|
Bêkes Têlo NÎTSÞÊ ,FREUD,MARKS
Li
Rojava, Mîþêl Fûko( Michel Foucault 1926-1984) fîlosofê fransî
,paþ deh salan ji mirina wî,yê herî pirxwêner e,yê herî gotûbêj
û lêkolîn li ser kirî dimîne.Di salên 70ê de, dibe berztir û
bandortirîn kesayetiyek nav ronakbîrên Fransî û îlhamdarek bo nivþekî
bi giþtî ji fîlosof û lêkolîngeran di warên cuda de . Îro jî
Fûko ew kesê ku ,,me ferî ramanbûnê,,dike.Gelo çi sedema
balkêþî û cudabûna wî ye ?.Berî
her tiþtî teflsofa wî ye : xwedî bîr û bawerên ne dogmatîk bû,tu
car bersivan nade,hergav pirsgirêkê provoke dike,hergav tûje yan jî
,pirsgirêk dubare radixîne
û vaya îmkanekê vedike bo nêrînek nû li ser pirsgirêkê,fetlînokek
nû di ramanê de berz dike.Balkêþiya bi Fûko re wisa jî, girêdaye
ku di warê lêkolîna fîlosofî û mijara wê de, rewþên neyeksane
ji hebûna mirov derbasî wan kir ye.Warên ku balkêþiya fîlosofên pîspor(profêþonal)li
ser xwe ne kiþand bû:weke dînbûn,klînîk,girtingeh,çalakiyên seksî.Warek
ji wan , vebêjiyê ye ku Fûko navên cuda ,,vebêjiyê ,, ,,vebêjiya
ramanê,, geh jî ,,bi lêvkirina tiþtan,,
,, arþîv,, bi nav dikir . Û
li derekê di ramana Fûko de, bi taybetî li ser vebêjiyê ku serbixwe
ye,xwetêr e, radiweste.Vebêjiyê Xwedî desthilatekê, xwe control
dike û bi rêxistin e,desthiladare li ser hemû xabatên din,bi wateya
serdestbûna wê.Bi vê þêweyê ,têgihiþtina Fûko cudatir e ji
piraniya hemû têgehên ziman,galgal ,kod , û whd…ku sedsala 20 pê
pir dewlemend e. Di berhema jorîn de,tê dîtin hewldana xweseriya Fûko
ligel herdu þapalên berz ji ramana mirovahî yê di dema me de. Ew jî:
Sîmantîk e ji hêleke ve- ku rewþ weke kodên ,,xam,,(sade) dibîne bê
þîrovekirin.Û þîrovegerî ye ji hêla din ve- ku
bi rewþa þîrovekirî mukir tê û bi cîhanîna ve þîrovgerî
subjektîv e destnîþan dike.Fûko xwe dûr ji vê û ji ya dîtir
dike, ne tenê bi hostetî lê destnîþana destkefên wan
jî,yên berdewamin dike.Lê
destnîþana pirsgirêk û xapînokan ku li paþ wan ramanên belengaz
radiwestin, dihêle Fûko cudabûna vebêjiyê û taybetmendiya wê bîne
holê weke siktorekî serbixwe be,bi mikanîzma pê re ,destpêk,
pêvajo ,belavkirin û kelm
.
NÎTSÞÊ
,FREUD,MARKS
Gava
bi ramana li darxistina vê maseya girover
agahdar bûm,bi min pir balkêþ hate xûyanî kirin,tevlî
aloziya wê ya diyar kirî.Min hewl da xwe ji vê aloziyê derkevim bi vê
þêweyê hatiwî de: Ez ê çend mijar pêþniyar bikim ku têkildana
wan bi têknîka þîrovegeriyê li ba Marks,Nîtsþê û Freud heye.Û
bi xwe li paþ van mijaran xewnek heye ku rojekê hevdana hemû têknîkên
þîrovegerî ,yên ta îro hatine naskirin, di çapekê de an jî, di
însklopêdyekê de ji destpêka rêzimankarên Grîkiyan ta rojên me bête
tomarkirin.Û bawerim ta niha hin beþên giring ji vê çapê
hatiyê nivîsandin.Bo derbasbûna vê îdêyê-îdêya dîroka têknîka
þîrovegeriyê-pêwîste bête gotin ku ziman û bi taybetî ziman di
çanda Îndoewropî de, tim du guman tanî holê: Ya
yekemîn ku dibêje : ziman ne
wateya xwe ya raste rast ku em têdighîþin destnîþan dike . lê belê
di xwede, wateyekî xurtir û veþartî hildigre.Bi taybetî ev wateya
xurt û ,,kûrtir,, Grîkiyan allegoria an jî, hyronia binav dikirin.
