Lava

Bêkes Têllo

 

Xwîna  xwe  dikim helbest

Peyv bi peyv …..diherikînim

Bo navê te ser dil nîgarkim

         

Têkevim  konê dilê te

Ta kefenê min bê

Pey  deryan û stêrkan ketim

Li pey ava baranê

Digeriyam li bihna te.

Nav tîrêjên rokê

Li sîka te digerim

Bi tere ….mûmika min

Jibîr dikim ez cîhan

Sûndixum ji tere

Jiyanê tevî hej te kim

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org