|
Bêkes
Têlo
( II ) * Çiqas
zore!..ko hiþê te belawela be…dikî û nakî,..ko hiþê xwe ser kêþekî
bisekinînî…bê çare ye.Mijûl dibî bi pir rûdanan…serpêhatîyan
ji rewþên cûr bi cûr…ko wek þitlên
nêrgiz …di ezmanê bîra te de, daliqandî ye.Pê xwas
…hildikiþî ser tehtên wêneyan …yên mijkirî û bê rêkûpêk
…wêneyên qeto qeto …ji zaroktîya dûr.Hewldan û kedek mezin dimeþînî…ji
bo wan hembêzkî…bi baskên vîna þikestî .Dimînî nav dû þewatan
de…nûçêya ser kîs û peqîna bîranînan.Derî vedibe li pêþya
xeleka tîrên axînê…tê çawa sibeha xwe pêþwazîkî …bi
ruxandin û mirina xewnên te, yên
dawî li vira? .Cara sedîye… wek her evar ,derî vedikî û
derbasî oda xwe dibî…dimeþî di kerîdorekê ne dirêj..hinek ji
ronahyên bajar ..konê tariyê ko xwe veda bû di odê de..di cilmisîne.Bi
vî rengî, dû heftiyên dawî jiyana
te, bi çaxê re dikeve
tindûtûjiyê de, ta esta .Ji welatên rojava vedirþî, çimkî te
dike wek rebot,te digot zû be zû vegerî welat…ne ev sal, a bê, ew
ê rewþa welat baþ bibe..sal derbasbûn ,di talî de… tu hundayî
dibî ..bi bê dengîyek bê dawî û borînek ji nava te derdikeve :
gelo jiyan gunehkare, an tu bi xwe ? , dibe hûn herdû!!!!
.Tu…ji ne jibîrkirinê revya…te nikarî bû wê jibîrkî…tu
ne serketî bû bi pêwendiyên evînî,ne gunehê tebû ko xûþka wê
dilketibû te,û ji bo wê ji hev qutbûn …lê te cîhan bi çavê wê…
didît.Dilbixwîn û zarkêþ dibî ji tirêna bîrîyê
…þewatek di can de…wek pêlek, te dibe û te tîne… Gava
aramî bi laþê te dikeve… dem þeqlaqloba dide….. roj hilat
. Bi
destên þidyayî … xwe zeft dikî …pêwîste ser nigên xwe rawestî
,lê çi beryar bidî …zore! …. Lê vê neqlê, gerek gava xwe bavêjî…gavek
mezin ,bele an no bo hilkirinê. Ji niþkêve, hêrs te digre…. na
…na !!ji xwe bawer nakî ko nûçeyek!…tenha
nûçeyek! …welê te dihejînî ji hindûr ve . laptop a xwe
vedikî , bo tembînama xwe binivîsînî…galgal li ser nepedîbûna
can û laþe.Nexwe raste…pêdivî bi qewîtîdan heye,piþtî demek
dirêj,ko tu li Rojava dijî .Li hember te… pela Microsoft word vala
vedibe …di vê roja þemiyê de .Van rojên dawî, tevlihevî…bûye
behra te ,rewaþa seqa xweþe…lê tu ,bi bê dengîyek…bi jiyana xwe
ve mîjûlî, ko tijî bi raman û kerban e . Hestên te !…ti engelî
nakin,lê hiþ, wek tu bêjî qudûmketî û belavkiriyê.Ji xwe dipirsî
: gelo çima hestê sûnckariyê….wisa xurte û xwedî hêze…ko te pûç
dike,te dipenîjîne?.Carana!...bûhaya tiþtan di destê xwede…tu ne
zanî,tenê gava wan hunda dikî .Guh didî…tendûristiyê piþtî
nexweþiyê....jiyan li pay mirnê….û welat paþ koçberbûnê . Ev
..tu ne di jiyanê tevî de , fer dibî ….lê belê di hin kêlîkan
de… te hîn dikin,ko ji hazar gul ..yekê tenê, tu pê dihesî . Di
mejiyê te de, vegera wêneyan ji demborî tevlîhev dibin…perçên
jiyana xwe didî ber hev…ber bi hev kom dikî .kêlîkên dilgeþiyê,
dihêlin ko tu çenkî ji ser text …bi hêmenîyek mînak jêre nîne..ji
bilî zîqzîqa text pêve,
ji rabûnê…radihêjî berdaxa