Ji rexê dî ve, ziman weke vê gumanê jî diafirîne: ziman dikare ji
sînorê form û wêneya xweyî ya bi lêvkirî derbas bike.Di cîhanê
de pir tiþt diaxivin bêyî ku ziman bin,sirûþt weke dibêjin
(derya,xûþxûþa pelên daran.lawîr,rû,maske,xencera neqiþkirî)
dibe ev zimanekî bi lêvkirnekî dine ,ne xwedî taybetmendyeke devkî
be.Em dikarin têgeha Grîkiyan semainon
bi karbînin.Ev herdu gumanan ser destê wan hatibûn nû derhênandin
û ta niha jî, ji holê ranebûne . Ji
destpêka sedsaliya 19 ve,me ji nûve derhênand livên lal ,milodî û
bi giþtî ev þûmiya hawîr dora me ku bi hêze bo axaftdar be û bi
taybetî îro bêtir ji hemû deman ve, em dorpêckirî ne bi guhdariya
vî zimanî bin, û
hewl bidin vekolîn
ji paþ peyvan galgalekî din
û watedartir derhênin. Ez
bawerim,her çand an jî, bi taybetî her formekî çandî di þaristaniya
Rojava de,xwedî sistêmeka þîrovegerî , têknîk û mêtoda xwe bû.xwedî
þêwazên xweyî taybetmendî bû û guman dikir ku ziman
dixwaze tiþtekî dîtir bêje ji bilî tiþtên ku dibêje û guman dibû
ku zimanekî dî heye ji bilî zimanê xwe ê destnîþankirî û bi nêrîna min pêdivî heye bi avakirina sistêmekê(an
cedewleke weke di sedsala 17 de dihat gotin)bo van hawan ji þîrovegeriyê
re. Ji
bo têgihþtina vê sistêmê ku di sedsaliya 19 de hatibû sazkirin, û
bo em bi zanibin di kîjan
sistêma þîrovegeriyê de ne,pêwîste di baweriya min de, em li
nerîna bi serde çûyî vegerin û ji bû vaya em ê weke mînak ,modêlek ji têknîka ku di sedsaliya 16 de dihat xebtandin bi karbênin .Di vê çerxê
de, tiþtê þîrovegerî bi çarçofe dikir û zêviyê giþtî yê li
ser çalakî dikir teþbîh(mînahev??..wergêr) bû(resemblance).Li
wira tiþtên mînahev li kû bana tenha li wira wate heye an tiþtek
divyaba bête gotin ,paþ re bête disþefrekirin .Pir nase ew rola ku têgeha
teþbîh(mînahev)lîstiye û hemû têgehên hevrê ne pê re, di
kosmolojî(zaniyara gerdonî) de,di botanîkê de(zaniyar gîya),di
zolojî yê de(zaniyara lawîran) û di fîlosofiya sedsala 16 de.Û bi
rastî ev mînahevên tevlihev di nêrîna mirovê sedsala 20 de,
tevliheviyeke,bê rêxistinî jêre diyar dibe ,lê
bi xwe mîkanizma mînahev ya sedsaliya 16 an, xwedî rêxistinek
pir xurt bû û bi kêmanî pênc
têgehên bi sînorkirî hebûn: -Têgeha
li hevkirin, an jî, li hevhatî(convenentia)mîna li hevhatina
henas û laþ, li hevhatina di neqeba hin hawîran û
hin gîyan de . -Têgeha
sympatheia bi wateya
symptom û yekitîya wan rûdanan di naverokên cuda de. -Têgeha
Emulatio, rengeke ji paralêlbûna rengdêran di materyalek an di
meteryalên ne yeksane de,weke ku rengdêrek bervajeya rengdêrekî dîtir
bike(wisa *Port destnîþana li rûyê mirov ku wî dabeþî heft beþan
