|
Dr.
Ali KILIÇ Namayên
Prof. Dr. Qanatê Kurdo Li
dîroka zimanzanîstîya rojwelat de, zanyarê nemîr Prof. Dr. Qanatê
Kurdo cîye xwe girtiye. Þuna Wî giran û pir bilindê. Jîyana Wî
akademisyenê kurd, parçeyek ya trajedia gelê Kurd û Kurdistanê ye. Mijara bindestîya pirsgireka
Kurdan, Kurdistanê Bolþevîkan eleqedar nake. Yekitîya Komara Devletên
Sosyalîst, bi polîtîkayek enternasyonalist ku alîkarîya rejimên
dagirker, xwunxaren Kurdan dike diþopîne. Wan komaran qet alikarîya
Kurdan nêkir in. Ser hertiþtî Kurd bilavkirin û êþandin. Gora þertên
enternasyonalîzmê helvest negirtin, tevnegerîyan. Kurdên
ku li Sovyeta berê hatibûn bilavkirin li mafên xwe gerîyan. Mafê çand
û zîman heta merhelekê , cîkî bi dest xistin. Zîman û çanda
Kurdan hin azad bû. Çanda ku rejîma sovyetêra xizmet nedikir, gora pîvanên
rejîmê « nebaþ, rind nebû) qedexe bû. Kilamên olî-bawerîyê,
kilamên axatîyê, mîrtîyê…..Jiyana zanistê zanyarê nemir Prof.
Dr.Qanatê Kurdo parçeyek ji wê azadîya hindike. Sala
1975’an min helbestek xwe rêzan Prof. Dr. Qanaté Kurdo’re de ithaf kir ;
« Azadîya Kurdistanê, xelasîya gele dinya, xelasîya gele dinya,
azadiya Kurdistanê ye. » Rêvebirîya « Kovara Riya Azadî »
weþandina, neþra wê helbestê qebûl nekir, red kir. Ku min alîkarîya
werger û çapkirina pirtuka Nikitin ku mijara wê Kurdbûn jî kiri bû. Sala
1977’an de, ez li Unîversîta Hacettepe li bajarê Angorê-Tirkiya, li beþa
fîozofîyê de mamosta bûm. Min li vir, dersên fîlozofîya dema sedsalên
berê-kewn antîk (grek û latînî) û fîlozofîya zanîsta moderne didan.
Cem vî karî hêla din va jî serokê « Yêkîtîya hemî mamosteyên
akademî û unîversîteyên beþa li bajarê Angorê » « TUMAS »,
bûm. Wê
demê rêvebirên « Kovara Rîya Azadî », helbestên mînên bi
zaravayên kîrmançkî-dimilî û zimanê tirkî, bin nave « Elî
Dersîmî » weþandin. Destnivisarek jî li ser jîyana nemir
Prof.Qanatê Kurdo neþir kir in. Hikimeta Fransê ji bo
karzanista li ser filozofên wan Jean Paul Sartre û Gabriel Marcel weku
bursiyerek ez daweti Fransê kir im. 17 Cutmeha 1979’de ez çum Unîversîta
Dijon’ê , Fakîlta Filozofi yê. Min
Jean Paul Sartre û Simone de Beauvoir li Parîsê, li mala wan ziyaret kir
in . Li ser existantializme Sartre û G.Marcel, me danistandin, gotibêj
kir. Wê demê Sartre pir nexwaþ bû . Ew
du entellektuelên fransizî, endamên komelaya « Association France
–Kurdistan » bûn ku François û Daniella Mitterrand jî endam bûn.
Simone de Beauvoir’re min
behsa pirsgirekên kurdoloji kir. Wê jî, min ra got ku ; « Beþa,
departementa kurdoloji tunne. Tenê Iranistik heye. Beþa îranîstîk de
dersen kurmancî, çand û litteratu ra kurdi heye. Serokê iranistik jî
Prof. Gilbert Lazard e. Mme Joyce Blau jî li wê derê dersen soranî di
de.Dema K. Bedirxan de Dr A; Ghassemlou li weê derê dersên droka kurdî
di de » Min ku ew agahdarî girt, çum
cem xanima Joyce Blau. Ser mijara projeya doxtora xwe, fonoloji û
morfolojiya Kirmançkî-Dimilî qezi kir. Xatun Joyce Blau min re got ; « Dema,
weqta ku tu Lazard efendî bîbînî, ne bê ku kirmançki-dimilî zaraveyê
zimanê kurdi ye. Tu ku bibê Kirmançkî-Dimilî zaraveyê zimanê kurdi
ye, proje ya doxtora te qebûl nake. Ramana
Prof.Gilbert Lazard ew e ; « kirmançki-dimilî zaraveyê
zimanê kurdî nîne. Zaravayek zimanê farsî ye. » Ez þaþ bûm û min dest bi
pirsan kir ; Xanim Joyce Blau qey Lazard Efendî zaravaya kirmançki-dimilî-zazakî
dizane? Xatun
Joyce Blau bersiva min da «Na, na nizanî. » Ez fikrîyam.