þîr û golbek vedixwî .Û
bi predax di dest de, derdikevî ser berendê(belkonê)…ko pêþberî
bexçakî firhe .Tijî ye
ji mirovan … dem bihare, hin ciwan mijûlin bi ramûsana hev … çend
birêzên payebilind û rêzdar …bi kûçikên xwe re, lîstika çeneq
lastik dilîzin,çeneqa lastîk davêjin û kûçik li pay dikeve û ji
wan re tîne .Hin mirovan guhdaroka PM3 di guhê wan de, ji xwe re
bazdidin ,ew werzeþa wane.li alîk din,hin jinên nuh bûnê dayîk,bi
dergûþên zarokên xwe ve mijûlin û çend pîyasek bi wirde ,komek
ji zarokan bi gogê dilîzin….. li wan tevan
temaþe dikî û… çavên xwe ber bi asoyê ve berdidî . Çend
kêlî derbas dibin ,bi berdaxa þîr di destê çepê de, derbasî
hundirê oda xwe dibî…bi destên lerizî…bê hamdê xwe ,tilîka
xwe datînî ser ekrana kempiyotirê…ko li pîþberî te bi dîwar ve
hatibû daliqandin .Çav li kîsê sor dikevî…Kîsekî Kevin ji wênyên
ne jibîrkirî, demek dirêje di nav
damarên serê te de ne.Li gel ko te zanî bû, ko bi tenê yî,dihesî
kesek li paþ te ye.Niþkêve dizivîrî
bi hilfdarî lê dinerî … Nexweþzan(bijîþk)
bi tilîya xwe li ekrana kempiyotirê dixe û tekek li faylekê li hêla
destê çepê lêdide. Wêneya mejî dufelq diyar dibe…pêrçak ji kîsek
sor, di xêzekî girover
deye.Ev e… ?!.. tu
dipirsî .Nexweþzan bê dudilî, bi çavên ji xwe piþtrast, serê xwe bi erê dihejîne û bi dengeke
xurt û ziwa dibêje : em ê bi analîzên dawî rabin ,ew ê diyar
be…ger ancam wek yê berê be,pêdivî bi hilkirinê ew ê hebe!.piþta
xwe dide te û derdikeve.Heycanê bi destê dilê te digire…û te dixe
nav mijek sipî çend kêlî…û bi bê deng ,cemidîkirî…bê ti
liv,dimînî qudûmketî .Çi wêne dibî ,tînî ,ber cavê xwe…tu bê
hêz dimînî li pêþberî tirsê .li welatê te, tiþtê karî bû bikî
ko tu zora tirse bibî,ew bû ko
war biguherînî…guherîn wek çek bi destê te de mabû…çekê
berxwedanê,ev berxwadan wek mûmîyek biçûk..hebek ronahî dida te.Ew
ronî besbû ko gavek bi werde bavêjî û tu bi ser ezmanên sînoran
bifirî…ji ber tûpiþkê ko ji biçûkbûna te,xaka bavpîran bi
jeher kirbû…rengan li ber çavên mirovan ..tevlihev dixist .Rewþa
koletî û hundaya evînî û
niha jî, êþa kîs ..wax …wax! .Li ber xwedikevî ko te gava xwe zûka
avêt û hogirên te man ser wê qada berxedanê…sîmayê rû dibe wek
siliksor ji tengezariyê . Niha
pêwîste perçên jiyana xwe…bidî hev , rûdan bi rûdan..pey wan
bikevî .Dixwazî dest bavêjî hundirê kîs û wan wêneyan temaþekî…têkevî
rûpelên wan kêlîkan…carek din rabirdû bijî .Ger
vegeryaba!..dibe..tu ji hin biryarên xwe vegeryaba .Ji ber tu mijûlî
bi pêþerojê dibû ,nediyare ko hîn jî…tu wisa dixwazî,mijûl bibî
bi pozberiya peþerojê de..te dixwest wê bijî !!…pêþerojek
misewgerkirî…peþeroja ko bi bê dengî…tu li hêvyê bû û te hêvîyên
xwe ser hiþtibû, wek dûmana çixarê nebedî dibin.Xwe tewanbar dibînî
ji veqetînê ,ne ko sawa pîrîtî …li deryê te dixe ,lê ji gav
yekemîn ko te pêl xaka
Ewropa kirî,ne kêlîkek û ne çarîkek û ne demjimêrek…ev hest
