Bêkes Têlo 

 

SAWÎRA CEGERXWÎN li ba JanDost

 

Dibe ez ne bi nerîna te re bim,

Lê ez amade me bimirim bo paristina nerîna te.

Ji pirtûka Nivîskara Frensî  Îvlîn Biyatrîs(the friends of Voltaire).

 

 

Di vê dema bûhirî de, gotarek zimantûj li dijî gotara nivîskar Jan Dost ya bi navê,,Cegerxwîn ! îqone ye an jî peyker e,, ji rexê hêja X.Kalo ve bi navê ,,xeydokî li ser meznahîya xwe,, di malpera welate me de bi zimanê Erebî weke ya Can Dost hatibûn weþandin.Jan Dost ne tenê polêmîkek ji galal xwest bîne holê,lê afrandina êþbirek bi gelemperî ji rewþa heyî ji asoya rexnê di wêjeya me de bi taybetî li bakur û rojavayê welat de.Di gotara wî de, tore bûn û tevliheviyek hebû ,gava gel ê xwe bi kesixî bi nav kir.li gel kêmanîya herî girîng di gotarê de ku bê analîz kirina berhemên helbestvanê hêja Cegerxwîn bû ,ger hebek ked bida xwe bi mînakan weke alavek ji belgehan bo rasteqîna nerînên xwe bi xwêner bida bi qayîl kirin .Tenha hin rengdêran bi kar anî ,weke dubare kirina wêneyan,dubare kirina peyvan,û bê destnîþana bingeha mêtodên rexna ku xwe lê sipartîye diyar bike.Bi gotinek din gotara JanDost ne lêkolînek zanistî a rexnêye lê gotarek dikeve warê rojnamenûsî de, ya rexneyî ku elementa zirt û boçûnên kesayetî  yên rojnamenûs bi hev re tîne holê ne bêhtir.Bê guman ez barê rexnegir  hilnagirim ser milê xwe ,lê  li gor zanîna xwe û boçûnên xwe bi gotarek rojnemevanî rave û þîrove bikim.Destpêkê dibêjim rêzkiritina yasaya giftûgo qehremanîk mezine ji aliyê her ronakbîr an jî ramyar bo zeftkirina gotûbêjê di çarçefa ku mirov sûd jê wergire bi taybetî kesên rûmeta alfabaya demokrasîyê li ba wan hebe.

Dibe Jan Dost  raste rast ne gotibe di gotara xwe de lê weke ez têdigihêjim ,du analîzên paralêl dest nîþan kir ku pêwîste bê kirin ji wêjeya me re ,bi taybetî di warê helbestê de, ya kilasîk û ya nûjen û pêvêçûn bête kirin ku bingeha avakirina helbestê li ba wan çawa hatiyê ceblandin ,ji wêneya hunerî,derbirîna sipehîtî ,rîtm,ziman,bi kurtahî form û navika  wê,deqtevdan( altanas ) wê,bi taybetî a kevin  ya bi kêþ deku em zanibin çi pê bikin bo nifþê hatiwî ji helbestvanên nû destpêkî weke dehfdar bê ji wan re lêkolînan bixwîn in û agahdar bin ji pêþdeçûnên dawî di vî warî de.

 

Ez dikarim bêjim ku Jan Dost rastîyek anî holê ,lê rastîk dî heye ew jî, wijdanê nivîskar e ku bi rola xwe têdigihîþe weke ronakbîr  dît  ku pêdivî heye bo pirsek li dor berhemên helbestvanê mezin Cegerxwîn raxîne. Ev mafê wî ye,wêle jî  xwedî mafe boçûnên kesayetî derbarê  helbestên Cegerxwîn û hûnandina wan bîne ziman.lê mafê xwêner jî heye ku ew rexne,ew pirs jêre bête þîrovekirin  û analîz kirina wan berhmên wî kedkarê peyva kurdî .li gor  pîvanên rexneyî  yên herî nûjen li hember pîvanên helbesta bi kêþ ,ne netewekî tewan barke tev rewþenbîrên wî  bi xirpo û kesixî bi navke  .

Pêdivî hebû bê diyar kirin li ser çi bingehê hatine avakirin,û lêkolîna wan ji aliyê ziman,rîtim, asta mûzîk û wêneyên hunerî,raman,derbirîna sipehîtî û hebûna afsane ger bi kar anî ye.Yan jî xwe bisparta formlîstên Rûs ku guhdanek didin bingheha vebêjiyê,stîl,rîtm û deng,bi kurtî lêkolîngera li wî tiþtê ku wêje dike wêjeyî ger wêjebûn di helbestê de mereqa nivîskar dikþîne.

