10ê Sebatê Rojbûna Govara Zevî Ye

 

Arþevê Oskan

 

Bajarê Dirbêsiyê û pênasînek kurt

Bajarê Dirbêsiyê, dikeve nabera bajarê Serêkaniya binxetî û Amûdê, hijmara rûniþtiyên wê ji 30 hezar mirov derbas dibe û bi çandinîya genim, pembo, nîsk, ceh, garis û kuncîyan navdar e. Tevî vê dewlemendya axa û ava xwe, dîsa jî piraniya mirovên wê birçî ne, bi keda milên xwe nanê xwe bidest dixînin. Wek hemû bajarokên Kurdistanê, tevgera welatparêzî lê peyda dibe, çi ji alîyê tevgera siyasî û çi ji alîyê tevgera rewþenbîrî, hunerî û kulturî ve. Gelek siyasetvan, nivîskar û hunermendên Kurd ji vî bajarî derketine û hîna jî ev pêvajo berdewam dike. Ez qet bawer nakim ku rojekê ji rojan, kes bikaribe ji bo vê tevgera jiyanê bibe astek û dergehên hêvîyan lê bixetimîne. Nemaze ji salên 1950 û vir de, ango ji serxwebûna welatê Sûrî ji bin destê Frisnsawiyan, Kurdên vî bajarî, bi xwe roleke bingehîn têde lîstiye. Vê pêvajoyê bi awayekî xurt destpêkiriye. Ev bajar jî, bi hemû derfet û girêdana xwe, hêza xwe ji girêdana bajarên Kurdistanê yên din distîne. Ji vî bajarê biçûk, ku di salên bîstan de hatiye avakirin, gelek hunermend, nivîskar û siyasetmedar hatine afirandin. Mirov dikare ji wan hunermendên þêwekar Beþar Îsa, Arþevîn Mîkaîl, Munîr Þêxê, Ibrahîm Heyderî, Mahîn þêxanî, Saed …..hwd, lê binase.

Mûzîka kurdî jî, ji vî bajarê biçûk bê par nemaye, hunermenên wek Rûbarê Þîno, Zubêr Salih, Husên Salih, Munteser Salih, Remezan Necim Omerî, Gulistan Sûbarî, Þukrî Sûbarî, Kerem Xelîl, Hesen Husên, Bahcet Alî, Zuhêr Elî, þerîf Elî, Beþîr Þerîf, Nûrî, Ahmed Silo û Fewazê Çetelê….hwd, deng û awazên wan guhdar bike. Wek hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê, para nivîsandina bi zimanê kurdî jî têde heye, ji wan nivîskaran, Xemgînê Remo, Fethulah Huseynî, Brahîm Berces, Ciwanê Abdal, Arþevê Oskan, Miþal Temo, Mihemd Derwîþ, Ciwanê Reso, Hozanê Girkundê, Dilbixwîn û Mahmûd Badilî…..hwd li hest û nalînên wan guhdar bike. Gelek caran tevgerên wek komele, rojname û govar li vî bajarî hatine damezirandin û piþtî demekê, yan ji ber sedemên ewlekarî, yan jî aborî hatine rawestandin. Ji wan rojnameyan Delav, ji alîyê hevalên Partiya Yekîtî dihate derxistin bi destê çend xortên çalak. Ew xort, bi derfetên xwe yî kesane, bi belavkirina wê radibûn, wek  Masûm, Cegerbirîn, Hozan Girkundê … du hijamr jê derketin û nema hate derketin. Ez bawer dikim rêvebirê wê Masûm hate girtin û çend salan di zindanê de ma. Ji komeleyên ku hatin damezirandin li Dirbêsiyê komeleya Zêwa ku endamê wê: Mîdasê Azîzî, Hozanê Girkundê, Zeyneb, Xemgînê Remo, Cegerbirîn, Brahîm Berces, Hemîd Sadûn, Ciwanê Abdal, Arþevê Oskan. Yek ji biryarên vê komeleyê bû, ku rojnameyek yan jî govarek bi navê Zêwa bê weþandin û bibe zimanê komeleyê. Mixabin piþtî çend salan û çend çalakiyan, endamê wê komelê ji hev hatin belavkirin û nema dikarîbûn gewdeyê xwe li ser hev bicivînin û karekî hevbeþ bikin. Lê biryar û hizra li ser weþandina govarekê ma.