ji te qutnebûye ta niha . Hêmenî…xwedî
hêzek pir mezne,xwedî ancamên berfirehe ji afirandinê .Hêmenî diya
afirandinê ye ,balansek bi hêze, ko dide mirov li pey sipehîbûna jînê
nekeve…lê pê mijûl be.Mijûlbûn ne bi kesayatya xwe…lê xwe û
can xwe pêþkeþî biryê xwe ,ye mirov ji ziman û çanda xwekî .Lê
tu dibî deryakî tevlihevketî ,hêrskirî….ji vê hêmenî ya li
hawir dora te di nexweþxanê de…dihêle dil biþehete ko ev roja þemiyê
tu agahdariyek baþ nayne.Berdaxa þîr di destê
te de…vedgerî ser texê xwe û tirsê bi destên
xwe, laþ û mejî diaciqîne …heylooo! hege hat û tu mirî
…gulên ser masanivîs a te….ew ê kî wan avdanke? Hin deyînên
bavê Xwelî ko bûye salek li te ne….kî ewê bidê ?deku ne bêje,
tu çi þîr ne helelî !.... .Û hege tu li vira bimrî… kî te veþêre
û fatihye ser te bixwîne?waaaax …ji ve rastiya rût.Dûrketina ji
war û dengên ko pê , tu dilgeþ dibûyî, te dixe deryak ji pûzê,levên
dev,girtî dimînin bi lerizîn…bi jor û jêr ve û bi hisret û axînî
dibêjî : em çiqas di mafê niþtiman de…þaþîtî jî dikin…ji
mere dibêje destên min bernedin !!. . Hewldana
qîrkirin bê sûd dimîne, kêlîkên herî hestyar ew ê ko çavên
xwe digirî û xwe dibînî
di dema zaroktî de,gava jiyanê tiliyên nazik bi agirê xwe ve ne þewtandiye
.Û berder ê(xeyal ê)te… bi bê hay, te dibe wê qonaxê, û tu
mirovekî Þivan dibînî bi temen mezin
por sipî ,li ser stuiyê xwe desmalek sipî ji paþ ve bi yaqa
gumlekê ve daniyê…tîrêja rokê bi navê dilîst bi xweliyê
re..barbar dibarya.. car caran,xwêhdana xwe bi wê desmalê baqij
dike.Pezên xwe berda bû, ko êrîþî gul û darên çandkirî di orta
sikaka li hember mala te de,
bikin . Þipiyakirî
li wan dawarên ko xweza
afirandîye temaþe dikir bê
çawa pel û gulan didan
ber hev û xalê Þivan raman dibû.. weku bi destên xwe, porê laþê
hikûmetê hildikir. Tu
biçûkî…Dê û bavê te û bi teybetî diya te,þîretan li te
dike…ko heskirna niþtiman, ne bi peyvan û borînê yê…derd û
dermanê gelê me,ne bi vî haway tê çareserkirin û te jî ,wek her
zarokek…xweþ diya xwe guhdar dibe, bi matmayî dipirsî : Nexwe
çawa?!. Heskirina
xakê bi peyvan tenê…têrnake…pêwîste kesên hej qadê bikin
……hej mirov û tiþtên ser û bin xakê
bikin û biparêzin jî,deku mal û bajrê me…sipehî
bimîne û ev radeyekî pêþketineyê. Bi
vê wêneya ko tu dibînî…bê çawa
pez daran rûtdikin,peyvên diya te, digihan guhên te …û tu ji xwe
pirsdikî : çima wisa dike ev mirovê kal, ko destên xwe danîye ser
kopalê xwe û çavên xwe ji wan darên êdî berbatkirî..xwar nake bi
xemsarî..nexema wî ye..dar hebin an…no!……qîrîna bavê te dihêle
tu bilerizî ,guh û çavên
xwe vedikî . -Na..na,na….xalê
hêja ma tû çi dikî ? !!!!!!! Ewî
þivanî lê bavê te dizîvire bi
nerînek kîn û bi qerf
,destê xwe yê raste li beþiya te û bavê te…rast û çep, dibe û
tîne û dibêje: -lêlê
…lêlê…tê wisa Kurdistan azadkî…ko tu pezên min bê xwarine
bihêlî…deku ji birçîbûna bimirin…tu û bavê xwe matmayî dimînin.
