Îro
seba-bo dirok, weje-edebîyat nîvisandin u zimanzanistiya
Prof.Dr.Qanatê Kurdo famzanista min de çar mana derdikevin holê, eþkere
dibin.
Yekemin
pirsa zimanzanîstî hen
Fusei (fusei) ye (natura),
hen ki nomw(nomo)(zagon)
ye. Pirsa ku were pirsîn, natura(xezaya) ziman çîye? Ziman
tabiye(naturel)e, yan ku sistema zagoneye? Li çavên sofistan de du
karaktere zanistik hene; yekemin pragmatik e, duyemin teknik e. Herdu
bûn prinsibê qanuna
sisteme zagonê. Zanistik; ne fenomene qanun e. Fenomene sisteme ziman,
bere zagone ye.
Duyemin;ziman qiseyek mordemiyetê-merîtîyê ye. Bi
gotina, þîroveya Platoni;
nomoV(nomos) yêkîtîya bingeye
famkirinê, bi xatirê wî kategorîyên mezine ziman hatin peydakirin.
Sêyemin; prensibê mantiqê
nomoV
(nomos) ye. Li ser bingeha yekitîya ziman analize nomoV (nomos) û lectum(xandin)
ye. Herdu fama ziman didin.
Çaremîn; jîyana
zanyare zimanzanîstîye. Çawa
profesora zimanzan Zera Ûsiv
dinivîse; “Di
çareserkirina pirsgirêkên rêzimana kurdî, ên mezin da, Qanatê
Kurdo yê yekmîn e.” Bi vê manê zimanzanîstîya Prof.Dr.
Qanatê Kurdo hem teorîke, hem jî pratîk e.
Pratîke, çunkî zanîst
çalekîye pratîka aqil e. Zanîsta ku li fenomenên zimanan, tecruban,
serborînan derdikeve rê
hem xezaya-natura ziman, hem jî zagona gola ramanêde tenî cem, ber
hev.
Prof.Dr. Qanatê Kurdo çêkerê
kanunên zimanê kurdî ye. Teorîsyene zanîsta gramera kurdîye. Ew
nav dîroka Kurdistanê da nav zimanzanîstên yêkemîn da ye. Sedemê
sersala mirina Wî dîtînen Wîyên hêla-alê
ziman, dîrok, wejeyê de vekirin min re weku berpirsîyarîyeke,
kareke. Min qezî dabûn Wî þehsîyetî nemir. Vê gotarê de ezê bi
kurtasî, kin behsa mijara jîyan, zimanzanîn, dîroka
wejeyê-edebîyatê de çalekîyên, xebatên Wî bikim.
Prof.Dr. Qanatê Kurdo zimanê
Kurdan li dîrok û civaknasîya Kurdan cûda nagire dest. Civaknasîya
Prof.Dr.Qanatê Kurdo dîyalektîk e. Gora Wî dîroka wejeya-edebîya
Kurdan, dîroka civata Kurdan e. Li xebatên teorîkî ya
wejaya-edebîyata Kurdî de projeya xelasbûna, rizgarbûna civata
Kurdî dîtîn mimkine.
Ser vê mijarê ez dîtîna xwe,
pêþniyara xwe Pen a Kurd re dibêm; Em weku rêxistin sala 2009’an,
sala Prof.Dr. Qanatê Kurdo îlan bikin. Nav van sê salan de
nivisên ku hêla Prof.Dr. Qanatê Kurdo ve hatine nivisandin û heta
îro nahatina çapkirin, hemîyan-gîþtîyan berhevkinê û bidin
çapê, çapbikinê. Yên ku berê hatine çapkirin nûva çapbikinê.
Bi konferansek navnetevî Wî þexsîyetî bi bîrbînînê. Bi civatên
nav neteva Kurd de jî gora pêwîstîyê bidinê naskirin. Ew þexsîyet
wan projeyan heqdike.
Ew pirsgirekên, gotibêjên ku îro ser mijara
ziman tên gotin. Ewê bi gotinên, tespîtên Prof.Dr. Qanatê Kurdo
davî bibin. Ew þexsîyet mijarê pir rind-baþ dizane, pêþniyarên
balkêþ dike. Xwastina min ew e ku kesên bi mijarê eleqederin
berhemên Wî bixwînin, nîqaþan devlimend bikin, bigêþin encamê.
Loma mijara wê gotarê Prof.Dr. Qanatê Kurdo
e.
I.
Li ser jîyana Prof.Dr Qanatê Kurdo
Prof.Dr.Qanatê
Kurdo 12
yê Îlona sala 1909’an li gundê Sûsizê, ku bi Qersê va girêdayî
bû, di malbeteke cotkaran da ji dayîk bûye. Salên Cenga Cihanê ya
Yekemîn de, malbeta Qanatê Kurdo jî mîna bi hezaran malbetên
kurdên êzdî mal û milkê xwe, welatê kal û dapîrên xwe berdidin,
diterikînin û li ber zilma Roma Reþ bardikin, direvin Armênîstanê.
Wê demê Armênîstan bi xwe wêrankirî û bi penaberên ermenî va
tijî bû ye. Loma ew li wir nasekinin û terin Tilbîsê .
Malbata
Qanat li ber þer û hovîtî û xwînrêjiya ordûyên osmanî mecbûr
mane herda-axa bav û dayikên xwe biterikînîn û ber bi Bakur ve
herin. Ew pêþ da, berê li Çinkanîyê (Koblaxê), di navçeya
Aparanê cîwar dibin. Koça xwe datînîn. Lê pêþveçûna leþkerên
osmanî mihacirên kurdî mecbûr dibin ku dûrtir herin. Her dûr
dikevin. Merîyên Prof.Dr. Qanatê Kurdo,
di dawiyê de, digêþin Tîflîsê. Li wir sala 1921’de bavê Oanat,
Keleþ dimire. Mala wan belangaz û þerpeze dimîne.
Sala 1922'an bi însîatîva nivîskarê Kurd Ahmedê
Mîrazî, ewledê gelê Ermenî, dost û xêrxwazê gelê me Lazo (Hakob
Xazaryan)(2) û hinekên din, li bajarê Tilbîsê ji bo wan
zarokên Kurd dibistan vedikin. Di dibistanê de zaroka him dixwînin,
him hînî kar dibin, him jî tê de radikevin. Qanat dibe þagirtê wê
dibistanê.
Tev
Qanatê Kurdo ji wê
dibistana xwendina xwe dest pê kirin usa jî zimanzanê Kurdî bi nav
û deng, doktorê fîlologyê Çerkez
Bakayêv, nivîskar, berpirsyarê rojnama Riya
Teze yê ewlin Cerdoyê Gênco, Mêr xwesê Yekîtya
Sovyêtê Semend Syabendov û gelekên din.
Ew di îlon 1928 de diçe Lenîngradê û Ii wir, Ii ber
destên A.A. Frejman û I.A. Orbelî, çêtirîn rohelatnasên sovyetî
yên wê demê û hîmdarên kurdnasiya sovyetî, dibe xwendekarê
irannasiyê. Ew wisa jî Ii cem 1.1. Zarubîn
fêrî belûçî û zimanên pamîrî û tevî N.Y. Marr hînî
zimanevaniya giþtîdibe. Hê xwendina wî xelas nebûye ku O. Kurdo di
1934 de, dibe mamosteyê kurdî, pêþiyê Ii Fakulta Fîlolojiyê û
dûre jî Ii Enstîtuya Xebatkaran.
Sala
1922'an bi însîatîva nivîskarê Kurd Ahmedê Mîrazî, ewledê gelê
Ermenî, dost û xêrxwazê gelê me Lazo (Hakob
Xazaryan) û hinekên
din, li bajarê Tilbîsê ji bo wan zarokên Kurd dibistan
Ew
di îlon 1928 de diçe Lenîngradê û Ii wir, Ii ber destên A.A.
Frejman û I.A. Orbelî, çêtirîn rohelatnasên sovyetî yên wê
demê û hîmdarên kurdnasiya sovyetî, dibe xwendekarê irannasiyê.
Ew wisa jî Ii cem 1.1. Zarubîn
fêrî belûçî û zimanên pamîrî û tevî N.Y. Marr hînî
zimanevaniya giþtîdibe.
