|
10ê
Sebatê Rojbûna Govara Zevî Ye xeleka
(3) Arþevê
Oskan
Di hijmara 3an de, mamoste
Mihemedê Seyd Husên û Mîdasê Azîzî xwestin bi fermî derbasî nav me
bibin û di komîtê de cih bigrin. Me jî, bi dilxweshî ev pêþinyara wan
pejirand. Ligel ku berî wê hingê jî, bê sînor alîkarî bi me re dikir
in. Piþtî wê hingê navê wan, wek endam daket govarê, da ku bi navê
govarê di çalakî û ahengan de beþdar bibin. Hijmara 3an li Þamê 500
hijmar jêre çap bûn. Pereyên
wê hemû ji aliyê min bi tenê ve hat dayîn. Hersê hevalên din nikarîbûn
beþdarî di rewþa dervaî de bikrana. Lewra armanca me jî bi sûdemendiyeke
diravî li dûv vê govarê tune bû. Ev yek ne dibû cihê nakokî û
pirsgirêkekên berbiçav. Wek piransîp mamoste M. S Husên xwe di hijmara
4, 5, 6an de da alî û nexwest navê wî têkeve komîta rêvebir, sedema wê
yekê jî, bêhtir ûjdanî bû. Bi gotineke wisa pêþinyar kir “Ez
naxwazim navê min di komîtê de be, ji ber ez biþdariyê bi rewþa diravî
bi we re nekim û ez bi kedeke ne wek a we beþdar bibim, ez xwe nakim
hevparê keda we”. Di hijmara 4, 5, 6an de, li ser daxwaza wî navê wî
di komîta rêvebir de, nihat nivîsandin. Lê nehat wê wateyê ku ew têkiliyan
ji me bibire. Dîsa jî çi diket ser milê wî alîkariya me bi belavkirin
govarê li Qamiþlo û hevdana berhemên nivîskaran dikir û xwe nedida paþ. Di van hersê hijmaran de (4, 5,
6) navê Mihemed di komîtê de cîh negirt. Piþtî van hersê hijmaran,
endamê me Isa yê ku têkiliya wî bi nivîsandina bi zimanê kurdî û
berhemên wêjeyî tune bû, tenê wek karkirekî li ser kompiyoterê
dixebitî di mafê govarê de ket kêmasiyan. Piþtî çend caran ji hiþyarkirinê
re, ez bêçar mam ku destê wî ji govarê bikþînim. Ew kêmasî jî, bi
berdwamiya belavkirina govarê ve girêdayî bûn. Min û Mîdas li ser
pirsa wî biryar da, divê em govarê bêyî wî berdewam bikin, yan jî divê
em rawestin. Piþtî hijmara 6an min gazî
mamoste M. S. Husên kir. Min rewþa govarê jêre þirove kir û wî
ji wek endam bi awayekî aktiv dîsa xwe xist bin barê govarê û navê wî
derbasî nav komîta himara 7, 8, 9, 10an bû. Bawer dikim me hersê kesan
dikarîbû bê nakokî berdewam bikirana. Ne tenê wisa, gelek heval yên ku
ji destpêkê de bi awayê ne fermî bi me re dixebitîn, wan jî xwest
derbasî nav komîtê bibin û govara Zevî bi keda xwe dewlemend bikin. Lê
çi bikim rewþa minî tudurstî derfet neda. Herwekî bi vê sedemê ez
derketim derve û Zevî heta demeke ne diyar hate rawestand. Di vê
kefteleftê de, me gelek pêþinyar kirin ku li welêt govar berdewam bibe,
lê mixabin di encamê de ev piroje biser neket. Lewra komît ji hijmara
(1-10) wisa cih digirt. Hijmara (1): Arþev, Xemgînê
Remo, Isa Oskan. Hijmara (2): Arþev, Isa Oskan. Hijmara (3): Arþev, Mihemdê
Seyid Husên, Mîdasê Azîzî, Isa Oskan. Hijmara (4): Arþev, Mîdasê Azîzî,
Isa Oskan. Hijmara (5,6): Arþev, Mîdasê
Azîzî, Isa Oskan. Hijmara (7-10) Arþev, Mihemed
Seyid Husên, Mîdasê Azîzî. Di her hijmarekê de, li bin navê komîtê, ji alîyê min ve duriþmek hatibû nivîsandin: Zevî
bo me þaristan e Sera têde ava bikin Hemû rengan bi’afrînin Þaxên bedew liba bikin Çîrok û helbest û nîgar Tîna dilê xwe sar bikin Hemû pênûsan bikin yek Dilê xwendevan þa bikin . Pêwendiya tevgera siyasî bi
