HEMWELATÎ NE KERÎ YE !           

 Bêkes Têlo

 

 

Asta herî bilind bi cihekirina demokrasiyê azadiya livandin û tevgera nerîn û helwestê ye, mikanîzma demokratizmê tê livandin û bi karanîn gava hemwelatî baþ agahdar be bi rûdan û bûyerên ramiyarî, aborî û çandî li welat ku diqewimin. Di çaxe hilbijartinan de bi pêþberiya namzetan dema goftugo dikin û pêþneyarîya proje, programên ramiyarî û aborî bo çareserkirina pirsgirêkên heyî li welat ku pêþkêþî hemwelatiyan dikin ku agahdar bin  bo beryara  dengê xwe bidin di dengdanê de. Gava ev nebe! Çawa hemwelatî agahdar be û zanibe helwesta rast bigre bo dengdanê, nexwe wek mirov dikeve di helwestekî pasîv de ji hilbijartinan û ev wêne li ser komara Sûrî xweþ diyar dibe çi di hilbijartinên nûnerên gel û çi jî hilbijartinên serok komariyê de. Bê guman hin sedmên cûda hene ku di van hilbijatrtinên dawî de, hemwelatiye Sûrî hefqas pasîv bûn û ev bingeha wê heye ji dema hatina deshelata partiya Bas(piþkivîn).

 

Rêvebirina Welatekî  wek Sûrî ku welatê herî zengîne di nav dewletên Ereb de ketiye rewþekî pir belangaz û weran kirî bi saya vê rêveberya Bas ku bihtirî çil sal  desthelat dagîrkiriye bi þêweye êrîþek leþkerî  û ne yasayî. Bi destekî ji pola welat bi rêvedibin rewþa awerte ji roja yekem ji hatina wan ta niha li vî welatî ye, nebûna yasaya partiyan û azadiya ragahandinê, nebûna dadmendiya bêlayane û bi pêlkirina mafe mirov û piþitgiritina hezên terorê  li Iraqê û lobnanê, tê tawan barkirin û ji xwe rewþa rojavaye Kurdistanê barbatkirî maye çi ji aliye aborî û çi jî aliye ramiyarî tek ziman, tek netew, bicihkirina malbatên Ereb þûna warê kurdan, guharîna navên þar û gundên kurdan, kiþandina nasnamê ji 400 hezar malbatên belangaz ji sala 1962 ku ta îro di rewþekî ne mirovahî de dijîn..bê karî, bê xwendin …bi destên hezên awlekarî partiyên me perçe-perçe kirin, wan bê hez hiþtine ji aliyê ramiyarî û ev daxwaz neyarên kurdan tev eve. Axaftin na qadê ser werankirin ku desthelata Sûrî kir û dike ser gelê Sûrî tevî. Lê mebseta min ji vê gotraê ew ê ku gotara sundxwarina duwem ya serokkomara sûrî berî çend rojan  ku pirsgirêka kurd wek xak û gel xiste warê wergirtina nasnama vê dewletê tevlî ku carek di hevpeyvîna xwede di kanala Al JAZEERA de, ragihandibû ku kurd netewek serekîye li Sûrî û vaya li gorî pir kesan te wateya ku ev rêjîm ti hêvî jê nemayê, lê ya herî xemgîn ew ê ku tevgera ramiyarî þermezariya xwe tenha bi belavokan qedandiyê, tekoþîna xwe hîn bi þêweyên Kevin dimeþîne, ya rastir û baþtir ku konferansekî rojnamavanî li darxistiba û bangawazya destgehên cihanê bikirba û bi taybetî koma milatan ku di bendên wêde xweþ diyare parastina gelan ku xalekî pir girîng e ser guh tê avetin, ez bawerim hîn jî ne derenge û ev bangawaziya xwe wek hemwelatîyek dikim ji ramiyarên me bi gavekî nûdemî bilivin, meþ li sikakên paytexta Sûrî lidarxin deku pirsa xak û gel eþkere û raste rast niþan be bo gelê Sûrî û cihanê..gotara Ased sêlek û gûlek di rûwe ramiyarên me teva de bû, þerme bo me hemwelatî ne kerî ne. Li hêviya  sêlek xurt ku gelê me bide ALKABONE ye sûrî.

 

Bêkes Têlo

25.07.2007

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org