|
Ez
diçim.. Arþev
Oskan Li êþên ku bi salan hatibûn
meyandin, yên mîna wan keskesoran dijeniyan,
digerim. Ev çi têl in, ku jenîn mîna xwînê
di wan re diherike!? Ev çi tilî ne, ku bi nazenînî
direqisin!? Bi hêsanî, dermanê dilên
westiyayî peyda dikin. Mîna nikilên þalûlan, bi maçan
wan têlan dilerizînin Newazan li asoyên hiþ û dilan
belav dikin. Ez diçim.. Xunaveke hûr bi ser êþên xemgîn
de dibarînim. Wan çîrok û çîvanokên zarotiyê
bi xwe re hiþyar dikim. Min çi mûzîk mîna dengê dayika
xwe nebihîstiye Çi bêhn, ji xwîdana wê xweþtir,
bêhn nekiriye Çi war, ji himêza wê aramtir
nepelandiye Çi þêranî, ji þîrê wê þêrîntir
venexwariye… Lê (arpa) te.. Ev hemû êþ, ji hêlana xewnan, ji
nû ve vejandin. Bi arp û dengê te re, kulîlk têne
semayê Ji nû ve, bi nikilên xwe li ewrên
bîranînan didin Her ku guhdar dikim, di wê himêzê
de kûrtir dibim Di wê axê de, mîna singekî tême
kutan. Ez diçim.. Li delavên wan çeman, binefþan
avdidim. Bila kes li min nemeyzîne, tenê ez
û xewnên xwe, li wan masîkên, ku bi kurdî
dikenin temaþe bikim, yên ku ji îro pêve, nema diçim nêçîra
wan. Ez diçim… Li piþta wan asoyên rewrewkî, yên
meyandî siwar dibim. Di ber bahozên berfîn, yên
zivistanên çiyan re difirim. Ew berfa ku li ser nêrgizan paldayî,
bi tîna dilê xwe dipþêfim. Li nav wan zeviyên zeytûnên Efrîn
û mêwên Qerejdaxê digerim. Wan kewên gozel yeko yeko li Cûdî
dihijmêrim. Ez diçim.. di ber baweþîna têlên arpa te
re, di xew re diçim. Li sînga wan zozanan, dibim asik û
pezkovî. Li xuþexuþa sûlavên geliyan, bi
te re guhdar dikim. De bilorîne û min bibe warê sawîran
Min bike rêwîyekî riya dûr û di
ber çemê Firatê re berde Bila bi çavên xwe, bejna welat gav
bi gav bipîvim. Min bes vegrîne van walatên sar û
bê stêr. û piþtre min ji xewa mirinê dîsa
hiþyar bike. Ez diçim.. Mêvanê stêr, ax, asîman, sûlav
û dengên tavên buharê Wan birûskan bi tîpên navê
dayika xwe xêz dikim Ji zû ve, min ew nedîne, min bêriya
wan kiriye. Belê
min venegerîne.. hema çend rojên minî mayî, Tevî
tîbûnê, bila li ber sîmfonî û lorînên arpa te, Ava
jiyaneke nû binoþin. Min
bibe û mîna çûkekî li nav xewnên evîna qurmiçî bifirîne. Da
ez li wê dilbera, ku sih sal in dil diziye bigerim. Ez
diçim.. Ji
zû ve, min dil hebû, li te guhdar bikim û li xwe bigerim. Ji
zû ve, bi binfeþ û nêrgizên kenok re nekenîme Wê
bi çûna min re, ewrên buharê xwe giran bikin Bi
awazên te re, wê lêvên xaka tî, di bin wan xunavan de þil bibin. Wê
welat bibe demsaleke buharî û xwe bi me þêrîntir bike. Wê
keskesor bi awazên te re, mîna du birûyan bêne vegirtin. Her
tiþt li bendî awazên te bûn, li bendî hatina min bûn. Ez
diçim û nema vedigerim!. 10.
07. 2007. Hamburg Arp :
aleta mûzîka Tara Jaff e. “Ev
xêz li ber mûzîka Tara hatine nivîsandin, lewra ez wan diyarî wê
dikim”. |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org