|
Bêkes
Têlo
XARÎZMA..!
M. BARZANÎ Dana
xwedê ye… wergera peyva Girêkî *xarîzma ye ko bi Erebî karîzma
dibêjin û tê wateya ferhemendî ko taybetmendiya hin kesane û pê dikiarin bi asanî xwe bidin pejrandin yan
gel bikin heyranî xwe.Û bi rastî ez pir westyam ji bo vê gotarê bi
sernivîsek bikim ko li gor dîrok, qilafet û bejna bi rêz M.Barzanî
be ko wek çiyayek li
hember min berz bibû gava min biryar da vê gotarê binivîsînim.Bedewtir
û watetir ji vê peyva dana xwedê ye min ne dît bo vî mirovî ko
mirovê qonaxên cûr bi cûre ji hemû rexan ve ji têoriyên rêveberiyê
wek têoriya helwest,têoriya rêkûpêk,têoriya zirt ko alavên girîng
in di vî kesî de.
koda
þifrê… peyva Mam
e Zanyarên
civaknasiyê giringî didin rêvebiryê û rola wê di avakirina
netewan, pêþketin û hevkirtina wan de.Ger þîrovekirina min ne þaþbe
bawer dikim bi rêz C.Talabanî serok komara Iaraqê ya fedêral li ser van bingehên li jor min anîn ziman ragihandina xwe
sipartî ye gava got di destpêka kompaniya hilbijartinan de : (serok
Barzanî baþtirîn kese ko em wî bikin serokê xwe…… ji ber
Kurdistan pêwîstî pê heye.).Wek em ferbûn gava em xwendevanê zanko
bûn di beþa rojnamevantiyê de ko pêdivî heye bi xwedina orta rêznivîsan
(deqan) de heye.Lewra wateyek mezin heye ji peyvên serok komar wek
kesayetiyek ramyar di deste de dêtalên hûr hene,û wek herî berztirîn
ramyar xwedî ezmûn di nav me de di vê çerxa nûdem de.Ev hevoka wî
ji heste berbirsyariyê hatiyê û ji xwendina rûdanên lidahtwî de ko
qonaxa ragihandina serbixweyî û dewletbûn ye bi çespîtkirina destûra
hermê ye ko þerîyet dide herêmê wek kyanekî ramyarî.
Reþnivîsa destûrê hiþt nehez û neyaran belavokan çapkirin
ko metirsînên xwe diyarkin ji perçekirina Îraqê berî çend rojan
yek ji wan komîta zanyarên musilmanan bi serkêþya Haris al Darî ko
nivîsgeha wê li peytexta Sûrî ye eþkere dijmintiya xwe diyarkir dijî
gelê kurd gava bi rêz M.Barzanî bi xayin binavkir.Heyf û mixabin hezên
Îslamî ko bejdariya hilbijartinan dibin xwe li paþ tilîka xwe veþartine
û ti bersiv ne dane Basiyê genî..
Hêvîk…. Bê
guman me rexnan li hin serok komarên Ereb dikirin ko di hilbijartinan
de 99% bi destdixistin lê ya birêz M.Barzanî hêvîdikim ne wele be
tevlî ko hemû nîþandaran û çavdêr diyar dikin bi serkeftinek pir
xûrt jêre û dibe bi rastî jî nêzîkî ve hejmare be.Berko ji
namzetên ko hêvî didin gel ê kurdistanê bi tevahî, ya birêz
Barzanî ye kî bixwaze û
nexwaze tev kemûkûrî di dema wî de ji gendalî, bexþîþdan,pêlkirina
yasayê ji hin karmendan an
berbirsyar û ew bi xwe mûkir tê li wan kemûkûriyan û hêvî dide
di dema hatwî de kompaniyek berfireh bi rêvbibe bi alîkariya medya
,komalane medenî (komeleyên sivîl) û destgehên desthilatê û rolek
mezin bide ronbûn(þefafîyet).Xarîzma Barzanî wek namzet yê dîtir
datiqurtîne çi ji dîroka wî û malpata wî û çi jî wek
kesayetiyek ramyarî xwedî pêwendiyên berfireh
bi dewlet û kesaetiyên navdar .Nemaze kesên pêþberî wî
lawaz dibin û piraniya jiyana xwe li derveyî welat derbaskir bin wek
bi rêz Kemal Mîradûlî 35 sal li Înglîstan maye,waha jî Helo Îbrahîm.Ji
wan re baþtir bû xwe pêþkêþî enadmbûna parlementoya wê
bikirbana bo piþtevanî li xak û gelê xwe bikirbana an jî lobîyek
kurdî sazbikirbana.
