|
TIRKIYE
! …….SIPAS
Bêkes Têlo
Bê
guman bala her kurdek û mirovahiye tev kiþand nûçeya
berî çend rojan ku rûda li dervî welat û raste rast bi me girêdaye
û ev nûçe biryara kongirêsa Amerkî bi mûkirhatin û naskirina
qirkirina Ermenyan ku di encama wêde 1200000 mirov mirin. Þahidên ve bûyerê
pirin û bi taybetî balegehên beyanî çi Alamnî,Rûsî û Firansî ku
gelek caran hatine weþandin di pirtûkan an jî kovar û rojnaman de.Ez ê
wek mînak hin ji wan dest nîþankim bo we xwendevanên rêzdar. ‘’
Di bîra me deye dirama dîrokî ya Ermenan .Qirikirina ku li Kastantînopolîs
(istenbol ) ,li Samsone , ku pêkhatibû .Pir zore
tu dirama Ermeniyan bijî.’’ ji
gotara Maksîm Gorkî sala 1932 hatiye weþandin. ‘’Hikumeta
Tirkiye destpêkir bi qirkirna Ermenan sala 1915 ên li Asya biçûk dijîn,seyasetek
çehnemî meþandin bi komkûjî ku
di encamê de 1200000 kes mir.’’ Ji pirtûka Wîniston
Tiþrþil bi nave ‘’pirsgirêka navnetewî ‘’sala 1932. ‘’perlomanta
Ewropî zane ku hikumeta
tirkiye qirkirina Ermenan mûkir naye ku bi destê partiya Tirkiya Nû
hatiye pêkhatin.Pêwîste rêzkiritin bo peyman û belgên navnetewî hebe
ku bi pirsgirêkên girêdaye bi Yonanîstanê re û ne naskirina Tirkiye bi
gelê kurd di welat de û bi ne xwestina Tirkiye leþkerê xwe bikiþîne ji
xaka Qibrisê ya peþek wê dagirkir kirye
û nebûna demokirasiye li welat ev tev dibin asteng li pêþiya
Tirkiye bikeve hevpendiya aborî ya Ewropî.’’ Ji
xala çaran ji biriyarên perlomanta Ewropî 18 Gulanê 1987. ‘’Talat
Paþe wezîrê derve ye dewleta Osmaniyan ragihand
: Hikumet
biryar daye ku Ermenyên li
Tirkiye dijîn ji kokê rake, çiqas birayar tûjbe jî, pêwiste em dawîk
deynin ji Ermenan bê cudabûn temen û celeb ,bê dilovanî ser jinan û
zarokan û kem endaman.Em Karin her tiþt pêkbînin bo qirkirina wan’’ Ji
gotara ku hatiya weþandin di Ajansa ferensî ‘’ Reviw Siadfik’’
8.7.1878 ‘’pîremêr
dihatin kûþtin yan jî dimirin ji birçîbûn, keçan bi zorê dajotin
qesrên tirkan bo bibin lîstika leþkeran û zarokan difrotin
mislmanan’’ ji
pirtûka dîrokvanê Firensî Rîne Pînan ‘’Qirkirina Ermenan’’sala
1916. ‘’
Bo pirsgirêka Ermenî çareser be divêt gelê Ermenî ji hole rakin ta
ebed’’ ji
fermanên Sultan Abdulah hemîd. Tujbûn
û tehlûka ku Tirkiye têde dijî û pê hest dibe û jê
di tirsê encamên naskirina û
mûkirhatina vê komkûjiye yê . Ji
encamên mûkirhatine hin belgehên navdewletî hene ku jê
di tirse bê cawa Alman
bi Helkostê( komkûjiya Cihûyan bi destê rêjima Nijadperst ya Hîtler pêkanîbû)
mûkir hatin û 100 milyar dane cihûyan. Ya
didwan ew ê ku Tirkiye dixwaze bikeve YE û mûkirhatin navê wê xiradike
wek dewlet û naxwaze bi dewleta nazîstan bê berhevdan Û
sedema herî girin ku ev 92 sal vê qirkirine red dike li peþiya nerîna giþtî
ya Tirkî,ji niþkeve pê mûkir be te wetaya ku hefqas
sal derwa dike û wênek pir xirabe bo hestê netewa Tirk pêkbîne. Xwendevanên
