Kaniya Xwîn û Evînê.. Qamiþlo

 

Arþevê Oskan

 

Xwazginiyên te

Di bin tîrêjên rojê de

þerm û fedî te ramisandin

Destên xwe avêtin paxilê

Memikên te pelandin

Agir bi ser xwe de barandin .

Gundîno… malîno

Memikên Qamiþlo

Buhara welatekî dixemilîne

Têra me hemiyan dike

Xwiþka biçûke .. lê îro mezin dibe

Di bin tîrêjên rojê de .

 

Qîrîna Qamiþlo ..

Asîmanekî sitewr didî ber qolincan

Û birûskeke dijwar

Li rûyên nemerdan dide .

 

Erê Qamiþloka min

Bi ziwabûna lêvên xwe

Sînga xunavgirtî bi kîn mêjandin .

 

Gazî û hewara te, hêsirên çavên te

Li Dêrika Hemko bariya

çand gotinên kelogirî

Ji lêvên lerizok

Ji þewata hinavên te

Ber bi Amûda þewitî ve ..

Dîsa þewate bobelate .. lê serhildane .

 

Serê kanîkên te

Bi aveke sor derbûn

Gulên sor jê hatin avdan

Li delavê Xabûrê girnijîn .

De bes bimiçiqe Xabûro

Hêsirên xwe biherikîne

Ji þewata bakuran

U ber bi Efrîna xulmaþ de biþîne

Bila Kobanê zanibe

Bendewariya salan

Bi lehîyeke buharî

Zeviyên zeytûnan

Li ber bayê azadiyê

Dîlaneke kurdewarî

Di govendeke mezin de dilivîne

Di rojên helebçeyî de

Ewê govend mezin bibe .

 

De rabe Dirbêsîka min.. rabe

Ma raste xewa sibehên buharê

Li ber dewkilana bêrîvanan

Û bilûra þivanan xweþin .

Hewara te Qamiþlo çû

Amedê, Hewlêrê, Mehabadê

Govenda te gerandin

þahiya te civandin ….

 

Xwiþka biçûke

Bûka çelenge

Qelen buhaye

Emê te siwarkin

Di bin tîrêjên rojê de … Qamiþlo .

 

Habmurg .23. 3. 2004

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org