Ji wan nivîskarên ku bi zimanê kurdî dinivîsandin. Gelek ji wan bûn xwedan berhem û beþdarî di gelek bîranîn û tevgerên wêjeyî dikirin, wek mehrîcan û pêþbirk û þevbuhêrkan. Ciwanê Abdal bû xwediyê sê-çar berhemên cîrok û helbestan, Xemgînê Remo jî bû xwdiyê sê pirtûkên helbest û pirtûkek çîrokan, Hozanê Girkundê her weha bû xwedanê du pirtûkên helbestan, Mahmûdê Badilî bû xwedanê du pirtûkên helbestan û Cegerbirîn bû xwedanê berhemeke Helbestî û Arþevê Oskan jî bû xwedanê sê pirtûkên helbestan û Fethulah Huseynî jî bû xwedanê sê pirtûkên helbestan, Miþal Temo jî bû xwedanê pirtûkek çîrokan bi zimanê kurdî .. hîna jî ben li ser çirikê dizîvire. Ev ji bilî çend berhemê ku bi zimanê erebî hatine weþandin, gelek ji wana jî li ser dîroka bajarê Dirbêsiyê bi xwe ne.

 

Ronahiyek li ser govara Zevî:  http://www.efrin.net/efrin03/zevi/index.htm

Bi vê helkeftinê min xwest ez çend xalên tarî, yên ku pêvajoya govara Zevî têre derbas bûye ronahî bikim, wek; têkiliyên nivîskaran bi govarê re, dijwariya rewþa diravî, astengiyên firotin û belavkirinê, qedexekirina çapa bi zimanê kurdî, alîkariya tevgera siyasî, nakokiyên di navbera komîta rêvebir bi xwe de…. Ev hemû û hin tiþtên din di nava her sazî, partî, dezgehên rewþenbîrî … çi li welêt çi li derveyî welêt be tên dawerivandin, lê mixabin ji kesî re nabêjin hetanî ku sal di ser re derbas dibin û þax û bax jê tên dirêjkirin. Bêhn jê difûre û piþtî dehê salan dikeve rojevê û hezar tiþt li ser tên zêdekirin. Di wê demê de, yan hinek ji wan kesên beþdar, koçkirîne yan jî, nema dikarin wek çavkanî bêne derbirîn. Ji ber van sedeman, ku di paþerojê de, da ku wek çavkanî bête zanîn, min xwest wan roj û meh û salên ku Zevî derdiket bînim bîra we xwendevanên hêja.

Dîsa jî, dibe ku hin xal neyên bîra min, ji ber ku ev þeþ sal di ser wan bîranînan re derbas bûne. Sedema din, min xwest ez vê nivîsê binivîsim, ji ber egera tunebûna jêderên rojnamevanên xwedan piransîp û serbixwe, ku bi erkên xwe yên rasteqînî rabin û ev pirs ji min û xwe kiribana, ew jî nebû mixabin. Ji bilî çend hevpeyvînên televizyonan, ku ew jî di demeke teng de, divê min li ser hemû alî û pirsgirêkên kesayeta xwe biaxiviyama, têr nekir. Ez bêçar mam, berî ku dem di ser re derbas bibe û hinekî din li ser navê min tiþtine ne rast bibêjin, li hemû tiþtî mikur bêm. Derxistin û weþandina govarekê, dikeve arþîfa rojnamegerîya wî gelî, lewma min ev giringî da vê nivîsandinê. Bi taybetî, dema ku ez li bajarê Hannovera Elmanî, di sala 2005an de, bûm mêvanê berêz Cemal Xeznedar, ku arþîfeke mezin û berfireh ji rojnameyên Kurd, bi hemû zaraveyan dabûn hev û govara Zevî jî, wek govareke li Swêdê derdiket nirxandibû. Ya hîn jê kambaxtir ku helbestvan Tengezarê Marînî ku xwe wek pasporê dercûna rojnamevanîyê li herçar perçeyên Kursistanê dibîne, ev yek piþtrast kir. Ku ev govar (Zevî) berî çend salekî li Swêdê derdiket, lê kê ew derdixist ? nizanî bûn!.

 

Biryaradana weþandina govara Zevî !

