|
HELBIJARTINA
SEROKATIYA TURKI Bêkes
Têllo Em
tev dizanin zortirîn kêþe li ber
Turkiyê nasnama wê ye. Gelo
rojhilatiye an rojavaiye? Li
gel du pirsên din wek pirsgirêka gelê kurd û Kurdistan û ya sisiya jî,
hêzên islamî ne. Ev hêzane(islamî) hate diyarkirin di sala1974 –e
dema Turkiye Qubrus dagirkir,hevbendiyek nabera wan û B.Ajawîd hate
morkirin û hukometek ava bû bi seroktiya Acawîd . Wê çaxê navê Najmedîn
Arbakan hate xwîyakirin ku bavhavilê serokwezîrê nuha ye. Bi T.çelere
sala 1996-1997 partiya wî hevbenîik danî û bû serokwezîr ,dewleta veþartî
bi zext û fen û fûta wî ji srokwezîrtiyê avêt. Çimkî bi eþkere dîjberya
xwe dijî kamalîzme radighand . Berî
8 salan wek van çaxan serok wezîrê Turkî
yê nuha R.Ardogan di zindanê de bû. Bi tewanbariya ‘’
probaganda zikreþiya olî’’.
Pir kesan zû wî ji ser guh avêtin, ku nema kare bibe moxtarê gundê xwe.
Lê berzbûna navê wî di 27’ê Gulanê sala 1999’an de bû. Dema hate
girtin, li gor xala 312 ji destûra komara Atatork, bi çar salan zindan. Ev
bûyer nebû asteng bo beþdarbûna wî ji hilbijartinên
2002’an re. Di rojên pêþ de kêsek mezin li pêþiya çavdêrên ramyarî
vedibe,ka çawa mîkanizma nûjen ji fen û fotê dewleta veþartî (derin
devlet) karbike li Turkiyê. Perlemana
Turkî li hev kom dibe di 16’ê vê mehê de ji bo hilbijartina serokê
welat bo 7 salan. û di 15’ê
mehê de dem diqede ji bo pêþniyara navan, ji bo vî cihê herî bilin di
dewletê de. Çavdêrên ramyarî dubeþî nav wan de heye, ku ta kîjan
qonaxê Ardogan karê xwe li hember sîstema kamalî
û çina teknokrat bigre da ku bi serkeve û bibe serok. Bêgûman
her hilbijartin nêzîk dibin kampaniya dijatiya wî û partiya wî xwirttir
dibe û ser hêzên islamî bi giþtî. Li
gor yasaye ti asteng nîne li pêþiya wî. Ji ber ku partiya wî bi piranî
runiþtokên perlemanê digrin.Lê ji aliyê ramyarî dijberîk xwirt ji leþker
û desthilatara dadî û partiya gel ku bi xwe dijbere heye. Li dij wî doz
vebûye bi tewana ku wî di dema serokatiya belediya Istenbolê dikir peyva
, birêz Ocelan, bi kar anîbû ve dawîye hate ragihandin kû jê azad bûye,lê
ta kîjan qonaxê zaxta li ser
wî raweste ,nediyare. Ev
diyar dike ta çiqasî sistem karê zextê bike. Çaxê inqilaban ji
destê leþkeran çûye,bê vegere. Ne Ewropa
û ne jî Amerika tiþtekî
husa dadiqurtîne. û heger bû, wê Turkî vegere 10 salan bi paþ de. R.
Adogan di nav vê gengeþeyê de ye û hîn dev ji xwe naqere her demekê ew
dê qêjîn û þermezarya xwe li hember
YE (Yekîtiya Ewropa) diyarke ku nerîna xwe gerek zelal bike bo dawîhatina
qabolkirina Turkî bo endamtiya
Ewropa û yan
jî‘’ tu sedem tune ku dem û peran hundakin bo vê endamtiyê’’.
Ev meteloka gelêrî tîne bîra me ‘’ diz qêjînê dike da ku xwediyê
malê bitirse’’. Tewanbarkirina YE ku klupek xaçepereste, bingeha
nexwestina Turkî di nav perlemana xwe
de car caran agahdikir. Ardogan
baþ dizane ku sedem çi ne û zehmetiyên Tûrkî çi ne ku darnexistina
giftûgo û vekirina belgeyên dan û stendinê bi Turkiyê re ji aliyê YE
ve. Zane çima YE dudil e ji alî Turkiyê
ve. Dibe hin endam karêkatêrê
wê yê islamî dabin ber çavê xwe. Lê ya herî girin ew e ku dîktatoriya
dewletê ber çav e, desthilatdarya leþkeran. Van zirtan tev bawerîk dan rêbêrn
Ewropî ku Turkî bi vî þeweyê
desthilatiyê dûrî normên
Ewropa ye. Divê Ardogan ji bo Ewropiyan diyar bike ku Turkî dewletek
demokratiye li gor normên rojava, ne wek normên islamê, û bi
dûrketina ji þeweyên totalîtarya leþkerî. Lewre gerek ew riyalîtê
bibîne û astengên ku nahêlin Turkî bibe endam
ji holê rake û derbasî YE bibe. Bela Turkiye bizanibe,
û kêlîkekê jî raman
nebe, ku ewê bi rêya çavsoriyê û zirtan yan bi alîkariya DYA(Dewletên
Yekbûyî yên Amerîkayê) karibe rêke xwe bibîne di YE de.
Ew bi wilo þaþîtiyek mezin dike. Ji ber derbasbûna wê, ewê bi
dengdana ji aliyê gelên YE tevan be, û wê çaxê ewê binalê ji NA. Çimkî
laþek biyanî ye ji laþê Ewropî! lewre ji Ardogan tê xwestin razîkirina
gelê Yekîtiya Ewropayê û ji bo vê razîkirinê
pêwîste wan normên Ewropî pêk
bîne. Naskirina gelê kurd di
destûra Turkî de û Kurd xwe bi xwe herêma Kurdistanê birêve bibin. Û
wisa heger Turkiye ne hat qebûlkirin di YE de, wê çaxê çiya
mafdare bike qêrîn. Li gor ragihandina rojnama Azadiya welat ku nûnerên
partiyên ramyarî û saziyên kurd aloziya derbarê hilbijartina
serok-komariyê de, bê wate dibînin. Berdevkê koma aþtiyê Seydî Firat
Gurbuz,serokê forma demokrasiya kurd Ferîdon Yazar û serokê partiya
demokasiya tevkar Sherfedîn Elçî ramanên xwe diyarkirin bi kurtî
di van xalan de: 1-Netwperesta
çankayayê wekî kelha ne çareserîye dibînin. 2-serok-komar
mirovek demokrat û aþtîxwaz be dakû pirsgirêka kurd çareser bike. Ji
xwe zirtên R.Ardogan yên dawî, bo ragihandina serok birêz Barzanî di kanala Al Arabyê de,bi texmîna min bo
hebek dijberên xwe xemsarkê.nexasima
ku hêzên dijberê wî îro
14’ê mehê meþ û protesto dijî namzediya wî bo serok-komariyê li
Anqere li dardixe. Li vira mirov dipirse, gelo ramiyarî bi zirt û xwînsoriyê
ye? Bi wilo tê bigihê armanca xwe birêz T.R.Arogan?.hhh Ji Sadam bipirse.
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org