-
Das li kû û tir li kû !!!..em çi dibêjin û ti çi dibêjî mal
ava.. -Ere
le!…þivanê paz pîyên xwe bi jor ve hildigêve û berdewam
dike ..tu bi min karî ,yana te wisa ne digot.. bavê
min serê xwe daqoldike û dihejîne ,di ber xwe de dibêje : wey li minêêêê!...
çiqas ji merê dive em pêþkevin û heskirina welat baþ têbighîþin.Ev
cara dawî bû...ko te bi bavê xwe re bûyî...jê û pêve te wî nema
dibînî.Pir caran te berê xwe dida ezman...ko dagirtî bû bi stêrkan
di þevên havînê de…çav ziq li wan stêrkan dirawistînî,
tu temaþe dikî û
dipirsî .... yab çima
tu li min na pirsî ? te her ji kar dihat ...te þeranî yan mêwe ji
mere bi xwere tanî…ev çaxeke tu naye malê?…bi kela giryê tu di
xewra diçûyî . hûn
ji xwe re dilîzin di kolanê de,tu û hevalên xwe,hayê we ji felekê
nîne , paþ ko hûn vedgerin ji dibistanê .ko dûrî taxa we ye,ji
were barek girane ew dûrbûn.Di
rê de, ta bighin mala xwe, we perî pir rûdanan dibin, an we bi xwe rûdan
diafirînin,yek distre û yekî dîtir
bêdeng dimîne.Lê tu dibûyî
carna Stîvrîviz yê ko filmê Þamþon dilîst...yan kaboy,yan
jî Þamî kapûr qehrmanê filmên Hindî.Hûn dimeþin û tu rola xwe
dilîzî,kî li peþiya te be,yan nigê kê li pîye te bikeve ,ew ne kûl
e ji te re,hiþ û ramanê te li ser rola qermanê film e, ko tu dilîzî
ew rola ha, çaxê vegera
malê di rê de.Û bi teybetî gava pevçûn hebûna nabera wî
qehremanî û hin din bi kolma(bi boksan),gurm u hey gurm ...ha ho çi
felaket diqewimî. Carekê
hûn ji dibistanê tên, tu û hevalên xwe , tu dimeþî û rola xwe
dilîzî .ji niþkêve te dît du kes hatin qehramanê film bi boksan li
hevxînin….çîrok û mijara her film ko te temaþe dikir di roja Inê de
,ew dibû mijara berder u rola te, di heftiya hatûwî de .Te jî boksê
xwe amade dikî, gurm û
hey gurm bi bayê rê pevdiçinî
û bê hemdî te kolma destê te di zikê jinek aviskirî dikeve ko di
rex te derbas dibe di wê kêlîke de,dîtina te dît
laþek girs li qadê ye ..ay kiroooo û qîrîn dike..tu
diveciniqî û film di hiþê te de qut dibe , tu jinkê dibînî
radayî di sikaka sûkê
de,hay gidî û li wî be,
ko xwe xalas ke.Tu direvî û hevalên te bi duv te de, bê ko zanibin
bo çi tu direvî!,hevalên
te qîrîn dikin ka hala bêje çi bûye….nizanim
boksa min li zikê wê ket..te bersiv didî wan,û hûn
dikenin ta ji hev
dikevin . Di
wê demê de, Pirsek tenê..te êþa wê dixwî, wek zarokekî ko bi jînê
þade her tim...heþ û mejiyê te digvêþe...lavlava nava te ye..ko
bizanî bavê te li kû ye?.Pir caran ji dayka xwe tu dipirsî û bersiv
wek her care digha te.. bavê
te li Beyrûtê ye, kurê min!..tu baþ tê ne nagihêþî ev çi nave,