Akadesmiyenek, xwe rêzan dide naskirin, kirmançki-dimilî-zazakî nizane,
dengnake(xebernade) û dibê ku, ew zarave, zaraveyek farsi ye. Bi wê nêzikbûna
xwe jî xizmeta dijminên çanda Kurdan dike. Binyata, hîme qeliþandina
ziman bi mêjîyê kolonyalîstan, dagirkeran datî ne. Min
“Kovara Roja Nu“ da Xatun Joyce Blau. Ku wê kovarê de helbestên min
hevpeyek Dr; A. Ghasselmou li ser Soreþa Kurdistan, hatibûn weþandin.
Dema (veqta) ku min Prof.Gilbert Lazard dî, Wî, min re got “ Ez
helbestan naxwazim. Min re textên kirmançki-dimilî lazim in, pêvîst in.
Îsal ne mimki ne. Sala pêþîya me bi textan were. Em hev re qezî bikin. »
Dema Wî ev bersiv da min, min famkir ku Xatun Joyce Blau helbesta min bê
xebera min da ye Wî kesî. Min havina sala 1981’an, 200
rupel li ser mijara prensîbên fonoloji û morfolojîya nemir Prof. Q.Kurdo
textek seba (bo) doktora xwe nivisand. Meha îlonê çum bajarê Parisê ku
doxtora fonoloji û morfolojiye Kirmançkî-Dimilî-zazakî bidim Prof.
Gilbert Lazard Efendî. Dema
çum Universita Sorbonne, Min Prof. Gilbert Lazard dî, Prof. Gilbert Lazard
min re go“ Ez vê projeya têzê qebûl nakim. çimki, têza te û têza
Prof. Q.Kurdo yê ke. Zaravayê Kirmançki-dimili-zaza, zaravaya zimanê
kurdi nine. Zaravaya zimanê farisî ye. » Min pirsa yekemin kir; Hun
Kirmançki dizanin? Wî bersiva min da “Na» Prof.
Gilbert Lazard ; kesekî bîyanî, ziman û zaravayên me nizanî,
projeya taza doxtora min qebûl nekir. Zaravaya ku ez pê girbûme, min ji
merîyên xwe bîstîye, hûbûme, ew kesê bîyanî digire dibe, zimanê
farisîra girê dide. Ezê çutan doxtora xwe li Wî camêrî bidim qebûlkirin,
Wî re yêk kara zanîstê bikim. Paþîyê de, davîyê de
doxtora nat pejirandin, qebûlkirin. Min pir eþkere dî ku ez nikarim cem wî
merîkî rengdarê, tîtra akademîsyen bigirim. Min dîtînên xwe Wî kesî
re pirs vekirî gotin û xatir lê xwast. Polîtikaya
devleta fransa ew bû ku nedihîþtin çanda Kurdan pêþbikeve. Akademîsyen
jî weku rêvebirên wî devletî bûn. Min li Universîta Paris VII’an,
sala 1982 dest bi doxtorek nû, beþa Sosyolojî Polîtîk kir. Mijar;
“Pirsa netewi û bindestîya Kurdan» bû. Min li Universîta Dijone de
sala 1985 dest bi doxtorek duyemin, beþa Filozofiya Zanistan kir. Mijara
min; “Klassifikasyona Zanistan û Enformatîk- Li ser himên, bingeyên
filozofikên Enformatîk » bû. Beþa
yêkemin a vê xebata doxtorê sala 1985’de xelas-temam bû. Min ev beþ
îthafi Prof. Dr. Qanate Kurdo kir. Beþa duemîn çile ya 1988’de teva bû.
Min ev jî îthafi dayîka xwe Melek a Hemedî, kalikê xwe Hemedê Mîrzalî
yê Silêmanî û bavê xwe Uþênê Hesenê Pitalî yê Mille Uþenî kir.
