Xanima Gulîzer

 

Bêkes Têlo

 
 
Beyanî zû þiyar bû wek her roj… 8 ê adarê bû. Ji nav livîna rabû ruwê xwe þiþt. Zîq di mirêkê de li xwe temaþekir, henefya avê vekir rahiþt firçê û hinek sabûna diranan danî ser û xiste devê xwe bi xwirtî firçe bi jor û bi jêr dibir. Avek li laþê  xwe kir , bi beþkîre  rû zuhakir,dûvre porê xwe bi sêþwarê, li ber eynikê sekinî devê xwe wekû bikene vekir,li diranê xwe dimeyzand……zûka xwe avêt xwaringehê û neskafê bi þîr amedekir,cixare vêxist. Demeke bi tenha dijî. Tiþtek çêbû di hûndirê can de ku wê guherandîye. Meha bihurî pelî 30 sal kir…þipya ma li ber pencera xwe li xwezayê dimeyzêne li wê gola avê û darên þahbelût û yên din.  Ev  çax bîranînên zaroktî û jiyana zaroktî þiyar dikin ku bi ti rengî ne wek jiyana mezinane. Rojên ciwaniyê û cejna Newrozê xwe diyar dikirin ,gava  derdor tev gul û þinkahî bû .’’Tiþtekî bedew e ku tu temaþeke û bibinî ev tev,ku ta duh di hûndirê te de agir pêdixist û tu pê diþewitî,nava te dikeliya……..lê noka?’’. Bêvil û lêvên xwe bi jor rakir,te digot nefretê dike. Ma kî kare hestên wê bihese? Domana çixarê ji bêvila xwe hêdî hêdî davêt ser cama pencerê bi sarbûnek mînak jêre tunebû,çentê xwe bi zûka amedekir û da rê, tu li ku û balafirgeh li kû.
 
Di naylonê de ji pencerê  li mirovan temaþe dikir û raman dibû, di hundirê xwe de got:Xweþe ji demekê ta demekê tu jiyanê bi felsefekê, bi kûrbûn di mijarê wê de û nerînên xwe derbaske ber çav neqlek din ………yan jî biguherînî û giringbûna tiþtan li ba te bê guhertin û tu li pêþerojê bi dilþahî binerî. Nizanim ger dem rolek hebû,ku giyam vir  wekû ez heme,lê tiþtê jê bawerim ku min zivirandineke bi tevahî di jiyana xwe de kir…….bi axaftinek hejmarokî (metematîk),min piþta xwe da her tiþtên jê hez nakim yan ne bi dilê min be ku bikim. Min xal danî ser rojên dagiritî, bê evînî, bi qêrîn û lêdan ji pelên jiyana min……min guhert. Jiyan giranbuhaye, gerek mirov guh nede wan kesên jiyanê û spehîbûna wê xiradikin,ew rûçadirin, min ew kes ji jiyana xwe derxist,ew kesê jiyana min bi kul û keder kirbû, ti hêvî bi jiyanek xweþ nemabû. Pir sal derbasbûn ta giham vê stebîlbûne(aramiyê),…giham bawerîk resen ku gerek tu jiyana xwe wek tu bixwaze bijî, jê bûhatir tuneye ku tu dilxweþ bî di her kêlîkê de……em najîn bo kesatya xwe û dema têdighêjin,ji nûve hej xwe dikin wek zarokan.
Di ber xwe de keniya , tirmbêl gihabû ber deriyê balafirgehê. Pere derxistin,dan þufêrê naylonê û kete nav wê qelebalixa rêwiyan di balafirgehê de hundabû.
 
