Bêkes Têlo 

                                                              NÎTSÞÊ ,FREUD,MARKS - 2

 

 

                               
 
 
                              
 
Û ji xwe pirs dikim : gelo nabe bê dîtin ku Marks,Nîtsþê û Ferud me bi þîrovegeriyê dagirkirin,ew þîrovegeriya hergav xwe berovaje dike ,li dora me an jî , bo me eynikan avakirin .Wêneyên têde weke em dibînin , ji mere þermezariyeke nejibîrkirî ye,û bi taybetî  ev e nêrgiziya me ya ku  îro pêktê?.
Di her hal de,min dixwest çend boçûn li dor vê babetê bêjim.Bi min welê diyare ku Marks,Freud û Nîtsþê hejmara kodan li Rojava zehf nekirin e .Tu wateyekî nû ne dane tiþtên berê ku bê wate bûn,ewan tenha xwezaya kod ê û awayê ku kod pê tê þîrovekirin, guhertin  .Pirsa yekem ku li vira dixwazim gotûbêj bikim : gelo raste Marks,Freud û Nîtsþê wisa bi kûrahî atmosfêra belavkirina kodan guhertin,ew atmosfêra ku kod têde dibe kod ?.
 
Di çerxa ku wê weke vegergeh min destnîþan kir bû,sedsala 16 -an ,kod bi hemojenî belavkirî bû,di atmosfêrekê de ku ew bi xwe hemojen bû di hemû aliyan de,kodên qad li ezman divegeriyan, wisa bi serkeftî jî,di cîhana bin qadê de .Kod dikaribûn bên sipartin ji mirov ber bi dewar ve,an jî,ji dewar bête rêkirin ber bi gîya  ve û berovajî.Ji destpêka sedsaliya 19 ve, bi destpêka Ferud,Marks û Nîtsþê kod di atmosfêreke pir neyeksane kindirî ji rexê kûrahî ve – ger kûrahiyê  ne  weke tiþtekî ji hundirîn bête têgîhiþtin, lê berovaje,weke ku ji jiderve be. Bi taybetî li vira li ser gotûbêja ne rawestyayî  ramandibim ya ku Nîtsþê bi rêvedibir ber bi îdêya kûrahiyê ve.Nîtsþê kûrahiya îdyalîzekirî û kûrahiya hiþyarî rexne dike .wê weke xapînoka fîlosofan radihgîne.Ev kûrahî hergav  weke lêgera hundirîn bo rastiyê dihat pêþkêþkirin .
 Lê Nîtsþê wê weke kûrahiya ji destçûn,xapînok û veþartî destnîþan dike.Lewra gava þîrovger kodên vê kûrahiyê lêger dike ji bo wan derxe rohniyê ,pêwîste dakeve xwarê bi rengekî ber bi jêr ve (vertîkal) û xûyanî bike ku ev kûrbûna hundirîn ,di rastiyê de ,û bi gelamperî ne ew tiþtê ku ji me re dibêje.Û bi vî awayî þîroveger pêwîste weke Nîtsþê dibêje : ,, bingehan baþ  bikole,,.
 
