|
Dr
Ali KILIC Daxuyani
Bo Perpirsiyaren Malpera PENa Kurd Rêvebirên Pena Kurd re ; Birayên hêja min xwe mecbir dît ku vê namê
binivsînim. Em hevidi rindtir(bachtir) nasbikin ku bikarin hev re bi rehetî
xebata Pena Kurd bidomînin. 1966 an vir ve ez bi zimanê me eleqedarim,
dinivsînim. Wê demê kesen ku Zazaîstanê diparêzin tunnebûn. Hember xwînmijên
Kurd, dagirkerên Kurdistanê dengê cûda nebû. Me welatparêzî ji generasyonên nû hûnnekir(fernebûn).
Serhildana Qoçgîrîyê (Rojava Dêrsim) ya sala 1921 an ku armanç
Kurdistanek demokratîk û azad bû û berxwedana 1937-38 Dêrsim dîroka
welatê me de cîhek giranbaha girtiye. Ez bi çanda berxwedanê ya echîra
Demenan gir bûm. Bi çanda dagirkeran mêjîyê min nahat dagirkirin. Ku ew
echîr teslim nebû. Bi salan li çîyan xwe parastin. Sedan endamên vê
echîrê hatin chevitandin, xeniqandin. Dayîka min bixwe hêsîr hatibû
girtin. Gora min Prof. Qanadê Kurdo rêzane ke. 1982 vir ve
ez xebata Prof. Qanadê Kurdo ku binyata li zanîsta ziman tê, weku
rehber digirim. Hemî berhemên xwe ser vê binyatê dikim. Ez davîya wê nameyê de
helbesta xweya ku min 17.10.1975’an li Prof.Qanadê Kurdo’re
chandibû û bersiva nemir Prof. Qanadê Kurdo jî dichînim. Sala 1982 min
nivisandinên xwe Prof. Qanadê Kurdo re chandin. Prof. Qanadê Kurdo gelek
bi zanabûn, kîbarî, nezaketî nêziki min û berhemên, xebta min bû.
Moralekî pir-gelek bilind da min. Sekreterê Pena Kurd birêz Dr.Z.Aloyan li min
vergera daxuyanîya navenda Pena Kurd ya mijara yêkbûna alfabeya kurd û
zaravayên kurd xwestibû. Min xwastin hanî cîh. Daxuyanî wergerand zimanê
fransizî û zaravaya kirmanckî-dimilî-zaza. Daxuyanîya ku min wergerand,
malpera da hat cîh kirin. Du wê wergerê de 25.8.06 de, bi rêz Dr.Z.Haco li
min re sipaznameyek þand. « Birayê
gelekî hêja, kekê Dr.Elî Kilic, em bi xebata Te gelekî serbilind in,
gelek spas j ibo nivisîna daxuyanîya Navenda PENa Kurd bi zaravê Kirmanckî.
Bi hêvîya xweshîya Te. »got. Du wan tichtan de 28ê meha gelawêjê(Tebax) li
malpera Pena Kurd de endamekî rexistinê, bê danustantin, bê gotibêj, bê
pirs, bê dîtîn girtin, bê binyata zanîstîya ziman (lenguîstîk)
daxuyanîyêk kir. Ez dizanim ku nivisandin azadîke. Azadîya ramanê
ye. Gelek normale ku chaxsîyet dîtînên xwe binivsînin. Çewtî ewe ku,
kesêkî ew gotar nivisandibû min nasnake, xebata mina ser zimanê me
nizane. Nivisandinên minên ku malpera Penê da hatin wachandin nexandîye.
Fîlozofîya Ehmedê Xanê nexandîya. Tichtê ku ez êchandim, pirs min re amade kirin ew e ;
revebirên malpera me dîtîna min nepirsîyan, negirtin. Bi rastî Pena
Kurd azadbûna, zelalbûna ziman û zaravayên ziman diparêzî, hêla(alê)
din ve jî keseku zimanzan nine, ji zanîna ziman bê xebere ( bixwe wer dibê ;
« xebata mina ser kurdîya zazakî
ne weku lenguîstekî ye, zêdetir wek edîbek ez bala xwe didime ser sîstema
hemu diyalektên kurdi û heta bi farisî » weku zana, rêhber
digire û wergera ku min dem da, bi dimilîya herî zelal, bi lefzên ku
dimilî rojane dengdikin(xeber didin) nivisand, ji malperê rakirin, ya ku
keseku îddîa dike ku ez zazaîstan cî me, alfebeya M.C.Bedirxan naxebitînim
daynan chunê(bi cîh kirin). Ez dipirsim ; ew kes bixwe dibê ez zimanzan nînim.
Hêla din ve em seba(bo) zelal bûna ziman nîqachên zanabûn diparêzin,
dixwezin. M.C.Bedirxan kurdekî herema Bohtan bû. Zaravayê kirmanckî-dimilî
nedizanîya. Kurmancîya herema Bohtan û ya herema Dêrsim jî pir cûda
ye. Alfabeya ku M.C.B. amadekiriye bin qontrola zabîtên
fransiz ( Pierre Rondot, Pierre Lescot ) de hatiye amadekirin. Heta naha li
Fransa Kurdolojî nîne(tunne) ! Rêxistinên kurd yên ku bi zanîstê
alaqedarin elfabe gotibêj nekiri ne. Keseki zaravayê kirmackî-dimilî
nizane çutan dikare elfebeyê amade bike ? Nizane, nikare dengan derxîne. Fransizên ku zimanzanin bûn sebebê, bînyata Zazaîstanê.