Sala 1928 an bi pêþnîyazîya Erebê Þemo,(1) Komîta Navendî ya Partîya Komûnîste Armênîya
8 xortên kurd ji bo xwendinê diþîne Lênîngradê, (Sankt
Pêtêrbûrga niha); ji wan xortan yek, Qanatê Kurdo bû. Berê ew di fakûltêta karkira ya înstîtûta zimanên
rojhilatê yên zêndî de dixûne, paþê xwendina xwe li
ûnîvêrsîtêta Lênîngiradê beþê ziman, dîrok û edebye tê de
pêþda dibe. Saya xebathizî, zên û rind zanîbûna zimanê dê di
demek kin de guhdar ya dersdaran, ya rojhilatzanên dinêe’yan N. Mar,
H. Orbêlî, A. Frêyman dikþîne
ser xwe.
II.
LÝ SER JÎYANA AKADEMÎK YA PROF.DR. QANATÊ KURDO
Hê
xwendkar ew dersê zimanê Kurdî dide xwedkarên ûnîvêrsîtêtê û
bi xebata zanyariyê ve mijûl dibe.Ji pey xwendina ûnîvêrsîtêtê
re ew aspîrantûra ûnîvêrsîtê tê de xwendina xwe berdewan dike.
Sala 1941 ê bi babeta "Çêkirina fêlêd bargiranî di zimanê
kurdida" têza doktorya
xwe, ya ewlin xweyî dike.Piþtî þer ew di înstîtût a
rojhilatzaniyê de pirsên Kurd zaniyê yên cude cuda ve mijûl dibe,
kûrsên zimanê Kurdî de dersê dide.
H.
Orbêlî sala 1959an para rojhilatzaniyê ya înstîtûta Lênîngiradê
ya zanyariyê de koma Kurdzaniyê baþqe dike. Ji pey salekê re Qanat
dibe serokê wê komê.
Heta
dawya jîyana xwe jî wî ew karê Kurdewariya pîroz bi serbilindî û
hiskirin pêþ de bir, li dû xwe bi sedan xebatên Kurdzaniyê yên
bingehîn û giranbiha hiþt, navê xwe bi herfê zêrîn di dilê gelê
xwe de nivîsî.
Bo
gotina Mamosta Tosine Rechid,"
Kurdên Yekîtîya Sovêta berê, çiqwas jî bi jimara xwe va ne mezin
bûn, lê dîsan jî ji
wan ra li hev hat firsendên heyî bi kar bînin ji bo pêþvabirina
ziman û çanda netewî. Ji nav wan gelek zanîyar û nivîskarê bi nav
û deng derketin..
Qanatê
Kurdo wan salan bi xwendina înstîtûtê ra tevayî, usan jî di
fakûlta Karkeran da mamostayê zimanê kurdî bû.
Piþtî
temam kirina înstîtûtê ew li Zanîngeha Lênîngradêye dewletê
çawan aspîrant (xwendkarê doktorîyê) tê hildan û têza xwe ser
pirsên zimanê kurdî dinvîse, pawan dike û li înstîtûta
Êtnografîyê karê xwe ê zanîyarîyê didomîne."
III.
LÝ SER JÎYANA ZÝMANZANÎSTÝYA Prof.Dr
QANATÊ KURDO
Sala
1957 an Qanatê Kurdo pirtûka “Rêzimana
zimanê kurdî (kurmancî)”, ya akadêmî çap dike. Çawan Dr.
Ebdirehmanî Hacî Marf dinvîse “Bo yeke car le Sovêt û le mêjûy
kurdnasîda leser þêweyekî Zanistî kitêb le barey zimanî kurdiyewe
blakirayetewe, belko sereray eweþ twanra le dû kitêbeda gelêk karî
aloz û naaþkira le rêgeyekî zanistiyewe xawbikrêtewe û aþkira
bikirê, wek: dozînewey nê û mê û dabeþkirdinî naw be seryanda;
xawkirdinewey hendê alozî le regî kirdar û le pêþgir û paþgirda;
þewey kirdarî (transitive) le katî rabûrdûda; hereweha gelêk
meseley giringî tir ke ta derçûnî em du berhemey mamosta Kurdo baþ
lêyan nýkolrabûwe”
Navê
Prof.Dr.Qanatê Kurdo,navê zýmane meye.«zýman
býnge u býnaxe yekýtýya andamên mýlete,çeka serbesti u
serxwebûna wýye; lý jýyin u efýrandýna xwda her mýlet,merývên her cývakê hevbendýya
xwe,pevgýrêdana xwe bý hevra dýkýne yek..Bê hevbendý, bê pevgýrêdanaz
xwe bý hevfehmkýrýn qet mýletek, qet endamên cývakê nýkareýn býjin u býefýrinýn.
Çeka hevbendý,pevgýrêdana andamên cývakê, u ka netevan bý hevra,
çeka hevfehmkýrýna wan bý hevra zýmane.Zýman
neynýka diyanet,feraset.rewþ, birûbawara mýlete,neynýka ruh,ruh,can
u tarixa mýlete.Zýman
wusan jý çeka pêþkevtýna
merývên mýlet u cývakêye.Rengrû
u rewþa jiyin u efýrandýna her mýletý,her andamên cývake lý
zýmanda t^ber çavan,zýman kaniya
tarýx u kûltûra mýlete,sbeb v^ye kê her mýlet,andamên
her cývak^zýman^xwe hýn dýbe,dýxweze býzanbe qanûnên u
çêkýrýna zýmanê dayka xwe.» (3)
Zanîsta-îlmê
gramatîka Kurmancîya Prof.Dr.
Qanatê Kurdo
Li
ser nývýsandýna zýmane Kurdý Prof. Dr.Qanatê Kurdo “Havina sala 1946 ez lý Lêningradê çûme Ermenýstanê nav xýzmen
xwe. Lý Erêvanê ez rasti heval u hev’kare xwe Emýnê rehmetlý hatým.
Gotuybêja me derheqa zýmanê
k’urdýda u dersdayina zýman lý dabýstanên
Kurdýda bû. Hýngê Emýnê Avdal jý mýnra got “Qanat, tu zýmanzaný.
Têbi çend salan lý Lêningradê da lý fakûltêta palanda dersê zýmane
Kurdi daye, wusan jý çaxê tu lý zanýnga Lêningradêda
hýn dýbû,te wusan jý dersê grammatýka
Kurmanci dýda hevalên xwe Rûs u Kurmancan, yên
ku tevý te hin dýbûn.Bý fýkýra mýn
tu dýkari bona dersxanên
me kýêba dersê zýman býnývýsi”
Mýn
got:”Nývýsandýna grammatýka
zýmanê Kurmanci ne rehete,peþketýyen me ser
qanûna zýmane
Kurdi heta nýha týþtek bý Kurmanci nenývýsine, qanûna
axaftýna zýman , ya lý hev hatýna xeberan þýrovenekýrýne termýn3en grammatýký
bý kurmanci tune,ez jý derheqa wê yekêda fýkýrime,r^ça nývýsandýna
grammatika zýmanê me tune, ku hebûya ezê têda býçýma.Emýn
got”Reç tune. Tu we rêçê býkýþine, býra
yeký dýn lý rêça teda here, ez dýzaným nývisandýna
grammatika zýmanê me ne rehete,tu carnan havina
dýhati Ermenistanê,te lý kursa dersdaranra
dersê graammatýkê dýgot,hema wusan ji býnvise, ter min
hêç, termine bêne huhastýnê,lê
þýrovekýrýna formên grammatikê u qanûnê zýman tuyê rast
býnývýsi,çimki pýrakýtika te lý
dersdayina zýmane Kurmancida heye,gerek tu býnývisi.”(4)
Prof.Dr.Q.Kurdo
Ilmê grammatika Kurmancîye nývýsi bu .Parçeye yekemin Fonetýk
e.« Fonêtîk ulm û zanîzta hînbûna peydabûna
sewtana(dengane). Fonêtîka þîro ve dikw bi çi teherî (cûreyî) û
bý arîkarîya kîjan andamêd (organên) axaftinê(xeberdanê)
sewt(deng) çê dibin, yan jî peyda dibin. »(5) Duyemin
Morfolojî ye(formzanîn). Morfolojý,
hînbûn û hinkirina cûrên xeberane ; ew guhastina
xeberan þîro ve dike, bi þîrovekirin tine ber çavan çi teherî
cûrên xeberan têne guhastinê, çawan kutasîya(paþkoka)xeberan li
hev tên, çi teherî 3u bi arîkarîya çi xeber çê
dibin. »(6).Sýyemýn. Sîntaksîs(ristesazî)
e, zanîsta sazkirin û çêkirina rista(hevokane) ; ew þîrovedike
bi çi teherî riste(hevok yan jî cumle) ji xeberan çê dibin, çawan
bendên xeberan li hevokanda li hev tên, çawan hevok bi hevra têne
girêdanê û çend cûre hevok li xeberdanêda (axaftinêda)
hene.(7) »
Prof.Dr
Q. Kurdo karekî bê hempe kir di pirsa amade kirina kadroyên
kurdnasîyê da. Mirov dikare bêje wî bi tenê karê zanîngehekê
kirîye. Dor bîst kesan bi seroketîya wî têzên xwe, ên doktorîyê
anade kirine. Nav wan þagirdên wî da kesên ji rojhilat, baþûr û
rojava Kurdistanê hebûn. Ôagirdên wî usan jî ji Tûrkmênistaê,
Azêrbacanê, Ermenistanê û Rûsîya hebûn.