 Hin kes têgihiþtin ku JanDost xwestiye wêneya Cegerxwîn jihev bixîne ,li ser berhemên wî tecawizî kir ye,qudsîyeta wî rûxandiyê bi vê gotar xwe lê ji bîr dikin, ku tu wêjevan nikare xwe ji rexnan biparêze ger ew rexne li ser asta zanistî be û mirovan qayl kirbana ka di kûde Cegerxwîn bi þehrezayî hûnandiyê û li kû qelsî kiryê.Û sedema berdewamiya wî nivisandina helbesta bi kêþ çi bû li gel ku metodên rexneya nûjen hevçerxa Cegerxwîn bûn. Ev pirs mafedare her kes bike û ger ta îro deqên Cegerxwîn ser asta vê rexneya nûjen ku em dibêjin nîne,bê guman li dahatû ew ê derê holê . Pêdivî bû gotara hêja Jan Dost weke li jor min anî ziman li ser bingeha nerîn û mêtodên helbesta nûdem a serbest û cudahya wê bi ya helbesta bi kêþ e berhev danîbana ,xwe bisparta belgehan, û palgeha xwe diyar bikirba ser mêtodên ziman, helbest û vebêjêyî  weke  stûkturalîzm(lêkolîna navik ya zimanê helbestê dike,ku deq ji hev dixîne bo analîzê û disa li hev siwar dike bê ku guhdan bide rola danêr û ramanên wî,dîrok ), lingivistîk (zaniyara ziman )û zaniyara nîþan û kode (sîmalogiya),destnîþan bikriba û çawa tê avakirin helbesta nûjen ku rexnegirê bi nav û deng Eliot Thomas Stearns rolek mezin tê de lîstiye .

 

Nûder hênana JanDost ya bingehîn ew e ku rastîk eþkere kir,tevlî  ku diyar bû ji her kesê hayîbûyî ji dibstan û têorîyên rexneya nûjen ya wêjeyî ji hevçerxa me.Lê wî ji tengezariyê xwepeqînek wêrekî kir weke ji psîxolojiya gotarê diyar dibe, vê gavê avêt û ser ê xwe da ber satorê, erê weke we bihîst! Ser ê xwe da ber satorê. Civakek bindest û ferî rexne ne bûyî li gel hembêzbûna ji aliyê gel ji vê kesayetiyê re,xwedî bejnek bilind di warê ramyarî de û pir berhemdar û tu bê rexne lê bikî !.Lê mixabin li vira pirsek dikim gelo ne þerme bejnek welê bilind di warê ramyarî û çanda kurdî  de,rexna Jan Dost tenê bi hin rengdêran be ?.Navek wisa ketibe dilê gel ê me de weke Tumas Bwa dibêje Cegerxwîn helbestvanê gel e ye herî rasteqîne  ye,nivîskar  rexna xwe dike bêyî xwe bi westîne û rexna xwe ser asteyekî  ne zanistî  aveke.

Raste gotara wêjeyî li ba Cegerxwîn di helbestan de dubare kirin heye, hunera zimanê berder(xeyal)nîne,sirûþtî nîne, li gel peyv ku wateyaa xweyî ya raste rast dide nîþankirin, weke di ferhengê de û ev kemûkurîyeke li gor avakirina helbesta serbest ya nû ,lê Cegerxwîn ne helbesta serbest hûnandiyê ku em karibin pîvanên rexneya nûjen li ser ê bi karbînin û ev jî tevlihevyeke ji rexneya birêz JanDost .Niha çiqas Ew bi vê pirsê bo berjewendiyên  xweyî kesane raxistiyê,ev ji min re ne kule,tiþtekî lê vedigere,ya girîng em xwe li paþ tilîka xwe veneþêrin bi girîngiya lêkolîn ji hemû berhemdarên me re.Ew destê xwe danî ser birînê di warê helbest û wêjeya me bi giþtî  ,bi ne bûna rexne ji berhemên kevin û yên nûjen, û di baweriya min de ger hebûna, ev tênegihîþtin ne dihat holê ku birêz X.Kalo di gotara xwe de dibêje: ,, em qayilin bi peykir bûna Cegerxwîn ji ber em evîndarê wî ne weke tak û weke gel ,,li vira dibêjim ji hêja X.Kalo re avakirna civat û çand ne bi peykir û hej kirina vî yan wî helbestvanî ye tên avakirin lê belê li ser bingehên zanastî û lêkolîn gerîyê ye . Xweþ diyare psîxolojiya gotara JanDost bi gyanekî tengazarî û zû hatiye nivîsandin ,yana ew ê pêdiviyên li jor min destnîþan kir bi anîna ziman.Ji ber welê gotar ne bi bê layene ye ,hatiye holê bê wate û sûd e.Û ji ber sixêfa wî ku heqeret li gel kirye ku peyker limêje,rewþenbîrên wî kesixîne  pêwîste lê borînê ji gel bixwaze .