.
Pêþbirka serok û parlemento Pênc
namzet xwe dane pêþ bo pêþbirka hilbijartina serokê h.Kurdîstanê
M.Barzanî,Helo Îbrahîm ko birayê xanima yekemîn li komara Îraqê
ya fedêral xanim Hîro Talabanî ye,Kemal Mîradûlî ko li Înglistanê
rûnitþvane,Hûseyn Germyanî û Sevîn Þex Muhemd Tacir.Lê pêþbirka
bo endametiya perlomento 507 nemzetin bo 111 e rûniþtok di nav hin lîstan
dene wek lîsta Kurdistanî ji
YNK û PDK ye,Lîsta xizmetwêzarî û çakzasî ko ji yekitya Îslamî,Komeley
Îslamî,partiya sosyal demokrata Kurdistanê û partiya zehmetkêþanî
Kurdîstan ,lîsta Goran bi serkêþiya Nûþerwan Mustafa ko ji YNK vê
dawiyê veqetiya pêk ten û hin lîstên filahan li gor ragihandina
serokê balayî komisyona serbixwe a hilbijartinan li Îraqa fedêral
birêz Ferec al Heyderî bo ajans û rojnemavanan.Hejmara dengdêran 2
milyon û 518 hezarin ji tevahiya rûniþvananên 4 milyon 382 hezar ji
parêzgehên Sêlêmanî,Hewler û Duhokê .
Kernevala hilbijartinan
Bi
rastî kî destgehên ragihandinê çi dîdarî an jî guhdarî û nûsînî
biþopîne cengek pir germ û zor dibîne,bangeþiyek azad li þar
û þaroçkên Kurdistanê wek kerneval dimeþe her lîstek gotar û
progarmên xwe pêþkêþî hemwelatiyan dikin bi heyacanek mezin.Ev
ceng giha medya û bi
taybetî ser rûplên malperan yên perçê azad
wek evro.com,an jî sbeiy.com,çavdêr(cawdêr),Ayene û hwd.. boçûn
û rexn darbirînin wek ser reþnivîsa destûra herêmê ,ne yasayîbûna
parlemento,dîktator amede dikin,bo çî barzanî? Parlemento ûÇarlî
Çaplin. Ev tev sernivîsa gotarên ko tên weþandin di malperên
kurdan ser internetê.ji xwe mirov gej dibe ji lozingên lîstan ko tev
hatine baþ neqandin û bi rêkûpêk in wek.. bo jiyanek baþ bo te û
malpata te deng bide lîsta me,gava deng bidî bela çiya li ber çavên
te bin,îro encamê raberdûye ji bo pêþerojê
denge xwe bide me,na! bo malwerankirina gendalî,azadiya
ragihandin,yasaji me tevan bilinde,dengê xwe bide Goran,lîsta
kurdistanî lîsta te ye.
Pilîngên xabatê Rewþa
hilibijartinan li cihana azad ko di dema we nezik dibe partî û nemztan
hewldan didn xwe bo hiþ û nerîna hemwelatî bi alî xwe ve bikþînin
û bi taybetî bandor li ser ciwanan bikin.Li bajar û gudan bi
hermoniyek pir azad listên cuda kompaniya xwe ya hilbijartina pêktînin
zidî ser TV,ji bilî hin xortên ne gihiþtî û dibe ji heycana vê
kernavalê bê tamiyê dixin vê kernevalê wek bûyer rûdide.Cihê
destnîþnanê ye ko carnan bê bextî û derew tên bi kar anîn ez hêvîdikim
ko hemwelatiyên perçê azad ko xwedî ezmûnek dîrokî ne, ji xebat
û çanda ramyarî, durkevin ji fewt û fûtên ramyarên bê ezmûn an
bi navên pîroz nav li partiyên xwe dikin çi olî be û çi hin
keseyatî be ko peyva serokê DYA B.Obama bikar tînin yes we can (bele
em karin bighurînin) bo guherîn û xistina herdû hezên serekî ko
xwedî ezmûn û pilingên xebat in ,kesên ko ji asîmelîsyona Erebîzmê
,enfal kirin û çekên kîmyawî gelê xwe parastine û wî gihandin vê
qonaxa serbestî ti metirsî li ser wan hîç nîne.