rêzdar û heja ! rastî tim derdikeve orte ev zakonek ne hatiye nivîsîn,îro
paþ 92 sal Tirkiye bixwaze an na ev komkûjî ew ê bê kivþkirin.Hewldanên
Tirkiye di van rojan de ku bazdide nîþanke
bo ku baþûrê Kurdistane dagirbike
ji aliyek û li paþ perdê ji aliye din
badide biryara Kongrêsa Amerkî asteng ke fiþaran gefsorî tev bo
rawedstina ve biryarê ye yana xwe dispêre mirina komara Tirkiye.Rojnama
‘’ Newyork times’’ hin agahdaryên pir giring weþandin ser lobya
Tirkî û nîþankir rola ve lobyê ku bi nave ‘’the Livingston group
‘’ ku di avdara 1999 hatiye damazirandin bi serkotiya Robert
L.livingston cara yekemin hatiye hilbijartin ji herema Louisiana sala 1977
wek nûnerê gel ew yekemîn endamê partiya komarî tê hilbijartin
li ve hermê.Ev destgeh berpirsyarê berjewendiyên Tirkiye li DYA de diparêze
û fiþara li ser navenda
biryarên Waþiton dike. Robert Livingston ê ku dû car bi serket bi astenkirina
biryara kongirês ê sala 2000 û 2004 de bi
mûkirhatina qirkirinê. Îro
jî eynî hewldan dide xwe di van mehên dawî û ta radek bi serket ev
lobya Tirkan ji berku hin endamên kongrês xwe vekiþandin ji biryarê paþ
ku hevdîtin ji reberên Tirkan bi çîgirê serok Bûþ
birêz Dîkçenî re û bi þewrmendê yekem ye serok Bûþ re birêz Karl Rov li
darxistin.Û li gor rojnamê Destnîþan
dike ku li gor wezerta dadgehê û belgên wê Tirkiye ji tabaxe sala 2006 li dor 3,2 milyar xerckirye ser girupa fiþarê
(lobyists) û ser kompanyên pêwendyên giþtî li waþinton. Ev
nîþan dide ku ev gefsorî ser baþûrê Kurdistan û fiþarên ser DYA ,
li ser serok Berzanî bo qailbûna nerîna giþtî ya tirkiye dike .Kî dîroka
ramiyarî ya tirkiye biþopîne diyar dibe ku berdelî dixwaze bo bigihe
daxazên xwe bi taybetî piþtî çûna serok komarê sûrî bo Tirkiye wêne
xweþ diyar bû ku rolek li rojhilat navin þînwarek bo xwe amede dike.Ev
ji rexek û ji rexe din em dibînin gediyên herdu welatan di
pir tilvizionên Ereban de cawa þerekî psîxolojî dikin dijî gelê
kurd û bo tekçûna destgirtiyên me,tenha bi yek dil û vîn û bi esrara
me, em ê bi serkevin,gava Tirkiye û DYA bibînin em yek destin ti car gava
xwe navêje dema em ji mafe xwe neyne xwar.Ramiyarên Tirkiye ezmûnek bi
sedan sal heye lib a wan di ramiyarê de,heger santimetrek tehluke jêre
hebe ti carî gava xwe navêje bo þer. Paþ þerê kiwetê me sipasya xwe
bo DYA nîþankir bo nezîkirina du hezên serta li Kurdistana baþûr lê noka pêwîste em sipasya xwe nîþankin bo Tirkiye ku
gelê me nezî hev kir yek dil û yek hest yan Kurdistan yan neman .Yana
derbasbûna wê dînîtiye ,xwekûþtine ,tê wê wetayê wek di pir caran
bi qehramanên romanan re derbas dibe gava psîxopat pêre çedibe û ti çare
jêre na mîne ji xwe kûþtin pêve,ev dawî jî li heviya Tirkiye ye. Bêkes
Têlo 28.10.2007
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org