|
|
- MIROVÊ
NEPENDÎ
-
-
-
- Bêkes Têlo
-
-
-
-
- Heger
tu bi xwazî carek derbas be..! min li wan nerî û keniyam.Ew þeve
naye ji bîrkirin,
- Ji
niþkave du hevalên min xwestin jiyanek din bidin min gava ez li ber PC
rûniþtîbûm.
- Tê
jiyana kesekî din li xwekî,kesayetîk din bi afirinî û jiyanek nûh
destpêbikî di Paltalkê de,navekî hilbijêrî, celeb , bejnek,rû û
raman,tê bijî û têkevî rêwîtîk pir interesant de...
- kî
zane dibe di jiyanê de jî !mane ev xewna minî zaroktiyê
Ku bibim mirovekî nediyar. Tê
herî welatan û heval ,hogir ji xwere çêkî, fêrî zimanên
biyanî bibî……tiþtekî balkêþ e, lê bi tirs e, xwestekek paralêl
hino hino çêbû û bû rastîk. Ji
ber vê yekê axaftin gerek di nav me de bimîne hêjano..
-
- jiyana
jîndawarî ya rojane çawaye
gelo di vê girava paltalkê de? kerwanek ji jiyana rastî, ji ber
jiyana veþartî tê navek din lêkî…. Jiyanek ji xew rabûn, çixare,
qahwe, paltalk…..qahwe,çixare, razan û wisa dem tê kuþtin!! tevde
du gavin û jiyana te nema ew jiyan e.
-
- Min
ti carî merxasî ne dîtiye di xwe de ku ser jiyana kesên din binivîsînim,
ji ber ku pêwîste ez raportê ser jiyana xwe binivîsinîm…û bi her
asanî dibêjim min ne nivîsandiye, lê ezê hewl bidim ku bikevim
jiyana kesan bi saya jiyana nû ku nahêle kes min bibîne, miraqa pêþerojê,
eþ û evîna wan bi þopînim, çawa demê derbas dikin, bi çi hêviyê
radikevin, xwe çawa dibînin? ev tev bi saya dara niviþkirî ,mane
jiyanek nuh dane min.
- Tu
bixwazî çarek derbas be ! hevalê min got,bi qerfa ku ger derbas bim
nema jê derdikevim. Ez keniyam û min bersiv da: ezê derbas bim. Navek
û navnîþana jiyana nuh da
min …ez rabûm weku toza gemarî ji dawa xwe baqijkim, ji xwe bi daweþînim,û
ez carek din hember PC rûniþtim ,þevek afsane bû . Min xwest derbas
bibim vê jiyana nuh bo bizanibim jiyana mirovên din bê çawaye? Raman
û xwesteka wan ji jînê çiye? daku bo min zelal be. Min çixarak
vêxist û ez li hêviya
gemiya biçûk ya þîn mam, awirek avêt þûna nav û kodê, li hêviya
bilêtê mam….Ramanbûm
bi peyvên hevalên xwe,ku xwekirina jiyanak din interesante, lê weku
tu ser tehtekî bilind be, livek çewt
tu av û av çû!.
-
- Wow….ev
lîstik bi dilê min e !! lê berî tu derbas bî , pêwiste tu navekî
li xwekê û li wira nav pirin û her
navek jiyanek wî heye ,yek li hêvîmayinê ye,yekî li rûwê
xwe digere û ye din li sîka xwe w.d…dibe ev niþana ku ewan kesan li
bextewariyê digerin! . Bawerdikim ne tenê ji min re…texmin dikim ji
were jî ,tiþtekî seyre û
bedew e tu bizanî ka mirov çawa jiyana xwe bi rêxistin dike û çawa
ji her kêlîkekê bercewendî digre,yan
gava bihnteng dibe ewê çi birayarê bide , gelo ewe muzîke
guhdar be an jihera wê behntengiye li dora xwe valake?û min destpêkir
jiyana nû li xwekir bo
ku karibim wek mirovekî nependî jiyana
beþdarvanên paltalke bijîm û bibînim,û bo min bête xwiyanîkirin
ka bê riya vê jîna palatalkê wê bighe ku? Lewra min nav diþopandin
wek Jîms Bond, ez ne dizkarê navan me lê dizê jiyana wan bûm ,kêlîkên
cegerî û xemsarî bijiîm bi wan re yên rojane, miraqa wan ser
minalakanî wan bo pêþerojê,hevgermiya yar û yare û wisa ez raman
dibûm. Min temaþekir bi derbasbûna min Sîk li hember min hat
diyarkirin eþa wê, ji kurdan bu.
