Bêkes Têlo 

 

                                                              THE GAME OVER (DEMA LÎSTIKÊ QEDYA)

 

Jinên jiyanê tev deyîndarên sê xûþkên Mîrabal in ku bûn qurban bi þêweyekî hovane sala 1960 ser destê rêvebirê dewleta *Dominîka Rafael Troxîlîo (1936-1961) çimkî ramyarên pir çalak bûn.Aligirên tevgara li dijî þîdetê li ser jinê xwestin roja 25 meha yazdan ku roja kuþtina wan hersî xûþkan e, bibe rojek navnetewî li dijî þîdetê li hember jinan û bi biryara  134/54 ji YN an ve, sala 1999-de ew daxwaz hate bejrandin.

Þîdet(lêdantûjî)li dijî jinê kijan be ,laþî an jî psîxolojî be yek ji alavên ku xwedî ancamên problêmatîk di jiyana civakan de tê hejmartin.Û bi piranî ev lêdantûjî ji rexê mêr e.Nexwe  mêro …ger tu bêhntengbûna xwe nikarî têxî bin bandora mejî ,pêwîstî bi serdana bijîþk heye deku çarek ji tere bibîne.Dibe ev ji DNA ya malpata te be,ketiye nav xwîna te de .Weke tê zanînin lêdantûjî nareweste ser sînorê jinê lê jê derbas dibe û diçe ser zarokan û malwêran kirina herî mezine ew e.

Mirovê ku lêdantûjî bi kar tîne kesayetîk nexweþe ji aliyê psîxolojî ve,ferî heskirin û çawa wê bide hawir dora xwe ne bûye,bê guman ew bi xwe ancama qurbanîyê ye sedî sed ji ne wergirtina heskirinê di bickbûna xwe de .Mirovê lêdantûjî bi kar tîne balansa xwe dibîne di wê de,çimkî êþek nav gyanî wî de heye û dixwaze wê êþê ser riya lêdantûjî li ser hemberî xwe  bi parve bike.

li kilîtekî hundayî di hundirê gyanê xwe de digere û wê nabîne ,ji bê çare bûnê xwe dispêre lêdantûjiyê deku  xwe rehet bike ji êþa gyan. Paþ ê boþmanî li ser rûwê wî diyar dibe û lêborînê dixwaze bi soza çarekî din welê nabe.lê tiþtê zanyaran jê piþt rastin ew e ku li ser soza xwe namîne û bila jin benîþt necû û ne bêje ew ê bête guhertin,bila bizanibe ku nexweþxane jê ne dûre,ev mirov çarê jêre nîne, ji serdana pisporekî  pêve.

Bi rastî weke van kesan pêdiviya wan bi heskirinê heye, lê pirsgirêka mezin li ba wan ku nizanin çawa heskirin bixwazin û ne heskirin bidin. Anîna zarokan ser rûyê vê cîhanê 5 çarîk ji keda mirov tê xwestin lê xwedîkirin,dana heskirinê û perwerde bûna wan kedekî pir..pir zore û bi taybetî bo civata me ku hîn jî, ji diranên dirakola dinale.Pêwîstiya me bi zanînê heye û zanîn ne tenê tu diploma zankoyekî werbigrî, pir kes welê hene ,dibe di karê xwe de jî serkeftî bin.Lê nikarin du gotinan bi ser hev di civatekê de nerîn û boçûnên xwe pêþkêþ bikin, nizanin heskirin bidin kesên li dora xwe,ji ber hin komblêksên di zaroktîyê de .Dibe kesek lîse qedandiye , dibe karker be , hoste be ,ji ber lêkolîn dike,pirtûkan dixwîne, pirtûkên pêwîst! ,ne yên hayala,ji ber ew kes pirs dike,guhdarek mînak weke wî nîne û ji ber ezmûna jiyana wî,weke profisorekî karê jiyan û ramanên xwe bi þewyekî pak û rind bi rêve bibe,malbata xwe bi heskirin avadike.Zanistî tê avakirin weke bilok û kelpîçên xaniyên ceminto ye.Deku ev zaniyarî bighê her tak ji civakê kar ji medya tê xwestin.

Di vê roja tekoþîna ber bi ne celmîsîbûna nêrgizên jiyana meyî mêran tev, hin perpirsyarên girîng tînim bîra destgehên ragihandina me û dibêjim the game over (dema lîstik qedya) bi mebseta pir guhdan gerek bête dayîn bo programên perwerde ,civaknasî,psîxolojiya mirov,talent li ba zarokan û w..d.. ji program û hevpeyvîn bi pisporan re di hemû waran ji civaka kurdî.Bû ye mode di kanalên me de teq û req tijê dikin ,dema weþanê tevî bertelef tê qedandin yan jî programên kevine tîp pêþkêþ dikin ji bilî hin kanalan ser van pirsan radiwestin, ew jî pir kêm in .Ev nerîn ser alavên din ji ragihandinê dimeþe ,min TV weke mînak anî ziman ji ber dezgehekê ragihandina civakî pir firehe û xwedî girîngyek zehfe.Kes nikare hêvî bide ku lêdantûjî ji holê ew ê rabe ,lê mirovatî hewldan dike bo qelsbûna wê,ez ji jinên xaka xwe re dibêjim xwezî ez gulek bama li ser masa we deku bêhna wê, welê bike ku tucar hûn hêstiran ne barînin.

 

25/11/009

B.Têlo

Rojnemevan

 

*Dominîka :giravek li deryaya karîbî ye xwedî 83.000 ji niþtecihan e,peytexta wê Rosû.

Zimanê fermî: Îngilîzî

 

 

                               

                          

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org