Endamê me Merwan Osman azad e

Navenda PENa Kurd dixwaze PENa Navneteweyî agahdar bike ku endamê wan birêz Merwan Osman digel siyasetmedarekî Kurdê Sûriyê yê din birêz Hesen Salih hatine serbestberdan piþtî ku ew 14 mehan ji ber gunehkarkirina separatîzmê di girtîgehê de mabûn. Dadgeha Bilind ya Ewlekariyê ya Sûriyê biryar girt cezaya wan kurt bike û wan serbest berde.

Di axavtina telefonê de parêzerê Merwan Osman birêz Sebrî Mîrza destnîþan kir ku tevlîbûna hêzên navneteweyî mîna Amnesty International, PENa Navneteweyî, Rêxistina ji bo Gelên Bingef ji Almaniyayê û hinde hukumetên Rojavayê rê neda karbidestên Sûriyê ku ew gunehkarkirina Merwan Osman û Hesen Salih bînin serî.

Lewma em ji hêla Navenda PENa Kurd sipasiya xwe ya dil ji bo hemû beþdarên kampaniya serbestberdana endamê me Merwan Osman dikin:

·       Navenda PENa Înglîz ya ku Merwan Osman kiribû endamê xwe yî bi rûmet, Nameyeke ji hêla 202 nivîskaran ve destnîþankirî ji serokkomarê Sûriyê re þandibû û rêgayên dîplomasiyê ji bo rizgarkirina Merwan Osman xebitandibûn;

·       Komîsiyona Nivîskarên di Zîndanan de (The Writers in Prison Committee-WiPC) ji bo anîna kêþeya Merwan Osman ser asta navneteweyî û

·       Hemû PENên cîhanê û nûnerên wan yên ku piþtgiriya Biryarnameya li ser Sûriyê di ware girtina Merwan Osman de kirin û ew Biryarname li Kongreya 22-28 Mijdara sala 2003an li Meksîkoyê dane pejirandin;

 

Navenda PENa Kurd malavayiya taybet ji bo van dostan dike:

Lucina Kathmann, Lucy Popescu, Naomi May, Cathy McCann, Margaret Drabble, Dr Alistair Niven, Joan Smith, A. S. Byatt, David Hare, Ian McEwan, Anthony Minghella, Joan Smith, Harold Pinter, Graham Swift, Terry Carlbom û gelekên din.

 

Navenda PENa Kurd
Bremen-Homburg, Almaniya, 22ê Sibatê, sala 2004an