Xên
ji wan kesên wî bi xwe seroketî lê dikir, wî usan jî bi þêwr û
þiretên xwe alî kadrên mayîn dikir. Kesên berbi wî biçûna tu
caran destevala venedigerîyan.
Bi
seroketîya Prof.Dr.Q. Kurdo Kabînêta Kurdnasîyê li piþka
Lênîngradê, ya Înstîtûta Rohilatnasîyê, bû navenda
kurdnasîyê, ya here navdar li seranser cihanê.
Prof.Dr.Q.
Kurdo di van beþen kurdnasîyê da berhemên hêja pey xwe hiþtin;
dîalêktologîya, lêksîkologîya, têkstologîya, folklorîstîka,
edebîyetnasî, dîroknasî û êtnografîya.
Pêþekzana
dîroka gelê kurd, profêsor Yêv.
Vasîlêva derheqa karê wî da ha dinvîse:“ Dijwar e di
karê profêsor Q. K. Kurdoyêv da wan problêman cihê bikî, ku ji bo
wî bêtir balkês bin. Zanîyarê bi bîrewerîya ênsîklopêdîsta,
temamîya jîyana xwe de lêgerîna aloztirîn pirsên zimanê kurdî û
zimanzanîyê, lê pêra jî dîrok û dîroknûsîya kurdî ji demên
lape kevn heta demên nûtir, ji goveka balkêþîya wî, ya
zanîyarîyê, der neman.
Gîyana
Prof.Dr. Qanatê Kurdo bi kurdîyetîyê va tijî bû, kurdîyetî ji
wî dibarî! Kurdîyetî ji bo wî “nexweþîke înfêksyon” bû û
ew “nexweþî” pir lez ji wî derbasî xelkên dorê, þagird, dost
û hevalên wî dibû. Þayîrê bi nav û deng, Ebdela Peþêw
seva Qanatê Kurdo dinvise; ‘Mamosta Qanatê Kurdo, yekeke le
pyawe herre mezinekanî kurd. Çi wek kesayetî, çi wek zana, çi wek
niþtimanperwarekî kurdiantanî, cêpencey beser dîroknamewe dyare û
ta bê zêtirîs derdekewê.
Prof.Dr Qanatê Kurdo her tiþt
dikir, ku kurd ziman, dîrok û çanda xwe bizanibin û bi wan ve bêne
girêdanê. Bê guman piranîya ronakbirên kurdan vê yekê dixwezin,
lê Qanatê Kurdo ji bo vî karî xwe diwestand, xwe diêþand. Ew yek
ji bo wî bibû wek karê rojane.
Havîna sala 1955-a wî çend þiîrên
Cegerxwîne ser daktîloyê lêxistî ji min ra þandin û ji min xwest,
wekî heta hatina wî, ez wan ezber bikim. Hingê bawar bikî ji kurdên
sovêtê tenê çend kesa navê Cegerxwîn bihîstibûn, îcar ku ma þiîrên
wî bixwînin.
Ew nivîsarên kurdîye bi tîpên
latînî, yên yekemîn bûn ku ketne destê min. Ez bi alîkarîya
kekê xwe, Rizalî fêrî wan tîpa bûm û min sipartina apê xwe bi
cîh anî. Bi wan þiîrên Cegerxwîn, perda hesinîye di navbera
kurdên sovêtê û kurdên Kurdistanê, ku wan sala hê jî hebû, ji
bo min hinekî bilind bû. Wan þiîra ber min riya kurd û Kurdistanê
vekir. Heta niha jî ez wan pelên kaxazaye êdî zerbûyî, wek pelên
ji pertûkên pîroz diparêzim.
Du sala þûn de Qanatê Kurdo di
pertûka xwe, ya zanîyarîyê de, “Rêzimana
zimanê kurdî (kurmancî)”,
ya ku bi zimanê rûsî çap bibû, çawa nimûnê têkstên kurdî,
çend þiîrên Cegerxwîn çap kirin. Ew yekemîn car bû ku
nivîsarên Cegerxwîn li Yekîtîya Sovêtê bi zimanê kurdî çap
dibûn. Gerek bê gotin, wekî Qanatê Kurdo piþtovanê elfeba kurdî,
ser binga tîpên latînî bû. Ew bi wê bawarîyê bû, wekî elfeba
bi tîpên kîrîlî bi zor stuyê kurdên sovêtê pêçane û çiqwas
zû ji wê rizgarbin, ewqas baþ.
Gava bi peymana 11-ê adarê sala 1970-î li
Silêmanîyê Zankoya kurdî vebû, ji bo xwendina kûrseke ser zimanê
kurdî Q. Kurdo dewat kirin Silêmanîyê.
Prof.Dr Qanatê Kurdo komûnîst bû
û wî yekemîn armanca xwe çawan komûnîsdt di xizmetkirina gelê
kurd da didît, yek ji bindesttirîn gelên li rûbarê cihanê.
Sala 1984-a, ji bo 75 salîya ji dayîk bûyîna
Prof.Dr. Q. Kurdo li beþa Lênîngradê, ya înstîtûta Rojhilatnasyê
AZ ya YKSS civîneke pîrozbayêye mezin hat bi dar xistin.
Rojhilatnasên nav û deng, heval û hogirên wî ên salan, bi
dilgermîke mezin ew pîroz dikirin, kar û xebatên wî carekê jî
dinirxandin. Lê gava dora wî hat û giþk bendê bûn wê ji giþkan
ra spasîyên xwe bêje, wî bi tûndî seroketîya înstîtûta
rojhilatnasîyê rexne kir, wekî baþ guh nadin piþka kurdnasîyê,
wekî Yekîtîya Sovêtê di sîyaseta navnetewî da granîyê nade rewþa
gelê kurdî bindest.
IV. LÝ SER JÝYANA
WEJEYE Prof.Dr QANATE KURDO
Peþgotýna Mamosta lý
ser Zend –Avýsta Dýwana
5’ a Cýgerxwîn pýr weje û dewlemende. di pêþgotina DÎWANA
Cigerxwîn a 5'an de, Cigerxwîn,
þîir û helbestên wî, bi zimanekî pir baþ, ilmî û delal dide
naskirin.Mamosta go ”Lê sed car heyf niha zanyarên lîteratûra kurdî tunene, lê ez
bawar dikim, ku li paþwextiyê zanyarên wusa ji nav neteweyê kurd
derekevin, mujûlî wan pirsan bibin; kî dizane, dibe wextekê li
Kurdistana serbixweda înstîtuta lêgerîna lîteratûra kurdî bê
naskirinê bi navê Cegerxûn û di wê înstîtûtêda bi pilanî
mijûlî efrandinê wî bibin. Layqe jî bê sazkirinê û zanyarên
kurd bixebitin nek bi tenê li ser lêgerîna þêr û helbestên wî,
lê wusan jî li ser nivîsarên wî derheq zimanê kurdî (li ser
ferhenga wî kurdî û destûra wî ya zimanê kurdî û yên din). Bi
fikir û ramana min efrandinên Cegerxûn bi temamî bi naverokên
xweva, bi hunurê nivîsarêva, bi bedewiya nivîsandina xweva ji
nivîsarên gelek þayîrên dinyayê bi navdar, þûreþgir û
demoqratên niha danaxwe. Eger þêr û helbestên Cegerxûn bihatan
wergerandinê ser rûsî, înglîsî, fransî û almanî, dinyayê pê
bihesiya û bigota eva giliyan rastin, neteweyê kurd dikare xwe
bextewar hesab bike, ku þayîrekî wusan mezin, pêþkevtî, demoqirat
û înternasîonalîst ji nav sîng û berê Kurdistanê derketiye û,
helbet, neteweyê kurd dikare.”