 
Xanima Gulîzer bi salan di nav gêjbûnekê de bû bi hevserê xwe re. Du cîhanên ne wek hev bûn ,bê evîn, tiþtên wan digihîne hev  tenha damarên xwînê bûn. Biryar da ji hev qutbibin û cuda bijîn. Xwest vegere ciwanya xwe, kete rêwîtiya bo welat ku behnvedanek bo wê be.
 Wî diþopand bi qurziyê cavan, lê dinerî û dît ku ji çentê xwe pakêtek kilînêks derxist… texmîn dikir ku digirya lê di eynî demê, bigoman bû …. xwe dikir ku pirtûkê dixwîne,lê hîç  ne dixwend û ne peyvek…..  ji xwe dipirsî ’’ji kûve tê ev xortê spehî û bi kûde diçe? Û çima diçe cihê ku ez diçimê?û çi wate di van 5 saetên ku em bi hevre difirin de, di jiyana me de heye û piþtre kes kesî nasnake, yan jî kes naye bîra yê din, lê eze cawa vî kesî jibîrkim?
 Em bi hevre ne diaxiftin bes min hewl da xwe temenê wî texmînkim û ramanên wî di vê kêlîkê de bizanibim.
Xortek te fihêd dikir le binerî , ne nase, rex min rûniþtibû, li cihekî dijî ne wek cihê min bû …bihnek dirêj kiþand û di hûndirê xwede berdewamkir û got: çi  bihna kolonya  wî xweþe! dilê min difirî bi wê bihna wî û diketim xewn û xeyalan de.
Ji kêlîka yekem ku nerînên me pêrgî hev bûn ez bûm evindara wî û em  ser her mijarê axiftin. Di van 5 demjimêran de herdû  zû û bi dilgermî hev naskirin.Wî evîna xwe kevþ nekir û ne bi gotinekê. Xortekî bejnûbalek lê bû wê niviþt kirbû. xwe û hestên xwe tev dida yê ku ti car ne bihîstibû ji hevserê wê, gotinên hefqas hingivîn û þêrîn ku ji kûrbûna dilê wî,bi can û laþ  derdiketin.
Dilê wê lêdida wek rîtma dîlaneke xwirt. Dengê kenê wan  digha cihanê tevî, xwe jibîrkirbûn li kûne û kî li hawîrdora wa ne . Ev roj nayê jibîrkirin ji heþê wê, çavên wan ji hev qut nabin. Girs bû te digot karakterê wî jî diyare hiþke,lê bi xwe ne husa bû,nermokî,hêdî axaftdar, xwedî hestek nerm  bû, ji niþkave gotina dapîrê  hate bîra wê, digot:
_Sipehîbûn mirov bi kefçiya na xwe,lê bi destan.
Dilþad  dibû bi vê hevokahe û di berxwe de bi lêv ken dibû.
Bû xirecira wî û ji çente pênûs û kaxezek derxist,çavên wê jê nayê xwar….gulek neqiþkir û lê nerî bi þermokî  got:
_Cejna jinê li te pîroz be!. Ah xwedê…. þaþo maþo ma ji vê zivrandina wî,  sipasiya wî kir û jê pirsî.
_Çima ez? Nizanim…xort bersiv da û berdewamkir...lê hestek li ba min çebû di vê kêlîkê de ku te pîrozkim û bêjim tu pir sipehîyî. Gotina xwe bi dawî anî , çav  û ruwên wan hino hino nêzîkî hev bibûn û berdawamkir û got:
_bide ber çavê xwe cîhan bê jin…çi felaket bê ser me. Ji kêfa difirya  û her man li hev dinerîn û axaftin qut bû. paþ ji wî re nav û navnîþana xwe gotibû……xanima Gûlîzer hefqas evîndara wî bibû ku jibîrkir nav û navniþana wî bipirse.
Lê ew kêfxweþiya  wê dom nekir,li balafirgeha welat hevdû  hûndakirin,bi salane li hêviya evîna xwe mabû û di çend kêlîkan de hunda kir.
Bi hesreta  dîtina wî rojên wê derbas dibûn ,diçû ku rû,peyvên wî û kenê wî di hiþ û canê wê de mabû…vegeriya Swêdê,salek derbas bû mîna sedsal derbas bibe bo wê,jiyana  wê tevlehev ketibû , raman  li ba wî bû,û  ji xwe dipirsî gelo ezê carek din wî bibînim?
 
Dunya sare tevlî ku meha Adarê ye.  Ji bayê cemidî têlên kehrebê geh fizfiza wan û geh bê deng diman…bi dilê wê bû bikeve  rêwîtiya wan saetên di xeyala xwe de gava bi hevra bûn  ,tamek taybetî hebû di jiyana wê da ji wan saetên ku hevdû naskirin û di cî de ew rojên bi xem êrîþî hiþê wê  dikirin, dihatin bîra wê û vaye noka raman dibe , mejiyê wê mijulkirî bi bûyerên jiyana bihûrî bi hevserê sitemkar re ji peyvên wî yên lewitî û çavên beloqî bi bihntengî rûwê xwe nêzîkî rûwe wê dikir bi sixêfan dihejya ji hundirê xwe. Rojên bê hêvî..  bi kul.  ji xwe re diaxivî: rojên bê evîn û bi kul te digot min sedsalan jiyan kirye. Di eynî kêlîkê de dengê teqreqa derî hat,wê þiyarkir ji deryayê ramanan.  Bi lez cû derî vekir….dema derî vekir veciniqî weke xeyaleke ber wê sekinî bû,ew çav û kene ku bi hezar caran dihat ber çave wê rastiyeke û niha di matmayîna xwe de lal bibû….gelek pirs û peyv û gazin di nerînên wê de diyar dibûn.Destên wan hev bi lerz hembêz dikirin lê di çavên wî de ,dema zindan û iþkence ber evîna dil dicûn ava…rojhilat..
 
 
 
 
 
Bêkes Têlo
 
 
bekes_tello@hotmail.com
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org