Di roja 10ê sebata 2001 de, ez û Xemgînê Remo û Îsa Oskan, li hev rûniþtin û me biryara derçûna govareke rewþenbîrî serbixwe, bi zimanê kurdî da, ku bibe govara yekemîn di dîroka bajarê Dirbêsiyê de û valahiya derçûna govareke serbixwe dagire. Me di vî derbarî de, gelek nav dan ber çavên xwe, wek navê Çira, Kepez, Zêwa, Zevî … hwd. Ji nav wan navan, me navê Zevî hilbijart. Di wê demê de, ez û Xemgîn her yek ji me xwedanê sê-çar berhemên weþandî bûn. Hevalê ku wê bi me re alîkar be, di bin mercê ku em navê wî têxin nav komîta rêvebir Îsa Oskan bû, ew bi xwe ne nivîskar bû, lê wek wî ji me re da xwanêkirin, ku ew ji kar û barê kompyoterê tê dighêje û dixwaze kedekê bide vê govarê. Em jî bi vê biryara wî kêxweþ bûn. Wek her govarê me dixwest em hijmara yekemîn bikin ezmûne. Yan piþtî hijmara yekem emê berdewam bikin, yan jî emê rawestin. Li gorî me û pîvana derfetan, me texmîn kir ku emê karibin berdwam bikin, lewra me soz da ku di bin van nîrên dijwar de jî, weþana xwe yî sê mehî ya hijmara duwemîn amade bikin. Di wan hijmarên destpêkê de, me li gundê Bîrkinêsê çap dikirin û pel bi pel bi hev re girê didan û dikirin pirtûk (govar) bi qabeke rengîn û pelên hundir bi gewr û reþ dihatin kopîkirin. Piþtî ku hijmara yekem ket nav destên xwendevana, me pêwendî bi Qamiþlo, þam, Heleb, Serêkaniyê û Hisiça re danîn û xwe gihand gelek nivîskar û xwendevanan. Wek nemûne li Helebê nivîskar Mihemed Hemo, li Qamiþlo Konê Reþ, li Hisiça Xoþnav û li Serêkaniyê helbestvan Anahîta. Lê ji bo ku hîn zelaltir zelel bibe, li Qamiþlo, Konê Reþ em (ez û Îsa û Xemgîn) kirin mêvanê Mihemedê Seyid Husên û girêdanê di navbera me de çêbike. Kon ewê alîkariya me bi nivîsan bike, lê nikare wek peyamnêr xwe eþkere bike, ji ber serdemine ewlekarî. 

Em bi Seyid Husên re dan naskirin, ku vî camêrî pir kêfa xwe ji Zevî re anîye, wekû xewnek wî pêkhatibe, bi rastî ji li gorî gotina xwe derket û girêdana xwe her cû xurtir kir. Piþtî demeke kurt me bihîst ku hevalê me Mihemed Hemo ji ber muxeabratan zarokên xwe hiþtiye û bazdaye Baþûrî Kurdistan -Ji xwe heta niha jî li Silêmaniyê dijî- Têkiliya me hinekî li bajarê Helebê paþde ket. Lê me dîsa xwe di riya kesan re dighand kesayetên cihê, wek Pîr Rustem, Ibrahîm Ibrahîm, Can Bapîr û hinek hevalên din. Di hijmara duwmîn de ez û Îsa bi tenê men. Lê dîsa jî, me bi westaneke bê hempa xwe ragirt û berdewam kir, li gel ku têkiliya me her bi wan hevalên ku min navên wan anî ziman re ma. Hijmara yekemîn li mala Îsa Oskan hate çapkirin. Bawer dikim nêzî 150 hijmar bi hawakî diyarî, li nivîskar û sazî û partiyan belav bû, çend hijmar jî hatin rêkirin ji yekîtiya nivîskarên Duhokê (Hesen Silêvanî), bakurê kurdistanê Azadiya Welat, û hinek hevalê Europa re. Gelekan ji nivîskar û xwendevanan nameyên pîrozbahî rêkirin û çendekan jî nivîsên xwe yên pesindarîyê di hijmara duwemîn de weþandin, ji wan nivîsan ya rojnamevan Konê Reþ bû. 

Di amadekirina hijmara duwemîn de, Xemgînê Remo xwe ji govarê da alî. Helbet wê sedem hebin, lê ew sedem têra ku mirov xwe ji govarê veqetim ne dikir. Di wê êvarê bi xwe de em hatin û bi amadebûna Salihê Heydo, ku em wî vegerînin nav govarê, lê wî ji me re da xwanêkirin ku ew nikare berdewam bike û rewþa wî ne alîkar e. Di gel vê veqetandinê de soz da ku berhemên xwe jî di govarê de bixweþîne û tiþtê têkeve ser milê wî ew xwe jê paþde nade, lê wek endam nema xwe pejirad. Min di wê þevê de, li mala wî pêþinyar kir: ku tu govarê berdewam bike û ezê jê derkevim, lê wî qebûl nekir û dilpaqijiya xwe da xwanê kirin ku em berdeam bikin û ewê alîkar be wek hevalekî nivîskarê kovarê, bi rastî jî ew soza xwe anî cih û heta hijmarên vê dawiyê jî, tê de nivîsand……  

 

= Dûmahî heye….=

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org