LEYLA ZANA Û DTP BI ÞERVANÎ TÊN

 

Bêkes Têlo

 

Di nabera me û roja hilbijartina nûnerên gel li Turkiye 22.07.2007 du heftiyan mane û rewþ wek xwe maye ji aliye leþkeran ku hewl dide bandorek ser pêveçuna hilbijartina bike nabera kemalistan û islamiyan.

Di ve rewþe de,endamên DTP xwestin keysê bigrin ji destora welat bo derbasî perloman bibin wek namzetên serbixwe deku wê sitmkariye li ser mile gele kurd rakin. Li gor desturê her partîk ramyarî bo bikeve perlomane pêwistî bi 10% bîne dengan ser asta welat tevî lê ev ser namzetên serbixe nameþe ji wan te xwestin ne ser asta Turkiye lê ser asta heremî û ev bê guman pir asane bo kurdan.

Di hilbijartinên 2002 DTP di hin hereman de li dor 45% wergirt lê tevlî hilo û ne yek nûner gihand perlomane bi wergirtina 6,2% ser asta Turkiye. Bêguman diyare ji her mirovî bo ci hate danîn ev 10% û di ancame de meydan ji AKP û CHP re ma di van hilbijartinan de.

 

 Li gorî texmînên DTP ye serta ewê ji 40 ta 50 rûnîþtok wergire di perlomanê de, û tê diyarkirin ku rolek pir giring li hêviye yê di avakirina hukometek hevpendî bi AKP re, ji berku AKP bi tenha nikare  tevlî ku çavderên statîk ku nerina giþtî diþopine diyardikin ku ewê yekemîn rêz be di hilbijartina lê bê ku karibe bi tenha xwe hukometek sazke. Xweþ tê dîtin ku rolek mezin û girin dikeve ser mile kurdan bo rolek bilîzin di pêþketinên ramiyarî li Turkiye de. Û li gor rojnamên Turkiye ku AKP bi diqet çalakiyên DTP diþopine û niþand dide bo hevkarî pêre bike, hin tîrên partiyên din hatên avetên bi aliye Ardogan ku hevkarî bi terorîstan dike û vaya heþt ragihandinek bide ku ew nezîk DTP nabe. Diyare di van hilbijatina de ewê xarîta partiyên ramiyarî bête guhertin li Turkiye de, ji xwe hezên dijber hewl didin ji ancamên 2002  bi ci haway be xwe jê bipareze û bihtir dengan wergire bi têklidanên bi partiyên orte de û bi rastî kes nikare texmin ke bi ancuman cawabe lê ya mirov jê bawere ku 23 ve mehe  meydana ramyarî li Turkiye ne wek ya bere be, bê guman.Partiya ku li pêþbe AKP ye li gorî destgeha Raymond James piþtî beryara ku 17% yên ta niha beryar nedane ewê denge xwe bidne ke, 307 rûniþtok werbigre ji 500 .ev te wetaya ku 54 runiþtok wanda dike ji ancumana 2002 û dibeje surpriza herî mezin  namzetên serbixwene ku berê 9 endam bûn lê niha 40 rûniþtokin û tev yên DTP ne.Lê statîka rojnamên Turkî ku bi reya GENAR pekhatiye dibêje:

AKP 40,9%

CHP 22,1%

MHP 10,8%

Serbixwe 7,2%

Wek tê zanin jina kurd ya qehraman Leyla Zana bibû nûnerê gel di perlomane de sala 1991 û ji ber axaftina wê bi zimane bav û kalan hate girtin bi 15 sal zindan ew û hevalên xwe ,wan ji deriyê perlomane avetin  û vaye ji deriyê paþ ew û hevalên xwe bikevin perloman  bi gotinek din wan ji deri avetin û noka ji pençere tên xebat û tekuþînek pir xort li pêþiya wane, karek bi displîn pêwiste bo gel ronîkin deku ne dengek vala bice û xebat xortir bibe bo ancamên ji vê texmîne bilintir be û bi taybetî ji MHP .Ji xwe bersiva ser pirsa bo erîþkirin ser Kurdistana baþur ancam ev bûn:

37,9% Na

33,8% Ere

16,1% Na, ne niha, 12,3% ne zane,

lê endamên MHP 59% Ere bû…. Vêga ji gelê me tê xwestin û ne dengek vala bice,her dengek hawarek ji zarokên Kurdistane ye bo azadiye …. serkeftin  gotinek pir þerîne lê ne asane.

 

Bêkes Têlo

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org