”Berê
pêþîn ez gelekî þad bûm, ku þervan û têkûþerên kurdan li
Evropa hene, teþkîl û sazmanên wan hene, ku ew bi pirsên rewþenbîrkirina
neteweyê xweva mijûl dibin, dixwezin dîwana Cegerxûn bona xebatkar
û tekûþerên îþ û karên ronahiyê çap bikin. Ez gelekî þame,
ku we ramana xwe kiriye yek, ku ez bîr û baweriya xwe mîna pêþgotinê
li ser wê dîwanê binivîsim. Ew sipartin bextewarîke mezine, li
jiyîna xweda ez gihîþtime wê rojê, ku bi xwestina we dikarim þixulekî
bi xêr û hêja bikim bona neteweyê xwe.
”Spartina
we li ser çava qebûl dikim, lê divêt hûn bizanin, ku nivîsandina
pêþgotinê bona dîwana þayîrê meyî mezin û hezkirî Cegerxûn ne
tiþtekî hêsaye. Bona vî karî, bona vî þixûlî divêt meriv li
hemû pirsanda zana, hozan û pisporbe, bi zanîna xweva çend seriyan
li Cegerxûnra be; ez xwe hesab nakim merivê wusan û bi fikira min
pêwiste bêjim, ku heta niha sed car heyf, ku li bav netewiyê meyî
bindestda merivên wusa tunene; bi rastî gotî, dibe hebin, lê min
navê wan ne bihistiye, eger hebûna, minê xwe bextewar hesibbikira û
ji kovara ”Roja Nu” ra binivîsiya, ku nivîsandina wê pêþgotinê
bona dîwana Cegerxûn bispêrne wî. Lê niha herçend serwerên wê
kovarê pêra layq dîtîne, ji minra nivîsiye, ku ez ”pêþgotinê
ango dîtona xwe mîna pêþgotinê” binivîsim, ez mecbûtim wê
xwestinê biqedînim, bînime serî.
Cegerxûn bi reng û rûyê xweva, bi nivîsarên xweva wek teht û
kelemên serê çiyayên Kurdistanê here bilinde;sedan sed sal hatine,
çûne û bihirîne, lê ew teht, ew kelem li ciyê xweda bi tîk, qaym
û berk mane, Cîgerxûn jî li hunerweriya xweda, li bîr û bawara
xweda bi qaym serbilin û serfiraz maye û li riya xweda her diçe û
diçe.
Di
jiyîna Cegerxûnda li nav her çar parên Kurdistanêda gelek rojên
giran qewimîne, li jiyîna xelkê kurdda gelek caran bûye reþbayî,
bobelîsk, tofan û baran, lê teht û kelemên serê çiyayên
Kurdistana dabeþkirî li ciyê xweda mane, ne leqiyane; Cîgerxûn jî
mîna wan teht û keleman li ser bîr û bawara xweda bi qaym, berk
rawestaye, ji ciyê xwe çep û rast ne leqiyaye, ne hejiyaye,
raste-rast li riya xweda ber bi merem û hebesta xwe diçe û wê here;
ew bûye dengbêj û borîjenê serbestiy û azadkirina neteweyê kurd,
ev bû û eve armancan jiyîna wî mêrî. Li dor û berê çiyayên
kurdan, li deþt û bestên Kurdistanê xûnavîda xelqê kurd toximê
kurdewerî û wetenperweriyê reþandiye. Li
tarîx û dîroka kurdanda gelek û gelek zeftkar hatine, ku rabine ser
wan teht û kelemên serê çiyayên welatê kurdan, xwestine kurdan qir
bikin, li nav xweda pûç bikin, bihelînin, lê nikaribûne û nikarin
bikin. Ji rijhilat, ji rojava, ji jor (bakûr) ji jêr (baþûr) gelek
û gelek caran dijminan li ser kurd û Kurdistanêda girtine, gelek
caran mêrkuj û xûnrêjên mîna Cîngîsxan, Ayatola û mayatola kurd
û Kurdistan kirine nav agir û alavan, talan û tajan kirine, sotine,
kuþtine, lê nikaribûne reha kurdan ji binîva biqurçinînin,
nikaribûne û nikarin, çimkî gelek mêrên mîna Cîgerxûn ji nav
sîng û berên çiyayên Kurdistanê ji paþila jinên kurd yên delale
xûnþîrin û binge û binejiya kurdan derketine, rabûne û ala
kurdeweriyê û kurdperweriyê, ala azadkirina kurd û Kurdistanê
girtine destê xwe, serwerî û rêbirî li þerê serxebûna neteweyê
xwe kirine. Navê gelek mêrxas, þerkeran û qeremanen li tarixa
kurdanda, xasima li sedsaliyên nozda û bîstanda, aþkeraye. Wana jî
toximê azadkirina kurd û Kurdistanê reþandiye, her sal li dû hev ew
toxim li nav deþt, mêrg û newal û bestên welatê kurdan hêþîn
dibin, digihîjin, li nav wanda gelek kulîlk, gul dibiþkivin û dilê
keç û xortên kurd þa dikin û pêra tînne bîra wan, ku ew gul, ew
kulîlk bi xûna mêrxasên meydanê þerê serxebûna neteweyê kurd
avreþan bûne, gihîþtine û bihar-bihar her sal dil canê qîz û
xortên kurd qal dikin û ew hazir dibin bona rojên oxirmê giran, bona
roja xîret û namûsê.
Miletê
kurd bi navê mêrxas û qeremanên þerê serxebûna welatê xwe fexîr
û kubar dibe, nek bi tenê bona wê yekê, ku li tarîxêda ew mêrxas
û ew qereman bi çek û sîlahanva rabûne, derketine meydana þerê
azadkirina miletê xwe, lê wusan jî wana mala xwe, canê xwe û ruhê
xwe terxan kirine bo xatirê serxwebûna kurdan, bo xatirê azadiya wan.
Miletê kurd wusan jî bi navê þayîr û helbestvanên xwe fexir û
kubar dibe, ew qedir û qîmetê wan dizane, bi navê wan serbilinde,
çimkî ew þayîr, ew helbestvan ji ber pêþ û paþila jinên kurd
yên jîr û êgin û zîrek derketine, ji nav þaxên Kurdistanê
rabûne, derketine meydana þer, li rex qeremanê çekdar wek teht û
kelemên serê çiyan bi þêranî ala rengê sor, kesk û sipî girtine
destê xwe, þer kirine, mala xwe, ruhê xwe, canê xwe terxan kirine bo
xatirê azadkirina neteweyê xwe, welatê xwe.
Li
sala 1952-da min miqalek bi navê ”Lîteratûra kurdên derva derheqa
halê kurdên Sovêtîstanêda” li kovara ”Îstoriya î fîlologiya
strav Vostoka”-da vî. 3 li Lênîngradêda bi zimanê rûsî çap
kir. Di wêda min çend rêz þêrên Cîgerxûn li ser welatê Sovêtê
çap kirin, anîn ber çavên xwendekaran, ku pê bihesin Cegerxûn di
þêrên xweda dinivîse, ku Sovêtîstan dostê neteweyê kurde, ku ew
terefdar û piþtîvanê þerê azadîkirina xelqê kurde, ku eskerê
sor wê bibe azadkerê kurd û Kurdistanê, ku xelqê kurd ketiye ser
riya Marks û Lênîn û qet tu cara ji wê rê der nakeve.
Li
paþê li nav salên 1946-1953-da min li zanînga Lênîngrada dersê
zimanê kurdî dida þagirtên kafêrdra fîlolojiya îraniyê. Bi
biryarê wê kafêdrê gerek ew þagirtên kurdî hîn dibin, biçûna
nav kurdên Ermenîstanê, bibînin ew çawan dijîn û li nav wanda bi
praktîkî hînî xeberdana zimanê kurmancî bibin. Havîna sala 1953
min þagirtên xwe M. B. Rûdênko, R. L. Sabolov, T. N. Paxalîna, A.
I. Îvanova, A. A. Grûnbêrg, H. I. Usupov û yên din bi xwera birine
praktîkê kurdên nehiya Abaranê. Berî hîngê bextê min lê
xistibû, dîwana Cegerxûn ya duduwan jî ketibû destê min. Eva
dîwana ji ya pêþîn baþtir bû, têda nek bi tenê þêr û
helbestên derheqa jiyîn, ayîn, hal û dîroka þerê serxwebûna
kurdan hatibûne nivîsandinê, lê wusan jî derheqa dostî, hevkarî,
azadî û aþtî li nav neteweyên bindestîda hatibûne nivîsandinê.