Mînakek li vê xebata min “Cîte des Sciences-Teþniques-Industries-France-Paris”
de bi êjmara-kod a “RC 1 591 KILIA” tê parastin. Wê
xebata xwe de, rûpelên 443 û 444’de, min cîh(þun) da kîmyabarandina
navçe Xelepce û dugelên ku ew axu(jehrî) dabûn revebirîye S.Hussên û
nameya ku Dr. Abdulrrehman Ghassemlou, Sekreterê Yekitîya netevan re þansibû,
ku bîryara Yêkitîya Netevan a 598’an ku mijar Kurdan jî elekeder dike. Hêla
din va jî min bîryara xwe da; hemu texten ku seba doxtora xway prensîbên
fonoloji û morfolojîya zaravaya Kirmançki-dimili-zaza nivisandibûn adare
1982’de, bi rîya postê Prof. Dr. Qanate Kurdo re, bi navnîþana
Akademiya Zanista Leningrad þandin. Prof. Dr.Qanate Kurdo bi rêz û hurmet
bersiv da nameya min. Nameya ku min re þandibû, 8-11-1982’de ket destê
min. „Heval
û hevkarê delal Eli
Qiliç can, Nama
te derej kete deste min,çimki, nav û niþanên mýn rast nenivisi bûn. Ez
gelekî þad bûm ku nika ji býraye me zaza merivên wek te zîmanzan,filolog
hene û mîjuli lêgerina zaravê zaza dýbýn. Ez geleki þadým, ku tu li
Parisêda dýmýni, li lêgerina zaza wek zaraweki kurdi dýbi. Li
sala 1975-da min kýtabek li ser beramber kirina zazâ û kurmanci nývýsi
û daye çapxanê bo çapkýrýnê. Ew destnývýsar nýha lý çapxanêdaye,
hividarým,wê çap býkýn. Lý
sala 1976 mýn lý kýtêba“ Iranskoyê Yazikoznanîye-dapertokek li ser
zaza û kurmancî nývýsi, ez wî nývýsara xwe ji tera dýþýným. Mýmkûne
jý tera lazým bê. Mýn
kýlama (strana),te xwend, tu rast û bý xweþ dýnývýsi: « Azadiya
Kurdistanî,xelese gele dinya Xelasiya gele
dinya, Azadiya Kurdistaniya „. Ew
niþan dýke, ku tu yan þayri, yan ji dengbejî, eger dengbêji, lý ser
kasêtekê dengê xwe jý mýnra bý nývýse û býþine. Nýha
ez mýjûli komkýrýna qewlê kurdan dýbým, ez dýxwezým wana kom býkým,
lý berhavokêda çap býkým. Eger
mumkûne, tu jî madeyên zazakî,çirok,hekyat,kýlam û (metelokan), li
berhvokêda çap býke,eger peviste li rexgan, têxtanda ferhengoka zazakî
kurmancî –fransizi býnývýse;Eva, dýbe iþeki baþ û heja bona lêgerina
zaravên kurdî. Lý
sala 1978 kýtaba mýn“ Grammatika kurdskogo yazika na materyalê kurmancî
i sorani“ çap bûye,eger lý cem te,tune, ezê ji tera býþiným De
bý xatýrê te. Qanatê
Kurdo, 8-XI-1982 ( bi destnivisa xwe) Nav û navniþana min : Leningrad,
196143 Yr. Gagarine 45 kv. 50 - Qanetê Kurdo. Beri
ku ew nameya jêr ya zanyarê nemir gêþti min, min hemû destnivisarên
xwe Wî re þandibûn. Du da bi vê name ku tarîxa 20-04-1983’e Prof.
Qanaté Kurdo bersiv da min. “HEVAL
û HEVkarê delal Elî qiliç can, Mýn nama û destnývisarên te standýn, dýlê mýn gelek pê
þa bû, kêfa mýn xweþ bû, ez pê hesýyam ku nývisarên te rýnd hena.
Destnývisarên te lý ser zaravê zaza, lý ser filosofiya kevn, lý ser
markýsîza û lý ser faþizmê týrkan niþan dýkýn ku, zanyarêki gýhiþti
û mezýni. Eva mýn geleki þa dýke. Nývisara te derheqa fonêtika zaravê
zaza geleki bý mýn xweþ tê, eferým, ez dýbiným ku kurdeki heja pir
zana û pýspor heye, mina mýn xerêqi Lêgerina zýmanê dayýka ewe dýbe.