û hîn jî bi serde..te bi þaþî bi lêvdikî...ji devla Beyrût
...te barûtê bi lêvdikî...û dibe tîqtîqa xûþk û birayên te . Rojekê
sibha Inê ,sikak vala ye ji gûjgûja tirimpêlan...meydan ji were
azade, lîstika xwe bi hezekî mezin destpêk dikin.Lîstika we germ
dibe,qijîniya we sikakê û ezman hembêz dike,yekî bang yê dîtir
dike,çavê te li zilamekî dikeve...derêj û zirav..por li paþ þehkirî...xwedî
rîhek derêj û sipî …ew e ..na ... ne ew e,berê wî ne li te ye...
û gava ji niþkêve tu xweþ rûwe wî dibînî...bangdikî bi qîjînî
yabbbb!!...bi ken ,wî jî bangdike ...kurê min…!!..tu bazdidî bi
xurtî digihêyî...xwe
daqoldike...û herdû destên xwe dixe bin çengên te... û
te bilindike wek çûkekî bifire...û ba hinek porê te rast û
çep dibie, dihisî ko damar û dilê te diçirin ji þabûnê.Te hembêz
û macî dike...bêhnek ne xweþ ji kuncîlên wî difûre, lê dilgeþyê
dike pê nehesî , wek
zarokek xemgirê bavê xwe ye. Û
te jê dipirsî _Yab
tu li barûtê bûyî?çi kurê min?!ji lêvkirina te tênegihiþt
û hûn derbasî xanî dibin,mal dagirtî ji
merivên te, xûþk û birayên te
bi xerhatin didênê û diya te destên xwe herdû vedike û çû
rûwe wî û macîk werdigre.Cara yekemîne ko dibînî dê
û bav macî hevdû dikin,tu pir dil þad dibî bi vê dîmenê.
Tu dibihîsî jêre dibêjin : derketina
te ji zîndanê bi xweþî be û ew bersiv dide wan...xweþî tim di
mala wedê be.Tu nizanî zîndan çiye û
diketî tevlihevbûnê de,te li hember Barûte , zîndan
datînî ber hev,hîç tiþtek femnakî .Ew roja ha, kîn ji serdestan destpêdikî,.....te ew kîn nizanî ji çi tê,
....bavê te ji nas û mervan dibêje, bê çi îskence û êþ kiþandiyê
gava wî dixistin kewçûka lastîk û ji herdû rexan dar bi destên
wan de lê didan,jê
dixwestin ko bêje :bimire Barzanî,bimire Kurdistan.. wî tifo li wan
dirkir û lêdan zortir dibû
ta hiþê xwe ji dest berdida.Te bi alaqadarîk
xurt peyvên wî diþopînî
û di nava xwe de dikelî û hêstir bi xwe ji çavên te dibarin ta ko
awirên wî li te dikevin û bangdikir te ...bo te bixe dawa xwe de, û
berdewam dikir . Paþê
, hin hevalên wî yên tekoþer tên bi gavên xûrt û sivik ,derbasî
eywanê dibbûn,xweþ tê bîra te...rû û navê wan...Xaledê Meþayêx
,Cegerxwîn,Abdelê Misto,Abdelê mele Alî .Yê dawî caran radihiþt
te û bi jor ve bilindikir û digot ...te ,hey zêrê zêr ,ji berku
diranek te zêr hebû
bi rûdanek te wî diranî hundikî . Qerp qerpa pêlavê ji ser ferfûr (borsalan) xweþ digihê guhên te di
kerîdorê de,her û her
nezîk dibe.Tu bi esarar dixwazi bimînî û þabibî bi wê qunaxê,paþ
ko te jê veqetand ew qerp-qerp. Helfa
te bi xwendinê heye,tu û hevalê xwe Dîdar,hûn diçin navenda çandî