 Lê di rastiyê de,ev rêçika ber bi xwarê ve,tê derbaskirin,tenha bo vegerandina wê serû(setih) , ya dibiriqîne ku veþartî û temirîye.Bi wateya ger þîrovger û pêwîste bi kûrbûn di ,,kolandina,,xwe de, bi live ,êdî bi xwe tevgera þîrovegeriyê- weke hewldana ber bijor ve ye,û di bin xwe  de kûrahiya radayî dihêle, wired wired zehf dîtwer dibe.Niha kûrahî tê dîtin weke poxê serû be,û bi vî rengî,firîna laçîn û hilkiþbûna çiya û ev hemû vertîkalbûn giring in di ,,Zaradosta ,,de-bi peyvekî hûrbînî ev berovajebûna kûrahiyê ye û derxistina rastiyê ye,ku kûrahî weke lîstikeke,tawandinek ji tawandinên serû ye,û her cîhan bêtir kûr be, li ber meyzandinên me,hewqas dîtwer dibe û hemû kûrahiya mirov ne tiþtek e, ji  bilî lîstika zarokan pêve.
Pirsdikim, gelo nabe em berhevdan (muqarene) - tevlî cudahiya diyarkirî - bikin  di neqaba wargeha vê lîstika ku Nîtsþê bi têgeha kûrahî ye ve bi rêvedibe,û lîstika ku Marks bi têgeha,, kesixî,,(tefahet)bi rêvedibe.Ev têgeh li ba Marks pir giring e,di destpêka ,,sermeyan,, de ,  diyar dike ku pêdivî heye bikeve nav mij bo destnîþan bike ku tu sawîr û sûrprîz  nîne ji kûrahiya têgeha Burjiwa bo peran,sermeyan û bûhayê  re û di rastiyê de,hîç tiþtek li wira nîne ji ,, kesxbûn,, pêve.
Bê guman hêjayê gotinê ye,em warê þîrovegeriyê bi bîrbînin ,derhênana Ferud û ne tenê di tîpologiya wî de ya bi navûdeng ,,hiþ û bê hiþî,,,lê bingeh û displînên ku pêwîst in hiþyariya psîxanalîzkar birêve bibe,yên alîkar in pê re bo disþefrekirina galgalên nexweþvan di ,,zinçîr xeleka,, axaftbûyî de.Wisa jî hêjaye bi bîrbînin wargeh a madî ku li ba Ferud giring e ,ya bi bandorê li nexweþvan ber meyzandinên psîxanalîzkar .
 
Mijara duwem ku dixwazim pîþkêþî we bikim, her bi xala yekem ve girêdaye.Û destnîþan bikim ku ji destpêka Marks,Nîtsþê û Freud çalakiyên þîrovegerî bû karekî dawî jêre tune,naqed e.Ta di sedsaliya 16 de jî, þîrovegerî bi bê dawî bû,lê wê çaxê kod li hev vedigeriyan, tenha ji ber pêwendiyên mînahev(teþbîh) a bi sînorkirî.Ji destpêka sedsala 19 ve ,kod bi hev ve dihatin girêdan,bi zînçîr xelekeke bê dawî ,ne ji berku mînahev li vira bê sînor bû, lê ji ber li wira tim vekiriyeke û qolên ku nayên girtin hene.Ne qedandina þîrovegerî û mabûna wê dubare li ber çav derbaskirnê re ,û mayîna wê weke þîrovegeriyeke daliqandî,em li  ba her sisyan  Marks,Nîtsþê û Ferud  bi rengekî weke hev e dibîbin.
 