Ez hývidarým,dýbe bý sýlameti tu nivýsara xwe lý ser formzanina zaza
ji xýlas biki û býxêr û sýlameti nývisara xwe çap býki.Lê lazýme
bêjým ku nave nývisara xwe býnývisi nek “So Be“.Ev gotýn bý zazakî
yanê“Here vere“.Gotýna merývên zaza“nabêjin „Here vere, em dýbêjýn
„So Be“ niþan dýke, ku ez dýxwazýn bêjýn em mýna kurmanca napeyvýn(xeber-nadýn),
yane zarave me ne mýna ye kurmanciye.Baþ dýbe tu vê gotýna van lý peþgotýna
nývisara xweda býnývisi,navê nývisarê bý cureki dýn býnývisi.Yan jý
býnývisi.” Legerina zaza yên nehiya(rayona) Dýyar bekýrê.” Nývisare xwe lý ser Kurmancî û Soranî ezê jý tera býþiným.
Ezê usa ji jý tera Ferhenga Kurdî-rusî ya Soranî, ku çap dýbe. Ji
hevalé xwe delal ra býþiným. Mýn nama ji hevalê Kendal stand, ku Parisê Institûya Kurdî
ve bûye, tý tev boyî,alikari van dýki yan na? Bona pêþketýn û
serferaziya Kurdnasiye lazýme bý hevra alikari býkin. Mýn soz daye,ezê
ji alikari van býkim, nývisarên xwe bý zýmanê Kurdî ji van ra býþiným
ku ev çap býkýn. Eger tu Kendal dýbini, bý kerema xwe van gýliyu jêra bêje:”Mýn
nama wî stand, gelek jî razýme, ezê bersýva wý býnývisým. De
býxatîrê te, dýlxeza mýserbestiya teye. Qanatê
Kurdo. 20-04-1983. (
bi destnivisa xwe û mora tillî yê ) Bêri wê nameya zanyarê nemîr
Prof.Qanatê Kurdo, min suretên li hemû dest -nivisarên xwe û suretek
(copiyek) wê namê da Kendal Nezan Efendî ku Serokê Instîtûya Kurd a
Parîsê ye. Zanyarê nemîr dema bersiv dabû
nameyên min, min re nivisî bu ku << Bona pêþketýn û
serferaziya Kurdnasiye lazýme bý hevra alikari býkin.>> Berî
avakirina Instituya Kurdî a Parîsê, sala 1982’an de, mîn û hevalên
minên ku bi eslê xwe frensizin me hev re Radyoyek wekir( K.Libre). Min li
wê radyoyê de heftê de 12 seet kurmancî, kirmanckî û fransizî program
amade dikirin. Min navê beþê kir “Denge Kurdistan ê.” Sê sal, 1200
seet min tenê, bi serê xwe program amade kirin û weþandin. Heftê de 12
seet weþan û wan 12 seeten de, çand, weje û dîroka me, mijarên nivisên
nivisar Prof.Qanatê Kurdo, mijarên rojevê, bî zîmanê fransizî,
zaravayên kurdî; kurmancî, kîrmançkî-dîmilî-zaza seba kesên
eleqedar da bîstin, naskirin, guhdarkirin. Ew helbest min li bajarê
Estenbolê sala 1975’an ciwîna þewa Dêrsim’de ber 16.000 kurdan xand.
Sala 1983’de K.Libre FM_87,7 mhz. Denge Kurdistan ê ” Seba programa ku mijar sersala bûyîna
zanyarê nemîr Prof.Qanatê Kurdo bû, mîn pir kes daveti mala ku þuxilê
radyoyê pêktênîne kirin. Cem hemî textên ku mijar karê Wî bû
xwandin ew helbest jî xwand. Dr Ali KILIÇ, 01-09-2006 Mamostayê
mezin,
Zîmanzan û azadkare gele me yê Sovyetîstanê Prof.
Dr. Qanatê Kurdo’re « Azadiya
Kurdistanî, xelese gele dinya Xelasiya gele
dinya, Azadiya Kurdistaniya Vaze! Kurdistan ê min, vaze!
Kamy tu kerda kolétié na dinya? Nu seno ĉýlo þao tu
gureto pa? Hard û asmen bîyene sor khýla
çekê to’ra Vaze! Kurdistan ê min, vaze!
