Þîna LEHENGAN

                                         Anahîta Hemo

 

Oxira lehengan, di keçîndariya,

Temen de, bobelateke gewre ye, 

Bedaxewa, çirax li me vemirîn

mîna çirûskekê xwe veþart, oxirek zuha.

Bê baran, ne jî xunavek ji azadiyê li bajarê serhildanê.

Çax dilgirane, xemgîne, te pal da hevalê

Tevgerê, penaberiya Kelepora kurd" ORDÎXAN ".

Gund bi gund xwe dikir yek can ta dem li me  kirin seqem, bi oxirek tund, çûnek nemirî, dawiya sala 2007.

Lê, belê biroskeke, bê soce.

Oxira we, ji kurdên we, mirina we,

Mîna penceke hove, te zû ji me veketand,

Bi HAWARA DICLE, ya bi derengî,

Bi me hate xwendin, bûye ji kultûra kurdan,

Mirina lehengan berî vegirtina þaxan,

Dimîmîne, hewara te, cihê þanaziyên me,

Peyedare peyvên pîroz ji xama te,

Qîrên me hildidan ber asîmanên xwezayî,

Ber bi jor cihê wekheviya asîmanî, cihê giyan

lê aram dibe, dadgeha dawî bona mirovan,

Qîra jinên kurd te rizgarkirin dema te bi roman re anî ziman ji bilî peyvê me êdî çi heye, di vê dema dijwar bona civakek þûnewar.

Jinek helbestvan, te ew xwend bi lêhûrbûn.

Hewara dicele, qîra gelê kurd.

Dengê her lehengek kurde.

Bi du cwarî diqelêþe bê pariya mirovayetiya xwe.

Ji derdê me bû, derdê gelê te, ew oxira zû.

Te koçkir ji me, kerwanê te bi lez û bez bû.

Oxira te oxira ew koça pirraniya ciwanên kurdan di êþkencên zindanên derve û civak.

Zê çi jî bilûrînim di Þîna lehengê qehreman.

Ji bilî peyvên typên payedar ji zimanê DÊ.

Zimanê bê pariya zarokên me kurdan.

Ew zimanê HINDO EWROPî, diyariya Bedirxaniyan bo gelê me.

Zê çi dîliyê hêjî binoþim ji bilî peyvê, Mihemedê kurdan û mirovayetiyê, zê hewara te bibêjim,

Bi helbestî, bi sirûdên niþtimanî, bi keçika simoqî bi dengê bayê min, na belê bi SEWDALIKA Silê Hemo re zê bêjim,

Wê bilûrînim di bin sîberên, pakrewaniya nexweþiyên dema te bi sirûdên netewa kurdî yên nemir REZAZÎ,

Zê bilûrînim Hewara Ava Dicle,"Mihemedo ronî ……., lê ava Dicle li stêra xwe, li estêra te,

Li  ZERYA Û ALAN, te cemidand, li gelê xwe sartir mijdar kir seqem di van rojên sar.

Dem li me dojeh girîk bê sûde, rondik nawestin,

Ji barînê, dêm kirin rûbar, cihok, zilindare, îro,

Veqetandina peyamên xama te.

Hêjî dinoþin penaberiya þîlana kurdan,

Zore, zilindare, sirûda penaberiyê, li Kurdistana

AZA, belê te ew xwend bê rawestan.

Mixabin, jê dinoþin her kêlîk û demê.

Em jê vedixwin piyal bi piyal, camên dîliyê.

Cihê daxê ye, poþmaniyê, çûna te li ser dilovaniya Xwedê, te em di kula xwe de hiþtin,

Di HEWARA te man, lê, sûnd bi romana min ya windayî, di keçîndariya bûyerên serhildana, Qamiþloka xemgîn, ZÊ wê dîlokê bibêjim, zê hewara te bêjim.

Keko, nivîskaro, lehengiya xama te.,

Di sirek bayê tenik de ji buharên welatê perçekirî, tar warkirî.

Bi mirovê bê parkirî ji hemû mafan.

Bi wan tevan.

Bi soz û sûnd bi pakrewanên Ava Dicle.

Zê bibêjim "Mihemedo ronî heyran, me çi ji te re got û ji me kurdan xeyidî ……..".

Emê te bibêjin:

Peyman bi peyva payedar "kurd û Kurdistan".

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org