Raman ku dibêje þîrovegerî berî kod peyde dibe an jî, li pêþiyê ye,wisa  di xwe de,dide xûyanî  kirin ku kod  ne xwedî xwazaya hêsan an jî, naverokek dilpakiyê ye,weke di sedsala 16 an de,dihat lê nêrîn.Tenha ji sedsala 19 ve bi destpêka Marks, Nîtþsê û Ferud ,þîrovegerî dest ji dilpakiya xwe diqere, bi wateya tamirandin  bi rengekî mijkirî,weke rengek ji ne dilpakiyê tê bi cîkirin .
Kod- þîrovegerî ye,ku hewl dide hebûna xwe bi behanê bike û ne berovajî.Wisa ye karê peran li gor ,,rexneya ramyariya aborî ,,û bi taybetî pirtûka yekem ji ,,sermeyan ,,û bi vî þêwazî jî, symptom li ba Ferud tevdigere.Lê li ba Nîtsþê peyv û wekhevî  , tendûtûjî neqeba pakiyê û xirabiyê ye.
 Bi vî rengî kod ne tiþteke ji bilî rûçadir(maske) pêve ,bi wergirtina rêkiroxa nû – veþartina an temirandina þîrovegerî –kod naveroka hêsan ya xwe winda dike,naveroka nîþandêr bûyî.
Kûrahiya wê ya taybet vedibe,û di vê qolê de têgehên nerênî destpêk dikin ku bo têoriya kod beyanî ne.Wisa di atmosfêra kodê de , îhtimala îmakanên lîstika têgehên nîgatîv dertê holê ji dijberî û tendûtûjî.
Û di dawiyê de ,zirta dawî ji þîrovegeriyê : þîrovegerî ji ber bê çarebûnê, ta bê dawî xwe þîrove dike,tim li xwe vediger e .Bi vî awayî du encam hene :Ya yekem ,þîrovegerî pirsa ,,kî ? ,, radixîne,çimkî ne wate tê þîrovekirin lê ev pirs têkirin kî þîrovegrî bi karanî yê?.Ya giring di þîrovegeriyê de-þîroveger bi xwe ye,tu þîrovegerî nîn e bê þîroveger û dibe ev wateya ku Nîtsþê da peyva ,, psîxolojî,,.
Encama duwem ,dibêje ku þîrovegerî neçar e xwe ,bi xwe þîrove bike,nikare bireve ji vegera  xwe þîrovkirinê.Dema þîrovegerî giroverî ye ,cudaye ji dema kodan ya bi sînor e, tevlî ku dema gotûbêjê xêzekî ye (bi wataya xêzek panbûnê…wergêr).Dema þîrovegerî niçare careke din ji cihê derbas bûyî derbas bibe.Ji ber welê metirsînek tê holê– metisîna mirinê –êrîþî þîrovegerî ye dibe û bi xwe ev tiþtekî seyre ku ev êrîþ dibe ji aliye kodan .Bawerbûna bi hebûna kodan beriya þîrovegeriyê weke tiþtekî resen û rast be ,bo þîrovegerî  mirin e.Jiyan jêre berovajî ye,ku tenha þîrovegerî heye.Bi ya min gerek têgihiþtinek baþ hebe ,îro pir kes vê  jibîrdikin ku :þîrovegerî û sîmiyotîka dijmin in hev in yên mirinê ne.þîrovegeriya ku xwe dispêre sîmantîk hebûna kodan ya bê dawî mukir tê,xwe dûrî van pesnin þîrovegeriyê dike weke kelemçebûn,neqedandin û bê dawîbûn.Têde têrora wateyê diyare û guman bi ser ziman diçe.Li vira em baþ Marksîzm  têdigîþin û paþ Marks çi pê hat.Lê þîrovegerî berovajî ku xwe disperse xwe û di hundirê ziman çalakî dike û ji hev qutnabe tim bi hev girêdaye û li vir cuda dibe dehbebûn û zimanê baqij .Û li vir em Nîtsþê dibînin.
 
GOTÛBÊJ
……………...
BEM
Bi rastî we þîrovegerî  li ba Nîtsþê ku nayê rawestandin  baþ diyar kir,ji bilî vê jî,ravekirina,, cîhanê,, û ,,guheratina,,wê eynî tiþte li ba Nîtsþê,gelo li ba Marks  wisa ye?.Di deqekî navdar de,guhertina cîhanê û þîrovegeriya wê dijberî hev datîne.
FÛKO
Bi rastî ez li hêviyê bûm ser vê derbirînê dijberiya hin bibînim  bo vê hevokê,ger we bala xwe dayê be, Marks di pirtûka ,, aboriya ramyarî,,çi dibêje,hûn e bibînin  wê weke awayeke ji þîrovegeriyê bi kartîne.Ew deqê ku we destnîþan kiriye li ser þîrovegeriyê, girêdaye bi fîlosofiya û dawiya wê ye ,lê dibe têkildare be bi aboriya ramyarî weke Marks  têdigihîþe . 
 
