirin weku li nêcîrê bin û bi guleyan wan radixistin ser xweliya bav û kalan ya pîroz , yeko  yeko  li gor giringî û pêwîstya wî kesî .Bi  çeplên Rêbîn û Rêdûro girtin û çend xortên dî, wan xistin pîkaba landlover ya hêzên ewlîkariyê .Wan tiliyên zêrîn ko tîpa V dixistin çavên simkaran de ,ti çare di destên wan nema ,jibilî ko heybeta dewletê vegerînin bi îskence û kûþtin ji  ber welê pir ciawan pekrawan bûbûn …. bajar biryar da ko sibe pekrawanên   xwe veþêre .
 
Dûmahî heye…..
 
 
 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org