Þêr û helbestên vê dîwanê gelek xweþ bûn û min ew dîwan bi
xwera bir. Ez û þagirtên min em li gundê mezin cîwar bûn. Hingê
Emînê Avdel bi jin û zarûwên xweva hatibûne wî gundî, li mala
xalê Cindîda cî-war bûbûn. Bi xwestina Emînê Avdel ez jî çûm
ketme mala xalê wî û tev kulfetê wî cîwar bûm, þagirt jî li
otaxên dersxanêda cî-war bûn. Hîngê min carnan þêrên dîwana
Cegerxwûn ji Emînra û biçûkên mala wîra dixwendin. Ew þêr bi
Emîn û zaruwan xweþ dihatin. Li paþê min û wîva ramana xwe kire
yek, ku ji wê dîwanê þêrên Cegerxûn yên bajarvaniyê (þêr û
helbestên pêþketî, þûreþgirî, kurdewerî, wetenperweriyê,
dostî û hevkariya neteweyan) hilçinin û cuda li beravokêda bona
kurdên Sovêtê bi herfên kîrîlîkî (rûsî) çap bikin. Hingê
hevalekî me kurd li komîtêta partiya kamûnîstên Ermenîstanêda
dixebitî. Em çûne cem wî, ku ew arîkarî me bike bi tevayî em
herne dîwaneke çapxanê lava bikin, ku þêrên Cegerxûn yên bijare
bi herfên rûsî bona kurdên Ermenîstanê çap bikin. Wewî hevalî
milê ne da ber xwestina me, got: ”Ez çi zanim Cegerxûn kiye, belkî
koneperest derkeve, dijminê welatê Sovêtê be, zehf ji ewî çend
xweberên baþ derheqa welatê meda nivîsîne xwe hesab dike bolþevîk,
komînîst”. Ez Emînê Avdel bi dilê xem, por pojman ji otaxa qulixa
wî derketin, vegeriyan çûn.
Li
sala 1957-da min rêzmana xwe ya kurmancî (Gramatîka kurdskogo yazîka
(kurmancî) bi zimanê rûsî çap kir. Hingê min pêra layq dît çend
þêrên Cegerxûn di wê rêzimanêda çap bikim. Min ev þêrên
jêrîn: ”Halê gundiyan”, ”Reþo û gundî”, ”Ta kengê emê
karker û cotkar bin”, ”Xendin”, ”Pembûwê meye, lê em
tazîne”, ”Heval Pol Robson”, ”Mehrecana Berlînê”, ”Hozan
û þayîrên kurd” di wê rêzmanêda çap kirin (300-310). Di
rûpelê þeþanda derheqa Cegerxûnda min ev xeberên jêrin
nivîsîne: ”Cegerxûn vîdayûþîîsya kurdskiy poêt Sîrîî,
botêts za nasîonalnûyû nêzavîsîmost, dêmokratiyû î
osvobojdêniyê narodov Blijnêgo Vostoka ot gnêta împrîalîzma”
yanê ”Cegerxûn þayîrê kurdên Sûriyê navdare, li helbestên
xweda ew derdikeve meydana þerê neteweyên bindest ji bin zulma
împêrîalîzmê bo xatirê serxwebûna wane demoqratî”.
Li
paþê di nav salên 1963-1966 Ordîxanê Celîl ji Ermenîstanê þandibûne
Lênîngradê cem me, ku kursa apîrantûrêda hîn be. Çaxê ew hîn
dibû, min herdu dîwanên Cegerxûn dane wî, ku bixûne. Li wextekîda
ew bû nasê efrandinên Cegerxûn, þêr û helbestên wî hez kirin.
Rojekê ewî ji minra got: ”Apê Qanat, baþ dibe, eger hine þêrên
Cegerxûn bi herfên rûsî bona cahilê Ermenîstanê çap bikin”.
Min got: ”Ew meremekî baþe, çend sal berê min bi xwe xwest wê
xebatê bikim, lê hingê hevalekî qulixdar û berpisyar li wê
pirsêda arîkarî min nekir, niha tu bike, ezê arîkarî te bikim, þêrê
Cegerxûn bijare çap bikim”. Ewî þêr û helbestên Cegerxûn ji
dîwanên wî yê bajarvaniyê derxistin, wergerandne ser herfên rûsî
û pêþxeber ji berhevoka wan þêranra bi kurmanciya þkestî
nivîsî, di wê pêþgotinêda derheqa qedir û qîmet û nirxê wan þêran
li pirsa civakî û siyasetêda þiro vekir, pêþgotin da min, min ew
rast kir û ramana xwe bona çapxana Ermenîstanê nivîsî, ku
çapkirina wê berevika þêr û helbestên Cegerxû gelek bi muhîm û
feydaye bona kurdên Ermenîstanê. Ew Berevok li sala 1966 li
Ermenîstanê bi lê nihêrîna wêzîrê Eso hate çapkirinê.
Li
sala 1966 ji Azêrbecanê kurdekî ji minra namak nivîsî; ewî di nama
xweda nivîsîbû: ”Navê min Eskerov Þamile, ez kurdê nehiya
Kelbêcarême, li wê nehiyêda kurd dijîn, min mekteba partiyê li
Bbakuyê xilas kiriye, niha li nehiya Kelbêcarê li nav kurdanda
mijûlî xebata rewþenbîrkirina netewe dibim, mêla min heye li ser
lêgerîna lîteratûra kurdî bixebitim, ez lava dikim, tu bi kerema
xwe ji minra binivîsî lîteratûra kurdî heye?, li kîderê dest
dikeve?”.
Min
bersiva nama Eskerov Þamil nivîsî, ku du dîwanên þayerekî kurdên
Sûriyê li cem min hene, nivîsarê wî gelek bi qîmet û hêjane,
navê wî Cegerxûne, ezê dîwanên wî ji tera biþînim, tu bixûne
bi fikira min layqe meriv xebateke zanyarî derheqa efrandinên wîda
binivîse”. Ew qayl bû, name nivîsî, got: ”Bi kerema xwe wan
herdu dîwanan ji minra biþîne, ezê serbixebitim, lê bigerim,
serderiyê lê bikim, dîsêrtasiya zanyarî li ser efrandinê wîda
binivîsim”. Min herdu dîwanên Cegerxûn ji Eskerov Þamilra þandin.
Sal û nîvek þûnda ew hate Lênîngiradê, meheke havîn li mala
minda ma, hemû kovar, rojnamayên kurmancî (Hewar, Roja Nu, Ronahî,
Stêr) û kitêb û pertokên li ser tarîx û kûltûra kurdan
çapkirî xwendin, çi bona xebata wî zanyarî lazim bû, ewî jê
hilçand û sala 1969 bi xêr û silamet dîsêrtasiya xwe
”Efrandinên þayîrê kurd Cegerxûn” pawan kir. Xên ji wê ewî
pertokek bi zimanê azerbêcanî ”Xelqin þayîr Cegerxûn” çap
kir. Di xebatên xweda Eskerov Þamil efrandinên Cegerxûn parê ser
van koman dike: I ) Þêrên yekbûn û rewþenbîrkirina
(ronahîkirina) 2 ) Þêrên dostiya neteweyê kurd û neteweyê
Sovêtê, 3 ) Þêrên li ser aþtiyê li dinyayêda? 4 ) Þêrên pêþberî
þêx û pîrên muftexur.
Li
paþî analîza van þêran Eskerov Þamil mijûlî kêþ û qafiya
(çapa rêzebendê) þêrên Cegerxûn bûye û hatiye ser wê fikirê,
ku Cegerxûn þêrên xwe bi çapa rêzbenda û forma muxames, mesnevî,
qasid, rûbayî û gezelî li hev anîne lê bi piranî ewî þêrên
xwe bi formên bangan nivîsîne, gelek þêrên wî rêzên wan þeþbangîne,
heftbangîne, heyþtbangîne, dehbangîne û mîna stranên kurdî
bendên wan li hev tên û bi teqil têne gotinê û stranê. Li paþî
wan nivîsarên min li jorê navê wan nivîsandî li gelek nivîsarên
nivîskar û zanyarên Sovêtîstanêda navê Cegerxûn dihate
nivîsandinê, dihate gotinê, ku ew þayîrê neteweyê kurdî herî
pêþkevtiye, herî dêmoqrat û înternasînaliye (binêre ”Almanax
Kurdskoy Lîteratûrî”, Baku, 1959; Ndo Mahmudov, Neteweyê kurd,
Êrêvan, 1959 (bi zimanê Ermenî); Bolaþya Sovêtskaya
ênsîklopêdiya, Moskva, 1963, t. 24; Jurnal ”Drûjba narodov”
1963, N 12 û yên din).