govarê re.. Her ku hijmarek nû derdiket, me bi destê xwe dighand berpirsyarê partiyên kurdî li Qamiþlo. Di gelek caran de, me rewþa xwe ji wan re þirove dikir, lê ew gotinên me di ser guhan re dihatin avêtin. Wekû ji me re bibêjin hûn ji wê rêça ku em dixwazin derketine. Her tiþt divê di bin destê wan re derbas bûbûya û bihata kirin û wekî ku em di mafê tevgerê de þaþ bûbûn dinerxandin. Her partiyek govarek kurdî sêmehî derdixist, lê gelek caran dighaþt salan me ew govar ne didîtin. Dema ku ji çend salan carekê derdiket jî, bi giranî dighaþt hevalê wê partiyê û partiyên din ew govar nas nedikirin. Ji bilî wê govara ku her ji çend salan carekê derdiket, belavok û nivîsên wan hemû bi zimanê erebî bûn. Ew belavok ji bo nifþên nû perwerdake tam bi erebî bû, ji bo berpirsyarên partiyan jî, mezinahî û þanazî bû. Di wê qunaxa dema ku me Zevî têde derdixist, ti govarên serbixwe dernediketin ji bilî govara Aso ya ku xwedanê wê Siyamend Brahîm e. Bi salan hijmarên wê jî dernediketin û bi piranî ji bo gundî û maldarên Kurdan dihat firotin. Bawer dikim pirojeya Siyamed ya ku pera ji dûv wê bide hev, baþ pêk dihat. Lê ez bi xwe ne dijî alîkariya gel bi govareke serbixwe re me. Her tiþt jî pîvan û piransîp hene. Mixabin gelek caran li cem Siyamend Brahîm ew pîvan diþkestin. Me deh hijmar ji govara Zevî di
hundirê sê salan de derxist, hemû jî bi derfetên xwe yî taybet bûn.
Me qet rojekî alîkarî ji partiyekê nedît, ne di hêla Arîþe û ne jî
di hêla diravî de. Gelek serpêhatî û dilêþandin ji berpirsyarên
partiyên me dighaþtin me. Carna wê endamê komîteya navendî ya partiyekê
ji me re bigota: “Li min negrin, ez nizanim bi kurdî bixwînim. Hûn
bixwazin ez dikarim ji we bistînim û mafê wê jî bidim we, lê bawer
bikin ez nikarim bixwînim” Ev gotin ji textoran, muhendisan, dermanfiroþ
û maldarên Kurd jî ji me re dihatin gotin, lê ne wekî ku berpirsyarê
partîkê bigota. Mirov carnan difikire ku vanê çil sal bi pirsa Kurd ve
mijûl in û xwe fêrî kurdî nekirin. Yan jî bi gotinek din, ku ti giringî
nedane zimanê kurdî. Ma gelo tênaghêjin ku ziman yek ji stûnên herî
bingehîn e ji avakirina netewa wan re? Ma ne di vî zimanî de ruh, giyan
û taybetmendî tên parastin? Ku ji van çil salan her heyvê xwe fêrî
peyvek kurdî kiribana, niha ferheng tevde, di hiþê wan de hatiba bicîkirin.
Tenê ji bo dîrokê, ez dixwazim li alîkariya tekane ya Arîþeyî mikur bêm.
Ew jî dana xelatekê ji aliyê partiya Yekîtî, ya ku wê çaxê sekreterê
wê berêz Ebdulbaqî Yûsif bû. Plankirina pêþeroja govarê.. Di vê dema dawîyê de, me
gelek plan û proje ji bo firehkirina karên xwe danîn, lê wek min got
mixabin nîvco man. Gelek xortên têgihiþtî li bajarê Hisiça wek Xoþnav
Sulêman û Birahîm Xelîl û Xidir Ebdulkerîm û Mesûd Ako û gelek
hevalên din bi arîþeyeke bilind dixwestin govarê dewlemend bikin. Hate pêþinyarkirin
ku piþtî derketina min ji welêt, ew bi xwe wê birêve bibin. Helbet wê
bi alîkariya mamoste Mihemdê Seyd Husên û hinek hevalên din ba. Lê ew
jî neçû serî mixabin. Niha jî, em diramin ku tiþtekî wisa bikin û dîsa
Zevî têkeve nav destê xwendevanên xwe. Bawer dikim heger çiqas ev
xwestek dijwar be jî, hizra derxistna Zevî wek govareke rewþenbîrî
serbixwe wê nemîne xewnek nepêkhatî. Kengî ev yek bû biryar em ê
xwendevanan agehdar bikin û di gelek malperan de, vê agahiyê biweþînin.
http://www.efrin.net/efrin03/zevi/index.htm arsevoskan@hotmail.com 3. 3. 07 Hamburg |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org