-
-
- Kurd
derewcînin, bê bextin..Kurd bi dû rûnin…drama wê girane , carek
xortek telefonî wê kirye û gote ezê rehên destên xwe jêkim ku
yara xwe nebînim ,cane wê lerizî ji tirse rabû ev Sîka ha gazî wan
kir li welatê ku lê dimîne,û
hiþt herdu evîndaran hevdû bibînin, ev tev dibînim
ha bê ku kes min bibîne...naskirina wan li ser paltalk pêkhatibû…..
û jiyana çîroka gulek
din min dît, nuhatî bi heza xortanî dile xwe pêþkeþî evîndarê
xwekir…Beko awanek keç kopiya chata xwe bi xort re ku berê pêkhatibû, rêkir
bo wê gula nuh biþkivî, wê ji hêz xist û ma bi cina re
diaxive ji þokê(sademe),nexweþiya bêtora Eraban gihaye gyanê ne
zananên me,nîvîskarek mezin gotiye ku
qencî (fadîle ) ji zanîn
tê ….lê hema mijar be ser jiyana Sîke ..kurd derwcînin ,bi
dû rune.. ev drama ji jiyana ve girave ye…ji zaroktî hêviya min ew
bû ku dara nivîþte li min keve ,ku wergerim mirovekî ne dîtî û
vaya ez dikevim jiyana wan kesên
li paltalke,gava li hember pc rûdinên,ez wan û jiyana wan diþopînim,raman,axaftin
û miraqa wan ,semaya rûwe wan temaþe dikim gava chate dikin û
diaxivin,di wê kêlîke de ku kes wan na bîne ji min pêvê. Hewl dida
xwe jiyana wan kesan þîrovekim ,têbighîjim... nerîn
û þeweyî ku di axivin di kockan de û jiyana rastî
bibînim,gelo li hevdû dikin? Bûyerek
min dît ku beþdarvanek,
hunermendekî kurd
Fehed Belan bi navkir û got ku
dengê wî qalinde û bê hermonî ye,mono tonos(yek ting
ring),tenha stranên xwe bi
zore guhdarê kesan dike di kocka xwe de,û berdawamkir ... ji ber ku
mijarek ramyarî heye,Fehed keyse
digre û tenha stranên xwe pêþkêþî
beþdarvanan dike bi xwazin an na!…û gava vî hunermende kurd
je pirsî bo nerina wî ser
strana nuh bê çawaye?bi
cegerekî xort beþdarvan nerîna
xwe got ku ti hermonî nabera deng û muzika wî nîne,..haho
bê.. lome….be….min çi bihîst û dît..le di ve rewîtiya
ez nependî, min hin dîmen dît heþt ku matmayî bim
, kesek serxweþ dibû ji bextewariya þopandina jiyana
teybetî ya beþdarvanan,û ne tene jiyana kesan le bele jiyana
programan jî ,ku jiyana mirovan diþopîne,hopîyeke li ba wî ye
,jiyana kesan ya taybetî biþopîne,dem wisa derbas dike,her nav kîye
û ji kuye …bi kere chat dike,bi dirane yan bê dirane.Dîmenek din ku
min dît di
kocka bajarê bacanên sor ye evînê de, ser rola evînê diaxivîn,wê
hemþerî behna batîx û þebeþan digot evîn wek jehre …wek sîre,di
wê kêlîke de çavên wê
sor dibûn u bi madakî tirþ peyva xwe
bi dawîkir ...gelo kesek wisa heye li vê cihanê ku evîn