Kamy tu kerda kolétié na dinya? Ma zoneme, dinya, dinya dewuz û
qislacûn a
Dinya wi axa û begû niya Ma oncia zoneme Ma dardekerdime, qîrkerdime gîle
kou’ra, Riznai,wesnai, dardywe, dew û
sukhe ma, Vaze! Kurdistan ê min, vaze!
Kamy tu kerda kolétié na dinya? Ma zoneme wuaþtiv Wi(yi) zorkesu, yi emperyalistu,
yi faþistu Bindentên û koletiya mîletên
dinya. Jî tû, ju Wietnamî, Jî Qamboçiya Jî sarê latin û Amerika Yî sarekerdu, y^zordestû, yî leyrunên emperyalizmi Wuaþti bî Serv û Lausanne’ra
barekerdena tu Tu sarekerda, tu kerda çor
leteyî Jî sarê u cigerune
Aliþer û Seyyid Rizai. Ĉere tû Mezopotamia û
Basra Ĉore tu Qafîkaasia Pers û Erav û Grek û Latinî Tu sero ostori fiþtî bî xîlî Dewleta Ali Osmanî jû jobina mýletî Derd û ciran,xort û citkarî
berdi qýr kerdi Zaf bê keþeni ame sarê tu ser Eve hozorû milis, eskher rusnayî Dewujî, qýslaci,ĉolegî,
morevayî Axlêrî, çêyen pêseyî,
xanadanen mîletê kurdî Juvin’ra giredayî,berdî qýr
kerdi Zof çeneyî, zaf domonên qij,
za çineviâyêyî Juvin’ra giredayî,berdî qýr
kerdî Berdi
vera sare býrnayî. Avê, hêgayî ramnayî, ĉolegi, qýslaci, gurenayî kam kê sare de we berdî qýr
kerdi dodima koli býrnayî,gemy wêsnayî kou’ra,pulu’ra bîry qedenayî pêyecu,zýft, osýn,paxýr,
zern, þem, peme, genim,ĉew,lazut,nuky,
kuncî, asm û roj,jede fýre bôjune ma
ont berd, ont berd zern û þeme Kurdistanî. Dora tipiya, name ma vurnayî, qamçur guret ma’a,eskher
wuast, zone ma dard we, roþta ma kerde
tari. ma rai vraþti bî, wî(yî)
sera þi fêtêlayî ma pýrdi vraþti bî, wî(yî)
sera þi bover ma da pêro guret, yî ma sero bî
axayî. yî bî ospor, ma kerdime payayî yî bî mýrdi, ma bîme teverayî ma uþtime’ra hu ser, yî ma
sero bî zulumkarî yî koletikari, yî faþistên
murdarî, yî berdeþtunên emperializmî ma sero þýndori býrnayî. Marx û Engels û Lenin, wu hevalo çerr Stalin vejayî raya pilê mýsnera palê û
citkarî raya azadî mýsnera dewuz û qýslaci, mýsnera xelkên bindestên hemû
karkeren dinya palê û citkarê sovyetistanî,
rizna çefe tzarî raa partia qommunistîya
sovyetistanî,rara Lenin de jî venge tuye meste Kurdistan, sazbiye, Respublika sosyalistiya
Yekiyiya Sovyetistanî Pukê azadî dêmdê Asia û Afriqa Vejiya’ro ser çin, býnde mend,
Japon û Ameriqa Emparializme ameriqan guret xwu binde naro Palê
u cîkarê Kuba Çeke Sor,Çeke proletaria, sare serde Darde
kerd Hitler Lête Europayé pil kot hête ma, vilik da Balqania... Gelê býndest,gelê Kurdistanî, gelê tirk, Palê û citkarên tirk û kurdî,erav û hermenî û
persî Výrayê juvin’ra fiyenê Xwu çip girede xelkên sosialistanî’ra Piya bî rijnime çefe faþizm û emperilalizm û
kolonializm Marxizm Leninimz dismala ma Xwu ver erzene, çîp virayê juvin’ra fiyene, ma zoneme, nara tipiya, nê Musolini,ni Hitler , ni Salazar ni Misto tirk, ni Pinoþet, ni Faiq Turin nê yîye bin endî bese ne kene endî ma zoneme, verva faþizmî verva
emperilalizmî verva
kolonializm Azadiya
Kurdistanî, xelese gele dinya Xelasiya gele
dinya, Azadiya Kurdistaniya Ali KILIÇ,
Kurdistan 17.10.1975 |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org