TOB
Bi baweriya min analîza we kêm e,we têknîka þîrovegeriya olî  û pêþketina wê ya dîrokî  we ne þopandiye .Bi min þîrovegerî ji sedsala 19 ve  bi Hîgil re destpêkiriye.
FÛKO
Ez li ser þîrovegeriya olî ne rawestyam ligel giringiya wê,çimkî bi kurtî min dîroka kodan  pêþkêþ kir,ez alîgirê kodê me, ne alîger ê wate me.Pêwîste em dîroka fîlosofiya û kolandinên pênasînê tevlihev nexin .
 
 
VATÎMO
Ger ez rast ji we têgihiþtim, gerek Marks têxin rêza ramankarên mîna Nîtsþê ku þîrovegerî  bê dawîbûn  dibînin.Lê li ba Marks tevlî wisa noqta dawî heye, ma ,,bingeh,, çi ye ger ne tiþtek  weke asas  bête dîtin?
 
FÛKO
min hîn  nêrînên xwe baþ li ser Marks ravenekirye û ditirsim niha jî,nikaribim ……………….Marks tu car þîrovekirina xwe weke ya dawî pêþkêþ ne kiriye,ew baþ dizane û dubare dike ku:hergav dibe þîrovegeriyeke kûrtir  an asteyeke bi gelemperî  bilind ji þîrovegerî ye bête dîtin,û nîne tu þîrovegerî li ba serû raweste.
DEMOBÎN
We li ser Nîtsþê  ezmûna ,,dehbebûn,,ê anî ziman, weke ya herî nêzîktirîn xal ji pênasîna bê dawî be,karim ji we bi pirsim di kijan rexî de bi nêrîna we de û çawa Nîtsþê vê ezmûna dehbebûn bi destxistiye?........em ê pirs bi sînor bikin li ser Nîtsþê.gelo mebseta we ,ev bû?
 
FÛKO
 
Erê.
DEMOBÎN
Dibe we dixewst bêjin ,,dehbebûn,, yan ,,hest,, û ,,texmîn,, a wî, ji ,,dehbebûnê,, re? gelo bi rastî hûn bawer dikin ku ramankarekî bi asteya Nîtsþê karibe binase ezmûna ,,dehbebûn,, ê?
FÛKO
Ji we re  erê dibêjim .
 
KELKEL
Pirsa min ew ê kurt be.Bi mijarê têklav e,ku we navê ,,têknîka þîrovegeriyê,, lê kirye……..gelo hûn bawernakin ku ev têknîk bi xwe têknîkên ,,êþbir e,, weke êþbira takekesane li ba Ferud e,û êþbira mirovahiyê li ba Nîtsþê ye, û  êþbîra civakê li ba Marks ?.
FÛKO
Erê.bawerim,wateya þîrovegeriyê di sedsala 19 de,nêzîkî vê wateyê bû ku we navê êþbir lêkir.Di sedsala 16 de ,þîrovegerî wateya wehî û felat distend,li vir dixwazim hevoka dîroknas,,GARSYA,,ya sala 1860 nivîsand bû,bînim ziman ,,di rojên me de tendirûstî  cihê felatê wergirtiye ,, .
                                                                 ,, Dawî ,,
 
Nivîskar : Mîþêl Fûko
Werger û amedekirin ji Rûsî :Bêkes Têlo
 
*Têbînî. Ji ber dirêjbûna deq û gotûbêjê min hewl da bi givaþtin û xalên herî berz  bo xwêner ê hêja pêþkêþ bikim.
* sîmiyotîka: peyvek Grîkî ye(sîmalogia:sîma bi wateya îþaret(kod) û logia bi wateya zanyarî.Bi kurdî hêsan e em bêjin sîmiyotîka an jî,sîmiyolojî.Zanyara li ser kodan e û lêkolîna jiyana wan di civakê de.Me ferî wergirtina tiþtên veþartî û temirî ji paþ peyvan dike.
 
 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org