hefqas nizm dike?yekî dest xwe rakir û je pirskir û bersiv daye ku
ger evîn sîr ba berhmên Þekispîr tineba û Mem û Zîn ne dihat afirandin.,ji xwe admine vê kocke
kes nema û wan ne kir nivîskar yan hunermend tevlî ku xabata wî bi
serkeftinên bilind wergertîye, hin qûrmên heja tîne kockê ku bi
dil u can helbestên xwe dixwendin bi hevîk mezin bo pêþerojek ciwan
.Bele bi salane ev xewn bi dûv min debû gava bextawar bûma yan ji
xemgîn bûma ,lê mixabin hîn pêknehatyê .Û
xwestka vê xewne bi taybetî min matmaykirî dike,erîþî qehfe
min bi tevahî dike bo
naskirina mirovan çawa dijîn,ku bi wanre bijîm demên þad û
keder,gava deryên xwe digrin,bi wan re bikenim û û bigrîm.Her kes bi
þopînim di xanî ye wî de ,guhdarbim
axivtina wî bi dost,heval re,gelo
çi plan ji jiyana xwere
danî ye? Gelo di roje de çend derwan dike?û di berxwede bikenim çaxa
derwke li mirovên hawir dora xwe bike.Ti carî wek vê demê
ev xewna min ya ji
zaroktî ,wele xurt xwe ne
avêtîye hiþ û mejiyê min ,ez mijul dibûm çima ev xewn bi taybetî?dibe
ku ji hilfa bi nasim ….zanim kes hej wan kesên hilfnasyar(fadulî) li
ba wan heye nake,û ez jî wisa me ,lê çibikim
ne bi destên mine,bê vîna min e.Hêviya min
ew bû ku ev xewn pêk be ji zuvê ,bi rengekî niviþtî,deku bi
kevim civat û civînên leþkerên Tûrkan,plan û fen û fota wan
binasim,û bi lez bixistama destên
tekoþerên gele me,wan kesên jiyana gele me diparêzin deku tedbîrên
xwe bigrin.Ez biketima nivsîgeha serok komara Sûrî de Baþar al Asad
û di guhê wî bigota :bi ceger be
û beje ev hilbijartin saxteye ku 98%100 deng
bo namzeda bi tene binim û ji xwe pirske
gelo dîn nînin li vi welatî? Ku naçin dengdane...nexweþ
,sirgûnderan ,kesên di zindanan,hejmara wan tev nagihe 5%? ez je
xurtirim ewe bi ya min bike jiber ku ez ne dîtîme û her tiþtî
dizanim û dibînim û wisa bi kombuna û naskirina belgên
veþartî yên neyaran,xalên bê hez li ba wan ,gelê min keysa
azadiyê jêre nêzîk dibe û jiyana
xwe berdawamke bi serfirazî.Evînek
li ba min heye,ne wek hûn texmîn dikin........evînek bi
nale,zore…evîna welat e,bi dara nivîþke azadkim û bajare xwe
..bajarê evînê bikim wek Parîs e,hêviya min ma bi dara nivîþtê
ku em azad bin ,ma ta kengî taxên me
Anteriye,Biþeriye,Qadur bek,rojava,Westa bi yek bin? bo hêza
esman me xurt be.Û ez wisa raman dibûm destek hate ser milê min,hebek
min hejand û deng hate min carek din heger bi xwazî carek derbas
be!…min li wan nerî û keniyam...û di nava xwede min got,dem þûre
ger wî ne birînî,ewê te bibirîne.
-
- Bêkes
Têlo
- 030.05.2007
|
|
|