Qeþmeriya hilbijartinan

 

Bêkes Têllo

 

Hilbijartin þaxek ji þaxên demokrasiyê ye û ev goman têde nîne,û bi saya wê inisyatîv û kêþê pêþketinê li ber mirovan vedibin û bi rengekî zor xwirt beþdarî jîyana giþtî ya welat dibe. Dîroka hilbijartinê  pir kevnare, ji rojên Atina (yewnaniyan) 4000 B.Z. gava her êlek nûnerê xwe bo meclisa nûneran hildilbjart.  û jê pêde wisa mirovahiyê ev sîstem  da pêþ bi zagon û xalan, maf û berpirsyariya her rûniþtvanekî yan hemwelatieykî diyar kirye.

Wek me got ku di sîstema demokrasiyê de hêza mirovan vedibe di kar û barê wî de û aboriya welat pêþdikeve ,ji ber ku her biryarek ku ji dezgehên dewletê derdikeve tê binçavkirin.

Di van deman de  qeþmeriya  herî mezin li pêþiya me pêk tê, hilbijartinên li Sûriyê.

Tiþtekî nayê bawerkirin ev hilbijartinên li Sûriyê …tev dikenin!

Heger di hilbijartinan de destên hêzên ewlekarî nebe û bi lîsteya helbijarvanan ne lîze...tu bikene!

Û heger  bê hilbijartin 167 rûnishtok hatibe veqatandin bo partiya desthilatdar û rûnishtokên parlamanê tev  250 in…bikene!

Heger di hilbijartinan de  kes nikare be xwe pêþniyar ke bê ku dezgehên ewlekarî jê  razîbin….tu bikene!

Heger tu nikaribî propaganda bo nerîn û programê xwe di hilbijartinê de  bikî,tenha partiya desthilatdar,  hemwelatiyê minî hêja tu bikene!

Heger encama hilbijartinê ji destpêkê diyare …bikene!

Heger berêz Fouad Aliko(partiya yekîtî) partîzanê yekem di sengera þer de û van salên dawî þanî me dikir ku ew bi tenê dijberê  sîstemê ye û ti qezenc ji vê rejîmê nine lê ew dê beþdarî hilbijartinan bibin…..bikene hemwelatiyê min!

Heger hilbijartin dûri þefafiyet û mizgîndanê be…. ..bikene!

Bikene hêja hemwelatî, heger hilbijartin rûwek welatparêzî bide,  ku PYD  çêlîkên PKK ku bi hezaran xort û keçên me dan kuþtinê ji ber siyasetên wan yên þaþo maþo...tu bikene!

Bikene! Bikene, gava tu biryara partiyên ragihandina þamê bixwînê hilbijartinan de beþdar nabe û ji hemwelatyan dixwaze helbijartinan bayqutkin û ta niha  ne meþ yan þermezarî nekirye ji rojçêbûna wê de ...bikene!

Heger ev cara sedî ye  tu dengê xwe dide û  herdem bê kar  û bê mal î hemwelatyê min …..bikene!

Bikene û bikene  hêja ne hemwelatîyo, bê nifûso , ku berî yan  piþtî hilbijartinan  tê nasnameya welatparêziyê wergirê. …bikene!

Bikene,  ku tevgera siyasî ya kurdî tevan hilbijartin bayqutkirne  ji berêz Fouad Elîko û PYD  pêve. û bijî  bo partiya azadî poþman bû  li biryara xwe û xwe  jê kiþand….bikene!

Hemwelatiyê Surî bi salane ne keniya ye, hefqas hilbijartin çêdibin, bi xêra van xêzan kenya û kenya ta nema deng jê hat ...qeþmeriya hilbijartinê.

 

Bêkes Têlo

Rojnamevan

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org