ya bajarê we, bo kovarên zarokan bixwînin.Ji ber di (dikanên) pirtûk
firoþan de ,bûhaye û geh nîne .Hûn bi hevra diçin
sînemê ,filmek Hindî û Amerkî*kaboy* nema,ko we nedît.Bê
guman di rojên Ina de,gava
dibistan girtîye.Ji xwe di
taxê de tu pir þûmî..niha rehmetî diya te jîndawar ba wê bigota
(ma tenha di taxê de)zarok bê þûmî ,ne normale.. nexweþe ,wisa
zanyar dibêjin .Carana keçekên taxê di lîstika *Xata* de dilîzin..Qutîkek
serdînê tijî herî dikin bo giran be û bi nigên xweyî ye sipehî
mal bi mal , xezên çargoþî weke hev derbas dikin,tu tê rex wan ,
..te xwe dikir ko li wan temaþe dikî û ji niþkêve te nigên xwe li
wê qutikê dixî bi xurtî ,qutîka belengaz endamên laþê wê
dipejiqe û hunda dibe. Û
wan keçkan li duv te dikevin û bazadidin bi hêrs deku li te bidin,kes
te zeft nake tenha carek ê …Melvo!
…..keça Ermenî , keçek girs û ji te mezintir,duv te diket ta ko te di kepînê de (destav de) zaftdike û dibêje
te, ez ê di devê te de ...mîzkim,careke dî wisa bikî…welê te nima bi topraxa wan dikevî . Derî
vedibe û bi hûrdeng dipeyve : -Bi
rêz Senger ! analîzên niha wek analîzên dawî ne. Tev nîþan
didin, zûka pêwistî bi hilkirina vî kisî
heye,û ...jiyana te di tehlûkê deye. -
Çi bandora rakirinê heye ser mejî?bi rûxafî te jê dipirsî . Devê
xwe vekir û peyîvî , gotinên wê wek fîþek bi ser te dikevin,tu
gej dibî..hewldidî wêneyan hembêzkî
weku kesek ew ê,ji te bidize,…bê ko têbighîþî ji bilî
hevoka dawî . -Ti
garantî nîne ko hin serpêhatiyên te hunda nebin!
bi rû ziwa ,çikos û bê hest peyvên wê,tu dibirî û Ji
hemþeryê ,kopya qehfê xwe ,tu dixwazî .Gava tîne...ber bi lêvên
xwe hildigevî bi destekî û destê din ko berdaxa þîr dirahijyî
,dilerize...maçdikî û dixî birîka bêcemê. Weke laþê mirî bî...disa
destpêdikî li ronahiyê digerî...ezman diçirînî,...difirî ser
deryan û deþtan,...ta dighêyî cihê bi dilê te.tu Xwe li malê dibînî…salên
zaroktî…germbûna mirovan....xatirxwestina dawî dixwazî .Kela girî
dikeve qirkê,ko kesên tu hej wan dikî, ne li dora tene...henasa te diçike,liba
xwêdanê ser serê pêvla te...dike werbe...dixwazî zora kela girî
bibî,...lê hêstirê baryayî dihêle
jibîrkî,....ew xwestek. Bêhna
te diçike û reþika çav,bîbik qels û fireh dibe...perda sipî bi stêrkan
li ber cavê te hino...hino dibe tabloyek sipî...dibirqîne ,û berdaxa
þîr ji destê te difilite, sê ,çar qlop, hedî hedî dide, ta bighê
qadê.....bi peqîna berdaxê......þîr
belawla dibe,û ne henasek . Dawiya
2008 Bêkes
Têlo bekes_tello@hotmail.com
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org