Bi
vî cûreyî nav û dengê Cegerxûn li nav Sovêtîstanêda belav bû,
biçûk û mezinên kurd navê wî þêrên wî bihîstine, dixûnin
gelekan þêrên wî ezber kirine, li êvariyanda bi ezber dibêjin;
zanyarên kurd û rohilatnasên Sovêtê pê hesiyane, ku þayîrekî
kurd þûreþgir, pêþketî û demoqrat heye, ku navê wî Cegerxûne
e. Me eva zanibû çaxê herdu dîwanên wî pêþîn ketibûne destê
me. Niha em pê hesiyane, ku dîwana wî sisiyan ”Kîme ez”
derketiye û niha ji dîwana wî ya çaran hazir bûye bona çap
kirinê. Eger em bi temamî li naveroka (mezmûna) hemû dîwanên wî
binêrin, baþ bifikirin, emê bêne ser wê fikirê, ku efrandinên wî
bi bîr û bawara xweva, bi nêt û meren û mebestên xweva pareve
dinin ser van koman: I ) Þêr û helbestên li ser jiyîn, ayîn û
halê kurdan; 2 ) Þêr û helbestên li ser zana, hozan û þayîrên
kurdan; 3 ) Þêrên dildariyê û evîntiyê; 4 ) Þêrên li ser
bajarvaniyê (yên dostî û hevkariya neteweyan û aþtî li nav wanda)
5 ) Þêrên tarîx û dîroka þerê serxwebûna kurdan, 7 ) Þêrên
pêþberî muftexuran (axa, beg, þêx, pîr, bûrjûwazî û
kapîtalîstan), 8 ) Þêrên pêþberî zulma faþîzmê, 9) Þêrên
rewþenbîrkirina (ronakbîrkirina) neteweyê kurd, 10 ) Þêrên pêþberî
dîn, diyanet û ayîna berê kevneperestî, II ) Þêrên fîlozofiyê.
Bi cuda pêvîste zanyar û lêgerînker li ser her komeke van þêrên
Cegerxûn bixebite, bi zanyarî mijûlî analîza (ji hev derxistina)
wan bibe, qimetê wan, hêjayiya hunurê wan nîþanî xwendevanên me
bikin. Lê sed car heyf niha
zanyarên lîteratûra kurdî tunene, lê ez bawar dikim, ku li paþwextiyê
zanyarên wusa ji nav neteweyê kurd derekevin, mujûlî wan pirsan
bibin; kî dizane, dibe wextekê li Kurdistana serbixweda înstîtuta
lêgerîna lîteratûra kurdî bê naskirinê bi navê Cegerxûn û di
wê înstîtûtêda bi pilanî mijûlî efrandinê wî bibin. Layqe jî
bê sazkirinê û zanyarên kurd bixebitin nek bi tenê li ser
lêgerîna þêr û helbestên wî, lê wusan jî li ser nivîsarên wî
derheq zimanê kurdî (li ser ferhenga wî kurdî û destûra wî ya
zimanê kurdî û yên din). Bi fikir û ramana min efrandinên
Cegerxûn bi temamî bi naverokên xweva, bi hunurê nivîsarêva, bi
bedewiya nivîsandina xweva ji nivîsarên gelek þayîrên dinyayê bi
navdar, þûreþgir û demoqratên niha danaxwe. Eger þêr û
helbestên Cegerxûn bihatan wergerandinê ser rûsî, înglîsî,
fransî û almanî, dinyayê pê bihesiya û bigota eva giliyan rastin,
neteweyê kurd dikare xwe bextewar hesab bike, ku þayîrekî wusan
mezin, pêþkevtî, demoqirat û înternasîonalîst ji nav sîng û
berê Kurdistanê derketiye û, helbet, neteweyê kurd dikare bi navê
Cegerxûn ferîx û kubar be.
Çend
gilî li ser dîwana Cegerxûn ya çaran pêvîste bêjim. Ew dîwana
niha li ber mine, ez bi hewasdar wê dixûnim û mîna berê þêrên
wî, helbestên wî bi kurmanciya xweþ û þîrin hatine nivîsandinê.
Çaxê meriv wê dixûne, qêmîþ nake wê dîwanê ji destê xwe
derxe, meriv her hewasdare wê bixûne û dermanê dilê xwe têda
bibîne, çar û mikane, nêt û meremê xwe li riya serbestkirina
neteweyê kurd têda bixûne, pê bihese, bizanbe Cegerxûn þayîr û
dengbêjê çi zemanî û çi bîr û bawarêye.
Þêr
û helbestên dîwana Cegerxûn ya çaran bi naveroka xweva mîna þêr
û helbestên her sê dîwanên wî pêþînin. Ew jî bi raman, nêt û
meremên xweva li ser jiyîn, hal û þerê serxwebûna neteweyê kurd
hatine nivîsandinê. Bi texmîn ew parevedibin ser sê koman: I ) Þêrên
evnitiyê (evindariyê yan jî dildariyê); 2 ) Þêrên kurdeperweriyê
û wetenperweriyê; 3 ) Þêrên jiyîn, ayîna kurdan, yên tariya wan
û Kurdistanê.
Di van þêrên xwe yên evîniyêda Cegerxûn ah û zar dike û ah û
zarê wî li ser welat têne kirinê, di wanda ew dibêje û ji xema
dilan dilûvîne, ku ji dûriya evînê derd û kulê wî pir bûne, di
wanda ew xebera ”evîn” li þûna xebera ”welat”, li þûna
xebera ”Kurdistanê” dide xebitandinê. Çaxê ew ji hizkirî, ji
dilketî û evîna xwera dibêje: ”Eman ji derdê dûriyê”, ew
dixweze bêje, ku ewî dûre ji welatê xwe, ku li welatê xerîbda
dijî, ku ew ji derdê dûriya evina xwe-Kurdistanê di xweda ketiye,
diponije, ew nîþan dike, ku ewî bîra welatê kal û bavê xwe
kiriye, ku ew dixweze welatê xwe azad bibîne, bi serbest hemêz ke,
pê þad be, bigihîje bext û mirazê xwe-Kurdistanê azad û serbest
bibîne. Bi þêrên evintiyê Cegerxûn tê ber çavan mîna xortekî
evîndar, mîna merekî mirazxwez, ku evîna wî, mirazê wî serbest û
serxwebûna kurd ûKurdistanê.
Rastê,
kesek vî îþ û halê neteweyê kurd qayl nabe nek bi tenê naxweze
vî îþ û karî, wusan jî hemû dost û cinarên wî xêrxwez
dixwezin, ku kurd serxwebûn bijîn. Çaxê xeberdan tê kirinê, ku
neteweyê kurd bi tomerî 20 mîlîonî zedetire, (li Tirkiyê 10
mîlîonin, li Ýraqê sê mîlîonin, li Îranê pênc mîlîonin, li
Sûriyê mîlîoneke) xêrxwez û dostên kurdan dibêjin: ”divêt
dewleta kurdan serxwebûn behe”. Raste, divêt serxwebûna kurdan
hebe, lê neteweyê kurd ji destî dabeþkirina welatê xwe ketiye
bindestê sê-çar gurên har, (hukmeta, Îranê, Ýraqê û Tirkiyê),
ew tu caran naxwezin kurd û Kurdistan bi serxwebûn bin, ew dixwezin
heta hetayê parçê Kurdistanê li bin destê wanda bimînin. Dibe li
paçwextiyê hal û wext û zeman bê guhastinê li wan her çar
welatanda kêm û zêde qayl bin avtonomiyê bidne kurdan, ew jî
avtonomiya nav li ser mîna avtonomiya kurdan li Ýraqêda.