 

Ji ber rexne afirandina wate ye, weke Rolan Bart( Roland Barthes) dibêje,ger wate tu dixwazî bigînî , gel bi þaþî têgihîþt ev nîþan dike ku  gotar te þaþe neku tenê  rengdêran weke dilê  te bixwaze bivêjî. lê hin hene mafê rexne li Cegerxwîn  nad in tu kesî û vaya kambaxbûna herî dijware bo wêjeya me,çimkî maf nade ku em di hundirê gotara Cegerxwîn bixwînin bi gotinek din ,dixwazin zimanê helbestê weke heyî biparêz in ,ku wataya xweyî ku heye bihêlin bê ku bibînin pêþxistina ziman alavek girînge di avakirina helbesta nûjen ser rexneya helbesta kevin weke gelê cîhanê tev li ser mêtodên rexneya nûdem di warê wêje de bi gelemperî gihan astyekî bilind .Pir stêleye her gel gotinên xwe bi rêxistin bike deku bighê ancamek serkeftî.baweriya ku dubêje ziman tiþtekî nabêje ji bilî wateya xwe pê ve kevin bûye di dema me de, çimkî gelek tiþt hene di cîhanê de bi ziman in bêyî ku bi axivin .

Ji wan hêjanan re dibêjim ger we awirên xwe bavêjin li hawidora xwe hûn e xweza bibîn in, rok,heyv,stêr ku bi lêv kene,xur xura avê,çiyayên bilind,bahoz,barîna baranê,keskesorê,rû,masî û çeman. Evan tev ji derveyî deqên Cegerxwîn man e,wî bi piranî wêneya hunerî mêtafora (teþbîh)bi kar anî ye,gotarekî xwedî rêkiroxek nûçe ragihandine bê livandina raman yan jî mejî di têgihijtina wêne û destnîþanên(delalat) wê de,tabloya wêne  bi peyvan nîgarkêþî ne kir ye .Pêdivî bi hilanîna wê tirsa ku birêz X.Kalo û kesên hezkerê Cegerxwîn ku yek jê ez im ,tê de dijin ,tirsa ji rexne û ji her tiþtê nû ji mejiyên xwe rakin.

 

Mixabin me hîn jî mejî ne xistiyê sere xwe, em weke gel xwedî welatek perçekirî ku di rûdanên cûr bi cûr derbas bûyî,tev perçebûn,talan,bindestî û birakûjî.Gelan ji ezmûnên dîroka xwe fer dibin li ber têkçûnê û nebedîbûnê,xwedê wan civatan bistrîne ku zimanê xwe pêþnexînin di pêvajoya xebata netewî de.Rexneya nûjen dibêje ku huner ancama hoþiyara bedewbûnê ye ,ne foto kopîya jiyan û rewþê ye, lê ew eynika hoþiyara sipehîtî ya ku ji dîrokê ve û bi teka kesane ve hatiye rûniþtandin û em nikarin têdbighîþin  cudahiya kevin û nûjen ger em cudahiya di hoþiyara sipehîtî  de,li ba wan ne bîbinin û diyar ne kin.Em  guhertin di sistema tiþtan  de , guherîn  di sistema dîtina wan tiþtan de, di helbesta    de ne bibînin weke bi rêz Eilot dibêje.

 

*Roland Bart (Roland Barthes):rexnegirê wêjeya Frensî 1915-1980 ji berhemên wî ,,tama deqê,, û,,rexne û rastî,,htd…

Di warê ziman û stîla wêjeyî berzbû.

*stucturalizm(stûkturalîzm- pêvêçûna  di navika her warî de)mêtodekî lêkolînê ye di warê zanistî de,di hemû warên wê de.berznbûna wê bi taybetî di warê ziman pir bêþ de çû ku grîngî dide navika deq(têkst), ji pêwendî û têkiliyên bi alavê bingehîn ji ziman bê guhdan bide bandora ramana danêr û dîrok e .

*Tumas Bwa:(Tomas Bois )prefsorê Frensî (Kurdnas e) jiyana xwe tevî lêkolîn ser netewa kurd ajotiye(çi kevneþopî,,wêje û bingeha gele kurd lêkolîn kirye ta zimanê kurdî jî fer bûbû.)

 

*Eliot Thomas Stearns :1915-1960 li DYA  hate cîhanê û li Înglîzstanê jiya yê.xelata Nobel 1948 e wergirt.Yek ji berztirîn helbestkar,þanonûs û rexnegir ji sedsalaya 20 an de.

*Ji berhemên wî ,,çarþema komir,, , ,,welatê rûxyayî,,.

Helbest û drama,rexeya rexne,sê deng ji helbestê û htd…

 

Bêkes Têlo

30.10.2009

 

                               

                          

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org