dike, ew bi xwe ezman û
her heft kewkebên ezmanî bervaje dike) . -Têgeha
singnatura(mor) yek ji taybetmendiyên takekesane, dîtwere ,tê
naskirin weke rengek veþartî ji
hin taybetmendiya wî .Ya dawî têgeha analogiya bi wateya nasnameya pêwendiyên
neqeba du an bêtir ji naverokên ne yeksane.Welê têoriya
signe (nîþan ,kod ) û teknîka þîrovegeriyê di vê çerxê
de hatibû sazkirin di carcoveyeke pir ronî bo hemû mînahevên
muhtemel û du zanîstiyên cuda dixwest : cognition bi wetya
wergirandina serû (sethî) ji mînahevekê bo ya dîtir . Û Divinatio bi weteya zanîna bi
kûrahî ku tê wergerandinê ji
mînaheva serû bo mînahevek kûrtir. hemû ev mînahevên cûr bi cûr
di bingehê de li hevhatinek
di cîhanê de tanî holê ku beramberî wê
mînaheva .simulacrum- bû ya ji rêderketî , ku ser bingeha
dibjberî di neqeba yezdan û þeytan de avadibû. Ger pêþveçûna
ramanê li Rojava di sadsaliya 17 û 18 de ji vê têknîka þîrovegeriyê
bê par mabûn,ger rexneya Beykon û Dîkart
ji mînhev re rolek lîst ku wê têknîkê di nav du kavanan de
hiþtin, sedsaliya 19 berî her tiþtî Marks,Nîtsþê û Freud li pêþya
me îmkanekê nû ji þîrovegeriyê re vekirin. Û îmkaniya tefsîra
deqên kevin yên pîroz damezirandin.Berhemên weke pirtûka yekem ji
,,sermeyan,,(kapîtal) û ,,rojbûna trajêdiya,, ,,çavkaniya moral,,
û ,,þîrovekirina xewnan,, me rû bi rû bi têknîka þîrovegeriyê
dihêle û bandoreke bi þok ji me re anînin van berheman,li ber çavên
me weke Marks bi xwe nav lê dike ,,hiyeroglîfan
,,li
ber me berz kirin
.
Vaya me birîndar dike,ji berku van têknîkan bi me ve girêdayî ne,ji
ber em bi alîkarya wan têknîkan, em xwe þîrovedikin .Lewra pêdivî
heye bi alîkarya wan têknîkan em Marks,Nîtsþê û Freud weke þîrovgeran
þîrove bikin.Û bi vî rengî em xwe bervaje dikin bi lîstikekê bê
dawî di eynikan de.Ferud gotibû ku li cîhekî di çanda Rojava de sê
birînên nêrgizî hene: Ya
yekem Kobirnîk e,duwem birîna li ser destê Darwîn pêkhatiye gava nûderhênand
ku bingeha mirov ji meymonan e pêþkêþî me kir. Û sêyemFerud bi
xwe ye çimkî nûderhênana wî ya ku dibêje bingeha hiþ li ser bê
hiþiyê avadibe.
DUMAHÎ….. Nivîskar
:Mîþêl Fûko Werger
û amadekirin ji Rûsî : Bêkes Têlo *Bi
vê deqê , Fûko di simînarekê de li ser masa girover ku mijara wê
ser Nîtsþê bû bejdar bûbû.Pey
re deqa gotûbêj tê pêþkirin. *"aemulatio"peyvek
latînî ye bi wateya bêþbirk an jî teqlîdkirin. *J.Port:berhmdarê
,,sihra xweza yê,,û ,,sîmaya rûwê mirov,,di sedsala 17 dijya.Fûko
pir caran wî weke palgeh digre ,bi taybetî di pirtûka xwe de ,,peyv
û tiþtan,,
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org