Diwana yekem ya helbestvana kurd þîlan Hemo bi nave “ Bendewarî” derket .

[08:29 , 12 Oct 2007]

Hozan Emîn 

 

 



Þîlan Hemo yekek ji wan helbestvanên kurd yê ku bi zimanê kurdî û Erebî helbesta xwe bi þêweyê nûjenî dinivîse û bi zimanekî rehet û nerim nama xwe radighîne, bi helbestên xweyî kurt dikare hizêkirina xwe ji xaka neþtiman û xwezaya wê ya ciwan bîne ziman. Her weha hemî helbestên wê bi ruhê neþtimanî û welatperwerî dorpêçkirîne û her dem bûye dîl di nava hevoka welat û Kurdistan û çiya û newalên wê de .. lê eþq û evîna ku ji bendewariya yar û evîndarê xwe re jî bi hestekî naz û bedew tîne ziman û di nava eþqa welat de distrê, êþ û azarên gelê kurd ciheke girîng di nava hûnandina helbestê li ba wê cih digre û wan êþa û giryana dike wêne û li ser bejna helbesta xwe radixe. Nemaze wexta ku wan kul û derdê milletê xwe hevpar dike û li çarakê digere û destnîþana roja azadî û xelasiya gelê xwe dike.

Ev Dîwana yekemîne bi Kurdî çap dike her weha li gel vê berhemê Dîwaneke bi zimanê erebî jî çapkir li jêr nave “ Bê Navnîþan”.

Bendewarî li çapxana Xanî li bajarê Duhokê hatiye çapkirin û ji 88 rûpelî pêk tê û di nav xwe de 25 helbesta dilorîne . û ji berg û derhênana Rênas Hesen ne .

Þîlan Hemo di çend gotinan de .

- Di sala 1967an li bajarê Qamiþlo ji daykbûye û xwendina xwe ya seretayî û navinçî li wir qedandiye .
- Li peymangeha Mamosteyan xwendiye û derçûye .
- Nivîs û helbestên wê bi Zimanê Kurdî û Erebî di çend Malperan de belav bûne . SemaKurd.net - Efrîn .net – Tîrêj .Net
- Her weha di çend Kovarên Rojavayî Kurdistanê de Nivîsiye ew jî “ Zanî – Gulistan- El-mewasim – El-hîwar “

Ji nava helbestên di Dîwanê de .

Bendewarî


Li hêviya te
Ji hêlî ne çûk xwe berdida
Sorgulê , sardibe
Awazên hozan xemgîn tên
Jivanên evîndar li hev dikevin
Geh jî zarok nave te distirên
Hêviyan dilorînin
Roja civanê dizîvirînin
Geh geþdibin , þaþdibin
Li hêviya te……
Rojane çi dirêse …..
Gazin û gulê gilî kirin
….li hêviya te ….

3/4/1994/Qamiþlo

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org