ÞINGAL! ROKA WAN …KOR E

 

Bêkes Têlo

 

Kenê rokê bilinnnnd ,bilind dibûn

Bi guliyan kûlav radida

Bo sawa rabirdû….bi çirisîne,

Radikiþe di tabloyên lorînî de ên

Dihat xwendin :

Çendîn car te rûtkirin?

Çendîn car te bi jehirkirin?

Û bîriya  te  qeto-qeto heþtin.

Te gulpek av û ba hildikiþand

Bi çavên kil kirî

Te û çûk ,ji hevra distiran

ji niþkêve mij

bi tiliyên kor dotin roja te,

 zikrêþî bi ser te dawiþandin

digotin :

rok  tenha li dora me dizîvire.

 

Li Þingalê baran e

Di nava min de…. baran e

hiliyam mîna awirên te

Di heriyê de.

Sekinîm orta keviran de

Ser qeraxa mijankan

Ez digirîm….û  digirîm

Kî serdana te dike ?

Çi ji te re dibêje?

Kî aramî û hêza debarbûnê

Dide te?

 

Ez …..

Bi destê vekirî

Digerim di eniya te de

Hin sîk ragirim .

 

Li þingalê baran e

Û di nava min de …baran e

Bi tilyên veþartî

Serjêdikin kaniya

Þîrê  te

Wan pêxwasên tixûban

Bo pozbilindî  û giyanê te

Biþkinin ,

Bi  lehîr

Dixawzin rêwîtiya te bavêjin

Tarîstana bê dengiyê .

Gejim ji dîtina  kezeba te daliqandî

di kolanên çemidî de,

min xewnek  dît

Bi destê Yezdan   girtibûm

Çûn Þîngalê bi meþ,

Û herdu çavên wê

miþt hêstir,

Yezdan

Ket

Hembêza Þengalê

Bi xwe ve kiþand

Û eniya wê maç kir

Ji guhdarbûna behna mirinê

 desmala reþ  Hilda .

þîrmijê Þingalê !

zarokên xewa derizî

hilgire giyan ,

axîna xwe bi destên min bigre

herin bi pêþ de…lîlandina

daykên me ne bi sirûda

jiyan berxwedane

“an Kurdistan yan nemane “.

Þingal !......

Xwe raneqelîne

Pir guneh ê min hene

 

Bayê azadiyê divêt ranekeve

Zanim fîþekê singa

Agirgirtî qulkir

Disa kabûs 

Û bêcirya çerxa felek ê þiyarbûn

Tu mafdarî !

Gava qûmê bi diranê Dirakola

Diranên xwe nîþan da

Û dibêje te :

Bizîvirîne rûwe xwe ji rengên

Kesk,

Sor û

Zer .

 

Bêje :

Bi buharê rojbînî dibim

Erê dilê min tê guvaþtin

Ku dengê min hunda dibe

Di çemê nalîne de,

Lê heftê û dû deryan….

Hawqas derya di çavên min de

Û ne yek jî , min fatisand .

 

Erê Þingal ! tu dizanî?

 

Pir dixwazim rex þîrmijên te

Rûnim û tariyê ji roja wan

Derênim bo þerîn razan bikin .

Ez bi hawar te bim Xweda !!

Eger hat û te pirsî

Em çi dixwazin?

Tenê Ala rengîn di me de biçîn

Bo ku kerbên me wek ava ser tehtê biþemite .

 

Bêkes Têlo

 15.09.2007

 

 

 

 

.

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org