Niha
em dibînin, ku dinya parvebûye ser sê komên mezin: 1. Dinya
sîstêma welatên sosialistiyê, 2-Dinya sîstêma welatên
kapîtalîstan û împerîalîstan, 3-Dinya welatên serxwebûn yên
bêteref. Welatên Îranê, Ýraqê, Tirkiyê û yên din li Rojhilata
nezik dikevne nav dinya welatên sîstêma serxwebûn. Ew welat jî
dibînin eger hal û wextê dinyayê tê guhastinê û eger xêr û bêr
û kara wan di wê guhastinêda heb, ew siyasetiya xwe derva diguhêzin:
yan xwe li aliyê dewletên sîstêma sosialîstiyê digirin, yan jî
xwe li aliyê dewletên sîstêma kapîtalîzmê digirin û bi dizîva
dibne dost û hevalên împerîalîzmê.
Bi xeberdan, bi zar her kes dibêje ”Li zemanê hilþandina (rûxandina)
sîstêma koloniyêda, helbet, mafê neteweyê kurd heye bi serxwebûn
û serbest bijî”. Ku xelqê kurd serbest be, bi serxwebûn bijî,
lazime hukmetên stemkar destê xwe ji parçê Kurdistanê bikiþînin,
bihêlin kurd bi serbest û serferaz bijîn, yan jî pêvîste neteweyê
kurd hemû hêz û qewatên xwe bike yek, þer bike û bi zorê
serxwebûna xwe bi destê xweva bîne. Ji van herdu riyan riya pêþîn
bi destî hukmetên stemkarên kurdan qet tu caran nabe û nayê
kirinê, riya paþin her riya raste, þûreþgeriyê, divêt di wê
rêda yekîtiya kurdan hebe, ew bi destê zorê serxwebûna xwe bi
destê xweva bînin
Hewar
û gaziyên Cegerxûn: ”Þer kin bo xatirê welat”, xwînê
nerêjin, kesek ji mera nabêje milet” rastin . Lê pêvîste
serkarên tevgera neteweyê kurdan baþ bizanibin, ku kengê pêvîste
kurd bi top û tiving derkevine meydana þerê serxwebûna kur û
Kurdistanê. Bi top û tiving, xiþt û xenceran li paþî þûrþa
Okyabrê li nav salên 1918-1932 da kurd rabûn, þerkirin pêþberî
stemkarên xwe. Hingê wextê wan çek û silihan bû wî wextî
stemkarên kurdan sist bûn, mîna niha tank balafir (firoke), rakêtên
wan tune bûn, eger yekîtiya kurdan wî wextî hebûya, eger axa, beg,
û þêxên kurda xayîn derneketana, terefdar û arîkarên kurdan ji
welatê derva hebûna, kurdên serbest bibûna, ser ketana. Lê sed car
mixabim, wusan neqewimî. Ew sal û zeman çûn, derbas bûne, niha hal
û hewalê welatên stemkaraên kurdan hatiye guhastinê, ew bi hêz û
qewat bûne, bûne xwedî leþkerên bi tertîb û tendurust, bi tank,
top, firoke, rakêtên þer, hemû sazmaniya hukmeta wan, hemû teþkîlatên
wan yên partiyê, yên rewþenkirinê bûne hêlîna þovîniyê, faþîzmiyê.
Eger niha kurd bi top, tiving û reþaþ, bê arîkariya hundur û
dervan rabin, li serê çiya þer bikin, ew nikarin li pêþberî leþkerê
bi tank, firoke, rakêt teyax bikin, dibe þerê wan wê wextekî bikiþîne,
lê divêt ew bizanibin, ku ew di þerê wusanda ser nakevin, wê belaþ
xûna xwe bêrêjin, gundên xwe bajarên xwe bidne ber tankan, firokan
birûxînin û malê xwe bidne talan û tajankirinê. Þerê kurdan yên
serxwebûna wan niha pêvîste bi þerê hemû îþker û karkerên
tirk, ereb, û farsan va bê girêdanê, divêt pale, gundî, rêncber,
xebatkar û bîrewarên gund û bajarên tirk û kurd yên ereb û kurd
û yên fars û kurd bi hevra, bi tevayî rabin pêþberî kevneperestan
û împerîalîstan, pêþberî zulma hukmeta dîktatorî, bo xatirê
sazmaniya here demoqratî, bo xatirê dostî, hevkarî û wekheviya kurd
û ereb kurd û tirk, kurd û fars. Eve armanca nivîsarên Cegerxûn.
Li cîkî di ew
Her þêreke Cegerxûn, her helbesteke her çar dîwanên Cegerxûn ji nav
dil û hinavê wî, ji kuraniya dilê wî, ji hiþ û aqilê wî gihîþtî
û safî û ji behra zanîna wî hatine gotin û nivîsandinê; peydabûna wan, efrabdina wan bi hal û wextê dinyayêra
dirêdayiye, ji ber hal û jiyîna kurdên bindestî û zerandî û ji
ber roja wane reþ û bextê wanî kor þêr û helbestên Cegerxûn
hatine hunandinê. Di wanda wîne û þiklê kurd û Kurdistanê bi
destî hostayê xeberên bedewî kiþandinê. Kesek di xemil, nexþ
nitra wanda þikbir nabe, giþk bi rast û rasteqînin Lê pêwîste ji
bîr nekin, ku ew li cî û wextê xweda giranbiha û bi nirxin. Binga
naveroka her çar dîwanên wî bîr û bawara efrandinên wî ewin, ku
þerevan û tekuþerên neteweyê kurd zanibin, ji bîr nekin, ku riya
azadîkirina kurd û Kurdistanê dûr û dirêj û girane, bona wê
yekê niha, li berê pêþin lazime yekîtiya hemû kom û partiyên
wan, hebe lazime li pêþin ew bixebitin, nehêlin milet qir bibe, pûç
be, divêt milet xwedî bikin, ku ew xwe wunda neke, zimanê xwe,
kûltûra xwe, yekîtiya pêwan bike, bona vê yekê divêt kom û
partiyên wan li her dera bi serbixwe hebin, divêt komê wan (yên
xortan, yên jinan, yê xebatkaran, yên gundî û pala, komê
ronikirina milet, yên çapkirin û belavkirina kovar û rojnamên
krdî) bi aþkera û binîva û tevgirêdana wan bi hevra hebe, divêt
tevgirêdana wan wusan jî bi hemû komê pêþkevtî yên ereb, tirk û
farsanra hebe, bi tev wan bixebitin, pêþberî kevneperestan û
împerîalîstan þer bikin, þer bikin pêþberî hukmeta diktatorî û þovîniyê þer bikin bo
xatirê sebestiya xwe bo xatirê dostî, biratî, hevkarî û aþîtî
li nav kurd û ereb, kurd û tirk, kurd û fars. Eve bîr û bawara
Cegerxûn, eve dilxweziya wî, merem û mebesta efrandinên wî.”()
<<Havîna sala 1984 an bizîþka
bal wî þêrpence (kancêr) dîtin û emelîyet kirin. Lê emelyetê
alî nekir. 31 – ê Cotmehê (Oktobr) sala 1985 an dilê wî mirovê
Mezin rawestîya, wî kiras guhêrî. Qanatê
Kurdo ji gelê xwe ra mîrateke mezin hîþt; dor bîst kadrên
kurdnasîyê, navendeke kurdnasîyê, ku seranser cihanê hatîye
naskirin, sedî zêdetir pirtûk û gotarên zanîyarîyê. Lê ji ber
ku baþtirîn pirtûk û gotarên wî, ên zimanzanîyê bi zimanê
rûsî çap bûne, heta gelek zimanzanên kurd jî agaha wan pê tune.
Rast e piranîya berhemên wî bi
kurmancîya jêrin hatine wergerandin û weþandin, lê bi kurmancîya
jorîn, ku piranîya berhemên Q. Kurdo ser rêzimana wî zaravîne,
kêm tiþt hatîye çap kirin, çi ku hatîye çap kirin jî bi kêm û
kurtî hatîye kirin.
Çend
berhemên wî jî; “Lêkolîna zaza”, “Dîroka kurdnasîya
Rûsîya û Yekîtîya Sovêt”, û çendekên mayîn hê jî çap ne
bûne.