Gilbert Lazard, Joyce Blau, Pierre Lecoq, wan kesan ew ticht îddîa kirin ;
« Kirmanckî beþek zimanê farsî
ye. Tu ku ve gotinê qebul nekê, neparêzî nikarî cem me doktora bikê. »
Loma ez Prof. Qanadê Kurdo re ketim danustandinê. Emerikî, Alman û Hollandayî jî weku fransizan
difikrin. Karwana Zazaîstanê re rehberin, alîgirên komara Tirkîyê ne. Hevalên ku revebiriya Pena Kurd dikin vê zaravayê
nizanin, fêmnakin. Çutan revebiriya Pena Kurd dîtîna hêlan nagire û
kesekî ku bixwe dibê « ez zimanzan nînim » dîtînên, nivisên
Wî weku dîtînên herî rast digire ber çavan û malperê de bicîh dike.
Emeg, xebat hirmetê dîvê(dixwaze) ! Ez çend seetan xebitîm ku gotinen nav gel de bênîm
bîra xwe û daxuyanîyê de bicîh bikim. Berîya demekê min nameya ku bi zaravayê Kirmanckî-dimilî-zazakî
di girtigeha Amedê(Diyarbekirê) dayîka xwe re sala 1973 de nivisandibû
da malpera Peyamaazadî. Malperê de ew name hati cîh kirin. Wî endamê
Pena Kurd bê pirs, bê dîtîn girtin midahaleya namê kir. Name xwirakir.
Min name bi dimilîya herema Dêrsim nivisandibû. Mafê Wî kesî tunebû
ku tîpan, devokê biguherîne dimilîya herema xwe. Berîya her tiþtî þert
hene. Meri xwediyê gotarê re dikevî danusandinê, dîtîne digirî, gotibêj
dike. Ew kes xwe li ser me kesên ku bi zaravay dimilî
dinivsînin digire, hesab dike. Rêzên hirmetê teqîb nake. Cara duduyan jî
midaxellaya wergera daxuyanîya Pena Kurd kir. Ez wan hevleyan weku bêrêzî,
bêhirmetî, weku pêlikirina chaxsîyeta xwe dibînim û pê dêchim, diqarêm,
aciz dibim. Endamê Pena Kurd ku wî mafî(heqî) xwe re dibîne
ku xwe tev li hemî nivisandinan bike behsa « pîtên
ku min bi rengê sor îcharetkirine di elfebeya kurd nînin û bêyî
vana hindek pîtên din ( )ji
xebitandine. Ev çi deng in, an ji ev çi pît in ? Ez nizanim. Ger
kurdekî kurmanc ji vana fam neke kurdekî zaza hîç nikare fam bike ! »
Ew hevok nîchan dikin ku endamê Pena Kurd get dîroka zimanê kurdî
nizane. Bê xeber e. Prof. Qanadê Kurdo pir vekirî ser vê mijarê sekini
ye. Ew mijar min gotara xwey davî de xebitand, ser nivisand. Ew mijar bi hêla birêz
Prof. Qanadê Kurdo va bi kurîî hatîye destgirtin. Prof.
Qanadê Kurdo ; « aî, eî ye ku kirmanckî-dimilî de heye,
zaravayê kurmancî de dibe a »dibê. Herviha « a » yê
zaravayê kirmanckî-dimilî û kurmancî mê ye. Zaravayê
kurmancî de « e » dibe « î ». Kirmanckî de
« a » dibe « e ». Seba enformasyona zedetir serî
gotara ku min bi fransizî û kirmanckî nivisandibû bikin. Ez bi van
hevokan dixwazim ku bibêm seba (bo) yekbûna zimanê me, cara yêkemin rêzimana
komparaya(danberhevdin) zaravayan yek û yêk bînin, bidin ber hev. Pachê,
rêzimana kompare, rêzimana dîrokî ( fonetîka û morfolojîya dîrokî)
berî rêzimana netevî vereçekirin. Nav vê demê de elfeba hevidi digire,
yêkbûn çêdibe. Loma(lewra) gotara ku min bi zimanê fransizî nivisandibû
ser gotar ew bû « Li ser statûya lengustîka dîroka zimanê
kirmanckî û dîyalektolojîya kompare(danberhevdin) û rêzimana fonetîka
dîroka Mîtanî, Hurî, Kasîd, Luvî, Gutî, Urarî, Zendawesta û Kurdî »
Li ser Malpera PENa Kurd (Sur l’Unité Linguistique ) Ew nîchandide ku
karzanîsyatê zanyarên Kurdistanî, li ser yêkîtîya zimanê netevî,
kurdî pir(gelek) mihim e. Ez
xwe mecbir dîbînim û dixwazim ki vê hichyarîyê jî bikim ; bin rûberîya
gotina zazaîstanê de ber nivisandina zaravayê kirmanckî sekinandin feyda
nade neteva Kurd û zimanê Kurdan. Eger ku em mafê ramanê diparêzin, ew
kesê ku dibê ez zimanzan nînîm û gotara Wî kesî malperê de te bicîh
kirin, yak u min jî wergerand pêwîste we re bi cîh kirin. Rakirin astengîyê
derdixinî. Zanîna xebatê li ser hîmên buxtanan(îftîran) nayê daynîn
û feyde nade xebata zanîstî. Bimînîn
xwechîye de. Xebata We de serkeftin, serfîrazî. Dr.Alî
Kiliç, Calabria, Italia, 31-08-2006 Ex ;
1- Nameyên birêz, nemir Prof. Qanadê Kurdo.
2-Helbest |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org