Bo demokrasiyê… Bo
prosêsa demokratîzmê bighê serî yan jî bo dagirtina qola vala ji
demokrasiyê ko hîn di qonax zaroktiyê deyî pêwîstî bi gavek din
heye li beþê azad ji xaka me, ko hêza sêyemîn bête holê,hêza
opozîtsion an hêza dijber bo livandina jiyana ramyarî ber bi baþbûnê
biçe.Kiryara birêz M.Nûþerwan bi sazkirin lîstaGoran bi texmîna
min armanca wî ko partîk aveke û daxwaza wî ji hilbijartinan ew e ko
bizanibe heza cemawer çiqas li peyî wî hey ko keysekî zerîne jêre
deko hêza dijber(opozîtsion)rabigihîne.
Hin
têbînî berê roja dengdanê Kesê
yekemîn têgeha desthilata çaremîn bi karaniyê Tomas karlyle(Thomas
Carlyle) ye di pirtûka xwe de *(Heroes and hero worship)sala1841 de.Bi
18 salên ko herdû hêz desthiladar bûn hîn karên ber çav ji
bandora desthilata çaremîn ti
rolek berz me nedîtiye tenha di rojên qeware de û di van
hilbijartinan de ko rolek bo kombûna û afirandina nerîna giþtî li ber cav xweþ
berz dibe. Lê mixabin kêmanîk pir mezine ko çar kanalên ezmanî çi
kurdsat,ktv,zagrostv,gele Kurdistan tv, rêk ta hesta ne dane namzetên
bo serokatî an jî listên dîtir
bangeþî bikin bo namzet û lîstên xwe ji KNNtv pêve ew jî tenha
birêz Hilo Îbrahîm veguhest bo hevpeyvîn .Ev þaþtiyek pir
mezine û divet zûka bê ser rastkirin .Tevlî ko kanala KTV bi rengekî
netewî tevdiger lê ta niha kesên ne ji lîsta wan ne veguhestine,an
çalakiyên wan bo banageþiyê ne weþandine. Þaþîtiyê reklemkirin
bo lîsta xwe bi kar anîna reklamek bi zarokek ko bejdar bibû di
programa ez cawazim bo bangeþiya lîsta kurdistanî û bo namzeta
M.barzanî bike ,ev dibe tecawezkirina mafe zarokan ko tên bi karanîn
bo aramncên ramyarî.Pir caran birêz Kemal Mîardûlî gazî birêz
M.Barzanî dike zindî ser tv programên xwe giftugo bikin,ti bersiv me
negirtiye ta niha .li vira têbînek min heye ger hat û qebol kir devet
hayedarî hebe ji aliyê berbirsyaran ko dibe fexek be ,li welatek hîn
destûr nîne ko diyar bike maf,berbisyariya her takek û li vira pirs tê
holê gelo garentî çiyê ko K.Mîradûlî ji sînorê xwe dernekeve û
bi taybetî ew xwediyê nasnama Înglîstanê ye,ev tê wetaya ko kare
her tishtî bêje û bêbextiyan jî bike deko bigehe armanca xwe,ev
metirsîk xwedî mafdarî ye.Pêwîst bû KTV rolek dê bilîze bo hemû
aliyan ,bangweziya min jêre zûka
vê þaþitiye ser rastke û rola xwe wek desthiladara çaremîn bilîze
bi veguhestina namzetan û çalkiyên lîstên cuda hemwelatiyan
agahdarke bi kêmanî wek nûçe biweþîne. *Heroes
and hero worship(qehremanan û qudsîyeta wan)
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org