Baþtirîn rîya rêz
girtinê ji bo zanîyaran, ew çap kirina berhemên wan e. Sala 2009 100
salîya ji dayîk bûna Q. Kurdo temam dibe. Wê baþ bibe, heta wê
salê berhemên wî, ên sereke bi kurdî (kurmancîya jorîn) bên
wergerandin û çap kirin. Divêt ew dewlemendî bigihîje destê
xwedîyê xwe, gelê kurd. ..>> Tosine
Rechid Sala
1985 a 31 ê oktobirê li Lênîngradê zanyarê mezin di76 saliya xwe
de çû ser dilovaniya xwe… di sala 1985'an de diçe ser dilovaniya
Xwedê:
Dr
Ali KILIC
Parýs le 31-10-2006
Eser û berhemên Prof. Dr Qanatê Kurdo ev in:
Grammatîka Zimanê Kurdî
2. Zimanê Kurdî 3. Gramatîka Zimanê Kurdî ser qinyatên Kurmancî
û Soranî 4. Tarîxa Edebyata Kurdî 5. Ferhenga Rûsî Kurmancî (35
hezar kelîme) û Ferhenga Rûsî Soranî (30 hezar kelîme) û yên
din.) di pêþgotina DÎWANA
Cigerxwîn a 5'an de, Cigerxwîn,
þîir û helbestên wî, bi zimanekî pir baþ, ilmî û delal dide
naskirin. Ev DÎWAN di sala 1981'î de li STOKHOLM'ê di nav weþanên “ROJA
NÛ” de hatiye weþandin. Qanatê
Kurdo bi zimanê xwe yê delal der heqê Cigerxwîn de di pêþgotina xwe ya 29 rûpel'î de wiha dibêje:
Bîbliografîya
1.
KURDOEV (K. K.), CUKERMAN(I. 1.). - Textes kurdes. [Kurdskie
teksty].
Dans
Ir.
Iaz., t. II, 1950. pp.
29-60. Moscou-Leningrad.
2.
KURDOEV (K. K.). -Littérature
étrangère concernant la situation des Kurdes en URSS. [Zarubejnaia
kurdskaia literatura 0 polojenii
kurdov v SSSR.] Dans Uc. Zap. Len. Un., nO 128 Seriia
vostokvedceskix nauk. Vypusk 3. 1952. pp. 136-150.
3.
KURDOEV (K. K.) . .:- Falsification
de l'histoire des Kurdes dans l'historiologie persane bourgeoise. [Fal'sifikaciia
istorii kurdov v persidskoI;wlþ:':'t burjuaznoi istoriografii], dans
Ue. Zap. Len. Un., nO 179. Seriia vostokovedceskix nauk. Vyp. 4.
pp. 120-137. Leningrad, 1954.
4.
KURDOEV (K. K.). - Critique
des opinions erronées sur la langue kurde. [Kritika osiboenyx
vzgliadov na kurdskii iazyk.], dans K. S. 1. V., t.
XII pp. 43-61. Moscou, 1955.
5.
KURDOEV (K. K.). - Xacatur Abovyan en tant que kurdologue. [X.
Abovyan kak kurdoved-issledovatel'.], dans Izv. AN. Arm. nO
10,1955. pp. 89-98 Érivan, Izdat.. AN. Arm. 1955. Cf. le même article
dans O. 1. R. V. II, pp.
360-3S0."Moscou, 1956.
6.
KURDOEV (.K. IL): - Termes
de numération dans la langue kurde. [Numerativnye slova v
kurds'kom iazyke], dans K. S. 1. V., XXII, pp. 28-36.
Moscou-Leningrad; 1956.
7:
KURDOEV (K. K.) [:::;=
Qanatê Kurdo]. þGrammaire de la langue
kurde.
[Gramatika
zmanê kurdî, ser zaravê kurmandjî.] (En langue kurde). Érivan,
Haypethrat, 1956. 174 p.
'
8.
KURDOEV (K. K.). - Grammaire de la langue kurde (Kurmandji),
Phonétique. Morphologie. [Grammatika kurdskogo iazyka (Kurmandji).
Fonetika. Morfologiia.]. Moscou-Leningrad, Izdat. AN. SSSR, 1957. 343 p.
[Bibliographie pp. 336-338]. Cf. compte rendu de C. X. Bakaev (ici nO 42) ; R. Lescot: C. 8. A. A. 51/60, 51-56 ;
Thomas Bois: Bib. Or. XVII, nO 3/4, 1960, pp. 152-160.
9.
KURDOEV (K. K.).- Les Kurdes. [Kurdy], dans l'ouvrage
collectif « Narody perednei Azii» (Les peuples de la Proche-Asie), Moscou,
AN. 1957, pp. 242-260.
10.
KURDOEV (K. K.). - A propos des problèmes de la formation des
mots dans la langue kurde. 1. Signification
lexico-grammaticale du redoublement des mots. II. Formation des noms
abstraits. [K voprosam slovoobrazovaniia v kurdskom iaþyk.:e. 1.
LeksikQ-grammaticeskoe znaeenie udvoeniia slov. II. Obrazovanie
otvlecennyx imen.] Dans le livre: V. G. L V. la. Moscou-Leningrad,
Izdat. AN, 1958. pp. 109142.
11.
KURDOEV (K. K.). - Les
travaux de P. 1. Lerch sur la
kurdologie. A propos du problème de l'étude de l'histoire des Kurdes
en Russie. [Trudy P. 1. Lerxa po kurdovedeniiu. K voprosu ob
izucenii istorii kurdoved. v Rossii], dans O. 1. R. V. Moscou,
AN., 1959. IV, pp. 39-51.
12.
KURDOEV (K. K.).. - Conjugaison
objective et subjective du verbe transitif dans la Z(Lngue kurde
(d'après les dialtçctes Kurmandji et Sorani}.,.[Ob'eklnoe i
sub'ektnoe spriajenie perexodnogo glagola v kurdskom iazyke (na
mat,eriale dialektov kurmandji i sorani).] Dans XXV
Mejdu;narodnyI Kongress vostokovedov.Doklady delegacii SSSR (xxve
Congrès.interlil· des Orientalistes. Communication de la
délégation de l'URSS). Moscou, Izdat. V. L., 1960. 9 p.
13.
KURDOEV (K. K.). - Le
développement de la kurdologie soviétique. [:RazNþitie
sovetskogo kurdovedeniia.], dans Ue. Zap. 1. V., t. XXV,
pp.57-67. Moscou, Izdat. V. L., 19,60. 137. KURDOEV (K. K.). -'- A
propos de deux principes de forma,tio1'/, des mots
1.
* Nasandina gramera kurdî ya
A. Xaturian, di Riya Taze, N0.
36 Û 37, Erîvan, 1937.
2.
Bi hevkariya A. þamîlov û 1.
Cukerman, 0 problema roda v kurdskom
jazyke (Li ser pirsa cisnê di
kurdî de), di Revolijucija i Pis'mennost (þoreþ û Edebiyat), N0.
1, Moskva-Leningrad, 1933, r. 160-178.
3. Bi hevkariya A. þamîlov û
1. cukerman, Ob izafete v
kurdskom jazyke (izafe di zimanê kurdî de), di Revolijucija i
Pis'mennost (þoreþ û Edebiyat) N0. 1 (16), Moskva-Leningrad,
1933, r. 51-56
4.*Li ser zimanê edebîyê kurdî yê Ermenistana Sovyeti, di Riya
Taze, N0. 31, Erîvan, 1933.
5.
* Qaîdeyên nivîsandina zimanê kurdî, di Riya Taze, N°. 33,
Erîvan, 1933 f,3: 6.Pêþvebirina zimanê kurdî, di Riya
Taze, N°. 68, Erîvan, 1934.
7. Obrazovanie sloinyx glagolov v kurdskom jazyke (avahiya bêjeyên
lêkerî di zimanê kurdî de), kurteya teza doktorayê, Lenîngrad,
1940,4 r.
8. Gramatika zmanê karmanjî ya kart Ji
bona dersxanêd III-IV, Erîvan, Neþîreta dewleta Ermenîstan, 1949, 157 r. Ev
rêzimana kurmancî roleke girîng leyist di xwendegahên
kurdî yên Ermenîstana sovyetî de ; bi alfabeya kîrîlîk
(rûsî) hatiye nivîsÎn.
9:
Rastnivîsîna kurdî, di Riya Taze, N° 58, Erîvan, 1955.
10.
Kritika oþiboçnyx vzgljadov na kurdskij jazyk
(Rexneya dîtinên xeletli ser zimanê kurdî), di Kratkie Soobþçniya
Instituta Vostokovedeniya, KS IV, cild XII, Moskva, 1955, r. 43-61
(Rexneya teoriyên jafetî yên Marr ku B. Miller, O. Vilçevskij
Û
ý Cukerman tetbîqê Zýmanê
kurdî