Çiyayên Sincurî, Ji Evîna Me

 Arþevê Oskan

 

Dîsa awirên te

Tîr avêtin sibehên min

Rojên min sermest dikirin

Û hevok li dûv siya te dilerizîn.

 

Xemên bêrîkirinê

Ji peyala sozan hêvî dinoþandin

Rojên me nêzîkî hevdîtinê dikirin.

 

Nigarê rûyê te

Ji rûdana sibehê re saw dida

Min ne dizanî ez li kû me

Li kûye daneþîna evîndaran

Di kenê rojê de li te digeriyam

Lê heyvê silavên fediyok

Di awirên viyanê de dilorand.

 

Tu, navekî giring bû

Li delavê temen dihate raxistin

Û evîna te

Di kûrahiyan de wida dibû

Li te digeriyam, min xwe nedidît.

Lê hîn jî min nedikarî

Dilê xwe razî bikim bi çend keseran.

 

Min soz ji xwedan distandin

Lê te ew beravêtî dikirin

Û li berpala xewnan, mîna Siyabend

Ji zinarên bilin berjêr dikirim

Ez dimirim lê viyan geþ dibû.

 

Li ser termê min

Pezkoviyên te awazên bilûrê saz dikirin

Têl ji biskên te dihûnandin

Û di hestiyê min re lorîn derbas dibûn.

 

Hêsirên te

Xwîna min dadiwerivan ser latên dîrokî

Hîn jî min ne dikarî

Dilê xwe razî bikim bi çend helbestan.

 

Tu carekê ji dil bi navê xwe qîriya

Bêhna viyana min

Ji firyadên te difûriya û çiya disincurî

Dever dikirin þênahî, seyrangeha

Tu û ez û pezkovî

Li zinara dicivandin, diçêrandin.

 

Em dibûn çîroka çiya

Her derê bi me sûnd dixwar

Û sozên dilan bi hev re girêdidan

                            Xwedan û viyan û çiya.

 

Rojê, xwe di kenê me de vediþart

Heyv di çavên me de di xewre diçû

çiyan xwe dispartin xwîna me

Evîndaran

Ji bo me xwe reþ girêdidan

Û di çîroka me de sermest dibûn.

 

Arþevê Oskan

                1. 6. 06 Hamburg

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org